Astengiyên li pêşiya vegera Serêkaniyê

Nûçeyên Dosye

Yekşem 14 Hezîran 2026 - 18:20

  • Endamê Desteya Rêveber a Komîteya Koçberên Serêkaniyê û pisporê hiqûqa navneteweyî Ciwan Îso diyar kir ku vegera rastîn a koçberan tenê dema ku şertên ewle, bi rûmet û domdar werin peydakirin dê pêk were.

 

ERKAN GULBAHÇE/SAARBRUCKEN 

Piştî dagirkirina Serêkaniyê ya di sala 2019’an de, bi deh hezaran niştecîhên herêmê neçar man ku mal û warên xwe paş xwe bihêlin û bibin koçber. Tevî ku şeş sal derbas bûne û peymana 29’ê Çileyê hatiye îmzekirin jî, pêvajoya vegera mayînde hîn dest pê nekiriye. Endamê Desteya Rêveber a Komîteya Koçberên Serêkaniyê û pisporê hiqûqa navneteweyî Ciwan Îso dibêje ku nêzîkî 80 hezar kes ji bo vegerê navê xwe nivîsandine, lê pirsgirêkên ewlehiyê, dosyaya milk û xanîyan, guherînên demografîk û nezelaliya rewşa idarî ya herêmê hîn jî li pêşiya vegerê asteng in.

Ciwan Îso li ser rewşa niha ya Serêkaniyê, amadekariyên vegerê û hêvî û daxwazên koçberan bersiv da pirsên me.

Li gorî daneyên herî dawî, heta niha çend malbat û çend kes ji koçberên Serêkaniyê vegeriyane mal û warên xwe?

Bi rastî, heta niha nikarim bêjin ku vegereke rastîn û mayînde ber bi Serêkaniyê ve dest pê kiriye. Piştî peymana 29’ê Çileyê, hin kes û malbat çûn bajar û gundên xwe da ku rewşa mal, zevî û milkên xwe bibînin. Lê van çûyinan şertên vegerê temsîl nekir. Ew tenê serdan bûn.

Gelek kesan piştî çend saetan li nav mal û gundên xwe dîsa vegeriyan cihên ku niha lê dijîn. Di van serdanan de gelek malbatan dît ku xanîyên wan hîn jî di bin destê kesên din in, zevî û milkên wan têne bikaranîn an jî guherînên mezin li ser wan hatine kirin.

Ji ber vê yekê em nikarin bêjin ku heta niha malbatek an kesek bi awayekî mayînde vegeriyaye Serêkaniyê û jiyana xwe li wir ji nû ve dest pê kiriye. Li gorî agahiyên ku me dest xistine, vegera rastîn hîn dest pê nekiriye.

Çend hezar kes ji Serêkaniyê li kampan û deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li benda vegera xwe ne? Li dest we hejmarek an jî tomareke fermî heye?

Wek Komîteya Koçberên Serêkaniyê me du meh berê dest bi qeydkirina kesên ku dixwazin vegerin kir. Li gorî daneyên me, heta niha nêzîkî 14 hezar malbat daxwaza vegerê kirine. Ev hejmar nêzîkî 80 hezar kesan vedigire.

Beşeke mezin ji van koçberan hîn jî li kampan dijîn. Tenê li Kampa Serêkaniyê, Waşokanî û Newrozê nêzîkî 33 hezar kesan navê xwe ji bo vegerê qeyd kirine. Ji bilî wan jî hezaran malbat li bajar, gund û cihên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûne.

Qeydên me eşkere dikin ku piraniya mezin a koçberan dixwazin vegerin mal û warên xwe. Lê heta niha awayê pêkanîna vê vegerê û mekanîzmaya wê bi awayekî zelal nehatiye diyarkirin.

Rewşa niha ya Serêkaniyê û gundên wê çawa ye? Şert û mercên heyî ji bo vegera gel amade ne?

Li gorî şopandina me ya herî dawî, şert û mercên heyî hîn negihiştine asta ku vegera berfireh a gel pêk were. Tevî ku piştî peymana 29’ê Çileyê hat gotin ku Serêkaniyê dê bi Hesekê re were girêdan û pêvajoyeke nû dest pê bike, lê ev yek li ser erdê hîn nehatiye pêkanîn.

Têkiliya idarî û saziyî ya di navbera Hesekê û Serêkaniyê de hîn nehatiye avakirin. Ji ber vê yekê bajar hîn jî wek herêmeke ji derdora xwe qutkirî xuya dike.

Her wiha hîn jî ne zelal e ku saziyên heyî dê çawa bên rêxistinkirin û rêvebirina herêmê dê çawa bê girêdan. Ev nezelaliyên siyasî û idarî sedem in ku em nikarin bêjin şertên vegerê amade bûne.

Tevî ku şeş sal derbas bûne, hîn jî vegera berfireh a koçberan pêk nehatiye. Li gorî we sedema sereke ya vê rewşê çi ye?

Pirsgirêk ne ew e ku gel naxwaze vegere. Berevajî vê yekê, piraniya koçberan hîn jî dixwazin vegerin mal û bajarên xwe. Lê şertên ku vê vegerê pêkan bikin hîn nehatiye peydakirin.

Li herêmê hîn jî gelek astengî hene. Komên ku piştî sala 2019’an hatin herêmê, hîn jî li wir hene. Her wiha gelek malbat nizanin ka dema vegerê dê bi kîjan şertan vegerin xanî, zevî û milkên xwe.

Di heman demê de gelek aliyên peymana 29’ê Çileyê ku diviyabû li ser erdê werin sepandin, hîn nehatiye pêkanîn. Ji ber vê yekê şertên siyasî, idarî û ewlehiyê yên ku vegerê pêwîst in hîn nehatiye temamkirin.

Gelek koçber dibêjin ku bêyî ewlehî û garantiyên fermî nikarin vegerin. Ji bo ku veger bi awayekî ewle pêk were, divê şertên bingehîn çi bin?

Di hevdîtinên me de gelek koçber yek tiştî dubare dikin: ew dixwazin bi ewlehî û bi rûmet vegerin. Ji bo vê yekê pêşî divê hawîrdoreke ewle li Serêkaniyê peyda bibe û gel pê bawer bibe ku can û milkên wan dê bên parastin.

Her wiha gelek malbat dixwazin ku avahiya ewlehiyê ji niştecîhên bingehîn ên herêmê pêk were. Di heman demê de daxwaza wan ev e ku dema vegerê bi tu cûreyî bi lêpirsîn, zext an jî dosyayên siyasî re rû bi rû nemînin.

Ji ber ku gelek ji van koçberan berê di saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civakî an jî qadên cuda de xebitîne, ew dixwazin garantiyên fermî hebin. Her wiha gelek kes bawer in ku veger divê bi awayekî kolektîf û bi plan pêk were, ne bi awayê ferdî.

Xanî, zevî, bax, bostan û milkên gelek malbatan piştî koçberbûnê hatin desteserkirin. Niha di warê vegerandina van milk û malan de rewş li kîjan astê ye?

Dosyaya milk û xanîyan yek ji girîngtirîn pirsgirêkên Serêkaniyê ne. Piştî dagirkirina sala 2019’an nêzîkî 5 hezar û 700 malbatan mal û xanîyên xwe winda kirin, ji aliyê hin kesan de hatin dagirkirin. Ji bilî wê jî gelek zevî, bax, bostan û cihên karê yên Kurdan ketin destê kesên din.

Di van salan de tenê desteserkirin çênebû. Hin milk hatin firotin, hin jî hatin veguhestin ser navên kesên din. Ji ber vê yekê pirsgirêk tenê valakirina xanîyan nîne. Di heman demê de pêdivî ye ku hemû pêvajoyên ku li ser van milkan hatine kirin ji nû ve werin nirxandin.

Ji bo vê yekê komîte hatine avakirin û hin biryarên dadgehî jî hatine dayîn. Lê heta niha tu xanî an milk bi awayekî fermî nehatiye vegerandin xwediyên xwe. Ji aliyê me ve jî daxwaz ev e ku hemû biryarên ku piştî sala 2019’an li ser milkên koçberan hatine girtin, ji nû ve werin lêkolînkirin û mafên xwediyan werin nasîn.

Heke koçber îro vegerin Serêkaniyê, dê bi kîjan pirsgirêkên bingehîn re rû bi rû bimînin?

Heke malbatên koçber îro vegerin Serêkaniyê, dê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bimînin. Yek ji van pirsgirêkan rewşa xanî û cihên jiyanê ye. Gelek xanî salan e ku hatine bikaranîn an jî hatine talankirin. Hin malbatên ku çûne serdanê, dîtine ku derî, pace û gelek tiştên hundirê malê nema li cihê xwe ne.

Ji aliyê din ve, jiyana aborî jî ne hêsan e. Gelek malbat berê bi çandiniyê, bazirganiyê an karûbarên biçûk debara xwe dikirin. Vegera van çalakiyan piştî salan ne karekî hêsan e û pêdivî bi piştgiriya maddî heye.

Her wiha di warên perwerdehiyê, tenduristiyê, av, elektrîk û xizmetên giştî de jî kêmasî hene. Ji ber vê yekê veger tenê vegera malan nîne. Di heman demê de vegera jiyaneke asayî ye.

Li Serêkaniyê û derdora wê îro ewlehiya gel ji aliyê kê ve tê dabînkirin? Komên çekdar hîn jî li herêmê xwedî bandor in?

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, avahiya ewlehiyê ya li Serêkaniyê hîn guhertineke bingehîn berbiçav nîne. Komên çekdar ên ku piştî sala 2019’an li herêmê cih girtin, hîn jî li navenda bajar û gelek gundan hebûn û bandora xwe diparêzin.

Piştî peymana 29’ê Çileyê hin gotin derketin ku ev kom ji herêmê derketine. Lê li gorî agahiyên me, rewş bi vî awayî nîne. Hin kom kêm xuya dibin, lê hebûna wan hîn jî berdewam e.

Di heman demê de avahiya ewlehiyê ya heyî ne ji niştecîhên bingehîn ên herêmê pêk hatiye. Ev yek ji sedemên sereke yên neewlehiyê û nebaweriya koçberan e.

Gelek malbat dibêjin ku heta ku xanî û milkên wan ji destê dagirkeran neyên standin, veger ne mimkun e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çi hewldan hene?

Di demên dawî de li ser vê dosyayê hin gav hatine avêtin. Di encama hevdîtinên ku bi rêveberiya demkî ya Şamê re hatine kirin de, komîteyên taybet hatine avakirin ku li ser pirsgirêka xanî û milkan bixebitin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine me, dest bi qeydkirina navên kesên ku dixwazin vegerin hatiye kirin. Di vê pêvajoyê de navê xwediyên milkan û belgeyên wan tên tomarkirin.

Plan ew e ku piştî qedandina van navan, ji kesên ku niha di van milkan de dijîn were xwestin ku di demeke diyarkirî de wan vala bikin. Lêbelê, heta niha tu encameke pratîk ku li ser erdê hatiye bicihanîn nehatiye dîtin.

Piştî sala 2019’an li Serêkaniyê guherînên demografîk ên mezin pêk hatin. Ev guherîn îro çawa bandorê li ser vegera gel dike?

Dagirkirina sala 2019’an tenê bûyereke leşkerî nebû. Di heman demê de guherîneke mezin a demografîk jî pêk hat. Nêzîkî ji sedî 87‘ê niştecîhên bingehîn neçar man ku ji herêmê derkevin.

Paşê gelek malbatên ku ji deverên din hatin, li xanî, tax û gundên vala hatin bicihkirin. Ev rewş tenê li navenda bajarê nemaye. Her wiha 45 gundên Kurd hatin valakirin û hin ji wan bûn cihên leşkerî.

Ji ber vê yekê, pêvajoya vegerê tenê bi vegera malbatan ve girêdayî nîne. Di heman demê de pêdivî ye ku encamên van guherînên demografîk û pirsgirêkên ku ji wan derketine jî bên çareserkirin.

Ji bo vegera koçberên Serêkaniyê heta niha ji aliyê saziyên herêmî, rêxistinên navneteweyî û aliyanên têkildar ve di aliyê we de çi hewldan hatine kirin? Encamek berbiçav jê derketiye an na?

Wek Komîteya Koçberên Serêkaniyê em bi gelek aliyan re di têkiliyê de ne. Di van salan de bi rêveberiya demkî ya Şamê, Rêveberiya Xweser, QSD û Parêzgeha Hesekê re gelek civîn hatine lidarxistin.

Her wiha me bi şandeyên girêdayî Ehmed Şera re jî gelek hevdîtin pêk anî. Di van civînan de rewşa Serêkaniyê, astengên li pêşiya vegerê û pêvajoya entegrasyonê hatin nîqaşkirin.

Li gorî gotinên gelek berpirsiyaran, hîn kontrola wan tam li ser herêmê tune ye. Wan diyar kir ku alên Tirkiyeyê li herêmê hene, gelek sazî û dezgeh bi Tirkiyeyê re têkildar in û bandora saziyên ewlehî û îstixbaratî yên Tirkiyeyê hîn jî berdewam e. Ji ber vê yekê pêvajoya entegrasyona ku hatibû plankirin hîn nehatiye temamkirin. Tevî hemû van hevdîtinan, encamên pratîk hîn bi asta ku gel hêvî dike nehatiye bidestxistin.

Gelek koçber bi salan e li kampan dijîn û hêvîya vegerê diparêzin. Li gorî we, ji bo ku vegera wan bi awayekî bi rûmet, ewle û domdar pêk were, hîn çi gav divê bên avêtin?

Ji bo ku veger bi serkeftî pêk were, pêdivî ye ku pêvajo bi plan û rêxistin be. Gelek koçber bawer in ku veger divê bi awayekî kolektîf pêk were, ne ku her malbatek bi tena serê xwe vegere.

Di heman demê de divê xanîyên xerabûyî bên çêkirin, binesazî were nûkirin û şertên ku mirov dikarin jiyana xwe ji nû ve ava bikin werin amadekirin. Mirov tenê bi vegera malê nikare jiyaneke asayî bidomîne.

Her wiha piştgiriya navneteweyî jî girîng e. Hezaran malbat salan e li kampan dijîn û gelek windahiyên maddî dîtine. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku ji bo nûavakirina xanî, xizmet û şertên karê alîkarî were peydakirin.

Em nikarin roja vegerê diyar bikin. Lê li gorî hevdîtinên me, atmosfera heyî û amadekariyên ku tên kirin, hêvî heye ku di demeke nêzîk de gavên pratîk ji bo destpêkirina vegerê werin avêtin. Armanca me ew e ku gelê Serêkaniyê bi ewlehî, bi rûmet û bi dilxwazî vegere mal û warên xwe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.