
- Birayê Eyaz Yûsif Xeyrî Yûsif Ahmed; “Ji bo ku Eyaz wek sembolekê bimîne, ji bo bîranîna wî me dev ji stranbêjiyê berda. Ji ber ku em her tiştî bikin jî, em nikarin bigihîjin tiştên ku Eyaz kiriye û asta wî. Me dixwest ku di hişê gel de tenê wêneyê Eyaz bimîne.”
GULCAN DERELÎ/HAVÎN FÛNDA SAÇ
Mirov dema guhdariya wî dike, dibe heyranê dengê wî. Dengê wî ewqas nerm e ku mirov kêm caran dengê bi vî rengî dibihîze. Dema mirov guhdariya wî dike, dengê wî hem bi awayê solo hem jî bi amûrên muzîkê re xweşikiyeke din digire. Di dengê wî de mîna ku ritma xwezayê û hestên nazik ên mirov di kêliyên herî hesas de cihê xwe digirin…
Ew di 26 saliya xwe de tê kuştin. Lê tevî vê yekê, dengê wî dibe efsane û wek dengekî nemir di bîranîna mirovan de dimîne. Me bi Xeyri Yusif Ahmed, birayê Eyaz Yûsif Zaxoyî re, li ser çîroka vî dengê efsûnî axivî. Eyaz Yûsif Zaxoyî di 20ê Sibata 1960an de li Zaxo ji dayik dibe û li wir mezin dibe. Heta ku dibistana xwe xilas dike, ji Zaxo dernakeve. Ew zarokê şeşem ê malbateke bi deh zarokan e. Eyaz Yûsif ji dayikbûnê ve xwedî jêhatîbûneke taybet bû.
Birayê wî Xeyri Yûsif Ahmed da zanîn ku ev jêhatîbûn ji malbatê tê û got: “Em ji malbatên kevnar ên Zaxo ne. Malbata me di damezrandina Zaxo de jî cih girtiye. Em bi navê Malbata Resvan têne nasîn. Malbata me bi hunerê re eleqedar bû û malbateke xwedî dengên xweş bû. Malbata me bi xweşiya dengê xwe navdar bû. Kalê min Mele Ehmed, bi taybetî ji ber xweşiya dengê xwe, li tevahiya Zaxo navdar bû. Kalê min di sala 1942an de wefat kir. Ew yek ji dengên herî xweş ên ku heta niha li Zaxo hatine nasîn bû. Her wiha mamê min Mele Elî jî hebû. Dengê wî gelek xweş bû. Ew muezînê mizgeftê bû û mewlûda Pêxember dixwend. Ji bilî vê yekê, muzîk jî beste dikir û gotinên stranan dinivîsand.”
Kesekî sempatîk û têgihiştî bû
Eyaz Yûsif ciwanek bû ku li her cihê ku diçû bandor li mirovan dikir û bi enerjiya xwe bala wan dikşand ser xwe. Xweşiya deng û rûyê wî tesîrê li xelkê dikir. Birayê wî Xeyri Yûsif Ahmed got ku axaftina wî ewqas xweş bû ku mirov jê têr nedibû; “Eyaz mirovekî pir cuda û pir têgihiştî bû. Mirovekî gelek sempatîk bû. Axaftina wî gelek xweş bû. Di her civatê de ew kesek bû ku gotinên wî dihatin guhdarîkirin û bala mirovan dikşand ser xwe. Jêhatîbûna teqlîdkirinê hebû. Tevger, awazê deng û awayê axaftina mirovekî bi awayekî tam teqlîd dikir. Ev jî yek ji taybetmendiyên wî yên cuda bû. Mirovekî nazik û hesas bû. Di tevahiya jiyana wî de, ez bawer nakim ku wî kesekî ji malbatê an ji derdora xwe aciz kiribe. Wî ji me ango birayên xwe, gelek hez dikir. Helbet Eyaz gelek hezkirî û temaşevanên xwe jî hebûn, ji ber ku ew hunermend bû.”
Evîndarê jineke Duhokî bû
Gelek kes ji Eyaz Yûsif hez dikirin û bi evînê ji wî hez dikirin. Lê dilê wî bi jineke ji Duhokê ve girêdayî bû. Ew amadehiya zewacê dikirin, lê nikarîbûn bigihîjin hev. Em dev ji gotinên xwe berdidin û guhdariyê didin birayê wî Xeyri Yûsif Ahmed: “Gelek kes hebûn ku jê hez dikirin û evîna wî dikirin, lê di dilê wî de yek kes hebû. Ew jî ji Duhokê bû. Ew ê bizewiciyana. Me heta zêrên wê jî amade kiribûn. Me dixwest di Newroza 1986an de biçin daxwaza wê bikin. Mixabin, Eyaz di 20ê Çileya 1986an de jiyana xwe ji dest da.”
Rejîmê ew bi jehrê kuşt
Eyaz Yûsif di 26 saliya xwe de ji aliyê rejîma Iraqê ve bi jehrê tê kuştin. Birayê wî Xeyri Yûsif Ahmed sedem û awayê kuştina wî wiha vedibêje: “Şerê Iraq û Îranê dest pê kir. Ev şer di navbera salên 1980 û 1988an de dom kir. Eyaz di salên 1981–1982an de kaseta xwe ya fermî derxist. Beriya wê jî, ji ber xweşiya dengê xwe dihat nasîn û navdar bû. Di salên 1970an û 1980an de jî li herêmê dihat nasîn. Mînak, li seranserê Iraqê pêşbirkên muzîkê dihatin lidarxistin û Eyaz jî beşdar dibû. Dema ku di sala 1980an de kaseta xwe derxist. Radyoya Bexdayê û televizyona rejîmê hebû. Her kesê ku li wan deran derdiketin, bi stranên xwe pesnê Saddam didan û ji bo şer jî stranên li dijî Îranê digotin. Di wê demê de stranbêjek hebû, navê wî Salah Abdugafur bû. Ew jî bi Erebî û Tirkmenî stran digot. Ji Eyaz û wî dixwestin ku ji bo Saddam stran bibêjin. Ji Salah Abdulgafur dixwestin ku bi Erebî û Tirkî stranê bibêje, ji Eyaz jî dixwestin ku bi Kurdî stranê bibêje. Lê Eyaz qebûl nekir. Bi rengekî ew stran negot û Çuhûkî got. Lê ji vê girîngtir, wî strana ‘Newrozat Gulurehan’ got. Ev stran mîna marşeke Kurdî bû. Dema ku wî ev marş got, bala rejîmê kişand ser xwe. Ez texmîn dikim ku wan fikirîbû: ‘Çawa ew dikare marşa Newrozê bibêje, lê ji bo rejîmê stranê negot?’ Eyaz bixwe jî karmend bû. Di 18ê Çileya 1986an de, ji bo testa kontrolê ya asayî çû Nexweşxaneya Leşkerî ya Mûsilê. Bi tenduristiyeke baş çûbû. Li nexweşxaneyê tiştekî di xwîna wî de hate xistin û piştî wê nexweş ket. Ew di nav du rojan de, di 20ê Çileyê de, jiyana xwe ji dest da.”
‘Min li Zaxo bigerînin…’
Eyaz Yûsif, ku fêm kiribû hatiye jehrîkirin, beriya mirina xwe wesiyeta xwe dike. Ew dixwaze li axa ku evîna wê dikir were veşartin. Birayê wî Xeyri Yûsif Ahmed wê demê wiha vedibêje: “Me di 21ê Çileya 1986an de ew defn kir. Beriya mirina xwe gotibû: ‘Cenazeyê min li hemû kolan û rêyên Zaxo bigerînin. Paşê min veşêrin.’ Ji ber ku wî gelek ji Zaxo hez dikir û bi wê ve girêdayî bû. Ji bo bîranîna wî me goristaneke bîranînê ya xweşik çêkir.”
‘Di mijara jinan de gelek hesas bû’
Eyaz Yûsif, ji helbestvanên Kurd sûd werdigirt. Helbestên wan dikir beste û digotin. Birayê wî Xeyri Yûsif Ahmed li ser helbestvanên ku bandor li Eyaz Yûsif kirine û awayê xebata wî wiha diaxive: “Wî bi gelemperî gotinên stranên xwe ji helbestvanan digirt û muzîka wan jî ji muzîkjenên din werdigirt, lê di ser stranê de guhertinan dikir. Heke peyvekê jê hez nekira, ji muzîkjen dixwest ku wê biguherîne. Bi taybetî bala xwe dida ser rêzdariya peyvan. Di mijara jinan de gelek hesas bû. Heke di stranekê de gotinên bêhurmetî li hemberî jinan hebûna, ew ji muzîkjen dixwest û wan diguherand. Lê bixwe stran beste nekirin. Dengê wî gelek xweş bû û ji ber vê yekê bi dengê xwe hat nasîn. Wî ji gelek hunermendên navdar stran werdigirt. Ji helbestên Ebdulazîz Silêman, Semîr Zaxoyî û Sebah Zaxoyî stran û beste çêkirin. Her wiha wî ji helbestvanên navdar jî helbest digirt. Mînak, strana ‘Çibikim Ez’, ku gotinên wê yên Dr. Bedirxan Sindî ne. Dr. Bedirxan Sindî, ku di sala 1943an de li Zaxo ji dayik bûye, helbestvan, nivîskar û akademîsyenekî Kurd ê navdar ê cîhanî ye. Ew bi xebatên xwe yên li ser ziman, wêje û çanda Kurdî tê nasîn û di wêjeya Kurdî de helbestvanekî pir navdar e.”
Şîrîna ber dilê wî; ‘Min Dît Cara Ewilî’
Eyaz Yûsif hemû stranên xwe bi evîn û bi hestên kûr digot. Birayê wî Xeyri Yûsif Ahmed dibêje ku ew bi hevalên xwe yên muzîkjen re bi baldarî û hûrgulî dixebitî û wiha pê de çû; “Wî bi gelemperî ji hemû stranên xwe hez dikir û di navbera wan de cihêtiyê nedikir, ji ber ku heta ku stranek amade bikira, gelek ked dida. Wî hem muzîka stranê hem jî gotinên wê bi hûrgulî dinirxand. Bi muzîkjenên xwe re bi baldarî dixebitî. Lê belkî hin stran ji bo wî hê xweştir û hê girîngtir bûn. Îro jî ew stran hîn tên guhdarîkirin. Mînak, strana ‘Çoxê Mino’. Ev stran jî anonîm e, straneke folklorîk a kevneşopî ya Kurdî ye. Lê wî şêwaza wê hinekî guhert û bi şêwazeke nûjen got. Stran gelek deng veda. Straneke Bişar Zaxoyî jî hebû ku ji bo Eyaz gelek taybet bû. Bişar kurê mamê min û zavê me ye; ew bi xwişka min re zewicî ye. Her wiha strana ‘Min Dît Cara Ewilî’ jî ji bo Eyaz gelek taybet bû.”
Guhdariya Mihemed Arif Cizîrî dikir
Eyaz Yûsif ku ji stranên anonîm ên Kurdî gelek hez dikir, ji gotina wan jî kêf distand. Lê ew herî zêde ji kîjan hunermendî hez dikir û di bin tesîra kî de dima? Birayê wî Xeyri Yûsif Ahmed wiha dibêje: “Wî gelek stranên anonîm ên Kurdî guhdarî dikir û wan bi şêwazeke cuda vedigotin. Hunermendên Kurd û Ereb ên wê serdemê, her wiha hin hunermendên din jî bandor li ser kiribûn. Bi taybetî gelek caran guhdariya Mihemed Arif Cizîrî, Başar Zaxoyî û Semîr Zaxoyî dikir. Her wiha wî guhdariya hunermendên klasîk ên Ereb ên kevn, wek Sabah Fahri û Ebdulwehab Esma Xan, jî dikir. Bi rastî ew her cure muzîkê guhdarî dikir. Lê dema ku em wek malbatê li hev diciviyan, wî zêdetir stranên Cizîra Botan û herêma Zaxo digot.”
Bi malbatî dev ji muzîkê berdan
Birayê wî Xeyri Yûsif Ahmed dibêje ku piştî mirina Eyaz Yûsif, tevahiya malbatê dev ji muzîkê û stranbêjiyê berda: “Li Emerîkayê birayekî min heye, navê wî Baran e. Ew ji Eyaz mezintir e. Ew beriya Eyaz hunermend bû. Di salên 1960an de stranên şoreşger digot, muzîk best dikir û gotinên stranê dinivîsand. Birayekî din ê me yê biçûk heye, navê wî Faris e. Dengê wî gelek xweş e. Dengê min jî ne xirab e, lê piştî Eyaz êdî em muzîkê nakin û stran nabêjin. Ji bo ku Eyaz wek sembolekê bimîne, ji bo bîranîna wî me dev ji stranbêjiyê berda. Ji ber ku em her tiştî bikin jî, em nikarin bigihîjin tiştên ku Eyaz kiriye û asta wî. Me dixwest ku di hişê gel de tenê wêneyê Eyaz bimîne.”














