Em bi Hikûmeta Iraqê ne bawer in

Şemî 28 Sibat 2026 - 03:48

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hesen geşedanên herî dawî yên li Şengalê nirxand û di destpêka axaftina xwe de bi boneya yekemîn salvegera Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber APO silav kir û got:“Bi vê wesileyê em ji çiyayê Şengalê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Fikir û felsefeya Rêber Apo kêlî kêlî bi me re dijî. Yê ku rêya azadiyê nîşanî me daye Rêber Apo ye û em îro bi saya fikrên Rêber Apo dikarin li dijî êrîşên li ser Şengalê têkoşînê bimeşînin. Di vê demê de gelek metirsî li ser Şengalê hene. Rêber Apo jî balê kişandibû ser vê rewşê. Rêber Apo êrîşên dawiyê ku li ser Rojava weke komploya duyem binav kiribû û gotibû piştî Rojava dixwazin Şengal û Mexmûrê jî bikin hedef. Rastî jî wisa bû.”

Ya Iraqê siyaseta dewleta Tirk e

Riham Hesen balkişand ser gefên dewleta Tirkiyê û zextên Hikûmeta Îraqê ku li ser civaka êzidî zêde bûne û got:“Di nav Hikûmeta Iraqê de hinek kes dixwazin projeya dewleta Tirk pêk bînin. Ji bo vê jî her hevdîtinan çêdikin. Bi gefên dewleta Tirkiyê Hikûmeta Îraqê ji bo vê îradeya heyî hilweşîne, her roj li ser civaka êzidî zextan dike. Em weke civaka Êzidî nikarin bi Hikûmeta Îraqê bawer bin. Ji ber heta niha jî dewleta Îraqê jenosîda Êzidîyan nasnekiriye, hîn bi hezaran DAÎŞ’iyên di zîndanên xwe de dadgeh nekirine, bi sedan jin û dayîkên me yên di destê çeteyan de ne ku hîn çarenûsa wan ne diyar e. Tevî vê yekê jî Hikûmeta Iraqê dixwaze hêza ku li Şengalê DAÎŞ şikandiye tune bikin.”

Divê Iraq bawerî bide Êzidiyan

Riham Hesen diyar kir ku hemû dostên Êzidiyan li dijî vê yekê derdikevin û wiha got:“Tunekirina van hêzan tunekirina hebûna me ye. Em dixwazin li gorî destûra Iraqê em çareseriyekê bibînin, îradeya ku li Şengalê hatiye avakirin bê nasîn û fermî bibe, çi hêzên parastinê be, çi jî rêveberiya wê ya xweser be. Em dixwazin dubare bikin, parastina Şengalê bi zorê nayê kirin, bi dilxwazî tê kirin ku dilxwazên vî çiyayî jî, YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ne. Dewleta Îraqê pêwîst e li beramberî gefên dewleta Tirkiyê helwestên cidî raber bike. Hedefa wan ne tenê Şengal e; hedefa wan dagirkirina nîvê dewleta Îraqê ku ji xwe ji niha jî li gelek cihan baregehên wan hene. Li ser dewleta Iraqê jî xeteriyên cidî hene.”

NÛJINHA/CÎHAN ZEMO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.