Ziman nasname ye

Nûçeyên Forum

Duşem 14 Îlon 2026 - 06:30

  • Ziman; ax e, xwîn e, manavîyeta mirov e. Ziman ax e; lewra pênaseya ziman û ax ê yek e. Kurdî, Kurdistan, ziman û ax. Xwîn e; Şehîd, Kurdistan, Ziman…

OSMAN KAPAN

Ziman tenê ne amûrekî axftinê ye,di heman demê de amûrê afirandin,xwe nasîn û li xwe xwedî derketine.Yek dest ax,erdnîgarî û hebûn e,pênase ya mirov e. Belê,her gel bi çand,huner ,kevneşopî û gerdîşên xwe gel e.Tişta gel jî dike gel,Ziman e.Lewra welat,li ser bingeha ziman hatine bi nav kirin û naskirin.Ku mirov bi çi zimanî bi axife,welê tê pênase kirin.dema ku mirov bibîne yek bi Kurdî diaxife,Bêyî ku were pirsîn,mirov di cî de dibêje; “ev Kurd e,Kurdîstanî ye.”

Tişta ku gel bi hemû gelên cîhanê dide nasîn,bermahî û afirînerî ya wî gelî ye.Ango gencîneya wî a çand û hunerê ye. Ew jî bi ziman têne afirandin. Bes ji bona mirov bi zimanekî bi afirîne,dive bi wî zimanî bijî.Lewra ji bona gel,ziman hebûn e,afirandin e.Berî niha bi hezarên salan,hin gel ji dîrokê hatine mihandin,ango ew gel fizîkî ji holê rabûne,an jî di nav gelên din de hatine pişaftin .Lê heya îro em dizanin ku ew gel jiyaye.Ji mirovahî yê re gencîneyek hiştiye.Çima? Lewra wan gelan,bi zimanê xwe û heste yê bi wî zimanî jiyan e,li ser zinaran gelnasî ya xwe kolane,ew bûye huner.Em bi wê dizanin.Em vê jî zanin ew gel êdî naafirîne.lewra, Ziman mirî ye.Dibe ku ew gel bijî,lê ziman çu ye.Îca ziman çi be,gel ew e.

Ziman çiqasî çalek be,ewqasî dê zengîn û afirîner be. Ev tiştekî zanistî ye,bes ku ziman ne çalek be tu dest ji afirenerî yê berde bi demêre tê ji bîr kirin. Got cih di guherin û di nava zimanên din de wenda dibin. Heya welê lê tê,êdî ew gotinê ji zimanê te ketine zimanên din de,tu wekî yên wî zimanî dibîne. Ev mirov tenê ne ji peyvan,ji çand,huner û kevneşopiya mirov jî dûr dixe.Her çiqasî bi navê xwe hebê jî,tu ne tu yî.Şertê ku Mirov,bibe xwe,bibe netew ew e ku bi zimanê xwe biaxive,bijî,bi ramî û bi afirîne.Heta xewnên xwe jî bi zimanê xwe bibîne !Ku mirov xewn bi zimanê xwe nebîne,girêdana me û ziman ber bi tunebûnê ve ye…

Ziman; ax e, xwîn e,manavîyeta mirov e.Ziman ax e; lewra pênaseya ziman û ax ê yek e.Kurdî +Kurdistan +Ziman û ax. Xwîn e; Şehîd +Kurdistan +Ziman…

Belê ji dîrokê heya niha,her dagirkerî pêşî êrîşî ziman kiriye û zimanê xwe li ser gelan ferz kiriye.Lewra ew di zanin ku gel zimanê xwe ji bîr kir,dê çand,huner,kevneşopî û axa xwe jî ji bîr bike.Heya ziman hebe,dê welat hebe,çiqasî di bin pêkutiyan de bimîne bila bimîne jî ew dê hebe.Lê ku ziman çû dê her tişt biçe.Ji wê cangoriyên welatekî,xwe feda dikin da ziman bijî.Lewra ew dizanin ku ziman bijî,dê welat bijî.

Li ber çavan e,em her roj şehîdên xwe bi bîr tînin,êşa wan dijîn.ew ji bona bibine ronahîya pêşeroja me xwe feda kirin.Divê em ji bîr nekin,heke niha em xwe li ser linga digirin û behsa Kurd,Kurdistanê dikin,bi saya serê şehîdên me ye.Divê em tenê ne êşa wan bijîn,divê em li xwestek û xeyaln wan xwedî derbikevin.Tişta ew ji bona wan şehîd ketî pîroziyên me ne,li wan xwedî derketin deynê me ye.

Her çi kesê ku bibêje ez Kurdim, Kurdistanî me divê li her deverê bi zimabê xwe biaxive.Lewra ku ziman çû,keda şehîdan jî diçe.Xwedî derketina li ziman,xwedî derketina li şehîdan û nîrxên wan xwedî derketine.

Divê em qedrê zimanê xwe bizanibin.Zimanê me, li gel hemû pêkutî,qedexeyan û bi sedên salan e ne bûye zimanê pergalî jî,îro di nava zimanê cîhanê de,ji hêla dewlemendî yê ve di sira heştemîn de ye.Li gel bi hezaran ziman tune bûne,zimanê Kurdî di vê astê de ye.Çima? Lewra zimanê me koka zimana ye,ango dayîka zimana ye. Ev ji bona me egera şanazî û xwedî derketinê ye.

Ziman dayîk e,ma mirov ji dayîka xwe şerm dike?Her Kurd divê bi Kurdî bijî,bi kurdî bi axive û bi afirîne.Ji bona me Kurdan tu sedem nîne ku em bi zimanê dagirkerên xwe bi axivin,Zimanê me ji yên dagirkerên me dewlementir û kevnaretir e.

Bila tu kes nebêje ezê bi zimanekî din xizmeta Kurdî bikim.Tu bi çi zimanî afirîne,xizmeta wî zimanî dike.Pirsek û dawî.Yaşar Kemal Wêjeya kê daye nasîn?

Kurd bila ji zimanê xwe şerm nekin,şerm bikin ku bi zimanekî din diaxivin…!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.