
- Mantiq û felsefeya zimanan heye û bi vêna hebûn û jiyanê şîrove dikin û xwe wisa didin der. Zîmanê Kurdî jî hebûn û jiyan wek zayendî; mê û nêr şîrove kiriyê û tiştên netar jî bi vê mantiqî rave kiriye. Hilbet li gorî xwezaya hebûnê.
FERATÊ DENGIZÎ
Ku mirov bala xwe dide mantiqa Kurdî û pevajoya ku pêşeng û pêaxivêrên kevnar ên axivêrên Kurdî, vê rewşê zelal dibîne. Jiyan û xweza, hebûn û gerdûn bi zayendî şîrove kirine û dane der. Piştî lêkolîna gelek berhem, nirxandina olên kevnar ên ku pêşiyên Kurdan pê bawer kirine û heta niha. Jiyan wek mê û ner hatiye nirxandin. Ku mirov xuliqîn, ango afirîna candaran dide ber çav, ev şîrove balkêş e û nayê piştguhkirin. Tê zanîn ku canlidar bi du şêweyan jiyana xwe domdar dikin û bi afirîna yeka/ê wekî xwe ve domdarî wek bêmirinê didome, hilbet wersiyon çiqasî cuda û ravekirin ne wekhev bin jî, navend pirbûn û şêweya pirbûne û rola zayendan e.
Canlidar bi bayê (fiskirin-afirîna zîgotê) û avê (menî-cotbûn- afirîna zîgotê) xwe zêde dikin û cinsê xwe her daîreyî-berfirehî diafirînin û didin jiyîn û jiyan li gorî vê rewşê, girêdayî şert û mercan di jîngehê de didome. Ya ku balê dikişîne herdu şêwe jî li ser hêkê afirîna xwe didomînin, yanî hêk dibe tov û navenda afirîn, jiyan û hebûnê… Ne bêheq olên herî kevn di serî de heta Mazdeîzmî-Zerdûştî-Êzdayetî (Çarşema Sor-Cejna Çarşema Serê Nîsanê) –Xiristiyaniyê (Yortuya Paskalya) hêkê wek tov û afirînêra jiyanê, xwezayê, gerdûn û hebûnê dibînin, Bi fisê hêk diafire yan jî bi bayê tozkirina toza nêr diçe ser toza mê, menî jî diçe ser hêka mê ya jinê û li gorî şertên guncav canlidarek nû diafire. Mirov, ajal dar-kulîlk- gîha tevayên canlidaran wisa… Ba wek nêrî li ajalên bêçiçik bandorker, hêzeke afirînêr û li cotbûna kulîlkên giha û dirextan jî bibandor e, mêtîyê bar dike, dike ku zîgot yanî potansiyela (em bibêjin çêlikek nû nabe lê cureya dar û gihaya nû) diafirîne. Ba bi deng e; dibêje bavvvv, bivvv û ev bi Kurdî wek bav-bab-baba tê binavkirin û ravekirin, ba dibê bivvv->bav. Ba nêr e û bav e, ba, ba: ba+ba--Baba. Babatiya di olên pêşîn heta niha ne ji rêzê ye! Wek tê zanîn di felsefe û mantiqa Kurdî de asîman-as, ewr nêr in û ax, rûyê erdê mê ye, bi gobilîna ba û barîna baranê (baran mê ye û ava afirînê ye) bi gihandina axê re zîgotê, tov-toxim, potansiyela afirînê pêk tîne. Jiyan li gorî xwezayê ne bi zanîn û zanistek kûr, lê bi salan bi şopandina xwezayê û şênberî ev rewş afiriye. Hilbet zanista cerbeyan û zanyarên gel û şîroveyan ev bi hezarî salan domiyaye. Îja ya ku zîgotê di nava xwe de bi pûtedayîn û parastinê dihewîne, xwedî dike, dixuliqîne, bi demdirêjî hebûna mê ye; dide yanî da ye, her tim, her dem dide, da-dayik- da-yê… afirîn û parastvana hebûn, xweza û jiyanê, çi canlidarî çi necanlidarî ku ew jî ji hev dizên û vediguherin hev, helezonî her didome. Niha zanista zîndewerzanî (biyolojî) di serî de zanist tev bi veresana hebûnê vê piştrast dikin. Bi hezaran salan dayik bûye bingeha hebûn û jiyanê; her awayê jiyanê afirandiye. Mirov dikare bibêje ku jiyan mê yanî dayik e, ziman jî nexasim Kurdî jî wisa, Kurdî zîmanekî mê ye… afirîner bi dûvdirêjiya hebûnê mê yanî afirîner, zêdebar û navenda pirkirinê ya, hilbet bandora mêr jî nayê înkarkirin û hevjiyana wekhev rastî û bingeh e.
Mirov dikare bibêje ku Zîmanê Kurdî jiyan û hebûn wisa şîrove kiriye, qebûl kiriye, pejirandiye, kiriye wateya jiyanê, jiyanbûnê. Asîman nêr, ax-rûerd mê… dîsa tişta ku di şênberî dişibe amûra nêr; nêr û ya ku dişibe berfirehiya rûnîştina jinê, ango pehn an jî afirnêr û bi rewşa xwe navenda zêdebûnê; mê tê qebûlkirin. Bi gelemperî jî tiştên razber mê ne û tiştên nêtar an jî bi navkirina mîna eyloyê nêr, eyloya mê û herwiha tê şîrovekirin û dafêhmkirin. Minaka herî berbiçav dara şîn a ku mêwe dide MÊ, dara hişk ku bêber e NÊR tê pejirandin û bikaranîn; dara şîn-darê hişk. Va zimanê şîrîn ku ji kûrahiya dîrokê heta niha ligel hezar tundî, tunehesibandin, înkarkirin û bişaftina serdestan xwe di kûrahiya jiyan û hebûnê de parastiye, dijî û dê her bijî-bidome û hilbet bi xwedîderketin, parastin û bikaranîna civaka Kurd. Kurd-Kurdî-Kurdistan divê ev hevkêşe (denklem) ji hiş û hişmendiya Kurdan derneyê û bi dûr nekeve!
Îja beriya nêzîkî pênc hezar salan En (asîman)+ Kî (erd, ax)… Enkî dest danî ser me (an jî mê) yên Îştar ango Stara dayik ev rewş domiyaye. Jiyan û ligel vêna serdestî, hovîtiya baviksalarî domiyaye û Rêzdar Abdullah Ocalan bi nîşandana jineolojiyê ev rewş teşhîr kiriye û rêzdarî-nirxdayina dayik-jinê eşkere kiriye û diparêze, dinirxîne wek zanistek nû raxistiye holê. Zimanê me jî bi hevoksazî, peyv û hişmendiya xwe ya şîroveya jiyanê, şîroveya xweza û hebûnê di jiyana me û hişmendiya me ya civakî de dijî û xweşhang e. Wek ku rêzdarekî (Ermenîkî Bedlîsî Wîllîam Sorayan) gotiye Kurdî dengê dil e, bi rastî ji ber ku bi hezar salan di dil de hatiye xwedîkîrîn û xweşawazkirin û her di jiyana me de dilorîne, dilê me bi evînê; evîna jiyan, xweşikî, delalî, nazdarî, egîtî, rêzdarî û berxwedanê dadigire. Klam û stranên me xweşawaza dil û mejî, xweşawaza vî zimanê qedîm in.
Wisa difikirim..







