Hevxemî jehrkuja ezperestiyê ye

Nûçeyên Forum

Çarşem 13 Gulan 2026 - 07:00

  • Ji kêliyên pêşîn ên hebûnê ve heta îro, mirov bi ji bo têgihîştina cîhanê hewl didin. Zarokek birçîbûnê wekî qeyraneke gerdûnê hîs dike; bawer dike ku ew bi giriyê xwe dikare cîhanê rawestîne. Ev yek bi xwe qonaxeke xwezayî ya pêşketinê ye.

 

ADAR JIYAN

Belê, heke ev têgihîştina navendî, an jî ezitiya xwenavendîparêz, neguhere, dîwarekî nedîtî di navbera têkiliyên mirov bi xwe û kesên din ava dibe. Ji vê hêlê ve hevxemî/empatî yek ji şiyanên herî narîn û veguherîner ên giyanê mirov e. Belê Hevxemî tenê ne li ser têgihîştina mirovekî din e; ew di heman demê de li ser xwederbaskirina sînorên xweyiya teng e ku hişmendiya têgihîştina hebûnê ya berfirehtir pêk tîne.

Hevxemî tenê ne di têkiliyên takekesî de, her wiha  di asta civakî de jî hêzeke veguherîner e. Ji bo cûdahiyên civakî bi hev re bijîn, civak heta astekê dewlemend dibe. Belê cûdahî ne bi pevçûnê, bi saya hevxemiyê vediguhere ahengekê, Hevxemî wijdana civakekê ye. Bêyî wê, sazgêriyên dadmendiyê jî qels dibin û nîvco dimînin. Lewre dadmendî tenê ne sepandina rêbazan e; di heman demê de derbirîna berpirsiyariyê ye. Ji hêla din ve, ezperestî vê berpirsiyariyê qels dike. Kesê/a ku berjewendiyên xwe dide pêş, êşa kesên din paşguh dike. Hin kes hin caran caran  vê êşê rewa dibînin.

Yek ji tiştên ku mirov dike mirov, şiyana wî/wê ya rêwîtiya nav dilê kesên din e. Hevxemî hem kilîd û hem jî cihnumaya vê rêwîtiyê ye. Dema ku mirovekî/e netemam tenê xwe bi hebûna xwe ve sînordar dike, êş, kêfxweşî û hêviyên kesên din hîs nake. Belê gava ku bi hestê hevxemiyê tevdigere, hebûna xwe derbas dike û digihîje asoyeke berfirehtir. Hevxemî tenê ne hestekî hevpar e, di heman demê de şehrezayî ye jî. Lewre hevxemî daraziyê bêdeng dike, pêşdaraziyê dimehîne û dilê mirovên din li ber mirov vedike. Ev vekirin  mirov ji xeleka teng "ez"iyê derdixe  û asoyê wî/wê fireh dike. Bi vî rengî, mirov tenê ne di dilê xwe de; di dilê hemû mirovahiyê de dijî. Wêjeyê, pirî caran hevxemî, bi helbestekê derbiriye. Felsefeyê  ev yek bi narîniya ramanê re aniye zimên. Belê, herdu nêzîkahêtêdan jî digihîjin heman cihî:  Hebûna "em" li derveyî "ez" e. Ji ber vê yekê ye ku kesekî/e ku bi hestê hevxemiyê tevdigere  tenê ne kesê din fam nake; di heman demê de kûrahiyên veşartî yên di hundirê xwe de jî kifş dike. Hevxemî ew giyan e ku mirov rûyê xwe di neynika yê din de dibîne. Ji ber vê yekê, li cihê ku tune be, tenêtî, têgihîştinên nebaş û biyanîbûn zêde dibe. Belê  hevxemî biyanîbûnê vediguherîne xwişk û biratiyê û kesên dûr jî li yên nêzîk dadigerîne û dibe ku kêliya ku mirov nêzîkî rastiyê dibe ew dem e ku ew dikare xwe ji bîr bike û rîtma dilê kesên din bibihîse.

Mirovahî, ji ber kêmaniya hevxemiyê, bi gelek karesatên  dîrokî rû bi rû maye. Dema ku kesek, kesên din wekî mirov nebîne, dikare hemû cureyên hovîtiyê  jj bo xwe rewa bibîne. Ji ber vê yekê, hevxemî tenê ne dilpakiyek e, ji bo domandina mirovahiyê jî pêdivîyek e.                                        

Pêşxistina hevxemiyê ne pêvajoyek hêsan e. Ew hewce dike ku mirov ji qada rehetiya xwe derkeve. Pirsyarkirina mirov a rastiya xwe, nirxandina hestên xwe û famkirina kesekî din pirî caran  nerihet e. Belê ev nerehetî nîşaneya veguherînê ye. Hevxemî mirov dilerizîne; belê ev lerizandin deriyê têgihîştineke kûrtir li ber mirov vedike.

Yek ji aliyên herî girîng ên hevxemîyê, hunera guhdarîkirinê ye. Guhdarîkirina rastîn tenê ne bihîstina peyvan e; hîskirina hestên li pişt wan peyvan e. Kesekî/e ezperest di monologeke/ yekbêjiyeke navxweyî de ye, dema guhdarîkirinê jî  di xwe de difikire.  Belê hevxemî dike ku mirov di dema guhdarîkirinê de aş bibe. Ev aşbûn, cureyeke bêdengiya navxweyî ye. Û ev bêdengî jî ji bo têgihîştina rastîn û pejirandina hebûna kesên din, şertekî bingehîin e.

Hevxemî, cureyeke wêrekî ye. Ji ber ku nêzîkbûna êşa kesekî/e din tê wateya wêrekî û hîskirina wê êşê. Mirov pirî caran ji ber vê sedemê ji hevxemiyê dûr dikeve. Ji bo parastina aramiya xwe, xwe ji êşa kesên din dûr dixe. Belê ev dûrbûn dawiyê li biyanîbûnê dadigere. Hevxemî vê biyanîbûnê dişikîne. Gava ku mirov têkilî êşa kesên din dibe, mirovbûna xwe bêtir hîs dike.

Hevxemî, jehrkuja ezperestiyê ye.  Yek ji gavên herî girîng rêwîtiya mirov a hevxemiyê ye. Her çendî  ev rêwîtî wekî tevgereke derveyî xuya bike jî, di rastiya xwe de ew kûrbûneke hundirîn e. Lewre gava mirov kesên din fam dike, sînorên xwe jî diyar dike. Hevxemî deriyekî xerê ye ku hem li ber takekes bi xwe  û hem jî li ber kesên din vedibe.  Li pişt vî deriyî cîhaneke dadperwertir, têgihîştî û mirovîtir heye.  Belê ev dibetî ji xweber pêk nayê.  Ji bo wê pêdivî hewldaneke bibiryar û  hişmend heye.  Ev, pirek e ku divê her roj, di her hevdîtin û diyalogê de ji nû ve were avakirin. Ev pireke tekane ye ku meriv  di ser vê pirê re dîwarên bilind ên ezperestiye dirûxîne.

Ezperestî, raman, hest û perspektîfa xweyî ji hêla takekesan ve ye ku wekî navenda teqez  tê pejirandin. Ev jî dibe sedema korbûna li hember cîhana hundirîn a kesên din. Takekesê/a ezperest cîhanê wekî şewqek ji têgihîştina xwe dibîne; an cudahiyan wekî gef dibîne an jî wan paşguh dike. Belê, mirov ne giravek bi serê xwe ye. Her takekes bi girêdaneke nedîtî bi kesên din ve girêdayî ye. Haydarbûna ji vê girêdanê, kêliya yekem e ku takekesê/a ezperest dest bi veçirînê dike. Hevxemî  kilîda vê veçirînê ye. Hevxemî tenê ne bi hewldana fêmkirina hestên kesên din ve sînordar e; ew hewldan e ku bi çavên wan cîhana wan bibîne. Ev hewldan ji ceribandina hîndariyeke hişmendî ya derûnî bêtir, kiryareke exlaqî ye. Ji ber ku avakirina hevxemiyê hewce dike ku sînorê "ezîtiyê" sist bibe û "kesên din" di nav rastiya xwe de qebûl bike. Ev qebûlkirin, mirov ji navenda xwe gavekê paş vedigerîne. Û ev gav, di rastiyê de ne windahiyek e; deriyekî li ber qadeke berfirehtir a hebûnê vedike.

Wekî encam; ezperestî meyldariyeke neyînî  ya mirovan e; belê ev meyldarî ne çarenûsek e. Ji bo veguherandina vê meyldariyê amûra herî bihêz hevxemî ye. Mirov bi rêya hevxemîyê, ezperestiya xwe têk dibe. Têgihîştina rastîn jî li vir dest pê dike. Mirov bi devjêberdana ezperestiyê  û bi liv û bizavên hevxemiyê, digihîje qonaxa herî rastîn a mirovbûnê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.