
- Lewra êdî cîran li cîran nafikire,Her kes bûye : “Ez”. “Em” mirîye. Gotineke bav û kalan heye,dibêje: “Gundê bê rez, mala bê pez û yê ku bibêje ez û ez.” Tu xêr di wan de nîn e. Îca niha her kes bûye: “ Ez û ez…”
OSMAN KAPAN
Delalê,wekî her car li devê hewşê rûniştibû û lêvên wê dilebitîn.Çi digot,tu kesî nedizanî,hinekan digot dia dike,hinekan digot,rojên berê tîne bîra xwe. Digotin û hey digotin.Lê nevîya wê Sarya tenê zanîbû ku ew çi dibêje. Ji xwe dema pîrika xwe welê didît,heme ji nişkêve diçû balê û serê xwe datanî ser çokên wê. Delalê porê wê miz dida û jê re çîrok,serpêhatî û ew digotin.
Sarya dît ku pîrika wê wekî her car rûniştiye û lêvên wê dilebitin,bi lez çû serê xwa danî ser çokên wê. Delalê pora wê miz da û got: “ Tu çîrokê dixwaze na? Ezê îro ji keça xwe re çîrokeke li gundê me qewimî ji te re bêjim.Tê bibîne bê çiqasî heyam hatiye guhertin,mirov ji mirovahîya xwe dûr ketine…” delalê çîrok rêst, sarya bîra xwe jê re vekir.
Ewr şîn û reş bûn, ji baranê avisbûn welê nizim bûbûn, te digot qey heme dê baran jê bi herike ser xwezayê. Şivan û gavanan da duv ajalan xwe û berê wan dane gund, dixwestin kêliyekê berîya kêliyekê bigihine gund, an jî ber starekê. Rnêçber û yên ku li çolê mayî jî lez didane lingê xwe da zû xwe bigihînin devereke bi ewle.
Ezmûnên salan ew hînî zimanê xwezayê kiribûn, dizanîn ku ewr daketin , an rengê wan çawa be ,dê baran bi çi rengî were, ba ji kîjan hêlê ve were dê çi bibe dizanîn.Îca wan bi zimanê xwezayê dizanî, lê hinek jê di wê hêlê de pispor bûn.Ewqasî pispor bûn, dizanîn baran dê çiqasî û li ku bibare. Carina bi hev re diketin rikê,an jî şert digirtin bê baran dê çawa be. Li ku were, li ku neyê.
Milet derketibûne ser banê xanîyan an jî devereke bilind, şivan,gavan û yên ku li çolê mayî raçav dikirin,hinekan mevlud dikirin sedeqe, hinekan tiştekî din da çolîyên wan li gel ajalên xwe bi silametî vegerin malên xwe.
Ewr hîn girantir bûn,şerqênî bi ewran ket,li gorî gundiyan ; “Qurçik reş bû.” bi ya wan ku qurçik reş bû baraneke xedar dê were û şapê rabike.Her kes di heytelora xwe de bû û li gorî xwe tevdîrên afata werê digirtin. Qelqeleyek bû di nava şêneyên gun de.Çend jin û mêrên temen dirêj di navbera Dêr û Mizgeftê de li hev civiyabûn û texmînê xwe bi hev re par ve dikirin.Pîra Sarê got:
“Bavo ev çi qilqileye ketiye nava gund,Bi Îsa Mesîh û Muhemed, ji dervî quntara çiyê dilopek baran li axa gundê me nayê…” Bû niçe niça yên din û ji xwe re mere her yekî / yekê tiştek got. Nêrgiza mala Usê got: “ Qey cinên te ji te re dibêjin? Çawa baran li axa gundê me nayê. Ma tu van ewrên avis û miruz tirş nabîne? Wele baraneke welê dê were ku kesî nedîtî…” Her yekî / yekê ya xwe got. Sofî Nurî got: “ Gotina min jî li ser ya xwîşka min Sarya. Lê ez dibêjim heya bi qufrê binya quntarê jî dê baran bigire.”
Temen mezinên misilman û suryaniyan welê li ber hev didan, ewr jî li quncikê diciviyan.Piştî qederekê ewr bi hêla çepe ve çeriqîn û gundê li hemberî wan di nav reşahîya ewran de ma.Pîra Sarê, destê xwe ji çavên xwe re kire palik û li gund nerî, di ber xwe de got: “ Tofaneke mezin dê rabe,gazî gundiyan bikin bila ji bona çûyîna gundê zêwê amade bin.”
Bi gotina Pîra Sarê re gotin geriya gundî hemû li hev civiyan, ji bona gundê wan tu metirsiya wan nemabû. Niha metirsiya wan hemû ji bona gundê cîranên wan bû.Yên ku bikariya tiştekî bike hemû kom bûbûn.Çendekan gotibû; “ Em bikevine rê û biçin alîkariyê.” Lê Pîra Sarê gotibû: “ Çûyîna niha hem tu feydê nade wan, hem win ê bikevine xetereyê de.Ku dem hat em ê bi hev re biçin.”
Te digot qey ezman çiriya, bi şerqênîya ewran guh kerr dibûn,şewqa wan berqan li bîbikên çavan dixist,lê ya herî dijwar êşa ku xwe li dilê wan pêçayî bû.Piştî baran sekinî miletê me hemû herikî wir. Sewal û gelek tiştên wan li gel mirovan li ber şapê çûbun. Yên ku ji şapê filitîn anîne gundê me û ew jî niha gundiyên me ne.Nêrgizê ji Sarya Pirsî bû bê çawa zanîbû dê şapa li gundê Zêwê rabe. Sarya gotibû: “Ezmûn.”Lewra, her kesî êş û şahîyên hev par ve dikirin.Alîkariya hev dikirin. Tu kesî xwe ji yê din cuda nedidît û kes cuda nedikir.Gotina “ez” kêm, ya “em” pirrtir bû.Malên me û suryaniyan ji hev re vekirî bû. Wan li dêrê,me li mizgeftê îbadeta xwe dikir. Lê piştre,dugelê em kirin neyarên hev,suryanî hatin kuştin û nefî bûn…Ew hatin kuştin,lê em jî nîv mirî man.Û niha jî li ber tunebûnê ne.Lewra êdî cîran li cîran nafikire,Her kes bûye : “Ez”. “Em” mirîye. Gotineke bav û kalan heye,dibêje: “Gundê bê rez, mala bê pez û yê ku bibêje ez û ez.” Tu xêr di wan de nîn e.Îca niha her kes bûye: “ Ez û ez…”












