Bêyî Kurdan destûrek nikare bibe çareserî

Nûçeyên Dosye

Çarşem 22 Tîrmeh 2026 - 20:00

  • Endamê Meclîsa Giştî ya PYD‘ê Talat Yûnis diyar kir ku kesên ji aliyê Şamê ve tên tayînkirin û îradeya gelê Kurd temsîl nakin, nikarin wek nûnerên rastîn ên Kurdan werin dîtin û got:“Ji ber vê yekê, em wek Kurd, xwe di vê meclîsê de nabînin.“

 

ERKAN GULBAHÇE

Avakirina Meclîsa Gel a nû ya Sûriyeyê ji aliyê rêveberiya demkî ya Şamê ve, nîqaşên li ser temsîliyeta Kurdan, pêvajoya destûrê û pêşeroja welêt careke din xistine nav rojeva siyasî. Endamê Meclîsa Giştî ya PYD‘ê Talat Yûnis dibêje meclîsa ku bêyî îradeya gelan ava bibe, nikare pêşeroja Sûriyeyê û ne jî daxwazên gelên wê temsîl bike. Talat Yûnis, li ser rojeva awayê avakirina meclîsê, beşdarnebûna Rêveberiya Xweser, helwesta ENKS’ê, pêvajoya bicihanîna peymana 29’ê Çileyê, destûra nû û stratejiya ku divê Kurd di qonaxa nû de bişopînin axivî.

Piştî avakirina Meclîsa Gel a nû ya Sûriyeyê, hûn vê pêvajoyê ji bo Kurdan çawa dinirxînin? Ev meclîs dikare bibe bingehek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî, an berevajî wê, Kurdan ji pêvajoya avakirina Sûriyeya nû dûr dixe?

Gelên Sûriyeyê piştî salên dirêj ên têkoşînê û berdêlên giran, rejîma Baasê ji desthilatdariyê dûr xistin. Armanca sereke ew bû ku Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin. Sûriyeyek ku hemû gel û bawerî tê de bi awayekî wekhev bên temsîlkirin, karibin xwe bi azadî îfade bikin û îradeya xwe nîşan bidin.

Lê siyaseta rêveberiya demkî ya Şamê ya bi pêşengiya HTŞ’ê û pratîkên wê heta niha, ji van hêviyan dûr in. Ji roja destpêkê ve saziyên dewletê ne li gorî îradeya hevpar a civakê, lê li gorî nêrîn û berjewendiyên desthilatdariyê hatin meşandin.

Awayê avakirina Meclîsa Gel jî mînaka herî dawî ya vê yekê ye. Endamên meclîsê bi hilbijartina gel nehatin diyarkirin. Şamê ew bi tayînê destnîşan kir. Ji ber vê yekê, ev meclîs ne rengînîya civaka Sûriyeyê û ne jî îradeya rastîn a gelan temsîl dike.

Ji bo gelê Kurd jî rewş ne cuda ye. Kesên ku ji aliyê Şamê ve tên tayînkirin û îradeya gelê Kurd temsîl nakin, nikarin wek nûnerên rastîn ên Kurdan werin dîtin. Ji ber vê yekê, em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jî wek Kurd, xwe di vê meclîsê de nabînin.

Di van şertan de em bawer nakin ku ev meclîs bibe bingehek ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan an avakirina Sûriyeya nû bi îradeya hevpar. Berevajî, rêbaza ku hatiye hilbijartin Kurdan û beşên din ên civaka Sûriyeyê ji pêvajoya siyasî dûr dixe.

Şam bi rêya vê meclîsê dixwaze modelek çawa ji bo Sûriyeyê ava bike? Di vê modelê de ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi cih tê dîtin?

Gavên ku heta niha hatine avêtin nîşan didin ku armanca Şamê ne avakirina Sûriyeyeke demokratîk e û ne jî ne-navendî ye. Berevajî, dixwaze avahiyeke neteweperest, yekreng û navendî ji nû ve ava bike.

Yek ji armancên sereke yên vê nêzîkatiyê, bêbandorkirina pergala rêveberiyê ye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya hevpar a gel, bawerî û nasnameyên cuda hatiye avakirin. Şam dixwaze destkeftiyên siyasî û îdarî yên Rêveberiya Xweser qels bike. Ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser ne tenê ji Meclîsa Gel, lê ji tevahiya pêvajoya ku dê pêşeroja Sûriyeyê diyar bike jî tê dûrxistin.

Em ê pergala rêveberiyê ya ku bi berdêlên giran hatiye avakirin biparêzin û pêş bixin. Armanca me Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û ne-navendî ye ku her kes bi ziman, nasname û baweriya xwe tê de wek welatiyekî wekhev bijî. Çareseriya mayînde tenê bi pergaleke siyasî ya berfireh pêkan e ku hemû gel tê de bi îradeya wekhev bên temsîlkirin. Siyaseta ku heta niha hatiye meşandin, bi vê armancê re li hev nayê.

wêne:AFP

Rêveberiya Xweser çima di Meclîsa Gel a nû de bi awayekî fermî cih negirt? Pirsgirêk şertên Şamê bûn, yan sedemên din hebûn? Divê ev helwest ji aliyê pêvajoya çareseriya siyasî ve çawa bê xwendin?

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û partiyên siyasî yên di nav wê de, li ser vê mijarê helwesteke hevpar girtin. Nerazîbûna me ne li dijî beşdarbûna di meclîsê de bû; li dijî awayê avakirina meclîsê û têgihiştina temsîliyê bû.

Ji destpêkê ve me ji Şamê re got ku divê hemû gelên Sûriyeyê li gorî rêjeya nifûsa xwe di meclîsê de bên temsîlkirin. Divê endamên meclîsê bi tayînê neyên diyarkirin; her gel bi îradeya xwe nûnerên xwe hilbijêre. Nûnerên Kurdan jî divê ji aliyê gelê Kurd û hêzên siyasî yên Kurd ve bi îradeyeke hevpar bên diyarkirin.

Li gorî nifûsa gelê Kurd, me daxwaz kir ku herî kêm 40 nûnerên Kurd di meclîsê de cih bigirin. Lê li şûna temsîliyeta rastîn, tenê hejmareke sembolîk ji kursiyan hate veqetandin. Temsîliyeta herêmên ku Kurd lê bi girseyî dijîn, wek Cizîrê, Kobanê, Efrîn, Heleb û Şamê, nehat berçavgirtin. Daxwaza ku nûnerên Kurdan bi îradeya Kurdan bên diyarkirin jî nehat pejirandin.

Ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî bi biryareke hevpar beşdarî meclîsê nebûn. Ji ber ku me nedixwest bi beşdarbûna xwe re rewatiyê bidin avahiyeke ku îradeya gelan temsîl nake û temsîliyeta Kurdan di asteke sembolîk de dihêle

Ev helwest nayê wê wateyê ku em li dijî çareseriya siyasî ne. Berevajî, em bawer dikin ku çareseriya mayînde tenê bi saziyên demokratîk ên ku hemû gel tê de bi awayekî wekhev tên temsîlkirin pêkan e. Ger Şam pêvajoyeke adil, berfireh û demokratîk ava bike, em ê bêguman beşdar bibin. Lê em nikarin di mekanîzmayeke ku îradeya gelan nîşan nade de cih bigirin.

ENKS’ê endam şandin Meclîsa Gel a nû. Hûn vê biryarê çawa dinirxînin? Ev kes îradeya hevpar a gelê Kurd temsîl dikin, yan tenê siyaseta ENKS’ê?

Ji bo me pirsa sereke ne ew e ku kesên di meclîsê de cih digirin endamê kîjan aliyê siyasî ne. Pirsa bingehîn ew e ku ew kê temsîl dikin. Em bawer nakin ku kesên ku bi navê Kurdan di meclîsê de cih girtine, îradeya siyasî ya hevpar û destkeftiyên ku gelê Kurd bi berdêlên giran bi dest xistine temsîl bikin.

Di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Qamişloyê de lihevhatin çêbû ku danûstandinên bi Şamê re bi heyeteke hevpar bên meşandin û hemû aliyên Kurd helwesteke siyasî ya hevpar nîşan bidin. ENKS’ê, tevî vê biryarê, bi awayekî yekalî beşdarî meclîsê bû. Li gorî me, ev helwest bi ruhê lihevhatina konferansê re li hev nayê.

Ev biryar ne tenê zemîna tevgera hevpar a Kurdan qels kir. Di heman demê de derfet da Şamê ku ji raya giştî ya navneteweyî re bêje: “Kurd jî di vê pêvajoyê de ne.” Lê tabloya heyî îradeya siyasî ya hevpar a gelê Kurd nîşan nade.

Îro li Siwêdayê Dûrzî, li peravên Sûriyeyê Elewî, her wiha Kurd û gelek beşên din ên civakê bi pirsgirêkên ewlehiyê û binpêkirina mafan re rû bi rû ne. Di rewşeke wiha de, bêdengiya kesên di meclîsê de li hember van bûyeran, pirsên ciddî li ser wê yekê derdixe holê ku ew bi rastî kê temsîl dikin.

wêne:AFP

Çima hêz û partiyên siyasî yên Kurd nekarîn li ser Meclîsa Gel a nû helwesteke neteweyî û hevpar ava bikin? Nakokiyên navxweyî hîn jî li pêşiya yekîtiya Kurdan radiwestin?

Piştî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Qamişloyê, PYNK û partiyên din ên Kurd ji bo bicihanîna biryarên konferansê bi hev re xebitîn. Daxuyanî bi hev re hatin amadekirin, li hember gavên Şamê helwestên hevpar hatin nîşandan û parastina îradeya neteweyî ya Kurdan wek bingeh hate dîtin.

Lê ENKS’ê xwe ji vê pêvajoyê dûr girt. Ne beşdarî bicihanîna biryarên konferansê bû û ne jî li ser Meclîsa Gel bi hêzên din ên Kurd re helwesteke hevpar ava kir. Bi biryara xwe ya yekalî, ji nêzîkatiya ku li Qamişloyê derketibû holê dûr ket.

Tevî vê yekê, em ji armanca yekîtiya neteweyî ya Kurdan paş ve gav navêjin. Em dixebitin ku hemû hêzên siyasî yên Kurd li ser zemîneke hevpar bicivin, biryarên konferansê bên bicihanîn û li hember Şamê îradeyeke hevpar a danûstandinê bê avakirin.

Armanca me ne yekîtiyeke demkî ye. Em dixwazin yekîtiya Kurdan bibe hêzeke siyasî ya mayînde, rêxistinî û xwedî îradeya hevpar. Ji ber ku Kurd tenê bi helwesteke hevpar dikarin mafên xwe bi hêztir biparêzin û di biryarên li ser pêşeroja Sûriyeyê de xwedî bandor bin.

Tê gotin ku Meclîsa Gel a nû dê bibe bingeha destûr û yasayên Sûriyeya nû. Ger Kurd di vê pêvajoyê de bi awayekî rastîn neyên temsîlkirin, ev ê çi encamên destûrî derxe holê?

Yek ji erkên herî girîng ên vê meclîsê avakirina komîteya ku dê destûra nû amade bike ye. Ji ber vê yekê, nebûna temsîliyeta rastîn a Kurdan dikare bi awayekî rasterast li ser maf û destkeftiyên wan ên destûrî bandor bike.

Lê ev tenê pirsgirêka Kurdan nîne. Divê destûra nû bibe peymaneke civakî ya hevpar ku Kurd, Ereb, Suryanî, Dûrzî, Elewî û hemû gel û baweriyên Sûriyeyê xwe tê de bibînin. Destûrek ku vê rengînî û îradeya hevpar nîşan nede, nikare tevahiya welat temsîl bike û nikare çareseriyeke mayînde biafirîne.

Em alîgirê destûreke demokratîk, pirreng û ne-navendî ne. Mafên gelê Kurd û daxwazên rewa yên hemû pêkhateyên civakî divê bi destûrê bên parastin. Tenê bi vî awayî dikare zemîna aştiya mayînde û aramiya demokratîk li Sûriyeyê bê avakirin.

Îro em dibînin ku Şam dixwaze pêvajoya destûrê li gorî nêrîna xwe ava bike. Lê em dibêjin divê destûr îradeya hemû gelan nîşan bide. Destûrek ku mafên Kurdan û pêkhateyên din nas neke, ji aliyê me ve nayê pejirandin. Ji bo destûreke demokratîk, em ê têkoşîna xwe ya siyasî û demokratîk bidomînin.

Ji peymana 29’ê Çileyê heta niha gelek xal hîn nehatine bicihanîn. Di mijarên rêveberiya herêmî, dadwerî, zimanê Kurdî, ewlehî, saziyên sivîl û çavkaniyên xwezayî de kîjan pirsgirêk didomin? Danûstandin bi Şamê re di kîjan astê de ne?

Piştî peymana 29’ê Çileyê, xebat li gorî lihevhatina ku hatiye kirin didome. Lê di gelek mijaran de hîn negihîştine asta ku hatiye armanc kirin. Yek ji sedemên sereke ew e ku Şam di bicihanîna hin xalan de bi zanebûn hêdî tevdigere û astengiyan derdixe.

Tevî vê yekê, di warê ewlehî û leşkerî de hin pêşketin çêbûne. Hêzên Asayîşê dest bi cihgirtinê di nav pergala ewlehiyê ya giştî ya Sûriyeyê de kirine. Ev ji bo me gaveke girîng e.

Lê yek ji mijarên ku hîn li ser wê lihevhatin çênebûye, statuya YPJ’ê ye. Em dixwazin YPJ bi avahiya xwe di nav artêşa Sûriyeyê de cih bigire. Di danûstandinan de em bi taybetî li ser vê mijarê rawestiyane û israra me didome.

Di warê perwerdeyê de jî hin gav hatine avêtin. Biryara naskirina fermî ya biryarnameyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, gaveke girîng e. Her wiha, li ser domandina perwerdeyê bi zimanê Kurdî, di çarçoveya mufredatê de, hin pêşketin çêbûne.

Di warê tenduristiyê de jî hin gav hatine avêtin. Lê di rêveberiya giştî û karûbarên şaredariyan de hîn pêşketineke berbiçav tune ye.

Di warê dadweriyê de pirsgirêk girantir in. Hakim û dozgerên ku di pergala Rêveberiya Xweser de kar dikirin, hîn ji aliyê Şamê ve bi awayekî fermî nehatine erkkirin. Danûstandin li ser domandina karê wan didome, lê hîn çareseriyeke zelal nehat dîtin.

Di hin xalên din ên peymanê de jî paşketin hene. Şam peymanê li gorî berjewendiyên xwe şîrove dike û bicihanîna hin bendan dereng dixe. Di vegerandina girtiyan de jî carinan astengî hatine derxistin û ev mijar wek amûreke zextê hatiye bikaranîn.

Di vegera koçberan de jî rewş ne wekhev e. Ji bo vegera koçberên Efrîn û Helebê hin gav hatine avêtin. Lê li ser vegera kesên ku ji Serêkaniyê û Girê Spî hatine koçberkirin, hîn mekanîzmayeke rastîn nehat avakirin. Di vegera koçberan û rêveberiya giştî de derengxistinên cidî hene.

Tevî hemû van pirsgirêkan, em li ser bicihanîna hemû xalên peymana 29’ê Çileyê rawestiyane. Danûstandin û hevdîtinên siyasî didomin. Hin pêşketin çêbûne, lê ne di asta ku gelê me hêvî dike de ne.

Gelê me jî vê pêvajoyê ji nêz ve dişopîne. Statuya YPJ’ê, perwerdeya bi zimanê dayikê, dabeşkirina dadmend a çavkaniyên aborî, pergala dadweriyê û bicihanîna peymanê ji wan mijaran in ku gel bi awayekî rasterast li ser wan rawestiya ye. Hêza me ya herî mezin jî piştgiriya gelê me ye.

Ger Meclîsa Gel û destûra nû bêyî beşdariya rastîn a Kurdan bên avakirin, ev ê ji bo pêşeroja pirsgirêka Kurdî çi encamên siyasî û qanûnî çêbike? Kurd divê ji vir û pê ve çi stratejiyê bişopînin da ku bibin hevparên rastîn ên Sûriyeya nû?

Mijara bingehîn ew e ku divê Kurd di avakirina Sûriyeya nû de xwedî gotin bin û mafên wan bi destûrê bên parastin. Ev ne tenê ji bo Kurdan, ji bo pêşeroja tevahiya Sûriyeyê jî pêwîst e. Tenê destûrek ku hemû gel û bawerî xwe tê de bibînin dikare bibe bingeha aştiya mayînde.

Ji vir û pê ve erka me ya herî girîng xurtkirina yekîtiya neteweyî ya Kurdan e. Daxwaza herî mezin a gelê me yekîtî ye. Divê îradeya hevpar bê parastin û pêşxistin. Yekîtiyeke xurt wê di danûstandinan û di pêvajoyên ku pêşeroja Sûriyeyê diyar dikin de hêza Kurdan zêde bike.

Lê têkoşîna me tenê bi hêzên Kurd ve sînordar nîne. Divê em têkiliyên xwe bi hêzên demokratîk, gel û baweriyên din ên Sûriyeyê re xurt bikin. Pêwîst e îttîfaqên demokratîk bên firehkirin û Sûriyeyeke ku her kes bi ziman, nasname û baweriya xwe tê de wek welatiyekî wekhev bijî, bi hev re bê avakirin.

Em ê ji bo parastina destkeftiyên peymana 29’ê Çileyê, destûrîkirina mafên gelê Kurd û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a ku hemû gel tê de bi awayekî wekhev bên temsîlkirin, têkoşîna xwe ya siyasî û demokratîk bidomînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.