Alfabeya latînî çi bi xwe re anî ? (2)

Nûçeyên Forum

Duşem 11 Gulan 2026 - 07:00

  • Navenda pêşketina rewşenberiya kurdan Stenbol bû. Ji sedsala 19'emîn pê ve hewldanên wan dest pê dikin. Bi sedsala 20'emîn ve geşbûna wê zêde dibe. Pêşî bi rengekî osmanîtî ye lê dûvre bi pîvan û çanda ewropî vediguhere bayekî netewperestî. Di serdemeke ku pîvanê pêşketinê zanist, çand û zimanê ewropiyan e ne gengaz e ku rewşenbîrên kurd dûrî vê rastiyê tevbigerin.

 

YAŞAR ASLAN

Hin ji wan li Fransa û Almanyayê xwendine hin ji wan li Mekteb-î Sultanî (Galatasaray Lisesi). Ew yek dihêle ku hîlfa wan biçe ser hişmendî, çand û jiyana ewropiyan. Zanayên gelên din ên di bin nîrê osmaniyan de ne jî wisa ne... Rêxistina peşî ya tirkîtiyê Îttîhat û Teraqqî 1913'yan biryar dide li Împeratoriya Osmanî derbasî tîpên latînî bibe, di vê hêle de amadehî tên kirin. Wê bernameyê di 1928'an de Komara Tirkiyeyê di pêşengiya M. Kemal Ataturk de pêk tine. Vêna wekî tiştekî nuh pêşkêş dikin lê tiştê ku Ataturk kiriye, bernameya Îttîhatiyan dixe meriyetê.

Rewşenbîr û rêxistinên ji bo ramana kurd û Kurdistanê derketine rê di kovar û rojnameya xwe de alfabeyekê, gramerekê û ferhengekê dikin rojev (Berî Celadet Bedirxan ên ku li ser alfabeya kurdî xebat kirine ev kes in: Faiz Beg, Evdila Cewdet û Şukrî Fazlî (1913); Mihemed Zekî û Mîrze Mihemed (1920); Xebatên kurdên Ermenistanê Rêya Teze (1930); Alfabeya Heciyê Cindî (1931) û pişti Celadet Bedirxan jî M.Emîn Bozarslan (1940) (3).

Lê ti kesî weke Celadet Elî Bedirxan bandoreke mezin nekir. Celadet Elî Bedirxan di 1919'an de ji bo Kurdî li ser ‘alfabeya latîni’ dixebite. Di rojnivîskên Major Noel de em hîn dibin ku di gera li Kurdistanê de hem ji bo amadehiyek Kurdistanî têdikoşe hem jî li ser têkûzkirina alfabeyê dixebite. Major Noel dibejê min ew teşwîq kiriye.

Ev gotinên Major Noel çiqasî rast in em nizanin lê cara yekem di 1920'î de li Başûrê Kurdistanê Rêveberiya Mêtinger a Îngilistanê pirtûkçeyekê didin nivîsandin; yekemîn xwendina kurdî di wê pirtûkçeyê de hînbûna nivîsîn û xwendina Kurdî bi tîpên latînî bi hêsanî tê teşwîqkirin (4).

Ji nişka ve derbasbûna nivîsandin û xwendina alfabeya latînî ne hêsan e. Kurdan ji 1250 salî zêdetir alfabeya erebî xebitandine. Li medreseyên Kurdistanê  ‘dozdeh ilm’ bi vê alfabeyê hîn dikirin. Piraniya kurdan misilman bûn, Qur'an bi erebî bû, ji bilî Qur'anê çi bi tîpên erebî bihata dîtin pîroz bûn (Hê jî wisa ye). Ev ne ji bo îslamê ji bo olên din jî derbasdar e. Çi aîdî ol hebe pîroz in). Di herikîna dîrokî de bi demê re fars û kurdan li gorî zimanê xwe di alfabeya erebî de hin tîp afirandine. Berhemên hêja û binirx weke yên Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Feqiyê Teyran û Hecî Qadirê Koyî û hwd bi alfabeya erebî hatine nivîsin. Rojnameya pêşî ‘Kurdistan’ 1898 û kovarên li Stenbolê di serê sedsala 20'emîn de hatin weşandin bi tîpên erebî bûn.

Belê Celadet Elî Bedirxan û hevkarên wî gava alfabeya latînî pêş ve dibin angaşta ku ‘alfabeya erebî’ ne li gorî deng û qirika kurdî ye, hin deng hene bi erebî nayê nivîsîn, alfabeya latînî bêtir nêzî dengên kurdî ne’ dibêjin. Alfabeyek ku 1250 salî karîger be çawa ji nişkê ve pê dihisin ku ne guncav e? Dibe ku Celadet Elî Bedirxan di ferqa van polîtîkayên mîsyonerî de be jî, dibe ku wî xwestibe ji bo destkeftiyên siyasî kurdan nêzî ewropiyan bike.

Rastî ev e ku vebijêrka Celadet Elî Bedirxan û hevkarên wî vebijêrkeke siyasî ye. Ruhê demê, çand û zimanê ewropiyan disepîne... Celadet Elî Bedirxan pişti lêkolînên dûdirêj alfabeya latînî tekûz dike, Hawara ku ji 15'ê Gulana 1932'yan pê ve dest bi weşanê dike bi tîpên latînî dide weşandin. Neh (9) hejmarên pêşî yên Hawarê bi alfabeya erebî bûn, paşê dibe latînî. Weşana kovarên pêşî ‘Stêrk û Ronahî’ bi tevahî latînî ne (4).

 

Celadet Elî Bedirxan di nivîs û axaftinên xwe de her dem mînaka Elîezer Ben Yehuda (1858-1922) dide. Ben Yehuda vejînkarê zimanê îbrânî ye. Zimanê ku di Tevratê de ji bo rêûresmên olî tê xebitandin bi bêje û têgînên nuh kiriye zimanê jiyanê. Ben Yehuda cara peşî di 1881'ê de li Parîsê bi hevalên xwe re diaxive. Çend meh şûn ve diçe koçî Qudisê dike. Tê gotin heta 1902'yan bi malbata wî ve tenê deh malbat bi îbranî diaxivîn. Di 1903'yan de ‘Rêxistina Yekîtiya Mamosteyan’ ava dibe û pişti wê em îro dinêrin bi mîlyonên cihûyên li Îsraîl û dinyê bi wî zimanê ku Ben Yehuda afirandiye diaxivin.

Xewn û xeyalê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî jî ev e. Ew jî dixwaze bibe Ben Yehudayê kurdan. Di pêngav û xebatê de yên alîkarî dane Celadet Elî Bedirxan Rêveberiya Mêtinger ya Fransayê ye. Li Rojava Hawar diweşe. Roger Lescot, Lucien Rimbaut û hwd navên weke ku ‘dostên kurdan’ derbas dibin peywirdar, xebatkarê rêvebêriya Fransaya mêtinger in. Li jor me mînaka Benedict Anderson ya ji bo Hindiya Çîn (Îndochina) daye. Di heman demê de û bi heman mabestê (1932) li Rojavayê Kurdistanê Fransa vê yekê teşwîq dike.

Alfabeya Celadet Elî Bedirxan projeyek e: ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve projeyeke neteweyî, modernkirina gelekî ye (entellektuelî, polîtik, çandî). Lê ji aliyê Fransa û rêvebêrên wê ve projeyeke emperyal e... Tê zanîn gelê ermenî gelekî otantik (nîştecihî) yê ji Rojhilata Navîn e. Bes, bi çanda xiristiyanî û zimanê afirandine, bi teoriyên grekan gelek ji Balkanan koçî warê Ûrartûyan kiriye û hwd ‘mît’olojiyan weke ewropî ne pêşkêş dikin. Bi provakasyona ewropiyan bê çi bi serê gelê ermenî kirin tê zanîn. Hewldana asîmîlekirinê pêvajoyeke demkurt nîne, bi merhele û demdirêjiyekê ve tê meşandin.

Ji ber ku zimanê kurdan ji yê ereb û tirkan cudatir e weke gelekî hîndo-ewropî li ser gelek dek û dolab meşandine. Fransa piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo kurdan 3 kovar û li Bêrûdê radyoyekê kurmancî daye vekirin. Îngilîzan di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, li Yafa ya Filîstinê radyoyeke bi soranî vekirine. Radyoya Baku, ya Yerîvan Sowyetan, Dengê BBC, Dengê Amerîka jî ji bo propagandayê li ser kurdan e. Radyoya Bexda, Tahran û Kahîre jî li gorî armancên mêtingerên serdest in. Amûrên ragihandinê (nivîskî, dîtbarî, bihistî) di heman demê de amûrên manîpulasyon û bicihkirina bîrdoziyan in. Serdest bi van kirinên xwe gelek tişt armanc kirine. Fêdeya gelê me ji derveyî armanca wan be jî bûne hêza hebûna gelê kurd.

Wekî encam

Alfabeyeke tevayî ya karîger ji bo gelekî pêdivî û jêneger e. Nivîs, gel dicivîne û nêzî hev dike. Ruhekî, bîr û baweriyeke hevpar pêş ve dixe. Ji ber ku gelê kurd cuda alfabe xebitandine cudatiya nav civaka kurd zêdetir e. Bi alfabeya Celadet Elî Bedirxan re cudatî li civaka me zêdetir bûye. Alfabeya nuh dihêle ku meriv berhemên bi nivîsa berî xwe hatine nivîsîn fam neke û ji wan bêpar bimîne. Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê alfabeya erebî karîger bû li bakur qedexeya li ser ziman û çanda kurdî hebû, vê nehişt alfabeya kurdî bi pêş ve bikeve. Vêna hişt hem li Bakurê Kurdistanê çanda kurdî li paş bimîne hem jî ji kurdên perçeyên din fam neke, dûrî hev bimînin.

 

Di vê demdirêjiyê de (piştî Celadet Elî Bedirxan alfabe bi pêş ve xist) kurdên perçeyên din jî alfabeya latînî qebûl bikirana dê asta pêşketinek, zanabûnek cuda derketibûya holê. Ev yek pêk nehat. Ji ber wê hê jî ev pirsgirêk li holê ye û divê alfabeyeke hevpar hebe. Daxwaz û armanca Celadet Elî Bedirxan pêk bihata/bê ew jî dikare bibe/bibûya Elîezer Ben Yehudayê kurdan. Mînaka Komara Tirkiye ya ji 1928'an ve derbasî alfabeya latînî bûye jî li holê ye. Bi hêza dewletê zimanek, çandek nuh afirandin. Hêzek (dewletek an jî eniyeke rêxistinî) li pişt projeya Celadet Elî Bedirxan bisekiniya dê ew jî bi ser biketa. Tiştên ku Celadet Elî Bedirxan armanc kiriye hêj pêk nehatiye, bi ser neketiye.

Belê niha jî pirsgirêka alfabeyeke hevpar pêdivîyeke bingehîn e. Perçebûna alfabeyan perçebûna neteweyî ye. Li pêşiya yêkitiyê jî asteng e. Alfabeyeke hevpar ji bo yekitiya zimanî, jiyanî, ruhî û neteweyî wekî xala yekemîn e.

Çavkanî

(1) Harari, Y. N. (2017). Hayvanlardan tanrılara sapiens: İnsan türünün kısa bir tarihi (E. Genç, Çev.; 34. baskı). Kolektif Kitap.

(2) Anderson, B. (1991). Hayali cemaatler: Milliyetçiliğin kökenleri ve yayılması (İ. Savaşır, Çev.). Metis

Yayınları.

(3) Yildirim, Q. (2006). 3yemîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê / Konferansa Zimanê Kurdî. Weşanên Şaredariya Amedê.

(4) Umranî, Z. (2018). Bi Emîr Hesenpûr re li ser zimên û neteweyê (M. Dewlemend, Wergera ji soranî). Zarema, (13).

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.