
- Li ser serborî û çarenûsa me Kurdan pir difikirim. Carinan hişê min li hev dikeve, hişmendî şolî dibe. Lê divê mirov zelal rewşa xwe fêhm bike, yan na jiyan bi xwezayiya xwe diherike. Tu xwestek û divêtiya xwe nekî jiyanî, melûlî her para te ye…
FERATÊ DENGIZÎ
Di salvegera ku parlamenterên me ji Meclîsa Tirkiyayê hatin avêtin û berê wan dan hepsê, dîsa birîna min xwîn û elem da der. 32 sal berê parlamenterên DEP’ê ji meclîsê ber bi zindanê ve bûn rêwî. Herê dilêşiya dubare.
Berê li gundan, ku me jî bi zarokî pir dileyst, nehberik hebû, lîstika neh keviran. Di nehberkê de asta bi serketinê ku tu dijberê xwe tengav bikî û bi ser kevî, divê ku tu wî/ê bixî çeqoberkê, di her hemleyê de kevirên wî bixwî, serkeftinê bi dest bixî, dijberê te jî nikarê ji binketinê bireve. Çeqoberk mîna toqa lehnetê ye, duvê tu nekevê, ku tu ketê xelasî tuneye.
Rewşa me Kurdan jî hebikî dişibe vê rewşê.
Yên ku dizanin ji rewşa ku zêdeyên civaka me bi darê zorê, di demeke dûvdirêj de bisilman bûn û vir ve, me xêr nedît; ji şerê xanedanan bigir heta şerê sûnîtî û şiîtiyê her û her welatê me Kurdistan bû qada şer, talan, dest tê werdan û zilmê. Rojek me, rojek civaka me bi xêrxweşiya çanda me nebuhurî. Jiyana me ya sererdûbinerd jî tê de, axireta me jî, jiyana me ya heyî jî bi xwînê xemilî, kîn, dexsî, berberî, birakujî, kujerî, mirin ji xaka me kêm nebû, me rûyê xêrê nedî û rojek aştiyane jî nejiya. Jixwe ji şerê nevbera Sasanî û Osmaniyan vir ve qaşo bi mebesta sûnîtî- Şiîtî(elewîtî) yê xaka me bi xwîn, dijberiya hev, neyartiya navxweyî û derveyî bi bûxdê xemilî. Di her civak û pergala neteweyan de mezhebên cuda, reng û baweriyên cuda hene lê li ber neteweyiyê wek siyaset nebûn asteng, lê yên me Kurdan ev siyaset bûn sedema xerabûna tifaqê, olên cuda, mezhebên cuda em Kurd kirin neyarê hev, dijberê hev û xiyaneta navxweyî ji me re bû zemq-gen û bime ve zelîqî, Kurd ji hev re neyar û dilbijiyayê, heyranê serdestên xwe; hilbet canfeda, cangorî, şervan, têkoşer û serkeşê azadiyê ne tê de. Lê rewşa civakî her bû malkambaxî. Gelên ku xaka wan nagihê deryayê yan jî rêxistinbûna wan î qels wek ku jiyana wan reş kiribe. Xaka me, civaka me bû warê tûpîşkan-dûvpişkan…
Ji Mîr Mihemedê Rewandizî heta Şêx Ubeydulahê Nehrî; ji Mîr Bedirxanê Botanî heta Şêx Seîdê Kal, heta Seîd Rizayê Dersimî berxwedan mîna hêza germ a jiyanê lê aliyek kurmî ya marê di tûr de, ya xiyaneta hundirîn têrê nekir ku ev çeqûbera li ser gelê Kurd bişikê û xera bibe.
Nexasim vê sedsala dawîn; bi jehrpêşnûmaya Sykes-Picot û Peyman Lozanê welat, Kurdistana şêrîn bû çar parçe, mîna dilê yek î çarparçe yî, çarparçe yî xwînî yî elemgirtî. Pergala Neteweya Yekbûyî ya Cîhanê ji bona berjewendiya xwe ev xaka qedîm î pîroz ji bona kedxwariyê perçebûyîn layiq û guncav dît, berxwedan û hêza azadiyê têrê nekir… têrê nekir ku vê peymanê qebûl neke, çeqûberê parçe bike, rewa nedît û berxwedan bê moletan bi navber ve be jî domiyan. Piştî van ceribîn û tecrûbeyan mirov dibîne ku hêzên derve nabin çare ji bonî azadiyê, desthilatdariyên faşîst î yekparêzê netewe-dewletiyan jî. Çarê yekîtî-hevkariya gelên cîran û yên ku li ser vê xakê bi hev re dijîn e. Lê ev jî parçe parçe û bêewlehî û xebat û berxwedanê dixwaze.
Têkoşîna gelê Kurd a van çil-pêncî salê dawîn li bakurê welêt û pêve girêdayî li tevayên welêt çi başûr-rojava û rojhilat rastiyek derxist holê ku ev çeqûber dikare bê parçekirin û rê li ber azadiya Kurdistanê vebe. Rêveberiyên Xecîhî bi tevahiya federalîzmî û hemwelatiya azad dê bibe çareya pirsgirêkên civakî.
Bi pêşniyaz, rêxistin û îradeya Rêzdar A. Ocalan xebata Civaka Aştî û Demokratîk hêviyek û çareyek rastîn derxist holê. Gelê Kurd ji vê re amade ye û ji dil dê bibe hevkarê vê xebatê. Hilbet yekîtiya navxweyî gava pêşîn e ku xwişk û biratiya gelên cîran û yên ku li ser vê xakê bi hev re dijîn, civakeke azad î li ser demokrasiya Konfederal û li her parçeyî Komara Demokratîk dê azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û pevre jiyanê bîne. Lê divê pêşdaraziyên nijadpersestî bên avêtin û perwerdehiya civakî ya aştî û demokratiyê bi pêş keve û ev jî dikeve ser milê dewletê/ dewletan. Divê zagonên yekperestî û dijdemokratîk bên guhertin ku gel bi hevre jiyanê ava bikin. Hilbet ev demê dixwaze. Lê bîr û bawerî divê roj bi roj li ser helwesta aştiyane, hevnaskirin û ziman û çand û îrade qebûlkirin û ji bonî vê jî ristina jiyana demokratîk a rojane divê te. Ev yekalî nabe. Lê hêvî di warê aştî û demokrasiyê de zindî û diyar e.
Peşîn yekîtiya gelê Kurd ku hêza Newrozê dê bibe agirê coşiya azadiyê. Di serî de berdêl û berxwedana gelê Kurd, pir berdêl hatin dayin. Rewşa Rojava û Rojhilat, dîsa helwesta Başûr ji bonî yekîtiyê mina rohnayiya agirê Newrozê, hêviya rojên azad xurt dike.
Bi coş û hêviya agirê Newrozê ya agirê ku bedenên Mazlum û Zekiya û hevrêyên wan rapêçand û têkoşîna hemdem dê çeqûbera bi lehnet a toqa nehleta Sykes-Picot a li ser gelê Kurd bê şikandin.
Hevî ristina yekîtiyê ye… Yekîtî çareya azadiyê ye…









