Jinên Rojavayê Kurdistanê

Nûçeyên Jin

Pêncşem 25 Hezîran 2026 - 18:00

  • Dîroka jinên Rojavayê Kurdistanê, xebateke demdirêj a li dijî çewisandina neteweyî û zayendî ye. Li gel paşguhkirina Kurdan a ji aliyê hikûmetên li pey hev ên Sûriyeyê ve, jinan roleke biwate di parastina çand û nasnameya neteweyî de lîstine.a

 

Em ê qala dîroka têkoşîn û xebata jinên Rojavayê Kurdistanê ya li beramberî siyaseta dagirkeriyê û şikandina zihniyeta mêrsalariyê, her wiha pêşengtiya jinan a di xebata wekhevî û azadiyê de bikin. 

Xebata jinên Kurd

Xebata jinên Kurd a li Rojavayê Kurdistanê xwedî kokeke dîrokî ye. Wêne û belgeyên dîrokî nîşan didin ku jinên Kurd ji destpêka sedsala 20’î ve bûne beşeke giring û çalak ya civakê.

Di dîroak têkoşîna jinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn de, damezrandina Tevgera Azadiya Kurd di sala 1978’an de ji aliyê Rêber Apo ve, wekî xaleke giring û werçerxanê tê destnîşankirin. Her wiha ji ber ku nêzîkî 20 salan li Suriyeyê maye, teorî û felsefeya Rêber Apo bandoreke bêhempa li ser jinên Rojava çêkiriye ku bû rêyeke nû ji bo têgihîştina maf, wekhevî û azadiya jinan. Ev yek di warê siyasî, civakî, rewşenbîrî û aborî de bû sedema pêşveçûna rêxistinbûna jinan.

Rêber Apo bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rê li ber pergala hevserokatiyê, rêxistinên serbixwe yên jinan, pêşxistina Jineolojiyê û damezirandina yekîneyên xweparastina jinan vekir.

Ya herî diyar rêxistina Kongreya Star ya ku di 15’ê Çileya 2005’an de hatî damezirandine. Kongreya Star di asta gund, bajarok û herêman de tevnek ya komîte û meclîsan heye. Çalakiyên wê sînorên Rojavayê Kurdistanê derbas kirine û li navçeyên din jî nûnertiya wê heye.

Di warê leşkerî de, sala 2013’an damezirandina Yekineyên Parastina Jinan (YPJ) wek yek ji girintirîn destkeftiyên dîrokî yên jinên Kurd tê dîtin. Bi hezaran şervanên jin di xetên pêşîn de têkoşîn kirin û qurbanî dan. Ev têkoşîn jî ji bo tevgerên jinan li Rojhilata Navîn bûye çavkaniya îlhamê.

Ji serokatiya siyasî heta rêveberiya giştî

Jinên siyasî û civakî yên Rojavayê Kurdistanê di avakirin û pêşxistina projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û bihêzkirina rola jinê de xwedî roleke bingehîn bûn.

Hejmareke zêde ya jinên Kurd di dema şerê DAIŞ’ê, êrişên dewleta Tirk û komên çekdar de şehîd bûn. Hinek ji yên herî diyar Arîn Mîrkan, Hevrîn Xelef û Denîz Çiya bûn.

Di nav şer de jinên Kurd

Di dema desthilatdariya rejîma Baas’ê de, Kurd bi giştî û bi taybet jinên Kurd rûbirûyê siyaseta cudaxwazî û paşguhkirinê bûn. Bi dehan salan, bi deh hezaran Kurd ji mafê nasnameya welatîbûnê, fêrbûn û axaftina bi zimanê xwe, gihiştina bi kar û xwedîderketina milk û malan bêpar hatin hiştin.

Jinên Kurd du caran hatin çewisandin. Yekem wekî Kurd di çarçoveya siyaseta dewletê de, duyem wekî jin di bin bandora lîstik û sîstema civakî ya zihniyeta mêrsalar de hatin çewisandin.

Di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de jî, jinên Kurd rûbirûyî rêzeqeyran û tundiyan bûn ku di nav wan de koçberî, qetilkirin, birîndarbûn û binçavkirin hebûn. Êrişên DAIŞ’ê û êrişên leşker û komên çekdar ên dewleta Tirk li ser navçeyên Kurdan, bûn sedema koçberbûna bi sed hezaran welatiyan ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Berdewamkirina zihniyeta berê

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şera bûye çavkaniya fikarê ji bo jinên Kurd û çalakvanên mafên jinan. Bi taybet ji ber berdewamkirina heman zihniyeta rejîma Baas û DAIŞ’ê ku jinê tune dihesibîne û di navendên biryardanê de wan paşguh dike.

Her wiha daxwaza hinek aliyan ji bo hilweşandina Yekineyên Parastina Jinan (YPJ) ku yek ji giringtirîn hêzên parastina jinan a li Rojava ye, li ser pêşeroja parastin û beşdariya jinan bûye sedema zêdebûna fikaran.

Li beramberî hewldanên hilweşandina YPJ’ê, li Rojavayê Kurdistanê pêngava ‘Em Hemû YPJ ne‘ hate destpêkirin. Niha pêngava xwedîderketina li YPJ’ê piştgiriyek berfireh ya navneteweyî wergirtiye; jin û çalakvanên ji welatên cuda gihandiye hev û ji bo hevpeymaniyên li gel berxwedana jinan bûye semboleke navneteweyî.

ROJNEWS/BERFÎN NUSRET

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.