
- Meha gulanê, wekî navê xwe, hemû berxwedan û têkoşînên ku bi sekneke serhildêr in di nav xwe de dihewîne. Di heman demê de, wekî roja pîroz û biwate, rênîşana ziman û hebûna me ye ku bi asîbûna gelê me yê serhildêr ve li ser zimanan tê gotin.
DÎLAN HOGIR GABAR
Dîroka meha gulanê ya ziman, parvekirina bîr û baweriyê ye; ji bo mirov bibe xwebûn, divê bi zimanê xwe bibe. Ji ber ku nasnameya çandekê; ziman, zîhniyet û exlaq e ku civakbûnê diafirîne ye. Çiqas ziman pêş bikeve, dê dîrok jî ewqasî di herikîna xwe de xurt bibe.
Wekî zarokên berxwedêr ên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Zerîfeyan, yên ku bi germahiya axa qehremanî û serhildêriya Dêrsimê hatine hembêzkirin, bûne sembola serkeftin û azadiyê. Bi israra zimanê Kurdî û wekî jina asê û serhildêr Leyla Qasim, ku bi sekna xwe ya têkoşer teslîmiyeta xwînxwarên axa xwe qebûl nekir, bû xwedî cewhera welatparêzî û jiyaneke bi rûmet. Jina leheng a tevgera azadiya Kurdistanê, Hunermend Mizgîn (Gurbet Aydin) ku bi deng û rengê xwe yê zelal û bedew, kevneşopiya ku bi destê neyaran hatibû veşartin û bi perdeya bişaftinê (asîmilasyonê) hatibû pêçandin, ronî kir. Wê bi bedewiya zimanê dayikê ew perdeya rûreş qetand û bû dengê êşa gelê xwe. Têkoşîna wê bû bersiva hestên welatparêziyê û hişyarbûna hebûnê; awazek e ku di guhê her azadîxwazekî de olan dide.
Gelê Kurd, gelekî ku di dîroka xwe de her tim bi qirkirin û bişaftinê re rû bi rû maye û êşeke ku nayê jibîrkirin kişandiye; zarokên ku çavên xwe li dinyayê vekirine, ji çand, hebûn û zimanê dayika xwe bêpar (mahrûm) hatine hiştin e. Dîrok şahidiya komkujiyeke bêrehim dike; şahidiya gelekî ku bi qirkirin û tunekirinê re rû bi rû maye dike. Mereş û Dêrsim, warê dê, bav û kalan û warê berxwedanê, zivirandibûn dojehê. Ziman, nasname, çand, huner û bawerî tev de hatin qedexekirin. Hemû destkeftî û dewlemendî di bin zexteke giran de man.
Çawa ku di dîroka desthilatdariyê de koletiya ewil li ser jinê hatibe ferzkirin îro jî heman dîrok xwe dubare dike. Di şexsê jina Kurd de bişaftin û qedexekirina zimanê dayikê hat ferzkirin. Di heman demê de, cil û berg û axaftin wekî sûcekî hat dîtin. Ji bo wê jî jiyan mîna du rêyan li pêş mirov e; eger rêya şaş were hilbijartin, mirov ber bi qetilkirinê ve diçe. Îro jî çarenûsa gelê Kurd di bin vê zextê de ye. Zarokek nizane kîjan cewhera wê ye; di nav du çandan û du zimanan de asê maye. Bi vî rengî neteweyek bi hemû dewlemendî û xweşikbûna xwe hat bêrûmetkirin û tunekirin. Rêber Apo dibêje: “Qirkirina çandî ji ya fîzîkî deh qatî girantir e û ev rastiyek e ku tê jiyîn e.” Hebûn hatibû windakirin, lê bi têkoşîna gelê serhildêr û fikir û felsefeya Rêberti, ew heqîqeta ku hatibû tepisandin mîna rojê cîhan ronî kir.
Bi hezaran salan bi vîn û îradeyeke mezin têkoşîneke bêeman hat dayîn. Cangoriyên ku li hember neyaran xwe kirin mertal, her tim rastî êrîşên hovane hatin. Ziman, diyalektîka gerdûnê pênase dike. Çawa ku gerdûn bi xweza, demsal, ajel, ax, av û mirovan pênaseya jiyanê dike, ziman jî wiha ye. Ziman bi dewlemendiya xwe rengîniya neteweyan pênase dike. Ev berhem gerdûnê dike gerdûn. Bêyî cewhera xwe mirov nikare jiyaneke heqîqî bimeşîne. Ziman wekî çemekî ye; eger ew av neherike, dê bibe tiştekî din. Dûrketina ji nasnameyê wî çemî dixitimîne û dibe sedema tevliheviyeke nasnameyî. Ji bo wê jî ziman û çand bi hev re girêdayî ne.
Di mirovahiyê de civakbûn bingeha şaneyan pêk tîne. Zimanê dayikê jiyana exlakî û polîtîk ava dike û mirov digihîne heqîqeta ziman. Her çand û her zimanek rengê xwe diyar dike; çiqas cudahî hebe, bedewiya gelan jî ewqasî diyar bibe. Nijadperestî ji wan cudahiyan ditirse, lewma ji bo ku civakê ji rastiya wê dûr bixe, qirkirina spî dest pê dike. Wekî sala 1925’an, bi rêyên cuda xwestin kurdan bixin bin kontrola xwe û bi asîmilasyonê encam bigirin. Bi taybetî bi destê mamosteyên jin ên wekî Sidika Avar li Kurdistanê, xwestin zarokên Kurd ji çanda wan dûr bixin. Wan xwest bi destê Kurdan bixwe, çand û zimanê wan bidin jibîrkirin. Zarokên ku di zimanê kurdî de israr dikirin, wekî "hov" an jî "ajal" dihatin dîtin. Lê belê, her tim bi têkoşînê şopa rastiyê hatiye parastin. Dijmin her çiqas xwestibe Kurdan tune bike jî, bi saya pêşengên Kurd bi ser neketiye. Lê belê, xerabiyên ku dijmin di nava Kurdan de çêkirine, wekî kurdên "qutbûyî" û "parçebûyî" heta niha jî bandora xwe nîşan didin.
Di roja me ya îro de, dema dayikek nikaribe zarokê xwe bi zimanê Kurdî perwerde bike, ev êşeke mezin e. Zilamên dewletê bi polîtîkayên qirêj zimanê xwe dirêjî dayikên me dikin û nahêlin bi zimanê xwe biaxivin; ev nîşaneya nijadperestiyê ye. Em çiqas têkoşîna xwe xurt bikin, xwedîderketina li çand û ziman jî dê ewqas pêş bikeve. Pêvajoya ku Rêbertî daye destpêkirin, hêz û moralê gel xurtir kir û hişt ku em zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin. Ziman nebe, hebûna mirov bêwate dibe. Ger em zimanê xwe ji bîr bikin, em mirovahiya xwe ji bîr dikin.
Her çiqas li her alî êrîşên bişaftinê hebin jî, li dijî vê têkoşîneke xurt tê meşandin. Çawa ku li Botanê hebûn bi vê ve girêdayî ye, li Rojhilatê Kurdistanê çand û li Rojava wêjeya Kurdî berdewam dike. Hebûna Kurd û zimanê Kurdî nayê tunekirin. Dengbêjî û stranên Kurdî ev çîrok û êş heta roja me ya îro anîne. Ji bo wê, divê em Kurdî bifikirin û Kurdî biaxivin.
Mixabin îro şerekî taybet ê 24 saetan li Kurdistanê tê meşandin da ku mirov ji cewherê xwe derkeve. Çi bi rêya fîlman, çi bi rêya stranan û polîtîkayên mêtinkariyê, dixwazin me bihelînin. Ji bo wê, divê em di her kêliyê de hişyar bin û bi zimanê dayikê ve girêdayî bin. Îro eger em nekaribin zimanê xwe biparêzin, em ê nekaribin çand û hebûna xwe jî biparêzin. Zimanê zikmakî cewhera mirov diparêze. Zimanê me civakbûnê bi xwe re tîne. Zimanê Kurdî zimanekî qedîm û dewlemend e; gotinên mîna xweşik, delal, spehî, cîndî hemû di bin wateya bedewiyê de dewlemendiya vî zimanî nîşan didin. Em jî xwedî li vî zimanê xwe ê ku afrînerê cureyên dewlemend ên bedewiya ne derbikevin. Em Kurdî biaxin, zimanê xwe, feraseta xwe û jiyana xwe pêşde bibin.









