
- Carinan yek gotina pêşiyan,ango gotina kevnare,xwediyê wateyeke mezin e û biqasî pirtûkekê xwedî şîrove ye. “Rê dirêj e, bar giran e.” Tiştek wekî vê gotina pêşiya,rewşa me Kurdan zelal û vekirî na rayêxe ber cavan.
OSMAN KAPAN
Carinan yek gotina pêşiyan,ango gotina kevnare,xwediyê wateyeke mezin e û biqasî pirtûkekê xwedî şîrove ye. “Rê dirêj e, bar giran e.” Tiştek wekî vê gotina pêşiya,rewşa me Kurdan zelal û vekirî na rayêxe ber cavan.
Bi sedên salane,em Kurd di bin zext û êrîşên qirkirinên dagirkeriyê de ne.Dagirker û qirkerên me jî ne yek bi deha ne.Lewre ji bilî qirkerên dîtbar,yên ku piştgiriya wan dikin jî pir in.Li gel ewqas pêkutî û êrîşên dijwar,mayîna li ser lingan pir girîng û bi nîrxe.
Li ser rû yê cîhanê bi sedan gel tune bûye û ji dîrokê hatine heşifîn.Niha ew gel tenê di belgeyan de navekin,an jî komekin ! Mixabin rastîya dîrokê ev e.Ev trajedîyeke mezin e.Lê em vê dizanin,di cîhanê de bê berxwedan,bê nîrx tu kes nikare li ser linga bimîne. Ew gelên ji dîrokê hatine heşifîn, ne ku li ber xwe nedane,wan jî li ber xwe daye.Lêbelê berxwedan a wan têra rizgarî ya wan,an jî domahiya hebûna wan ya demdirêj nekiriye û di nava rûpelê dîrokê de noq bûne.
Îca me Kurdan çawa li gel ewqasî pêkutî,êrîşên giran li ser lingan girtiye û heya vê demê xwe parastiye? Tişta pêşî were bîra mirov: “Berxwedan e” helbet berxwedan ji sedeman yek e û pir girînge.Lê ya rast û rasteqîn dîsa di gotina pêşiyan de veşartî ye.
“ Her dar li ser koka xwe şîn dibe.” Belê, tişta ku Em li ser linga hiştî,kok û nîrxên me ne.Lewra Kurd xwediyê nîxên qedirbuha û jênegerin. Hin tiçt hene,bi mirov re tim dijîn,dibê ku bi nav neyê gotin jî,dibe ku mirov ne do ferqê de be jî,lê ew tişt tim ewkî rênasekî rê nîşan dide û hiş li gorî wê tev digere. Ango ew tiş tim di jiyana mirov de ye.
Îro ji hêla zanyarîve jî hatiye peyt kirin ku mirovahî,li ser xaka Mezopotamya kok vedaye û belav bûye.Gelek çiqil ji koka darê qutbûne û li erdnîgariyên din bi cih bûne,lê dema çûyî nîrx û adan a wir bi xwe re birine,bi navekî din em bêjin; li vir firşik bûne! Çiqil çûne,lê darê kok veda ye,çiqasî hatiye şikandin jî sedema şîn bûnê tim dîtiye.Ji wê ye heya niha li ser linga maye û dê bimîne jî.
Ev mayîn ne hêsan e,ne jixweber e.Kurd di ferqa koka xwe de û rê ya dirêj de bûn.Li gorî wê jiyan li gorî wê li berxwwdan Lewra xwedî nîrx bûn,nîrxên herî bilind.Di dîroka mirovahiyê de xwediyê gelek tiştên yekem in.Genim li vê erdnîgariyê hatiye çandin,ajal li vê erdnîgariyê hatine kedî kirin, ya ku manaviyata mirov xurt dike û jiyanê herikbar dike “ol” li vê erdnîgariyê teşe girtiye û belav bûye.Ango koka hemû ol an jî ji vir derketiye. Vê yekê bi Kurdan re kesayeteke niştecihî derxistiye holê. Ji wê ye tim li ser vê axê berxwedan û xwedî derketina li nîrxan kêm nebûye. Carina hindi,carina gur,bes tim domîya ye.
Xwedî derketin jî, berxwedan jî duh,îro û sibêjî li ser vî hîmî bû û dê li ser vî hîmî be.Lewra em xwedî kevneşopîyeke xurt û bi nîrxin.Ji Kawa yê hesinkar, heya roja me ya îro berxwedan domahiyê hev in û hemû bi heman haveynî hatine meyandin.Şehîdê pêşî û yên îro bi heman nîrxîve girêdayîne.Dayîkên vî welatî li pey hemû şehîdan heman tilîlî daye û heman tişt gotiye: “Ji bona ax û şerefa xwe…” Ma gotinên ji van bi nîrxtir hene?
Îro roj, dilê me diêşe,roj nîne ku em bîanîna şehîdên xwe çênekin.Erê dilê me diêşe lê em bi wan şanazin û divê em bizanibin,ew hebûna me ne.Ku ew şehîd nebûna vêga em jî di nava pelên dîrokê de noq bûbûn.Ew gihiştibûn zanîna dîroka xwe,ku em bine layîqê wan û nîrxên ku di rêya wê de çûne bi parêzin û wekî dayîka Şehîd Suheyla Kaya ku dibêje : “ Ew,gula çiyan bû. Şehîda KURDISTANÊ bû û emê di rê ya wê de bimeşin…” em jî bibêjin.Wê demê ev nîrx dê bijîn…














