
- Endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê Cîhan Celo diyar kir ku bingeha xebatê zanîna jinê ye; jin divê xwe, dîroka xwe û rastiya xwe nas bike û wiha got:” Ew civakeke bi dîrok, bîranîn, felsefe û rihê xwe ye ku piştî 74 Fermanan jî maye. Ev mayîn çawa dê veguhere hebûneke bi îrade, bi ewlehî û bi pêşerojeke ku civak bi destê xwe ava dike. Loma li dij fermanê edalet bingeha pêşerojê ye.”
NEWROZ DEMHAT
Cîhan Celo, endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê ye. Demek dirêj wek hevseroka Meclisa Xweser a Şengalê kar kiriye. Niha di nava xebatên Jineolojiyê de cihê xwe digire û ji xebata jinê re girîngiyeke taybet dide. Li gorî wê, xebata ji bo azadiya jinên Êzîdî ne tiştekî nû ye. Di nav xebatên Meclisa Xweser û pergala hevserokatiyê de, jinan di qada siyasî û civakî de roleke girîng lîstiye û nîşan daye ku dikarin xwe birêve bibin û di biryarên civakî û siyasî de xwedî îrade bin. Piştî Kongreya 6’an a Meclisê jî ev xebat di Akademiya Jineolojiyê de berdewam kiriye. Ji bo wê, bingeha xebatê zanîna jinê ye: Jin divê xwe, dîroka xwe û rastiya xwe nas bike û bikare bi zimanê xwe xwe îfade bike. Ev pêdivî bi taybetî di civakeke ku gelek caran rastî şer, ferman û siyaseta tinekirinê hatiye, girîngtir dibe.
Di diyaloga bi Cîhan Celo re, xala ku herî zêde derdikeve pêş serîrakirina jin û civaka Êzîdî li dijî Fermanê ye. Ji bo wê, xwendina dîroka jinên ku li hember Fermanan rabûne ser piyan, tenê vegerandina bîranîna dîrokê nîne; ew hewldana vegerandina îradeya jinê ye.
Fermanê hebûna civaka Êzîdî hedef girt
Cîhan Celo diyar kir ku Fermanê hebûna civaka Êzîdî hedef girt û wiha got:”Ferman, di vê çarçoveyê de, ne tenê kuştina mirovan e. Dema malbat tê parçekirin, jin tê revandin, zarok têne kuştin an ji malbatên xwe têne veqetandin, ew hewl dide bingeha jiyana civakî jî hilweşîne. Ji bo kesê ku ji Fermanê rizgar dibe, cîhan dikare êdî wek cihê ewle xuya neke. Tirs, bêbawerî, windakirina kesên nêzîk û pirsên wek ‘çima ez sax mam?’ dikarin salan berdewam bikin. Di hin kesan de şok û bêdengî ewqas kûr dibe ku axaftina li ser êşê jî dibe zehmet.”
Şer tenê bi çekan nayê meşandin
Cîhan Celo da zanîn ku Fermanê tenê laşê civakê hedef negirt û wiha dewam kir:” Hewl da ku hebûna wê tune bike. Em bi laş sax in, lê em di rewşa bendewariya derûnî de dijîn. Şerê li dijî civaka Êzîdî êdî tenê bi çekan nayê meşandin. Şerê taybet di qada siyasî, ewlehî, medya, civakî û derûnî de ye. Saxbûna civakê bêyî edalet, ewlehî û vegera bi rûmet ne mimkun e. Dema jin dîroka xwe nas dike, ew tenê êşa xwe hilnagire; hêza xwe jî ji dîrokê digire. Ji bo wê divê civaka Êzîdî ne tenê birîna xwe sax bike, ji wê birînê hêza parastina nasname û pêşeroja xwe derxe.”
Bîranîn divê hêza pêşerojê be
Cîhan Celo bi lêv kir ku Fermana 2014’an a DAIŞ’ê li Şengalê ev birîn hîn kûrtir kir û wiha pê de çû:” Ji bo civaka Êzîdî , ew tenê bûyereke ku di sala 2014’an de qewimî û qediya nîne. Bandora wê di jiyana îro de jî tê dîtin. Komkujî, revandin, koçberkirin, koletî û şîdeta li dijî jin û zarokan ne tenê jiyana kesan guherandin; ew li ser nasname û berdewamkirina civakê jî bandor kirin. UNESCO jî di xebatên xwe yên li ser mîrata Êzîdî de destnîşan dike ku DAIŞ’ê di navbera 2014 û 2017’an de hem jiyanên mirovan hem jî nasname û mîrateya çandî ya civaka Êzîdî hedef girt. Lê bandora vê birînê bi yek nifşî re nasekine. Tirs dikare ji dê û bav derbasî zarokên wan bibe; hestên neewlehiyê dikarin di jiyana malbatê de, bêyî ku zarok rasterast bûyer dîtibe, were hilgirtin. Bi vî awayî travma dibe beşek ji bîranîna civakê. Ev yek ji aliyekî ve hêdî hêdî nasnameya civakî jî diguhezîne. Civak dikare xwe herî zêde bi êşa xwe, bi Fermanên ku li ser hatine kirin û bi hestê qurbaniyê nas bike. Li vir nakokiyeke girîng derdikeve holê: bîranîn divê were parastin, ji ber ku jibîrkirina Fermanê dikare rê li ber dubarebûna wê veke; lê heke êş bibe navenda hemû nasnameyê, pêşeroj dikare di bin siya rabirdûyê de bimîne. Ji ber vê yekê mesele ne jibîrkirin an bîranîn e. Mesele ew e ku civak çawa bîranînê ji birînekê veguhezîne hêzeke ku dikare pêşerojê ava bike. Di vê çarçoveyê de, bîranîn tenê parastina rabirdûyê nîne. Ew dikare bibe amûrek ji bo parastina nasnameyê û avakirina pêşerojê. Heke bîranîna Fermanê bi îradeya civakê re neyê girêdan, dikare her tim birîna civakê nû bike; lê heke bibe bingeha xebata ji bo edalet û parastina hebûnê, dikare ji êşê hêzê derxe.”
Bîranîna êşê ber bi îradeya jinê ve
Cîhan Celo wiha dewam kir:”Ev birîn di jinan de qatên din jî digire. Jinên ku hatine revandin û rizgarkirin, piştî vegerê ne tenê bi bîranînên şîdetê, lê bi pirsgirêkên malbatî û civakî re jî rû bi rû mane. Hin jin ji zarokên ku ji destdirêjiya cinsî çêbûne hatine veqetandin; hin kes neçar mane ku di navbera vegera civakî û hestên xwe yên kesane de bijîn. Ji ber vê yekê, rizgarkirina jinê bi derxistina wê ji cihê revandinê bi dawî nabe. Pêdivî bi vegerandina maf, rûmet, ewlehî û îradeya wê heye. Di mijara zarokan de jî birîn berdewam dike. Hezaran zarokên Êzîdî di dema Fermanê de hatin revandin; hin hatin kuştin, hin hatin perwerdekirin û ji nasnameya xwe dûr xistin. Dema zarok piştî salan vedigere, pir caran ew êdî ne heman zarokê berê ye. Nav, bawerî, ziman û bîranîna wan hatine guherandin û ji ber vê yekê veger dikare bi krîzeke nasnameyê re were. Dîroka jinên ku li hember Fermanan rabûne ser piyan û bûne sembol, ji bo vê xebatê girîng e. Ji ber vê yekê, dema jin dîroka xwe nas dike, ew tenê êşa xwe hilnagire; hêza xwe jî ji dîrokê digire û ev bi mijara nasnameya civakê re jî girêdayî ye. Jinên ku xwe û dîroka xwe nas dikin, dikarin ne tenê dîroka xweparastin, lê di avakirina pêşeroja civakê de jî roleke çalak bigirin.”
Şengal hêj di bendewariya derûnî de ye
Cîhan Celo bal bir ser mijara bendewariya derûnî û wiha pê de çû:”Di vê rewşê de Şengal bi tenê li bende vegera laşî ya mirovan nîne. Şengal hîn di rewşeke bendewariya derûnî de ye. Piştî salan, koçberî, nezelaliya siyasî û ewlehî, gorên komî yên ku hêj nehatine vekirin, çarenûsa kesên winda û bêedaletî birîna civakê hîn vekirî dihêlin. Wêneyên şehîdan û dayikên ku zarokên xwe winda kirine her roj bîranîna vê birînê nû dikin. Em bi laş sax in, lê em di rewşa bendewariya derûnî de dijîn. Ev tenê pênaseya rewşeke derûnî nîne. Ew dikare wekî pênaseya rewşa civakî û siyasî ya Şengalê jî were xwendin. Dema civak nizane ka ew ê kengî bi ewlehî vegere, çarenûsa mal û milkên wê çi ye, mafên kesên winda çawa dê were çareserkirin û kî dê berpirsiyariya parastina wê bigire, bendewariya derûnî berdewam dike.”
Şerê li dijî civaka Êzîdî
Cîhan Celo da zanîn ku li ser vê bingehê, şerê li dijî civaka Êzîdî jî divê bi çarçoveya şerê çekdar tenê neyê dîtin û wiha got:” Îro şer dikare di qada siyasî, ewlehî, medya, civakî û derûnî de were meşandin. Hestê tirsê dikare bi valahiya siyasî û ewlehî, bi tehdîdên li ser torên civakî û bi nezelaliya pêşerojê her roj ji nû ve were çêkirin. Ev jî nîşan dide ku şerê taybet dikare ji derveyî civakê wêdetir bikeve nav derûniya mirovan. Dema tirs dibe beşek ji jiyana rojane, şer bêyî ku her roj bi çekan were kirin jî dikare berdewam bike.”
Valahiya siyasî û ewlehî birîna civakê
Cîhan Celo da zanîn ku valahiya siyasî ya Şengalê vê rewşê hîn girîngtir dike û wiha got:”Hebûna hêzên cuda, nakokiyên Bexdad û Hewlêrê, meseleya madeya 140’î û nezelaliya li ser rêveberiya herêmê şertên nezelal diafirînin. Lê di nav van hesabên hêzan de divê îradeya gelê Şengalê were dîtin. Çareseriya Şengalê bê beşdariya gelê wê û bê parastina mafên wê nikare domdar be. Her wiha, astengkirina avakirina rêveberiya herêmê, derengxistina dosyaya kesên winda û avakirina Şengalê, an hewldana guhertina nasnameya herêmê, ne tenê pirsgirêkên îdarî ne. Dema şertên vegerê nezelal tên hiştin, hestê bêewlehiyê kûrtir dibe û saxbûna civakê jî dijwartir dibe.”
Mafê jinên rizgarbûyî beşek ji edaletê ye
Cîhan Celo da zanîn mafê jinên rizgarbûyî beşek ji edaletê ye û wiha dewam kir:”Ji vê aliyê ve, parastina mafên jinên rizgarbûyî jî divê di nav çarçoveya edaletê de were dîtin. Qanûna ku komkujî û şîdeta cinsî û koletiya jinan wekî beşek ji Fermanê nas dike, tenê qanûneke îdarî nîne. Guhertin an sistkirina parastina van mafan dikare rasterast bandorê li ser pêvajoya saxbûna jinan û civakê bike. Ji ber vê yekê, mafên jinên rizgarbûyî ne mijareke cuda ya ji pêvajoya saxbûnê nîne. Edalet, parastina mafan, vegera bi rûmet û avakirina jiyaneke ewle hemû beşên heman pêvajoyê ne.”
Jineolojî êşê vediguherîna îradeyê
Cîhan Celo bal bir ser mijara Jineolojiyê û wiha got:”Li hember vê tabloyê, Jineolojî û TAJÊ dikarin wekî du hêzên girîng ên ji bo veguhestina bîranînê ber bi îradeyê ve bêne dîtin. Jineolojî hewl dide ku jin dîroka xwe bizane, xwe bi dîroka xwe ve girê bide û di nav civakê de ji nû ve cihê xwe ava bike. TAJÊ jî bi bîranîna Fermanê û daxwaza edaletê dengê jinên Êzîdî dide ber çavan û hewl dide ku êş bibe dengê maf û azadiyê. Ev yek girîng e, ji ber ku bersiva civaka Êzîdî li hember şerê taybet nikare tenê parastina fizîkî be. Civak pêdivî bi hêzeke ku dîroka xwe biparêze, nasnameya xwe bihêle, jinên xwe xurt bike û bi hev re li ser pêşeroja xwe biryar bide heye. Yekbûna civakê li vir dibe şertê sereke yê derbasbûna ji pozîsyona qurbaniyê ber bi xwedîderketina li ser hebûnê ve. Di van salên dawî de têgihiştina derûniyê di nav civaka Êzîdî de jî guheriye. Berî Fermanê, axaftina li ser pirsgirêkên derûnî pir caran bi şerm an bi nîşana nexweşiyê re dihate girêdan. Piştî 2014’an ew zelal bû ku travma ne mijareke kesekî ye; ew dikare civakek tevahî bigire. Ji ber vê yekê xebata derûnnasî divê wekî beşek ji avakirina civakê were dîtin, ne wekî tiştekî ku tenê piştî nexweşiyê tê bikaranîn. Ji bo vê saxbûnê, xizmetên derûnî divê bi ziman, çand û baweriya Êzîdî re li hev werin. Pisporên ku rastiya civakê fam dikin û bi taybetî ji bo jinên rizgarbûyî pisporên jin hene, dikarin di pêvajoya vegerandina ewlehî û baweriyê de roleke girîng bilîzin. Lê dermankirina derûnî bi tenê têrê nake.”
Li dij fermanê edalet bingeha pêşerojê ye
Cîhan Celo bal bir ser edaletê û wiha bi dawî kir:”Ji bo saxbûnê pêdiviya civakê bi edaletê heye; edalet jî bê pejirandina rastiya Fermanê nikare pêk were. Vekirina gorên komî, çareserkirina çarenûsa kesên winda, vegera bi rûmet, parastina mal û milk, perwerdehiya ku ziman û baweriya Êzîdî biparêze û avakirina Şengalê bi ewlehî û bi îradeya gelê wê hemû beşên heman pêvajoyê ne. Ji ber vê yekê, pirsgirêka derûnî ya civaka Êzîdî di dawiyê de dibe pirsgirêka hebûnê. Dema civak bi laş sax dimîne lê hêj di tirs, bendewarî û nezelaliyê de dijî, Ferman bi awayekî din berdewam dike. Ji bo ku ev pêvajo biqede, civak ne tenê divê ji birîna xwe sax bibe; divê bikare ji wê birînê hêza parastina hebûn, nasname û pêşeroja xwe derxe. Bêyî edaletê başbûna derûnî ne gengaz e; bêyî pejirandinê edaletê û bêyî xaniyekî ewle ku rûmeta mirovê Êzîdî biparêze, pêşeroja bi tendurist ne gengaz e. Civaka Êzîdî tenê civakeke ku Ferman li ser hatibe kirin nîne. Ew civakeke bi dîrok, bîranîn, felsefe û rihê xwe ye ku piştî 74 Fermanan jî maye. Pirsgirêka sereke niha ew e ku ev mayîn çawa veguhere hebûneke bi îrade, bi ewlehî û bi pêşerojeke ku civak bi destê xwe ava dike. Loma li dij fermanê edalet bingeha pêşerojê ye.”















