
- Gotina pêşiyaye: “Zimanê te çi be dilê te jî ew e.” Li ser ziman pir peyv hatine gotin, helbest, çîrok hatine nivîsandin. Di her netewê de wezareta ziman heye û ji bona ziman bêşek diravên baş jî vediqetînin. Lewra hebûn li ser ziman e. Ziman; nasname, hebûn, riknê netewbûn û avakirina hişmendiya civakî ye.
OSMAN KAPAN
Ji bona wê ye dema dagirker êrîşî deverekê dikin,êrîşa herî mezin li ser ziman e. Armanç zimanê wan bidine ji bîr kirin,yê xwe bixin dewsa wî de.Ew dizanin, ku gel zimanê xwe wenda kir bê nasname,bê nîrx dimîne.Di xwezaya xwe de ku mirov bê nasname,bê nîrx ma dê xwe li nasname û nîrxên serdest bigire. Ev jî mirina herî mezine!
Ziman ji bona netewan,ne tenê amûrekî axaftin û danûstandinê ye,di heman demê de asraqa sereke û herî gî girîng ya hebûna nasnameya wê ye.Lewra pênaseya her netewê li gorî ziman e.
Çîrok,helbest,serpêhatî,destan,kevneşopî,tevayê kelepora heyî,kurt û kurmancî çi zanîna ji bav,dayîk,dapîr û bapîran mayî bi rêya ziman vediguhezîn nifşên nû.Îca wendabûna ziman tenê ne axaftina bi ziman e,wendabûna hemû nîrxên netewî ye,biyanîbûna ji pêşiyên xwe ye.
Ma ku ziman tune be emê çawa,yekîtîya netewî çêbikin?Tama zimanê dayîkê xweş e.dema çîrok,metelok bi zamanê dayîkê be, tameke xweş dide.Lewra ew bi mirov re pireke xurt ya hestiyarî û civakî ava dike.Ew mirov li dora hestan,êş û serkeftinên hevpar dicivîne.Ango mirov dike şirîkê êş û azara hevûdin..Ku hestên netewî çêbûn,li kîjan kuncika welat êşek hebe,mirov li ser dilê xwe hisdike.
Helbestvan jî bi çend malikan ji me re dibêje: “ Kêra li li Urmiyê di siwe/ Li Amed û Qamîşlo/ li ser dilê min dikeve/ Zîlan û Helepçe birîna kur in/ xwîşk maka mahabat..”
Mirov bi zimanê xwe dirame,dinîrxîne,xwe û cîhanê fam dike.Lewra kurbûna ziman kurbûna wêjeyî,civakî jî diyar dike.Ma ku M. Cizîrî,F.teyran.E.Xanî û nîrxên wêjeya Kurdî yên din bi zimanê xwe nenivîsandibana,bingeha wêjaya Kurdî a niha dê ewqasî xurt bûna?Wan ne tenê nivîsên Kurdî ji me re hiştine,di heman demê de Felsefeyeke gewre jî ji me re hiştine.
Girîngî û pêwistiya ziman mirov çiqasî bibêje jî têr nake.Lewra ziman mirov e!
Bi hezarê salan e li ser zimanê Kurdî pêkutî heye.Bi taybet vê sed sala dawî ji bona zimanê Kurdî ji holê rabikin,ji her hêlê ve êrîş li ser çêbûn,çêdibin jî.Heya niha zimanê Kurdî hatiye parastin û di nava zimanê cîhanê de,ji hêla dewlemendî ya peyvan ve di rêza heştemîn de ye.Li gorî lêkolîna hatî kirin 918,000 peyvên Kurdî yên pejirandî hene.Ev lêkolîn tenê li ser zaraveyên Kurmancî û Soranî hatiye kirin.Îca ku mirov zaraveyên; Kirmançkî,Goranî,Hewremanî û Lorî jî lê zêde bike,dê were rêza çenda hesab li cem we…
Çawa dibe zimanekî ewqasî di bin pêkutiyan de,bê dewlet hevqasî dewlemend e û xwe parastiye? Prof.C .Şengor,prof.kî dagirker e.Heya niha bi şêweyên cuda li ser înkara Kurdan jî gelek tişt gotine.Lê li hemberî rastî û neveşartina rastî yê li xwe mikur tê û dibêje: “ Zimanê Kurdî,zimanekî herî kevnar û bingeha hemû zimana ye divê were parastin…”
Zimnekî hevqasî dewlemend û xwedî nîrx çima ji hêla xwediyên xwe ve.ji hêla hin kesan ve biyanî,heta wekî “zimanekî nekêr,sêwî” tê dîtin?Ew mijara derûninasî yê ye.Lê dive her Kurd ji xwe bi pirse.Çima dagirker ewqasî êrîşî zimanê min dikin? Li hemberî vê divê em xwe ji zimanê xwe re bikin dîwar û lê xwedî derbikevin.Lewre ew xwedî derketina li rûmet û kesayeta xwe ye.Divê em şerm bikin bi zmanê xelkê bi axivin.Niha bi hezaran Kurd dibêjin: “Ez fam dikim,lê nikarim bi axivim.”Qey şermeke ji vê mezintir heye?We qet dîtiye yekî Tirk,Fars,Ereb,Alman ûhwd.gotiye; “ez fam dikim,lê nikarim biaxivim?Çî zimanê te ji yê wan kêm e?Zimanê Kurdî ji hêla dewlemendî ve di rêza 8 de ye.Tirkî 20.Farsî 44.erebî 45 de ye! Qey ev tiştekî ji me re nabêje? Divê her Kurd xwe berpirsiyar bibîne û axavtina Kurdî li ser mal,cîran,nasan ferz bike.Bi zimanekî din bi axive,tu bi zimanê xwe bersivê bide.Kurt û kurmancî bila tu Kurd,bi tu Kurdî re ji dervî zimanê xwe neaxive û her Kurd vê wekî pewirekê bigire ser xwe.
Ziman dayike, ji dayika xwe şerm neke!















