Divê em yekîtiya xwe xurt bikin

Nûçeyên Forum

Pêncşem 11 Hezîran 2026 - 10:00

 

FERATÊ DENGIZÎ

Li ser tifaqa me Kurdan dixwazim tiştina bibêjim. Mirov li ser çi rewşê bifikire, divê mirov xwe bighîne rehan, rehên dîrokî, civakî, mirovîn, erdnîgarî û hwd. Yan na daxwaz dê bihelin di dilan de, lewra em ne bi dilên xwe, ne bi xwesteka xwe  hatine vê jiyanê û ne jî bi dilê xwe, li ser xwesteka xwe diçin, va rewş ev e.

Divê li gorî şert û mercan mirov xwestekên xwe xêz bike, birengîne, bikaribe bi cîh bîne, lê jiyan ne di emrê me  de ye! Li aliyekî bikêrhatina mirov an jî civak, gel û netew, li aliyê din jî barên ku ji kûrdîrokê ketine stûyê mirov û civaka mirov û nexasim pergala rêvebirinê. Tew deynê ku ji kûrdîrok û serhildanên nîvco mayî tev di stûyê mirov, civak û tevgera rêxistinî de (n)be! Em niha tev her gunehî dixin stûyê siyaseta xwe, tevgera xwe, bila xwe nekirina rêça çareseriyê! Baş e, lê rastî…

Mixabin! Gelo mirov dikare vî barî tev hilgire û giloka derdan ku bûne çiya çareser bike? Ji bonî çareseriyê hêz divê, hêza cewherî ya xwerûtî ku nekeve bin bandora tu aliyî û tu kesî. Ka ma rewşeke wisa heye gelo? Ji her aliyî ve civak bandorê li hev dikin. Îca bandora neyînî jî heye, ya erênî jî. Hêza civakî jî li ser hevqebûlkirinê, ji hezkirin û hevparastinê tê avakirin. Hilbet ziman, ax, bawerî, çand û berî her tiştî hemneteweyî xerca herî xurt e.

Ka em qelsiyên xwe bibînin;

*Bêyî vîna me, bêyî riza me, bi darê zorê û li ser rewşa mezheban pêşî em kirin du parçeyan, paşê jî kirin çar parçeyan, erdnîgarî ne bes e derûniya me ji xera kirin, rewşa jiyana me jî..

*Bi ser de elfabeyên me jî kirin du par; çi li cîh, çi ne li cîh ku ev li hesabê serdestan jî dihat. Niha jî rewşa elfabeya latînî malkambaxî, jixwe zaneyên me ne kêm in! Ê me, em ên lêgerînê ne ku li derfetên azadiyê digerin. Carinan peyva Ehmed Arif tê bîra min; “Ejderha olsan kar etmez- Ku tu hût bî jî bê fêde ye!” jixwe em di girtîgeha serdestan de ne, çi bi zindanên girtî, çi bi zindanên vekirî!

*Îja heta şaneyên xwe yên biçûk em bûne parçe parçe; serhildanên me bifikirin; her dem yek ji malbatên hevalê neyar û xiyaneta hundirîn…Ji Mîr Mihemed heta Şêx Seîd- Dêrsim û Agirî… Niha rast ji min re bibêjin; di malbatê de kî û birayên xwe, xwişkên xwe li hev in; şer, pevçûn, dexsî di kîjan malbatê de tuneye. Birakujî ma ne her para me ye! Bi rihetî em birayên xwe nafroşin û baznadin cem neyar! Hamîdiyetî- Hizb-il Qontra-Cerdewantî (Qorîcîtî) çawa tê ravekirin! Bi hêbetim… Ka em ê kulên malbat, azbet û eşîran çawa çareser bikin!

*Ji ber dewlemendiya çand, ziman û erdnîgariya me dinya tev bela serê me… Em jî dijberên hev û pozbilind… Yekî/a bi ûjdan derkeve ji me em tev wî/ê didin ber nikulan û çavên me li derve; ka em bibin hevalên filankes, filan dewletê û nizam çi. Em tev dibin neyarên azadîxwazan ku ew jî çiqasî dikarin xwe bidin der…

Hişmendî tevlîhev…Dikarim zêde bikim. Meqseda min ne reşbînî ye. Kêm zêde rewşa her gel-neteweyî mîna me, lê em bêhtir dûpîşkên hev in. Rastî va beloq e! Îja çi…

Van 50-60 salên dawîn me rêyek zêde nêzîkî rastiyê û hêzdar, bi navê Tevgera Azadiyê ava kiriye û pêşiya me rohnî ye. Em hevalê bindestan û kedê ne. Bila reşbîn êrîşdar bin. Min xwest bi kurtasî rewşê rave bikim. Dibêjim çare heye û divê li gorî demê em yekîtiya xwe ava bikin. Bingehên me yên herî xurt hene û bi saya Rêber, cangorî û azadîxwazan hatiye avakirin û li her aliyê Kurdistanê zîndî û têkoşêrin. Zû bi zû naxapin… Lê em doza çareseriya tevayên genîtiyan li siysetê nekin, em civak dikarin bi hişmendiyek netewetî ya xurt li xwe xwedî derkevin, em ne Kurdên berê ne!

Wek dilxwaz û welatprêzekî dibêjim sê stûnên me yên xurt hene ku em dikarin bibin yek; Tifaqa me Kurdan li ser van dikare bê avakirin: ziman-çand, ax, statû… Lê pêşî çareseriya birakujiyê û aştî, demokrasî divê ji malbatê destpê bike û berfireh bibe.

Yek; Bawerî, hişmendî û siyaseta me çi bibe bila bibe em li ser bingeha ziman û çanda xwe dikarin bên cem hev. Hilbet hevalbendên serdestan û kujerên cangoriyan ne tê de…  Ziman û çand hişmendiya hevpariya herî xurt e ku jin, dayik bi rihetî dikarin vê pêşengiyê bikin, va rêxistinên jinan xwedî hişmendiyeke xurt î hemdem in.

Dudo; Ax, war e, welat e. Çi reng û baweriyên li ser xaka Kurdistanê, bi rengê Kurdewarî û Kurdistanî dikarin li axa xwe bibin xwedî û bên cem hev. Minak zêde ne, va Rojava mînaka herî xurt e, dîsa têkoşîna li çar aliyan xerca vê ya herî zexm e. Netewetiya Demokratîk-Civaka Aştiyar î Demokratîk hişmendiya xwişk û biratiya vê xakê ye. Çavên li deriyan xwelî li seriyan… Em dikarin bibin yek, bên cem hev, çanda hevpar a li ser vê xakê zindî ye, em li hêla erênî binêrin, ev çend sal in Kurd-Aramî-Suryanî-Ereb-Tirk (serdest ne tê de) em bi hev re dijîn.

Sisê; Statû; Em tev statûyekê, çi serbixwetî, çi statûya herêmî, nexasim xwe bi xwe xwe birêvebirî dixwazin. Bi reng û dengê xwe em ê xwe bi rêve bibin. Yekîtî dikare her deriyê azadiyê veke. Çi bi erdnîgarî, çi bi serjimêrî, çi bi rêxistin û hişmendî di demê de em ne kêm in, her kes hesabê me dike.

Bi vê hişmendiyê em dikarin tariyê biçirînin û rohayiyê ava bikin; Rêber û rêxistinên me ûjdanê gel û neteweya me ne, em kêmaseyên xwe bibînin çareser bikin û ji bîra nekin, li ser maseyan na lê li nav gel yekîtî jî her tiştî jî dikare bê avakirin… Werin nav gel, çare li wir e!

Azadî ne dûr e!

 

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.