Çavê li deriya, xwelî li serî ye

Nûçeyên Forum —

Duşem 5 Cotmeh 2026 - 07:00

  • Heta ku Kurd xwe dispêrin hêzên derve, dê “li hespê xelkê siwar” bin. Dem hatiye ku Kurd bi hêza xwe xwedî parastin, biryar û pêşeroja xwe bibin.

OSMAN KAPAN

Xwebûn ku ne ji xwemalî be, dê şeklî be. Ango hebûneke kêm, hebûneke hewcedarî sparteyekê, hebûneke li ber bayê bişike. Kurt û kurmancî hebûneke ku nikaribe xwe bi xwe li  ser lingan bigire. Hebûnên welê, ne dikarin xwe li ser lingan bigirin, ne jî heya heyayê bi sipartekan hebûna xwe bi domînin. Lewra ew dê ne afirîner,ne jî,ji bona hebûna xwe têrker bin.

Îca ev gotina pêşiyan, bi cewherî rewşa hebûna welê bi zelalî tîne ziman: “Çavê li derîya, xwelî li serî ye.” Ku mirov tim li benda yekî/ê bi mîne,tim ji wan bendewar be, dê nikaribe di dema teng de xwe bi parêze û xwe li ser linga bigire. Mîna dareke rizî, an jî bê kok li ber bayekî ne bi şide jî bişike. Ev yek ji bona yek kesî jî, ji bona malbatekê, ji bona netewekê jî derbasdare.

İca ji bona mirov bikaribe xwe li ser piyan bigire, divê xwedî yê xwebûneke, xwemalî be. Ango li ser hîmê hêza xwe ya hundirîn be. Lewra tişta darindeyê li ser xwe dihêle, hêza nava wê ye. Di xwezayê de ev zagon ji bona her tiştî derbasdare. Hêza hundirîn ku qels bû,an jî nehate bi kar anîn, bi demê re bê hêz dibe, karkirina xwe wenda dikin, bêkêr dimîne. Ji wê ye di xwezayê de hebûn tim ji hundirîn ve çêbûye.

Netew bi navê xwe, bi li hev kombûna xwe û bi tifaqa xwe bûne yek. Ev yekbûn bûye sedem ku li ser rûyê gerdûnê bi navê xwe, bi rengê xwe,bine endamekî mirovahiyê. Ne tenê endamekî mirovahiyê, di heman demê de bûne xwediyê mafê guhertina teşeya siyaseta gerdûnê. Îro roj pir netew hene hejmara wan, erdnîgariya wan bi qasî erdnîgarî û hejmara bajarekî hin netewa tuneye, lê ew li ser dahata wan biryarê didin û dahata wan belî dikin. Çima? Lewra wan di nava xwe de hebûna xwe çêkirina, ew bûne ew û bi hêza xwe bawer bûne, xwe ne sipartine tu kesî.

Ji dîrokê, ji konevaniya heyî em dizanin, ku tifaq, bi hêza xwe bawerbûn, û li ser koka xwe xwebûn tune be, mirov dê mihtêcê spartekan be. Spartek jî,li gorî berjewendî û konjektora demê ne. Heya yek bi kêrî wan were dê jê re wekî sparte bin. Ku berjewendiyên wî li devereke din pirtir be, di cîde ji pişt yekî vekişe û yê/n berîya hingê wekî neyar, ji xwe re bike dost û yar.

Em Kurd di vê hêlê de xwedî yê birînên kur in. Lê mixabin li gel wê jî, hîn me “aqil” ne girtiye. Hîn em berjewendî û qereyêra xwe di ser ya netewê re digirin û ji xwebûna netewî re dibine asteng. Halweye di vê hêlê de em Kurd xwedî azmûnin, ji dêvla ew ji me re bibe çiraya pêşerojê, bûye xencera tuj xwebûnê dibire.

Tenê em li gotinên pêşiyê xwe binerin, têra ku em bikaribin xwebûna xwe ava bikin û bi domînin têr aqil û rê nîşandanin: “ Yê li hespê xelkê siwar, ti peya ye.” Ligel ku siwariya me ya li hespê xelkê tim peya hiştine jî, me ji dîrokê ders negirtiye. Di dîrokê de fersendê mezin ketine destê me Kurdan de, lê ji bona xwebûna netewî nehatiye ava kirin,em bi ser neketine. Lewra çevê me li derî ya ye.

Niha jî em di rewşeke welê de ne. Ligel ewqas defetan, nîqaşa tê kirin: “Amerîka ji Başûrê Kurdistanê vekişiya, Kurd bê parastin man, dê halê wan çi be?” Ev ji bona me Kurdan şer me, me biçûk dike, dijûna li rûmeta me ye. Çaryekek qerne ku li Başûr xweseriyek heya, bi salan hêza aborîyê di destê wan de ye. Çima heya niha ji hêla xwe parastinê ve amadekariyên xwe baş nekirin, çima artêşeke netewî nehate ava kirin? Ev pirs mafê her Kurdî ye ku bi pirse.

Amerîka ne dostê tu kesî ye û heya heya yê, tu kesî jî naparêze û dê ne parêzê jî. Niha li pêşiya Kurdan tişta herî lezgîn werê kirin damezirandina artêşeke netewî ye. Ji bilî vê di vê dema ku pergala gerdûnê ji nû ve tê dîzayn kirin, tiştek Kurdan rizgar nake. Lewra saz kirina artêşa netewî, dê bi xwe re konevanî ya netewî jî bi xwe re bîne. Ji hêla civakî ve Kurd di hesteyan de bûne yek, divê ji hêla konevanî de jî yekîtiyeke xurt çêbibe, êdî ne siwarê xelkê bin, êdî çav ne li deriyan be. Wê demê, çavê xelkê dê li derî yê Kurda be!

Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bona artêşê û yekîtiya hêzan bê şert bangî hêzên Kurdistanî kir. Di vê hêlê de gavên şênber bêne avêtin û bikevin meryetê, pêdivî bi spartekan jî namîne û Kurd dê ne mihtêcî tiştekî welê jî bin. Çewtê wê dê di Rojhilata Navîn de bibine xwedî rolekî avakar. Ji bona yekîtî yê dem ev dem e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.