Kaniya şaristaniyê Rojhilata Navîn

Nûçeyên Forum

Çarşem 29 Nîsan 2026 - 07:30

  • Îro hemû daneyên dîrokî dipejirînin ku herêma îro bi navê ‘Rojhilata Navîn’ hatiye binavkirin ji destpêka jiyanê, şaristaniyê û pêşketinên dîrokî re navendî kiriye. Mîtolojiyên pêşemîn, olên mezin ên pêşî li ser çanda neolîtîk û bajarvaniyê pêş ve ketine.

YAŞAR ASLAN

Navenda herêmê bi ‘nîveheyva zêrîn’, ‘nîveheyva bibereket’ hatiye binavkirin. Pêngavên jiyanî, dîrokî ji vê herêmê belavî hemû cîhanê bûne. Ji olên mezin -ku îro gelek mirovan dixin bin bandora xwe- ji bilî bûdayî û konfuçyustî olên mezin misilmantî, yahûdîtî û xirîstiyantî li vê herêmê avzê bûne û qiblegeh-parestgehên wan li vê herêmê ne.

Ji ber sererd û binerdiyên wê, her hêzên xwestine mezin bibin herêm ji xwe re kirine qada şer û cihê mêtingerî û dagirkirinê. Rewşek weke ku kesên serdestiyê li vê herêmê bike serdestî li cîhanê dike heye; Andre Gunder Frank di pirtûka xwe ya ‘Pergala Cîhanê’ de dibêje: “Di pergala cîhanê de korîdorên ku wekî mifte rista navendî lîstine sê heb in, 1) Korîdora Nil-Deryaya Sor 2) Korîdora Sûriye-Mezopotamya-Kendala Basra 3) Korîdora Ege-Deryaya Reş-Asyaya Navîn”. Ev her sê korîdor jî li ser herêma Rojhilata Navîn in. Binavkirina ‘Rojhilata Navîn’ têgehek di sedsala 18-19’emîn de derketiye holê. Rojavayiyan, Ewrûpiyan li gorî xwe cîhan û nexşeya wê bi nav kirine. Li gorî hilatina rojê ‘rojhilat’ û ‘rojava’ ji mêj ve hene. Lê ‘rojhilata dûr’ û ‘rojhilata nêzîk’ û hwd îngilîz û fransiyan li gorî xwe bi nav kirine. Li gorî vê binavkirinê Rojhilata Navîn; ji Misir, Îran, Tirkiye, Iraq, Îsraîl, Urdun, Lubnan, Sûriye, Erebistana Sûûdî, Bahreyn, Mirîtiyên Ereban (Umurat), Katar, Kuveyt, Umman û Yemen pêk tê.

Sînorên dewletên Rojhilata Navîn ên Îran û Osmanî di 1639’an de hatibû xêzkirin. Yên din piştî hilweşîna Împeratoriya Osmanî mîna bi rastkêşê hatine xêzkirin. Ev sînorên hanê ji îngilîz û fransî li her rûniştinê bi ‘Peymana Skyes Picot’ çêkirine. Du dîplomatên van dewletan Georges Picot (fransî) û Sir Mark Sykes (îngilîz) di 1915-16’an de li hev rûniştine û bi peymana Sykes-Picot Rojhilata Navîn li hev dabeş kirine. Ji vê peymanê ji bilî Tirkiyeya M. Kemal û Erebistana Sûûdî hemû sînorên din li gorî daxwaza wan çêbûne. Îngilîzan Îranê bi têkiliyên aborî, çandî bi xwe ve girê dane û li ser xaka Rojhilata Navîn netew-dewlet ava kirine û bi navê ‘manda’ bi xwe ve girê dane. Netew-dewletên hatine avakirin bi xwe re pirsgirêk anîne. Rêber vê yekê wekî ‘lêkirina çaxê dînîtiyê’ bi nav dike. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dewletên ewropî kom dibin ‘mafên çarenûsiya netewan’ dipejirînin. Lê vê yekê lê zêde dikin “gelên netewên nikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin(!) em ê li wir bi navê ‘alîkar’ peywir bigirin û heta piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn bi xwe li herêmê dimînin. Dûvre bi hêzên xwe yê leşkerî vedikişin lê bi hêzên xwe yên aborî, çandî, konevanî û hwd dimînin.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hêzek din yê Rojavayê Amerîka jî li herêmê weke hêzek emperyalîst rist dilîze. Di polîtîkayên herêmê de bûye hêza serdest. Vekirî û veşartî êrîşan plansazî dike. Heftê-heştê sal e li Tirkiye (û Îranê) bi cih kir û ev nêzî sih-çil salî hebûn û êrîşa leşkerî li ser Iraqê dimeşîne.

Di sed salên dawî de modernîteya kapîtalîst li ser gelên herêmê polîtîkayek netewperestî, parçekirinê, mijokdarî û hwd dimeşîne. Bi taybetî jî di nava Rojhilata Navîn de gelê Kurdistanê bê statu bê war hiştine... Modernîzm û zîhniyeta xwe, serdestiya xwe dimeşîne.

Biwêjek heye tê gotin “Kerê bi dû gêzerê de diçe” wateya vê biwêjê rewşa şopdarên vê zîhniyetê dide dest: Di rêyên dirêj, kerwanan de bi dû kerê pêşî gêzer datanîn ku kerên bi dû de dihatin ji bo xwe bigihînin gêzerê (wekî mînaka Pavlov) hewl didan xwe bêtir lezgîn bikin. Îcar gelek tevgeran an jî terîqatan wekî kerê bide dû gêzerê ji xwe re Şêx, Pîr, Hoste, Xoce û zanistên modernîst afirandin.

Ramanger û rewşenbîrê filistînî Edward Saîd “Zanebûn û ceribandinên Rojava yê li ser Rojhilat bi gelemperî wekî oryantalizm pêşkêş dike” zîhniyeta rojavayî xwe wekî ‘ezel û ebed’ dide xwendin (xuyakirin). Mîna yezdanê dema me ye!

Meselek Fîlozofê Antîk Diyojen heye: “Tê gotin ku Diyojen dîl dikeve û tê firotin. Di dema firotinê de li meydana koleyan jê dipirsin tu dikarî çi bikî. Wî bersiv daye; ‘fermandayîn’ û qîr li qewaz (tellal) kiriye; ‘Ka bipirse bê kî dixwaze ji xwe re efendiyekî bikire!”

Îro rojavayî, ewrûpî ne wekî vê yekê komediyê lê bi awayekî trajîk dibêjin ‘em efendî ne.’ Tiştê dilbiêş rojhilatî, Rojhilata Navîn vê yekê wekî qederekê dibînin.

Di sedsala X. (dehemîn) de erdnîgarînasê ereb Mesûdî li ser rojavayiyan (ewrûpî) vana dibêje: “Roj dûrî qewmên bakurî bû, serme û hêwî serdest bû; berf û cemedê daîm hevûdin dişopand. Mirovên vê herêmê ji hestên tenik bê par in. Bakurî bi gewdeyên girs, bi xwezayek zirtepoz (qaba), ji kubariyê nesîbê xwe nestandine, famkarî û bi zimanek zirtepoz in... Baweriya wan ya olî bê bingeh bû. Yên ji van bakurtir ji van ehmeqtir, zirtepoz û kêmaqil bûn.” (ji pirtûka Bernard Lewis, Di Dîroka Şaristaniyê de Ereb, r.240) Dîsa di sedsala XIV. (Çardehîn) de Ibnî Xaldûn dibêje: “Di demek nêz de me bihîst ku li welatê frengiyan nuh nuh ilmê felsefeyê pêş ketiye.” (B. Lewis, heman berhem)

Meriv sedsal û navên di van nirxandinan de biguherîne û li şûna van tiştekî nenivisîne wê bê gotin ku qey rojavayiyan li ser rojhilatiyan gotiye... Rojavayî ji germ, gemar, nezanî û hwd kêmasiyên rojhilatî pê ve tiştekî nabêjin û xwe tekane tayê rizgariyê didin xuyakirin.

Analîst û dîrokzan dibêjin heta 2030’yî wê serdestî, êrîşkarî û baldariya rojavayî ya li ser Rojhilata Navîn dê berdewam bike; lewra neft, xaz, av di serî de dewlemendiyên Rojhilata Navîn vêna dimercîne. Lê ya rast ji xaz û petrolê jî wêdetir ji ber ku navenda jiyanê, kaniya cîhanê ye ev herêm, serdestên dixwazin bibin cîhanî, herêmê dagir dikin. Hêzên rojhilatî Pers, Asûr, Sasanî, Ereb, Moxol çawa ketine herêmê dagir kirine her hêzên rojavayî (Roma, Makedonî (Îskender), Êrîşên Xirîstiyanên Xaçî, Napolyon (1795-1801) û îngilîz (1820)) yên xwestine bibe împarator ketine herêmê. Hilf û meyla rojavayiyan daîm çêbûye. Wekî tê gotin ku “Piştî petrol û xaz hate dîtin ji nuh ve bala xwe dan Rojhilata Navîn” tiştekî kêm-gotin e. Na! Kengî firsend dîtine hatine.

Îro jî rewş wekî ku Selahadînê Eyûbî di 1174’an de gotibû ye; “Venedîkî, pîsayî û cenovayî her dihatin, carinan wekî rêbiran... Carinan wekî gerokên ku malê xwe dianîn û bi vê mabestê dixwestin bibin serdestê alema îslamê... Û niha tenê ji bo şer tên ser axa me û vêna wekî diyariyek bijarte pêşkêşî me dikin... Me bi wan re têkilî danî û peyman çêkirin, em vê dixwazin û tercîh dikin lê ew vê naxwazin, hetta ji vêna nefret dikin.” (Ji pirtûka Bingeha Şaristaniya Rojava Rehên Rojhilatê, John M. Hobsob r. 125)

Di vê pasaja Selahadînê Eyûbî de di cihê navên venedîkî, pîsayî û cenovayiyan de meriv navê DYA û YE binivîsîne yê nizanibe wê bêje rewşa îro tê şîrovekirin.

Nêzî sîh û pênc-çil salên dawî DYA behsa Projeya Mezin ya Rojhilatê Navîn dike. Qaşo li gorî vê projeya mezin wê gelên Rojhilata Navîn ji qeyd û bendên kevnare rizgar bikin û demokratbûyîn - mafên mirovan - pergaleke nûjen pêş ve bixin. Lê baş tê zanîn yên ev binyad, bingeh avêtine û çandine ew bi xwe ne. Ji zivistana 2012’an pê ve wekî dirûşmeyek “Bihara Ereban’ hate pêşxistin. Herçiqas çirûska êgir gel pêxistibe jî emperyalîstan inisiyatîf zû xiste destê xwe û kirin mîna “Zivistana Ereban!” Li Tunus, Libya û Misir di serî de paşverûtî zexmtir û qewîntir kirin. Li Fas û Urdun guhertinên makyajî çêkirin.

Pêşkêtinên li Sûriye û Rojava me bi çavên xwe dîtin; parçe kirin û li gorî xwe dizayn kirin.

Îro jî vê bêjingê li ser gelên Îranê digerînin. DYA, YE û hempayên wan Qatar, Tirkiye û Sûûdî qala dostaniya gelên Îranê dikin. Di nava vêna de behsa çareseriya rastiya gelê kurd nakin. Tiştê balkêş, heger bi rastî demokratîkbûyîn danîbûna pêşiya xwe divê dest biavêtana dewletên wekî Sûûdî, Bahreyn, Qatar, Kuveyt û Urdun; lê karê wan yê pêşî statuya wan zexmtir kirin.

Divê meriv êrîşên li ser Îranê di lênêrîneke dîrokî de bixwîne. Bi vê êrîşê re girêdayî careke din em dibin şahid ku çareserî di têkoşîna demokrasiya gelan a wekhev û azadiyê de ye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.