Ferman

Nûçeyên Forum

Duşem 27 Nîsan 2026 - 07:00

  • Di devê derî de li erdê dirêj bû. Hevsera wî bezî ser… Samo, henaseya xwe ya dawî dabû! Dilê wî têra hevqasî nekir,bêbextî û bêbavî ranekiribû…

OSMAN KAPAN

Xezeb dibarî,dil kevir bûn mirovên bêbext..! Hinek dev li ken bûn, mîna rovî yê çav bi mirîşkê ketî! Zilmet bûbû erdemî bêujdaniyê bi çargavî xwe hildiavêt, li kolanên dirûtî yê..Kanîkên çavan şil bûn,gewrî bêdeng, dayîk çavxwîn bûn.Da ku xuya nekim rondikên çavan, di hinavê xwe de digiriyan şêneyên taxeke gund. Li taxa din rewş cuda bû. Hinek di bin simbêlên xwe de dikeniyan, wekî pisîka goşt dîtî, dora devê xwe dialastin. Ka wê çawa mal û milkê taxa jor li xwe bi hesilînin pîlan çêdikirin. Bê ujdanî bi pereyekî qul bû ! Bê guman mirovên bi ujdan, dil êş û xwedî nîrx jî hebûn û bi vê rewşê pirr xemgîn dibûn.

Di taxa Suryanîyan de şîn, hizn, xemgînî hebû.Reşê kon vedabû li ser bextewariya wan, ku di kederê de dixeniqî. Keder di gewriyan de asê dima. Mirinê ji xwe şerm dikir, lewra neçar bû li hember saxî yê.. Taxa Suryanîyan lal û bêdeng bû.Deng winda bûbû,ziman di êşê de dişikestin… Ferman ji dewletê hatibû. Ferman ne fermana kuştinê, lê ji kuştinê kembaxtir bû. Mirin careke..! Ku mirov mir û pê ve her tişt bê wate dibe. Mirin bi êş be jî, ew êş demeke kurt e. Lê koçberî? Koçberî mirina  her kêlîke! Heya mirov sax be, her roj êşa koçberî yê dijî û êşa koçberî yê pirzika kul e li ser dil, roj bi roj xwînê digire. Mirov dirhem dirhem dibe mirinê. Ferman fermana koçberî yê bû. Taxa Suryanîyan ev êş dikişand.

Li taxa misilmana di nava hin kesan de şahîyeke bêbext hebû, çavên wan li patika serê wan dileyîst, di kemîna bêbavî û şîrheramîyê de bûn. Li bendê bûn ku seetekê berî seetekê Suryanîyan koçber bikin, da ku mal û milkên wan desteser bikin.Ji keyfa lotik li quna xwe diadan. Lê zên şîrhelal bi vê diêşiyan û kêleka nava wan dikizkizî.Bi salan bû ku ew û Suryani bi hev re dijiyan, bîranînên wan bi hev re bûn, rojên xweş û bi êş bi hev re derbas kiribûn, li ser miriyên hev bi hevûdin re giriyabûn, şahî û şîn bi hev re jiya bûn. Ujdana wan ev tişt nedipejirand. Lewra armança dewletê baş dizanîn. Gotina Suryanî yan: “Em taştê ne win ê bibine firavîn…” di guhê wan de olan dida. Heya niha di navbera misilman û suryanîyan de tu pirsgirêk tunebûn. Her tişt bi hev re par ve dikrin. Êşa yekî dibû ya hemûyan. Girî, ken û şahîyên xwe tevlî hev dikirin. Bi carekê gotinên nexweş di derheqê suryanîyan de geriyan. Ji bona xatirê salên ku xweş bi hev re derbaskirî xemgîn bûn. Lê neçar bûn.Bêçaretî nîv mirin e, ew bêçare bûn û nîv mirî bûn!

Ev çendek bû tiştên balkêş çêdibûn. Heme heme roj nebû ku tiştek neyê serê suryanîyan. Carina ji hêla kesên nediyar ve dihatitine kuştin, û cendekên wan diavêtin devern nepenî. Di nava cendekan de yên zarok jî hebûn.Rojekê trajêdiyeke mezin hatibû jiyîn. Vê buyerê ujdana yên ku piçek mirovahî hebû hêrifandibû. Zilamekî du zarok girtibûn, pêşî wî li wan xist, pişt re got; win bi şeqman li hev bixin. Kir û nekir zarokan bi şeqaman li hev nexist. Kincçn wan ji wan kir û her du dane ber hev û gule berda wan. Her du zarok bi guleyekê qetil kirin. Dilê misilmanên xêrnexwaz li hemberî suryanîyan bûbû kevir. Lê misilmanên dilxwaz bi vî halî ne xweş bûnn. Lêbelê tu tişt ji destê wan nedihat. Hinekan li gorî xwe çareyek dîtibû. Misilmanên dilxwas û qedirnas, ji gund çûbûne ba nasên xwe, ji ber ku ujdana wan ev tişt ranedikir.

Li hember vê neheqî û bê ujdanî yê destê suryanîyan girêdayî bû. Nikarîbûn tiştekî bikin.Ji xwe peywirdarên dewletê gel li hemberî wan tuj dikirin. Kê suryanî bikuştana, an jî zirar bidana wan, ew tawanbar nedikirin, ew xelat dikirin. Ji hêla din ve kuştina suryanîyekî,bidestxistina bihûştê bû! Gelê suryanî mina çivîkên bask şikestî, bêmecal bûn.Bêmecalî yê ew roj bi roj dikuştin.

Gelê Suryanî, di vê axê de gelekî herî kevnare bû, xwedî nîrx û çand bûn. Keda wan di vê axê de pirr bû.Bîranînên wan,hestiyên bav û kalên wan li vir bûn. Qutbûna ji vir nîv mirinek bû.Ji wan hinekan digot: “ Yên li vir mirî û dimirin bi şensin.Çawa be li vê axa pîroz dimirin.” Zilaman fedî dikir li çavên jinan, jinan fedî dikir li çavên zarokên xwe binerin.Dilê her kesî wekî çoleke bê av qelişî bû ji êşê. Neçarî êşa herî mezin bû. Roj nebû ku çendeka xwe nekuştana. Lewra mirin ji koçberî yê çêtir didîtin.

Keşeyê gund, ji her kesî pirrtir bi vê bûyerê diêşiya. Lewra hem li hember xweda, hem li hemberî gelê xwe berpirsiyarî ya wî hebû.Ji wê ber bi dilê gundiyan ve diçû û digot:

“Me ne tenê îro, ji dema Îsa mesî heya roja îro zilm û zor dîtiye, ma zilma li hemberî me hatî kirin, li hemberî ya hewarîyan çi ye? Ezîz û ezîzeyên demên qedîm bînin bîra xwe.Êş û elema Ezîz Petros di zîndanên Romayê de kişandî bînin bîra xwe.Xwda wê ji me re xêr binivîse.Ji ber wê tu xeman nexwin û ji bona çûyînê xwe amade bikin.Kes ji xweda çêtir nizane…”

Ji bona ku û derdê wan kêm bike, çi ji destê wî dihat texsîr nedikir.Çiqasî du nav gel de dev li ken bû jî, nava wî wekî şoravkê dil dişewitî.Lê dizanîbû divê mirovên xwedî misyon bi semax bin û ji gelê xwe re bibine mînak, da karibin serkêşiyê ji wan re bikin.Lê belê her mirov hêlên wî yên lawaz jî hene. Keşe mirovekî dilînî û dîroknas bû. Zanîbû di vê axê de, di çanda li ser vê axê de çiqasî keda pêşiyên wî heye.Ji ber wê birîna dilê wî tim kul bû.

Gundiyan mal û milkên xwe bi tiştekî erzan difirotin.Samo û mele yê gund “destbirakê” hev bûn.Dostanî ya Samo rast û ji dil bû. Ji bona hevaltî û dostanîya wan, bawerî ya Samo pirr bi mele dihat.Ji vê baweriyê erdên xwe tev firotibûne mele.Mele tiştek pereyên bç qîmet dabû Samo û gotibû: “Niha li gel min ev pere tenê henê,lê bêtifaq dema win bi ser rê ketin, ezê tevahî pereyên te bidim te.” Suryanî bi her tiştên xwe ve ji koçberî yê re amade bûn. Bi gotina wan: “ ji mirinê re amade bûn.”

Êdî dem hatibû,koçberî li ber derî bû. Wê her tiştên xwe bihiştana û biçûna.her kes di mala xwe de xemgîn bû. Dê sibê bi rê biketana. Êdî rêwîyên warê nenas bûn.Ji kul û derdan kes bi kesî re nediaxifî.Êşa hemûyan yek bû. Hemû êvarî li Dêrê li hev civiyan.Pêşî keşe axifî:

“Gelî bira û xwîşkno, dema xweda em afirandin, em tewanbar afirandin.Ji ber wê  Mesî Îsa xwe ji bona me kire qurban. Çarmixa li ser milê wî gunihê me bûn.Dema em hatin dinê qedera me jî hatiye nivîsandin. Ev zilma li me hatîye kirin û werê kirin di bedela gunihên me de ye. Mukafeta wê bihûşta xweda ye.Bê xem bin,bila tim xweda li bîra we be…!

Pirr tiştên ku manavîyata wan xurt bike gotin.Heya derengî şevê ji xwe re axifîn. Nizanîbûn pêşeroja wan dê çawa be, heme li kurahîya çavên hev dinerîn.Lewra hezkirin,bêrîkirin,kul, derd û evînên nîve nîv hemû di çavan de dihatine dîtin.Xatirên dawî ji hev xwestin. Dema hevûdin himbêz dikirin, ne dixwestin hevûdin berdin, dixwestin heme welê bimînin. Bi dilê kovan ji hev veqetiyan.

Şev bêdeng bû. Li taxa misilmanan yên xemgîn jî hebûn.Lê bi pirranî keyfxweş bûn.Li taxa suryanîyan şîn bû.Her kes di bêdengiya xwe de diponijî.Zarok raketibûn, ji her tiştî bê hay.Samo û hevsera xwe rûniştibûn.Şêra xwe kirin, samo pereyên xwe hemû dane hevsera xwe û got:

“Sibê ez ê pereyê li ba mele mayî bistînim, bila hemû ne li ba min bin.Bila ev li ba te bin dinyaye em ji hev qut bibin, li zarokan miqate be.”

Her du jî digiriyan,lê rondikên xwxwe ji hev vedişartin.Lewra rondik dadiwerandin nava hinavan.Dixulmişîn, êdî nizanîbûn çi dem e, bi banga mele re veciniqîn.Samo, ji xwe re got: “Bila mele werê malê ezê biçim pereyên mi î li balê jê bixwazim.”

Misilmanên dilsoz bi çavên kesr kur li barkirina suryanîyan dinerîn.Suryanîyan amadekarîya koçberî yê kiribû. Samo gote hevser û zarokên xwe: “Ezê biçim ba mele win amadekarîya xwe temam bikin.”

Samo berê xwe da mala mele. Mele ew di paçeyê re dît..Derkeete ber devê derî, Samo silav lê kir û got:

“Kirîv ez hatim hem xatir ji te bixwazim,hem jî çend quruşên min î bê qîmet li ba te bûn, bi xêra xwe tu wan jî bide wê baş bibe.”

Dema Samo welê got, mele di ber xwe de bişirî û got: “Kirîv pereyên çi, malxerab qey min pereyên te hemû ne dabûne te?”

Samo digot, belkî mele henekan dike, ew jî bişirî û got: “Kirîv ezê biçim, wê bibe dereng.”

Samo, bîstekî din sekinî, nerî ti niyeta mele ku pereyan bide tune ye,careke din xwest. Mele got: “Kirîv bi quran û incîl,bi muhemed û Îsa qurîşekî te li li ba min tune ye.”

Dema welê got Samo, xwest biaxife,lê gotin ji devê wî derneket.Gotin di nîvê gewriya wî de asê ma.Ne dikarî bigiriya, nejî bi axiviya.Dilê wî şewitî.Heme ji nişkêve ber bi malê ve meşiya. Mele di bin duvikên çavên xwe re lê dinerî û dikeniya.Samo nizanîbû çawa dimeşe.Gihişte malê dilê wî hîn pirrtir şewitî,hate guvaştin. Nikarîbû henase bide û bistîne,ber çavên wî tarî bû,gêj bû, dinya li dora wî zîvirî.Di devê derî de li erdê dirêj bû. Hevsera wî bezî ser… Samo, henaseya xwe ya dawî dabû! Dilê wî têra hevqasî nekir,bêbextî û bêbavî ranekiribû…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.