
Leyla Îmret, li ser bavê xwe Şehîd Abdulvahap Îmret nivîsî
- Piştî şehadeta bavê min, her tişt ji bo me guherî. Malbata me belav bû. Em ji Cizîra Botan dûr ketin. Em li bajarên xerîb mezin bûn. Dayîka min ji bo zarokên xwe biparêze kete rêya koçberiyê. Carinan mirov welatê xwe dihêle. Lê carinan welat jî di hundirê mirov de dimîne.
LEYLA ÎMRET
Ji bîranînên keça ku piştî gelek salan vegeriya kokên xwe.
Hinek zarok bi destê bavê xwe mezin dibin. Hinek jî bi çîrokên bavê xwe. Ez ji koma duyem im.
Min bavê xwe ji bîranînên dayîk, metik û gelê Cizîra Botan nas kir. Ji zaroktiya xwe heta îro, navê wî li mala me tenê ne navê bavekî bû; ew navê evînekê, efsaneyekî qehremanî, bîranîneke ku her tim zindî ma bû.
Dema ez piçûk bûm, her cara ku bavê min vedigeriya malê, ji min re çikolatek tanî. Min jî ji bo ew dîsa neçe, pêlavên wî diveşartin. Min bi vî awayî hewl dida demê rawestînim. Min digot, heke pêlavên wî winda bibin, dibe ku ew li ba me bimîne.
Dayîka min bi ken û girî dihevbendî digot: “Tu ji hembêza bavê xwe dernakevî.” Heta îro germahiya wê hembêzê li bîra min maye. Bavê min xewnên mezin hebûn. Hêvîya wî ew bû ku keça wî bixwîne, cîhanê bibîne û bi zanîn û rûmet jiyan bike. Ji bo wî zanîn awayekî azadbûnê bû. Lê jiyan rêyekî din ji me re nivîsand.
Dîya min digot ewqas zêde ji te hez dikir, digot “Hemû tekoşîna me ji bo Leyla min û zarokên weke wê di pêşerojekî azad bijîn e.” Digot, “Ezê Leyla xwe di dibîstana jiyanê de bidim xwendin ku ji bo gelê xwe xizmetê baş bike.”
Metika min digot: “Min tenê wekî bira tu heyî. Tu û zarokê xwe biçin Elmanyayê.”
Bersiva wî: “Tu çawa wisa dibêjî, bi hezaran ên wekî min hene.”
Wî xebatên xwe bi eşq û coş didomand heta ku ew roja reş û xayîn hat. Roja şehadeta wî ji bo Cizîra Botan rojekî giran û êşekî pir kur bû. Her kes bû şahidê qehremanî û fedakariya ku, bê ku bikeve gumanê, teslîmyetê qebûl nekir, bi wêrekî li ber xwe da. Dilê hemû Cizîra Botan bi wî re bû. Li pişta wî bûn. Jê hez dikirin, bi şerê wî bi hêz dibûn. Bi şehadeta xwe, bi berxwedana xwe kete bîra hemûyan. Bavê min di roja 5'ê çileya sala 1991'an de bi îxbar û xiyanetekê şehîd ket. Nexwe dijmin ew çend sal bûn ne dikarin wî bigirin.
Salên 90’î, dema serhildanan…
Salên 90î, dema rexistinkirina serhildana Cizîra-Botan bû. Bandora hevalên weke Bêrîvan, Nizar, Baran, Çekdar û Zana li ser wî çêbibû. Xebata serhildanê xurttir kir. Mal bi mal, gund bi gund rexistin kir.
Ma çiqas dilnizm bû… Navê wî yê bajêr Haşim, ê çîyê jî Zana bû. Ew wekî efsaneyekê bû. Piştî şehadeta wî gelekî malbatan navê zarên xwe kirin Haşim Zana. Tê berçavê min; li ser mala me re, digotin “zilamekî mirî çend rojin di nav wan zeviyan de ye. Kes naçe pê ve.” Rêhevalên bavê min tola wî hilda bûn. Ew ê ku îxbara wan kirî, li wan erda bû. Bi rojan kes neçû ser cenazeyê wî. Ji ber ku Cizîra Botan wî lanet kiribû.
Piştî şehadeta bavê min, birayekî min hate dinyayê û malbatê navê bavê min lê kir: Haşim Zana. Pirozbahiya Newrozê li ber mala me dest pê kir. Jidayikbûna Haşim Zana pîroz kirin û bi meş çûn qada Newrozê; bi deh hezaran.
Ax! Ew çi êş bû
Bavê min bi hevalên xwe re ser sifrê ye û dora malê tê girtin. Dewlet banga teslîmyetê lê dike, lê ew bi lezgînî xwişk, zarok û hevalên xwe ji derîyê paşê derdixe û xilas dike. Ew bi dijmin re dikeve nav pevçûnê. Dijmin bi xwe re mijûl dike. Miletê digot “Gurme gurma bombeyan li ser serê wî bû. Lê ew bi demançeyekî êrîşî wan dikir. Ji wî serbanî xwe diavêt serbanê din.”
Cizîra Botan bi tilîliyan moral dide Zana. Ev pevçûn wisa didome. Hemû dibêjin Zana xwe xilas kir. Ji dil û can kêfxweş in. Lê di rastî yê de gava Zana ji bo ku êdî xwe xilas bike ji serbanî dadikeve erdê lingê wî li tehtekî dikeve. Ew teht wî diêşîne. Heta ku radibe ser xwe lê direşînin. Şehîd dixin. Min bedena Zana li ser vîdyoyê dît; demança wî di destê wî de bû. Kefîyeke şoreşgerî, montekî kesk û şalekî qot li serê bû. Rihekî azad bû. Ji dijmin re bû dert; wî bi saxî negirtin.
Ji bo ku wî sax bigirin, bi milyonan pere dabûn ser serê wî. Lê li erdê bedeneke azad dirêjkirî bû. Ax! Ew çi êş bû.
Hestek zindî; divê vegerim
Piştî şehadeta bavê min, her tişt ji bo me guherî. Malbata me belav bû. Em ji Cizîra Botan dûr ketin. Em li bajarên xerîb mezin bûn. Dayîka min ji bo zarokên xwe biparêze kete rêya koçberiyê. Me di nav tirs, koç û bêwelatî de jiyan kir. Carinan mirov welatê xwe dihêle. Lê carinan welat jî di hundirê mirov de dimîne. Sal derbas bûn. Ez ji bo xwendinê derketim Ewropayê.
Her çend jiyana min li wir berdewam bû jî, hestek di dilê min de tim dijiya: divê vegerim.
Ne tenê ji bo dîtina cihên ku zaroktiya min lê bû. Ji bo dîtina xwe. Piştî bîst salan ez vegeriyam Cizîra Botan. Li gora bavê xwe rawestiyam. Cara yekem bû ku em wekî dayik, keç, kur û xwişk li ser gora wî diciviyan. Wê rojê min hîs kir ku salên winda bûyî li ber çavên min derbas dibin. Lê çîroka min li wir dest pê kir. Çemê Dicleyê şahidê herikîna şoreş û keda wan e.
Ev der warê min e
Ez çûm min ji çemê Dîcleyê pirs kir; Xweza, çem, newal! Ka hûn bibêjin, hûn şahidên dîroka vî welatî. Ezê êdî bi çavên wan binêrim. Li vir im û hîs dikim. Wekî wan erk dabe min, bayê felekê jî min anî vir. Çûm partîyê, min endamtiya xwe danî. Ev bû derfetekî ku ez li wir bikevim nav rêxistinê. Êdî ez jî bûm parçeyekî wir. Êdî min jî bi xwe re birin serdanan. Ez mal bi mal bi wan re geriyam.
Kelecan bûm: Ev der warê min e. Cihê bav û kal û dapîra min e. Ez li mala xwe me. Lê kes min nas nake, ez jî ti kesî nas nakim. Her mala ku ez diçûmê, di nava hemû heval û endamên şaredariyê de berê xwe didan min: “Keça min tu kî yî?” Hê min ne axaftî, hevalên wir digotin; “Nevîya Şêx Zeynê Kal e. Nevîya Pîrê Xecê ye. Keça Haşim Zana ye. Ji mala Îmreta ye.” Hê gotina wan di devê wan de bû mirov radibûn û min hembêz dikirin. Çavên wan tijî rondik dibûn.
Her kesek çîrokek ji bavê min hebû. Yek digot: “Haşim ciwanekî gelekî xweşik, zirav û dirêj bû.’’ Yekî din digot: “Dilnizm bû. Bi pîr û kalan re pîr, bi zarokan re zarok bû.” Kesekî din bi kenekî ku di nav çavên xwe de girî veşartibû digot: “êvaran dengê leşkeran dihat, em li wî digerîyan. Haşim bi carekê ji ber çavan winda dibû.”
Her malek bîranînek hebû.
Her kolanek şopek.
Her mirovek parçeyek ji bavê min diparast.
Li Cizîra Botan temam bûm
Rojekê dayikek ji gundekî çîroka xwe ji min re vegot: “Şevekê Haşim li mala me ma. Sibehê zû leşker û hêzên taybet girtin ser gund. Mal bi mal geriyan. Me got, emê te veşêrin. Wî got, na, naxwazim kesek ji bo min bikeve xeterê. Em ne di nav tirs û gumanan de bûn; Ka Zana çikir, çû kî dê? Dema roj hilat, em çûn zevîya. Min ew dît. Zana di nav zevîya de runîştiye, ji şev heta berbanga sibehê xwe ji cihê xwe neleqandiye. Ez girîyam û min got, ez gorî we bim, gorî îrade û baweriya we bim. Min got, heval Zana leşker çûn, were ez gorî.”
Dayik dema behsê dikir çav tijî hêsir dibû. Ez hembêz kirim. Piştî gelek salan, min hîs kir ku mirov di nav bîranînên kesên din de jî dikare bijî. Li ber Dîcleyê rawestiyam dîsa. Av bêdeng bêdeng diherikî. Min di dilê xwe de ji çem pirsî: “Ka tu çend çîrokan di bîra xwe de digerînî?”
Çem bersiv neda. Lê bêdengiya wî gelek tiştan digot, min hîs dikir. Wê rojê min fêm kir ku ez ne tenê vegeriyam bajarekî. Ez vegeriyam kokên xwe jî. Min hîs kir ku ez bi salan nîvco bûm, li Cizîra Botan temam bûm.
Ji nebûnê hebûnek ava kirin
Îro heke kesek ji min bipirse: “Te bavê xwe nas kiribû?”
Ez ê bê guman bibêjim: “Erê. Min ew piştî gelek salan nas kir. Ne ji wêneyekî, ne jî di belgeyekê de. Min ew di çavên gelê xwe de nas kir. Di bîranînên wan de. Di kolanên Cizîra Botan de. Di dengê Dîcleyê de.”
Ji ber ku hinek mirov, her çend jiyana wan kurt be jî, şopa wan di bîra mirovan de demdirêj dimîne. Dema bîranîn bi hezkirin tê vegotin, mirin nikare mirovan ji bîra mirovan bibe. Û belkî jî ev e maneya rastîn a mayîndebûnê. We rêyekî vekir ku gelek kes di wê rêyê de meşiyan. Keda ku we bi bawerî û fedakariyê dest pê kir, ji bo gelek kes bû hêvî û bawerî. Em îro encamên wê têkoşîna ji bo rûmet û mirovahiyê di jiyana xwe de bi serbilindî dibînin.
Ji dil û can spas ji we re. Spas ji bo evîna ku ji gelê xwe re hebû, ji bo xewnên ku ji bo zarokan hatin dîtin û ji bo wê baweriyê ku roja baştir dê were.
Ji nebûnê hebûnek ava kirin.
Her nifş li ser bingeha xebata nifşa berê ava dibe. Îro rêhevalên te wekî erkekî bi rûmet û bi dilsozî wê rêyê berdewam dikin, da ku zarokên vê axê di nav aşîtî, azadî û aramiyê de mezin bibin.
Bila rihê te û hemûyên ku hişmendiyek azad bi mere avakirin şad be.







