
- "Rastiya ku îdeolojiyeke siyasî ya ku netewe-dewleta navendî red dike, di nav struktura xwe de têkiliyên hiyerarşîk ên heman cureyî diafirîne, valahiya di navbera gotinên teorîk û sepana pratîkê de bi berfirehî dadigire."
HOGIR BERBIR
Têgihiştina demokratîk a siyaseta xweser, şaredarî û rêveberiyên herêmî ne wekî amûrên îdarîyên sade yên xizmetguzariyê, lê wekî qadên sereke yên siyasî pênase dike; qadên ku civak têde îradeya xwe diafirîne û pêk tîne. Lêbelê, dîmenê heyî yê şaredariyan ji vê pîvana siyasî û civakî dûr dikeve û hêdî-hêdî dibe stûna piştgiriya desthilata navendî. Di vê rewşê de, saziyênku diviyabû xwedî taybetmendiyên xwecihî û gelparêz bin, li ser asta herêmî vediguherindeng û destên amûrên îdarî yên netewe-dewletê.
Polîtîka, di kûrahiya xwe de, pêvajoya nîqaşkirin û çareserkirina hevpar a pirsgirêkên jiyanahevpar e. Demokrasî jî ew e ku ev pêvajo ne tenê bi hilbijartinan, lê bi beşdariyekeberdewam, çavdêrî û hebûna çalak a gel di nav mekanîzmayên biryargirtinê yên şaredariyande wateyê bistîne. Heke tax, kolan, navçe an bajarek nikaribe îradeya çareserkirinapirsgirêkên xwe bi xwe di nav mekanîzmayên şaredariyê de pêş bixe û tenê wekî avahiyekeîdarî ya nûnertiya netewe-dewletê bimîne, wê hingê siyaseta demokratîk hîn li wir nehatiyedamezrandin.
Demokrasiya herêmî ya rastîn di çarçoveyeke siyasî de pêk tê ku tê de gel ne tenê di bin sîwana şaredariyê de xwe rêxistin dike, lê hevparê rastîn ê biryaran e. Armanca bingehîn a desthilatên herêmî û şaredariyan ne biryardayîna li ser navê civakê ye, lê sazûmankirinaşiyana biryardayînê ya civakê bixwe ye.
Pirsgirêk û Krîza Demokrasiyê
Îro pratîka rêveberiyên şaredariyan bi qeyraneke hem teorîk û hem pratîkî re rû bi rû ye. Her çiqas paradîgmaya modernîteya demokratîk, demokrasiya herêmî, xwerêveberiya civakî û beşdariya rasterast wekî alternatîfên modela navendî ya netewe-dewletê pêş bixe jî, di pratîkêde meylên nû yên navendîkar û burokratîk dîsa di nav yekeyên şaredariyan de serî hildidin.
Ev dijberî tenê bi polîtîkayên tayînkirina qeyûman nayê ravekirin. Her çend ev pratîk jî bigiranî demokrasiya herêmî lawaz dike û îradeya gel dike armanc, lê meylên navendîbûn û burokratîkbûnê yên ku di nav xebatên navxweyî yên şaredariyan de jî derdikevin holê, yek jiastengiyên herî kûr ên li pêşiya veguherîna şaredariyan bo qadên demokratîk in.
Mekanîzmayên partiyan an saziyên ku li herêmê tên temsîlkirin, bi demê re ji rola rêberî û çavdêriyê dûr dikevin û li ser şaredariyan dibin navenda rastîn a biryargirtinê. Avahiyên ku liser navê gel hatine damezrandin, hêdî-hêdî vediguherin saziyên ku li şûna gel biryaran didin. Ev rewş, di pîvanên biçûk de, ji nû ve avakirina binhişê dewleta klasîk e. Komkirinadesthilatên biryargirtin, cîbicîkirin, çavdêrî û carinan jî dadweriya de facto di nav xeleke tenga rêveberiyên şaredariyan de, bi prensîbên bingehîn ên siyaseta demokratîk re li hev nayê.
Rastiya ku îdeolojiyeke siyasî ya netewe-dewleta navendî red dike, lê di nav struktura xwe de têkiliyên hiyerarşîk ên heman cureyî diafirîne, valahiya di navbera gotinên teorîk û sepanapratîkê de bi berfirehî nîşan dide.
Veguherîna qadên demokratîk tu sazî û tu komê ji rexneyan bêpar nahêle. Rêveberiyênşaredariyan ên demokratîk, berî her tiştî, pêdiviya wêrekbûna pirsîna têkiliyên hêzê yên di navavahiyên rêxistinî yên xwe de dikin. Heta ku kiryarên navendî neyên guhertin, îdiayaşaredariyan ku dibêjin “em demokratîk in” nikare piştgiriya kûr û xurt a civakî bi dest bixe.
Sînorên Hilbijartinên Demokratîk û Qeyranên Nûnertiyê
Yek ji astengiyên sereke yên li pêşiya demokrasiya herêmî, qeyrana meşrûiyeta demokratîk e ku di pêvajoyên hilbijartinê û bicihkirina peywiran de xwe nîşan dide. Paşguhkirina îradeyarasterast a gel, lawazkirina bandora kadroyên serwext û sînordarkirina mekanîzmayênhilbijartina berpirsan li gorî berjewendiyên komên teng û serdestiya wan, hemû jî naverokapergala nûnertiyê ya şaredariyên demokratîk û komunal vala dikin.
Ev nêzîkatî, nûnerên hilbijartî ji rola wan a wekî aktorên siyasî yên berpirsiyarê gel dûr dixe û wan vediguherîne rêveberên ku biryarên saziyên payebilind bi cih tînin. Di encamê de, şaredarî ne dibin xala destpêkê ya beşdariya demokratîk û komunal, lê vediguherin amûrênhilberandina hiyerarşiyên burokratîk.
Şaredariyên demokratîk daxwaz dikin ku gel ne tenê di dema hilbijartinan de, lê di her qonaxarêveberiyê de jî xwedî gotin be. Nîqaşên li ser polîtîkayên qadên giştî, meclîsên taxan, civînêngiştî û vekirina xebatên berdewam ên dezgehên şaredariyê ji bo çavdêriya gel, şertên bingehînû bêalternatîf ên demokrasiya herêmî ne.
Cûdahiya di navbera Paradîgma û Pratîka Şaredariyan de
Xala herî girîng a paradîgmaya modernîteya demokratîk û komunal ne tenê rastiya wê ya teorîk e, lê radeya pêkanîna wê di rêveberina rojane ya şaredariyan de ye. Gotina “Desthilatarêveberiyên herêmî civak bixwe ye!” tenê wê demê wateya xwe digire ku pêvajoyênbiryargirtinê yên şaredariyan bi rastî li gorî prensîbên civakî bixebitin.
Mînakeke berbiçav a vê pirsgirêkê di pratîka şaredariyan de xuya dibe: gelek rêveberiyênherêmî ku bi rêya hilbijartinan dest bi rêvebirina şaredariyan dikin, mixabin pir caran jiarmancên xwe yên xizmeta gel dûr dikevin. Kesên ku wan saziyan bi rê ve dibin — yan şaredar bixwe, yan jî tora berpirsên girêdayî şaredariyê — di dema wezîfeya xwe ya ku bigiştî çar salan dom dike de, bi awayekî tevdigerin ku wekî ku şaredarî milkê wan ê taybet be. Rêveberiyên bi vî rengî, bi zîhniyeteke teng û otorîter, nêzî gel û saziyên civakî dibin.
Di van çar salên desthilatdariya xwe de, di warê parastin û pêşvebirina zimanê dayikê û çandêde tu xebatên cidî û mayinde nakin; berevajî vê yekê, polîtîkayên bêdengkirinê an jîxemsariyê dimeşînin. Di warê sererd, avahîsazî û binesaziyê de jî, li şûna çareseriyênbingehîn û demdirêj, tenê bi nûvekirinên rûyî û bi gotineke din, bi xebatên “çavboyaxkirinê” dixebitin da ku kêmasiyan veşêrin.
Di warê bîrdozî, têgihiştina demokratîk û xizmeta rast û adil a gel de jî tu gavên şênber û watedar navêjin; berevajî hêviyên civakê tevdigerin. Bi ser de, di nav zagonên pergalê de kubi xebatkarên qeyûmên tayînkirî re dixebitin û îdia dikin ku “şaredarî komun e û me bostanêngel ên hilberînê afirandine”, dema kiryarên rastîn bi gotinên li ser vê mijarê re nakok bin, êdîgotin nikarin cihê kiryarên rastîn bigirin.
Lêbelê, tevî vê valahî û xemsariya di xizmetê de, bi rêya yekeyên taybet û tîmên ku li ser medyaya civakî bi armanca propagandayê hatine avakirin, hin rêveberî bi awayekî şênber û bibikaranîna du zimanan xwe wekî rêveberên serketî didin nîşan. Bi vî awayî, bi pêşxistina hin xebatên dîmenî, kêmasî û bêxizmetguzariya xwe vedişêrin û bi berdewamî derdikevin pêşberîraya giştî.
Pîvanên ji bo Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk
Serkeftina şaredariyeke demokratîk ne bi projeyên binesaziyê yên rûyî an jî tenê bi hejmaraxizmetên hatine pêşkêşkirin tê pîvandin. Pîvana sereke ew e ku civak heta çi radeyê beşdarîpêvajoyên biryargirtinê yên şaredariyê dibe, heta çi radeyê di jiyana bajarê xwe de xwedîgotin e û heta çi radeyê wekî aktorekî siyasî tê bihêzkirin.
Ji bo tevgereke ku li dijî modela dewleta navendî parêzvaniya rêveberiya herêmî û xetêndemokratîk dike, pêdiviyeke dîrokî ye ku rûbirûyî meylên mîkro-dewletparêz ên di navavahiyên şaredariyên xwe de derdikevin bibe. Wekî din, heman formên desthilatdariyê yên kuew bi xwe rexne dikin, di nava şaredariyan de, li ser pîvanên cuda, dê dubare bibin.
Veguherîna qadên demokratîk ên li şaredariyan ne tenê pêvajoyeke li benda biryara dewletêan ya hin kesan e ku bi xwe biguhere. Ew herwiha ji hemû rêveber, xebatkar û nêzîkatiyênşaredariyan ên ku parêzvaniya veguherîna demokratîk dikin daxwaz dike ku bi berdewamîxwe nû bikin.
Demokrasiya rêveberiyên herêmî û şaredariyan tenê dikare li ser bingeha vê xwenûkirinê biberêbaza sazûmanbûna demokratîk, ekolojîk û komunal.







