Şervanekî bi rûmet: Ebû Leyla

Nûçeyên Dosye

Yekşem 12 Tîrmeh 2026 - 18:10

  • Ebû Leyla ew kes e ku di rojên herî tarî û dijwar ên dorpêça Kobanî de, dema xwîn ji eniya wî diherikî, destê xwe yê rastê bilind kir, nîşana serkeftinê kir û qêriya, "Bijî berxwedana YPG'ê!" Em bi hevjîna wî, Dijle Sedûn re, li ser çîroka Ebû Leyla axivî.

 

ERKAN GULBAHÇE

Ji roja yekem a berxwedana Kobanî heta rizgarkirina wê, tevî ku gelek caran birîndar bû jî, wî qet hevalên xwe terk nekir. Ew heft caran birîndar bû; her çend xwîn ji eniya wî diherike jî, ew paşve nekişiya. Ebû Leyla, ku di 3'yê Hezîranê de birîndar bû, di 5'ê Hezîrana 2016'an de gihîşt şehadetê. Hevjîna Ebû Leyla, Dijle Sedûn, got: "Wî digot, 'Yan em ê hemû bimirin, an jî dê Kobanê were rizgarkirin. Ev gule ji bo vegera Dijle ya ji bo Kobanî ye,' paşê wî navên zarokên me yek bi yek rêz dikir, ji bo her yekî guleyek din diavêt. Di dawiyê de, wî digot, 'Ev gule ji bo gelê min e,' û telefon digirt."

Hin kes ji dayik dibin, dijîn, dimirin û bêdeng têne jibîrkirin. Lê hin kes, tevî jiyana xwe ya kurt, mîna şewqekê di dîrokê de şopekê dihêlin, di berxwedana gel de deng vedidin, di dilê axê de şopek herheyî dihêlin. Ew ne tenê navek in, lê sembolek, bangek, mîratek in. Ew di wêneyekî de, di dirûşmeyekê de, di hêstirên gel de, di dilê dayikekê de, di xewnên zarokekî de dîsa û dîsa ji nû ve çêdibin. Ebû Leyla tam yek ji wan navan e. Ebû Leyla ew kes e ku di rojên herî tarî û dijwar ên dorpêça Kobanî de, dema xwîn ji eniya wî diherikî, destê xwe yê rastê bilind kir, nîşana serkeftinê kir û qêriya, "Bijî berxwedana YPG'ê!" Em bi hevjîna wî, Dijle Sedûn re, li ser çîroka Ebû Leyla axivî.

Ew niha nemir e

Ebû Leyla di sala 1984'an de li gundê Kararişkê yê Kobaniyê ji dayik bû; ew zarokek bû ku di siya xizaniyê de lê di germahiya welatparêziyê de mezin bû. Ew ji diwanzdeh xwişk û birayan heftemîn bû. Navê wî li ser nasnameya wî Feysel Sedûn bû. Zarokatiya Ebû Leyla bi çîrokên qehreman ên birayê wî yê mezin, Nebo Ebdî Sedûn, tijî bû, ku bi berdewamî li mala wan dihatin vegotin. Birayê wî yê mezin di sala 1988'an de tevlî PKK'ê bû, wekî parêzvanê şexsî yê Abdullah Ocalan xizmet kir û paşê şehîd bû. Ebû Leyla heta pola heftemîn li Kobanî xwend, lê di destpêka xwe de barê xizaniyê pir giran li ser wî bû. Dema zarok bû, di dema xwe ya vala de li atolyeyek tamîrkirina wesayetan dixebitî. Di ciwaniya xwe de, ew çû Şamê da ku debara malbata xwe bike, di înşaetê de xebitî. Piştî ku xizmeta xwe ya leşkerî temam kir, ew demek dirêj li Şamê ma, dû re vegeriya Minbicê û dest bi karê tamîra wesayetan kir. Di sala 2008'an de, ew bi, Dijle Ehmed Sedûn re zewicî. Salek şûnda, keça wan çêbû û navê wê kirin Leyla. Ji wê gavê û pê ve, her kesî jê re digot 'Ebû Leyla', ango bavê Leylayê. Li herêmeke baviksalar, bi girtina navê keça xwe, wî bi bêdengî lê bi hêz peyamek şoreşgerî hilgirt. Ebû Leyla digot:"Ez serbilind im ku ez bavê keça xwe me." Ev bû nasnameya wî.

Pêşengekî di nava şer de

Dema ku şer li Sûriyeyê dest pê kir, Ebû Leyla kêliyekê jî dudilî nema. Ji sala 2010'an û pê ve, wî dest bi çalakiyên leşkerî yên nîv-profesyonel li Minbic û derdora wê kir. Ew tevlî yekîneya El-Ekrad (Kurd) a Artêşa Azad a Sûriyeyê bû. Paşê, di Yekîtiya Şoreşger a Sûriyeyê de têkoşîn kir. Di sala 2013'an de, wî Tûgaya Ehrar Sûriyeyê (Tûgeya Rizgariya Sûriyeyê) damezrand, ku di bin sîwana Cebhet El-Ekrad (Eniya Kurdî) de têkoşîn dikir. Di sala 2014'an de, wî koma Suwar Cebhet El-Şerqiye (Şoreşgerên Eniya Rojhilat) ava kir. Piştre wî Tabûra Şems El-Şemal damezrand û di berxwedana Kobanî de roleke girîng lîst. Wî nasnameya xwe ya rastîn di nav refên YPG'ê de dît û di vê tabûrê de ku wî damezrand; li vir ew ji fermandarekî bêtir bû sembolek.

DAIŞ birayê wî direvîne

DAIŞ'ê ji bo tolhildanê birayê Ebû Leyla, Yûsif Ebdî Sadûn, hedef girt. Wan ew girt û di medyayê de nîşan dan, wêneyên wî yên ku swêterek porteqalî lê kiribûn belav kirin. Piştî vê yekê, careke din agahî ji Yûsif Ebdî Sadûn nehat girtin.

Bi şer ber bi Kobanî ve diçe

Di Îlona 2014'an de, Navenda Operasyonên Hevbeş a Burkan El-Firat li rojavayê Kobanî hate damezrandin. Ev navend bi fermî di 10'ê Îlonê de hate damezrandin û bingeha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêk anî. Di wê demê de gelek kesan navê Ebû Leyla bihîstiye. Wî di damezrandina Burkan El-Firat de roleke hevrêzker lîst û wekî fermandarê Tabûra Şems El-Şemal derket pêş. Di 15'ê Îlona 2014'an de, DAIŞ'ê êrîşeke berfireh li ser Kobanî da destpêkirin. Berxwedana mirovî ya şervanên YPG û YPJ'ê planên komkujiyê yên DAIŞ'ê têk bir. Ebû Leyla yek ji wan kesan bû ku bi wêrekî li dijî hovîtiya li eniya rojava sekinî.

Ew heft caran birîndar bû; her çend xwîn ji eniya wî diherikî jî, ew paşve nekişiya. Wî li kolanên teng ên Kobanê nîşana serkeftinê kir û wiha qêriya, "Bijî berxwedana YPG'ê ! " Di sala 2016'an de, Minbîc ji bo DAIŞ'ê bûbû keleheke stratejîk. Dema ku Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê hate damezrandin, Ebû Leyla dîsa yek ji fermandaran bû. Şervanên Kurd, Ereb û Tirkmen li hev civiyan; ew bû rêberek ku ji aliyê her kesî ve rêz jê re dihat girtin.

Operasyona rizgarkirina Minbicê di 1'ê Hezîrana 2016'an de dest pê kir. Di 3'yê Hezîranê de li gundê Xefet Ebû Qelqel di êrîşeke hawanê de bi giranî birîndar bû. Lê belê, ew nehat rizgarkirin û di 5'ê Hezîrana 2016'an de gihîşt şehadetê. Di 7'ê Hezîranê de li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanî hate veşartin. Ji bo bîranîna wî, navê operasyona Minbicê bû Operasyona Şehîd Feysel Ebû Leyla. Akademiya Şehîd Ebû Leyla li Rojava hate vekirin.

Ji çavên Dijle Sedûn

Hevjîna wî, Dijle Sedûn, a yek ji wan kesan e ku wî herî baş nas dikir, wiha dibêje: "Bi rastî, ez di destpêkê de li dijî tevlîbûna wî ya têkoşînê bûm. Malbata me jixwe pir dilsozê têkoşînê bû, me bedelên giran dabû. Rejîma Baasê gelek caran bavê min û apê min, bavê Ebû Leyla, girtibû û zextek mezin li ser malbata me kiribû. Min nexwest ew biçe da ku zextek din çênebe. Paşê, di nîqaşên me de, dema ku min bi bîr xist ku dijmin berê çi bi me kiribû, min fêm kir ku ji bo wî rast e, tevlî vê rêyê bibe. Dema ku ew birîndar dibû, ew vedigeriya malê, an jî dema ku şer hinekî kêm dibû, ew ji bo saetek an du saetan dihat zarokên xwe bibîne. Wê demê, rêxistinê jê xwest ku beşdarî çalakiyên bajarî bibe. Lê wî bi eşkereyî red kir. Wî digot, 'Ez çawa dikarim li bajêr rûnim û kar bikim dema ku gelê me tê qirkirin û ji gundên wan tê derxistin?'"

Wî wekî erka xwe didît ku di beşên herî dijwar ên şer de be. Ew ewqas bi çekan ve girêdayî bû ku digot, "Ez êdî nikarim bêyî wan bijîm." Wî digot, "Dema ku hevalên me tên qirkirin û gelê me tê sirgûnkirin, ez nikarim li malê bimînim." Û ew çû, da ku bindestan biparêze..."

Bi têkoşînê pêş ket

Dijle jiyana Ebû Leyla, ku bi têkoşînê veguherî, wiha vedibêje: "Ebû Leyla mirovek bû ku gelek tişt di hundur xwe de dijiya. Kesî nikaribû bi hêsanî fêm bike ka ew çi difikirî an plan dikir. Ew pir olperest bû, dilsozê baweriya xwe bû. Lê piştî ku tevlî têkoşînê bû, ew guherî; wî dev ji ol berda, êdî gelek tişt di dilê xwe de veneşart û wî dest bi axaftinê kir, xewnên xwe parve kir û rave kir ka meriv çawa têkoşînê dike. Wî xwe pir pêş xist; kesên li dora wî û malbata wî guh didan wî. Heta birayên wî yên mezin jî bala xwe didan tiştên ku wî digot. Qabiliyetên wî yên îqnakirinê pir pêşketibûn. Dema ku ew bi wan re diaxivî, dizanibû çawa bandorê li mirovan bike. Dema ku ew di malbata xwe de an di nav hevalên xwe de diaxivî, kesî peyva wî qut nedikir; her kesî heta dawiyê guh dida wî. Ew ji dê û bavê xwe re pir rêzdar bû. Çar keçên me hebûn. Zarokên wî ji bo wî pir girîng bûn. Ew her gav bi hesasiyet tevdigeriya da ku wan bextewar bike û erkên xwe yên bavîtiyê bicîh bîne. Ew mêrekî pir rêzdar û hevjînekî baş bû. Ebû Leyla erkên xwe yên li hember hemû malbata xwe bêqusûr bi cih dianî. Lê taybetmendiya wî ya herî girîng dilsoziya wî ya ji bo kar û hevalên xwe bû. Car caran, ew bi hevalên xwe re dihat mala me. Di wan kêliyan de, ez bi xwe şahidê qîmeta ku wan didan Ebû Leyla bûm. Her peyveke wî digot wekî fermanekê dihat qebûlkirin, lê ew ne tenê wekî fermandarek, lê wekî milyaketekî parêzvan nêzîkî wan dibû; bi evîn, rêz û mil bi mil… Îro, dema ez bi zarokên xwe re li kolanan dimeşim an jî dema em di her hawîrdorek civakî de ne, kesên li dora me bi gotina 'zarokên Ebû Leyla' rêz û teqdîrek mezin nîşan didin. Ev ji bo min çavkaniya serbilindiyek mezin e.”

Ev gule ji bo gelê min e

Dîjle dibêje ku yek ji birînên herî kûr ên hevjînê wê qirkirina li Şingalê bû û wiha dewam dike: "Êrîşa DAIŞ'ê ya li ser Şengalê bandorek kûr li ser wî kir. Wî digot, 'Eger Pêşmerge neçûba, ewqas êş çênedibûn.' Wî di her fersendê de diyar dikir ku divê ew têkoşînê bike da ku hovîtiya li ser jinên Kurd ên Şengalê hat, li Rojava çênebe. Wî ji min re digot, 'Ez ne ji bo xwe, lê ji bo te, ji bo gelê Kurd têkoşînê dikim, da ku jinên Kurd nekevin destên barbaran.' Tabûra Şems El-Şemal, a di bin fermandariya Ebû Leyla de, digel şervanên YPG, nêzîkî Kobaniyê bûbû. Dema ku xeterî mezin bû, wan dest bi şandina sivîlan a ji bo Bakurê Kurdistanê kir. Şer ewqas dijwar bûbû ku ew kêm caran dihat malê. Di dawiyê de, wî em li sînor bi rê kir. Me nexwest em herin. Ew hat ba me û got, 'Divê hûn herin Bakurê Kurdistanê, ez ê jî di demek nêzîk de werim.'" Min berê xwe da wî û pirsî, 'Faysal, çi dibe? Dê Kobanî bikeve?' Li min nihêrî û got, 'Kobanî nakeve. Ger Kobanî bikeve, her çar beşên Kurdistanê jî dê bikevin. Heta ku Xwedê ji ezmanan dakeve jî, em nahêlin Kobanî bikeve. An em ê hemû bimirin, an jî Kobanî dê rizgar bibe.' Wî em bi vî awayî şandin. Heta di kêliyên herî dijwar ên şer de jî, her roj gazî me dikir. Carinan, dema ku telefon vekirî bû, gule li dijmin direşand. Wiha digot: 'Ev gule ji bo vegera Dijle ye ya ji bo Kobanî.' Paşê navên zarokên me yek bi yek rêz dikir, ji bo her yekî guleyek din direşand. Di dawiyê de, digot, 'Ev gule ji bo gelê min e,' û telefon digirt. Bi her guleyekê re, wî ne tenê li dijmin dixist; wî me hemûyan sax û li ser piyan dihişt. Wî moral û hêvî dida me.”

Eger ez nikaribim vegerim...

Ebû Leyla ji aliyê DAIŞ'ê ve hate girtin û îşkence dît. Dijle wiha berdewam dike: "Di dawiya sala 2013'an de, dema ku derbasî Minbicê dibû, Ebû Leyla ji aliyê DAIŞ'ê ve hate girtin. Ew 4 rojan di destê wan de ma. Her tim digot: 'Ew 4 roj wek 4 salan xuya bûn. Min her cure hovîtî dît, min îşkence dît, hovîtiyeke bêhempa ya li ser mirovan.' Piştî wan rojan, nefret û hêrsa wî ya li hember DAIŞ'ê gihîşt astek bi tevahî cuda."

Wî her tim digot, 'Li wir min nas nekirin, ji ber vê yekê min berdan; lê wan agirê hundirê min mezin kir.' Ew ezmûna girtinê ji bo wî xalek werçerxê bû. Piştî ku nêzîkatiya DAIŞ'ê ya li hember ol, muameleya wan a bi mirovan re, nemaze jinan dît, wî xwe ji ol dûr xist. Û tiştê ku her roj nefreta wî zêdetir û mezin dikir ev hovîtî bû. Ewqas ku gava navê DAIŞ'ê dibihîst, rûyê wî sert dibû, çavên wî tijî xwîn dibûn. Êdî nikarîbû wêneyên wan tehemûl bike. Di 30'yê Gulana 2016'an de, Ebû Leyla hat malê. Ew şevekê li cem me ma. Wê şevê, ew ewqas bi zarokan re eleqedar bû, wekî ew ê careke din venegere. Ew berê gelek caran birîndar bûbû, bi mirinê re rû bi rû mabû; lê wî qet behsa mirinê nekir da ku min aciz neke. Wî her tim digot, 'Rojên çêtir li pêş in.' Lê wê şevê, giraniya xatirxwestinê li ser wî bû. Wî zarokên xwe yek bi yek maç kirin û hembêz kirin. Herî dawî berê xwe da min û got, 'Ev şer wê pir dijwar be, dibe ku şerê herî dijwar be ku me heta niha kiriye. Ger ez venegerim, li zarokan pir baş miqate be.'"

Min fêm kir ku ew şehîd ketiye

Dijle wiha berdewam dike: "Ew di 1ê Hezîranê de ji malê derket. Piştî wan rojan ez pir nexweş ketim. Di 5'ê Hezîranê de, belkî ji bo ku ez ji bo şehadeta wî xwe amade bikim, birayê min got, 'Ebû Leyla birîndar bû, bi rêya Qamîşloyê birin Silêmaniyê, lê ew baş e.' Min xwest biçim ba hevalên wî, lê wan nehiştin. Min fêm kir ku ew şehîd bûye dema ku min çend kes ji rêxistina malbatên şehîdan dîtin ku ber bi deriyê me ve tên. Ne hewce bû ku kes tiştekî bibêje. Min got, 'Ebû Leyla şehîd bûye.' Di wê gavê de, her tişt ji bo min qediya. Jiyana me wekî şerîtek fîlmekî ji ber çavên min derbas bû. Ez bi çar keçên xwe re, ya herî biçûk 14 mehî bû, bi tenê mam. Jiyanê berdewam kir, li welatê me şer hebû. Em di navbera Minbic, Kobanî û Bakurê Kurdistanê de diçûn. Di vê demê de, me her tişt winda kiribû. Em di xanîyên kirê de dijiyan. Tiştek ji me re nemabû. Ez bêhêvîtiyek mezin dijiyam. Lê her carêmin berxwedan û fedakariya Ebû Leyla dianî bîra xwe. Û ez bi vî rengî xurt mam.”

 

Mîrateyek bi rûmet

Dijle, da zanîn ku Ebû Leyla mîrateyek rûmetê ji wan re hiştiye û wiha pê de çû, "Hem malbata min û hem jî tevgerê piştî Ebû Leyla min û zarokên min pir bi qîmet kirine. Wan em qet bi tenê nehiştin. Li her cihê ku em çûn, bi gotina 'Zarokên Ebû Leyla' em rûmetdar bûn. Ev hem ji bo min çavkaniyek mezin a serbilindiyê ye û hem jî xemgîniyek mezin e. Bê guman, Ebû Leyla mîrateyek mezin ji me re hişt. Ma em hêjayî wê mîratê ne, meseleyek din e. Lê em bi wê mîratê serbilind in. Piştî ku ew şehîd ket, gelek ciwanên Kurd û Ereb tevlî têkoşînê bûn û navê wî girtin. Hin ji wan şehîd ket. Her ku ez navê Ebû Leyla dibihîzim, ez hem xemgîniyek mezin û hem jî serbilindiyek mezin dijîm. Dema ku ew şehîd ket, keça me ya herî biçûk Xwînda tenê 14 mehî bû û keça me ya mezin Leyla 8 salî bû. Ez carinan ji zarokên xwe re qala bavê wan dikim. Lê em di serdemekê de ne ku zarok her tiştî li ser înternetê dibînin, ji ber vê yekê ew bi xwe hîn dibin.  Ew ji bo xwe fêr dibin ka ew kî bû û çi celeb têkoşîn derbas kir. Ez hewlek mezin didim ku zarokên xwe li gor awayê ku Ebû Leyla dixwest û xeyal dikir mezin bikim."

Ez ê bibim bijîşkeke bavê min dixwest

Di dengê Dîjle Sedûn de hem hêvî û hem jî serbilindî heye: "Dema ku ew biçûk bû, Ebû Leyla her tim jê re digot, 'Tu yê bixwînî, tu yê bibî bijîşk.' Niha Leyla dixwîne û ew her tim ji min re dibêje, 'Dayê, ez ê bibim bijîşk, tam wekî ku bavê min gotiye.' Ew van gotinan di hundurê xwe de wekî wesiyetekê ku bavê wê ji wê re hiştiye, hildigire. Niha, armanca min a herî mezin ew e ku ez zarokên xwe wekî mirovên exlaqî û bi rûmet mezin bikim, tam wekî ku Ebû Leyla dixwest. Ez hewl didim ku ew bixwînin û jiyana xwe wekî ku Ebû Leyla xeyal dikir ava bikin. Ez dixwazim ku zarokên min hêjayî bavê xwe bin, li gorî rê û nirxên wî bijîn."

Nameyek ji bo Leylayê...

Ebû Leyla di dema şerê Kobaniyê de nameyek ji keça xwe Leylayê re nivîsand. Ew name wiha bû: "Riya me ev e. Erka me parastin û xebat e. Ez ê ji bo te û zarokên wek te têkoşînê bikim. Em ê xwe li hember hemû xetereyan biparêzin da ku zarokên van axan di pêşerojek çêtir û azadtir de bijîn. Ji bo ku gava tu mezin bibî, nebêjî ku min ji bo te tiştek nekiriye. Ez pir bêriya te dikim Leyla. Çi ez bijîm çi jî şehîd bibim, tu yê bi bavê xwe serbilind bî."

Ev nûçe, sala derbasbuyî di rojnameya me de bi zimanê tirkî hatibû weşandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.