
- Di dîroka civakên mirovan de, jin her dem di navbera du cîhanan de jiyaye. Cîhanek ew e ku jina wekî afirînera jiyanê, parêzvana malbatê, hilgira ziman, çand û bîranînê tê qebûlkirin. Cîhana din jî ew e ku di wê de jin, di nav sînorên ku ji hêla kevneşopî, desthilat û têgihiştinên baviksalar ve hatine çêkirin de, ji mafê biryardanê, ji dengê xwe û ji jiyana xwe bêpar tê hiştin.
WEYSÎ VARLI
Ev dijberî di gelek civakan de tê dîtin, lê li gelek herêmên Kurdistanê hêj bi giranî xwe diparêze. Her çend dem diguhere, welat diguhere û şertên jiyanê nû dibin, gelek caran nêrîna li ser jinê neguheriye. Hêj jî gelek kes jinan ne wekî kesek serbixwe dibînin, lê wekî hilgira nav, şeref û şerefa malbatê. Ji ber vê yekê, çîroka gelek jinên Kurd ne tenê çîroka êşê ye. Ew çîroka têkoşîna di navbera kesayetiya wan û rolên ku civak li ser wan ferz kiriye de ye. Pirsa bingehîn jî li vir dest pê dike: Ma jin xwediyê jiyana xwe ye, an jî jiyana wê hêj di destê Tore, eşîr û biryarên din de tê pîvan? Li her goşeyekî Kurdistanê rastiyeke bi êş hene ku nifş bi nifş bê guhertin dom dike. Rêziknameya eşîrî, tore û statuya duyemîn a ku ji jinan re hatiye diyarkirin. Evîn carinan wekî sûc tê dîtin, hilbijartina azad wekî serhildan û îradeya jinê wekî tiştekî ku divê were kontrolkirin. Di navbera Wêranşar û Sêwregê de, li çiyayên heybetdar ên Qerecadaxê, sîyek tarî bi sedsalan e ku li ser van axan dimeşe. Navê wê Tore ye. Ev Tore ne tenê qaîdeyeke civakî ye. Ew carinan pergala ku biryarê dixe şûna mirovan e. Ew evînê wekî sûc dibîne, hestê dil wekî şerm û jinê jî ne wekî miroveke serbixwe, lê wekî sembolek ku şerefa malbatê lê hatiye barkirin dibîne ye. Li vê herêmê, çarenûsa gelek keçan ji roja ku tên dinyayê dest pê dike. Kî dê bibe hevjînê wê, ew ê li ku bijî, ji kê hez bike, çawa jiyana xwe ava bike... Pir caran ne biryarên wê ne. Ew biryarên malbat, eşîr an civaka wê ne. Lê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan ew e ku li ser jiyana xwe biryarê bide. Dema ku ev maf ji kesekî tê standin, tenê jiyana wêkesî nayê dizîn; di heman demê de mirovahî jî birîndar dibe.
Evîna ku dixwest jiyanê hilbijêre di gelek çîrokên kevin de evîn bi serkeftinê diqede. Lê li gelek deverên ku Tore li şûna erêniyê, tirs li şûna azadiyê û fermana eşîrê li şûna îradeya kesan cîh digre, destpêka evînekê gelek caran destpêka trajediyekê ye. Ev jî yek ji wan çîrokan bû. Li dilê Qerecadaxê, li navbera gundên ku çiyayên reş wan dorpêç kiribûn, du ciwanan bi awayekî bêdeng ji hev hez kirin. Evîna wan ne bi planekî ve girêdayî bû û ne jî dixwest li dijî kesekî serî hilde. Tenê dilê wan hev girtibû. Xort û keçik, wekî hemû ciwanên din, di xeyal û xewnên şêrîn de dijîyan. Xwestina wan ew bû ku sibehê bi hêvî rabin, êvarê li maleke ku bi evîn ava bûye vegerin. Wan dixwestin zarokên xwe ne di nav tirsê de, lê di nav dilovaniyê de mezin bikin. Wandixwestin jiyana ku bi xwe hilbijartiye bijîn. Lê li cihê ku biryarên kesane wekî tehdîda şerefa malbatê têne dîtin, evîn bi xwe dibe sûc.
Di pergala Toreyê de, pirsa "Tu ji kê hez dikî?" gelek caran mafek nîne. Bersiva vê pirsê pêşî ji aliyê eşîrê tê dayîn, paşê ji aliyê malbatê, û herî dawî, heke cih bimîne, ji aliyê xwe kesî. Di vê rêzê de, dengê dilê ciwanan pir caran qet nayê bihîstin. Herdu ciwan dizanin ku rêya ku hilbijartine hêsan nîne. Wan dizanî ku dîwarên ku li ber wan hene ne tenê dîwarên malan in. Ew dîwarên ku bi sedsalan ji tirs, kevneşopî, eşîrtî û baviksalarî hatibûn avakirin bûn. Lê carinan evîn ji tirsê mezintir dibe. Ji ber vê yekê, biryar dan. Wan gund, mal û malbetên xwe hiştin û bi rê ketin. Ne ji ber ku ji axa xwe nefret dikirin. Belkî ji ber ku wan ji axa xwe gelek hez dikirin, lê wê axênikaribû mafê wan ê jiyanê biparêze. Û ketin rê da ku li cihê ku kes nikare dilê wan bi zincîran ve girêde, jiyaneke nû ava bikin. Ji bo wan revîn têkçûn nebû. Revîn hêvî bû. Revîn daxwaza jiyanê bû. Revîn gotina "na" bû li hember pergala ku bi navê şerefê mafê jiyanê ji mirovan distîne. Lê Tore, wekî sîyek tarî, bi revînê ranaweste. Li gelek civakên girtî, kontrola li ser jinê tenê kontrola li ser kesekê nîne. Ew kontrola li ser hemû malbatê tê hesibandin. Ji ber vê yekê, dema ku jinek bi îradeya xwe biryar dide, ew tenê wekî keseke ku malbatê terikandiye nayê dîtin; ew wekî keseke ku pergala kevnar jî red kiriye tê dîtin.
Li wir dest pê dike trajedî. Pergalek ku ji pirsan ditirse, gelek caran bersivê bi tundûtûjiyê dide. Herdu ciwan hîn hêviya wan hebû. Wan bawer dikir ku dem carinan dikare hêrsa mirovan sar bike. Wan bawer dikir ku evîn dê bi ser bikeve. Lê hîn nedizanîn ku kesên li pey wan tên, ne tenê bav, bira û ap û pismam in. Li pey wan, sedsalên kevneşopiyê, tirs, hêrsa civakî û têgihiştina şaş a şerefê dimeşiyan. Di çavên wan de tenê du ciwan reviyabûn. Di çavên Toreyê de jî "fermanek" reviyabû. Û dema ku evîn bi fermanan re rû bi rû dibe, gelek caran ax dişibe şahidê trajediyekê.
Roja agir ket nav evînê
Hin roj hene ku dem jî li ser wan radiweste. Ne ji ber ku saetan nawestin, lê ji ber ku bûyerek çawa diqewime ku dem bi xwe jî nikare wê ji bîr bike. Roja ku li Qerecadaxê agir ket nav evînê, yek ji wan rojan bû. Piştî çend hefteyan revînê, herdu ciwan hîn jî bi hêvî bûn. Her sibeh, gava çavên xwe vedikirin, bawer dikirin, dibe ku îro destpêka jiyaneke nû be. Wan tenê dixwest wekî hemû mirovên din bijîn; xwedî maleke biçûk bin, kar û barê ku nanê xwe pê bistînin hebin û jiyanek ku di nav wê de tirs cihê xwe bide aştiyê. Lê li dû wan, kesên ku evînê wekî sûc dibînin, hîn jî wan dişopandin. Li gorî têgihiştina wan, ev ne tenê revîna du ciwanan bû. Ev derketina ji fermana kevneşopiyê bû. Ji ber vê yekê, ew ne wekî mirovên asayî tên şopandin, lê wekî kesên ku diviya ceza bibînin.
Di dawiyê de, wan ew dîtin. Li deverekê ku ne qanûn hebû, ne jî dengê edaletê, tenê hêza wan kesan ku xwe xwediyê "şerefê" dizanibûn, çarenûsa wan hate diyarkirin. Xort, ku tenê "sûcê" wî ev bû ku ji keçikekê hez dikir, li ber çavên wê keçikê jî hate kuştin. Di wê kêliyê de ne tenê jiyanek bi dawî bû. Hêviyeke du ciwanan jî hate kuştin. Keçikê hîn hêvî dikir ku dibe ku merhemetek çêbibe, çavên xwe ji laşê evîndarê xwe venedigirt. Hêj agir negihiştibû laşê wê, lê agirê herî mezin di hundirê wê de dest pê kiribû. Lê trajedî hîn bi dawî nebûbû. Li şûna ku destê merhemetê dirêj bibe, destê hovîtiyê dirêj bû. Mazot bi serê keçêkê de rijandin û ar berdandin bejna delal. Di nav çavên wan kesan de ku li dora wê rawestiyabûn, kesek nexwest bipirse: "Ma ev keçik jî mirovek e?" Ev pirs di nav qêrîn û tirsê de winda bû. Agir pê xistin. Di çend kêliyên kurt de, laşê ciwan di nav agirê zilmê de şewitî. Agir ne tenê laşê wê şewitand. Agir hêviyên dayikekê şewitand. Agir xewnên xwişkekê şewitand. Agir pêşeroja zarokên ku qet nedihatin dinyayê şewitand. Agir bextewariya jiyaneke ku hîn dest pê nekiribû şewitand. Di wê rojê de agir ne tenê li ser laşekî ket. Agir ket nav wijdanê mirovan.
Piştî ku agir vemirî, tenê reşahiya xweliyê ma. Li Nexweşxaneya Sêwregê, tiştê ku ji malbatê re hate radestkirin ne bedenek bû ku bi rêzgirtin bibin goristanê û veşêrin. Tenê perçeyên laşê şewitî mabûn. Di poşetekî reş de... Ew poşeta ku ji bo bermayinên qirêjî yê were bikaranîn, bû cihê dawî yê bermayînên jiyaneke ciwan. Giraniya poşetê tune bû lê giraniya wê, giraniya wijdanekî bêdeng bû. Giraniya wê, giraniya civakekê bû ku bi sedsalan di navbera Tore û mirovahiyê de mabû. Giraniya wê, giraniya pirsên ku kesî nexwest bersiva wan bide bû. Ma şeref bi agir tê parastin? Ma namûs bi kuştinê tê avakirin? Ma kevneşopî dikare ji jiyana mirovekî biqîmetir be?
Dema ku xebera vê trajediyê belav bû, gelek kesan gotin:
"Ev Tore ye."
Lê gelo bi rastî ev Tore bû? Yan jî ev demek bû ku mirov navê Tore li ser tundûtûjiyê datîne da ku xwe ji berpirsiyariyê rizgar bike? Ji bo kuştinê navên cuda hene. Lê navê ku li ser wê were danîn, rastiya wê nayê guhertin. Kuştin, kuştin e. Şewitandin, şewitandin e. Û jiyana ku diçe, careke din venagerîne. Li ser çiyayên Qerecadaxê dîsa fizîna bayê zozana ye. Kevirên bûn şahîdê vê şewatê hîn li cihê xwe ne. Dar hîn li ser axa ku xwîn û donê laşê ciwana li ser rijyabû hustî xwar e. Lê tiştek ji bo her demê guherî bû. Ji wê rojê pê ve, her cara ku ba li ser wî çiyayî diherikî, qêrîna keçika ciwan bi xwe re dianî û dibir. Ajal û keviran jî ji bîr nedikirin. Wê axa ku li ser ar vêketibû hêj jî işkober e. Her çiqas agir niha vemirî ye jî, hîn jî di dilê axa reş de dişewite.
Strana ku agir nikarî wê bikuje
Trajedî bi mirina wan ciwanan bi dawî nebû. Hin mirin hene ku laşan dixin dibin ax, lê êşê wan bi salan di nav dilan de dijî. Agir dikare bedenekê bişewitîne, lê nikare bîranînê bişewitîne. Heta dema ku kesek heye ku navê wê/wî bi hêsiran tîne bîra xwe, mirin qet bi tevahî serkeftî nabe. Li welatekî dûr, li nav koçberiyek ku bîst û pênc salan dirêj bû, xwişkeke mezin dijiya. Ew jî salekê ne, du salan e, lê çaryek sedsalê ango nêzî bîst û pênç sal e ji malbata xwe dûr ketibû. Wextê ku welat hiştibû, bawer dikir ku sirgûn dê tenê dûrbûna ji axê be. Lêpaşê fêm kir ku sirgûn, berî her tiştî, dûrbûna ji dengê dayikê ye, ji bîhna mala ku mirov lê mezin bûye ye. Her sal, her bihar, her zivistan, bi hêvî li benda mizgînek xêrê dima. Carinan bi xwe re diaxivî: "Dibe ku sala bê vegerim. Dibe ku careke din em hemû li ser yek merşekêrûnîn û kom bibin."
Lê çarenûs planên xwe hene. Roja ku xebera trajediyê gihîşt wê, cîhanli ser serê wê hilweşiya. Wê bawer nedikir ku ew birayê ku dema zarok bûn bi hev re li ber deriyê malê dilîstin, êdî bû bîranînek reş û kete dil. Hîn jê dijwartir ew bû ku keçika ku tenê dixwest jiyanekê ava bike, bi saxî di nav agir de hate hiştin. Ji hezar kîlometreyan dûr, bêhna goştê şewitî nayê pozê mirov. Lê bêhna êşê digihîje her cihî di dilde tov davêje. Wê hîs kir ku agir ne tenê li Qerecadaxê şewitî bû. Arê mezin di dilê wê de vêketibû. Bi şevan ranediza. Di xewnên xwe de her dem dengê birayê xwe dibihîst. Dayika xwe dibînî ku li ber deriyê malê li benda zarokên xwe ye. Gund, çiya, dar û rêyên ku zaroktiya xwe tê de derbas kiribû, hemû wek şerîdek filîmê sînemayê di ber çavên wê de herikî û di bîra wê de zindî bûn. Lê dema ku çavên xwe vedikir, ev xeyal û xewnan cîhê xwe dida jiyana sirgûniyê. Di çanda Kurdî de, dema ku gotin têr nakin, stran dest pê dike. Dema ku peyv nikarin êş û janê bîne ziman, dengibêj diaxive. Ji ber vê yekê, ew qêrîn bi stranekê veguherî. Ne ji bo ku êş kêm bibe. Lê ji bo ku bîranîn nemire. Ji bo ku cîhan bizane ku li Qerecadaxê çi qewimî. Ji bo ku navê wan qurbanan di bêdengiyê de winda nebe. Xwişka ku bîst û pênç sal in bi hesreta mala bavê ye rûnişt.. Û bi nuhrandinek kûr û dilşewat got…
Mi go keçê wele saxbi li darê dinyayê topraxa ser erdê cara cara kûçkê ber kap’ya xanyê serciya koza pêçayî lo xwa te rebene lê ji bîra nakim.
Lê lê eman we man lê weman eman lê eman eman lê weman eman
Herê keçê mi digo hîvê ronî lê tu bivê çira
Erê keçê dilê mi dixwaze mîvana ji runşkadina dê û dotê lê xungû bira
Erê keçê dilê xwa wena surgûn bîstû pênc sale çima wa dixwaze mîvana misafira
Bira xwedî emir bikira pêyxember qayil biba bira bavê memo kekê dûro bîskê lê bihata vira.
Erê keçê tu dawa çi li min dikî tu ji mira dibê jî bêyo lê sedcar bêyo
Keçê xwate sirgûna lê dê û bavê yo keçê fîrara lê xwe birê yo lê xwe birêyo
De were eman weman lê weman weman oooooo.
Herê dibêm keçê roka me hilatî lê ji alî Wanê
Bira şewqû şemalê xu bernedana Sêwreka şewitî Qapiyê dewlet lê xestexanê.
Erê keçê mi bi çavê serê xwe nedî gotinê gotincî ya go keçka delal serîda mazotkirin jêlî lê ar berdanê. Keçê wele hemşîra goştê canêm çekê nalonve kelyabû kirin poşetê reşa lê hedye danê. Wele keçê mi bi çavê serê xwe dî mi paçê berada Sêwrekê dişibim mahsyakê destê dadidanê.
De were a yay a yay de were a yay a yay
De were a yay a yay ay yay a yay a yay
Wele hergî cara dibêjim ay cîgaram dêşe
gurçikêm lê mi qedyayî lê mi qedyayî
De were a yay a yay wer a yay a yay
E dibêm ez sirgûna lê dê û bavamo
E dibêm keçê wez fîrara lê xwe biramo
Ez dibêm keçê sirgûna donzde gundê lê we Tirkamo lê we Tirkamo
Ez dibêm keçê wezi çima jixura daweta tuneme şahiya tuneme
Wezê li perê şîna wer xuyamo.
De were a yay a yay de were a yay a yay
De were a yay a yay ay yay a yay a yay
Wele hergî cara dibêjim ay cîgaram dêşe
gurçikêm lê mi qedyayî lê mi qedyayî
De were a yay a yay wer a yay a yay
Ev sitran ne tenê şînek bû. Ev belgeyek bû. Belgeya dayikek ku zarokê xwe winda kiribû. Belgeya xwişkeka li sirgûnê bi hesret û bêriya malbata bavê xwe bû. Belgeya civakek ku di navbera Tore û mirovahiyê de hîn jî li bendê bû ku aliyê kê hilbijêre.
Bîra gel û bihara azadiyê
Di çanda Kurdî de dengibêj tenê itranbêj nîne. Ew bîra gel e. Ew dîroka ku li ser kaxezan nehatiye nivîsandin e. Berî ku nivîs hebû, deng hebû. Berî ku arşîv bên avakirin, klam hebûn. Berî ku dadgeh bûyeran qeyd bikin, dengbêjan şahidî dikirin. Her klam şahidiyek e. Her sitran bîranînek e. Her deng qîrîneke li dijî bêdengiyê ye. Ji ber vê yekê, klam tenê ji bo kesekî nayê gotin. Ew ji bo hemû wan kesan tê gotin ku dengê wan hate bêdengkirin; ji bo hemû jinên ku nehatin bihîstin, ji bo hemû evînên ku bi tirs hatin qutkirin, ji bo hemû dayikên ku hîn li benda zarokên xwe ne û ji bo civakek ku divê ji vê êşê fêr bibe. Dengbêj her car ku stranekê dibêje, dîrok ji nû ve diaxive. Ne ji bo ku êş nû bibe, belkî ji bo ku dubare nebe. Ji ber ku civakek ku bîra xwe winda dike, bi hêsanî heman xeletiyan dubare dike. Bîranîn tenê girî nîne. Bîranîn berpirsiyarî ye. Li Qerecadaxê zivistan her sal tê. Berf li ser keviran dimîne. Piştî çend mehan bihar dîsa tê; kulîlk vedibin, çem diherikin û çivîk dîsa stranan dibêjin. Lê bihara xwezayê bi tenê têr nake. Ji bo ku bihara rastîn bê, divê bihara wijdanê jî bê. Divê mirov fêr bibin ku evîn sûc nîne. Divê keçikek ji ber ku dilê xwe hilbijartiye ceza nebin. Divê kur jî di navbera evîn û fermana kuştinê de neyê hiştin. Divê zarok di dibistanan de ne tenê xwendin û nivîsandin, lê rêzgirtina mafê mirovan jî fêr bibin. Ji ber ku civak tenê bi qanûnê nayê guhertin. Bi hişmendî û wijdan jî tê guhertin. Hiç kes nikare bibêje ku ev tenê çîroka du ciwanan bû. Ev çîroka dayikekê bû ku zarokê xwe winda kir. Çîroka bavê ku heta dawiya jiyana xwe bi hêsiran jiya. Çîroka xwişkek ku salan di sirgûnê de ma û di dawiyê de birayê xwe jî ji dest da. Çîroka zarokên ku qet nehatin dinyayê. Û çîroka civakek ku di navbera Tore û wijdanê de hilbijartin kir. Dema ku em li ser bûyerên weha dinivîsin, armanc ne ew e ku nefretek nû biafirîne. Armanc ew e ku wijdanekî nû biafirîne. Ji ber ku nefret tenê nefreteke din diafirîne. Lê wijdan dikare jiyanan biparêze. Rastî dikare rê li ber dubarebûna trajediyan bigire. Bîranîn dikare rêberê dadperweriyê be. Tu çand, tu kevneşopî, tu eşîr û tu zexta civakî nikare ji mafê jiyanê mezintir be. Kevneşopî tenê heta ku mirov diparêze hêja ye. Li cihê ku ew dest bi kuştinê dike, êdî kevneşopî nîne. Zordarî ye. Şeref ne ew e ku kesek bi tirsê li ser yên din hukum bike. Şeref ew e ku mafê jiyana kesekî din were parastin. Şeref ne di avêtina agirê li ser laşekî ciwan de ye. Şeref di vemirandina agirê nefretê de ye.
Dengê dengbêjan dê bêdeng nemîne. Ji ber ku her cara klamek tê gotin, bîranîn ji nû ve dijî. Her cara ku dayikek li ser gora zarokê xwe digirî, dîrok diaxive. Her cara ku xwişkek sitranekê dibêje, wijdan hişyar dibe. Û hêviya herî mezin ew e ku bersiv ne bi hêsiran, lê bi gotineke kurt were dayîn. Ew roj îro ye. Û bersîv jî bi xwîna şehîdan,bi hêsrê dayikan û bi rêbaza sorêkê gelê Kurd hatiye dayin:
“ Heta ku Jin azad nebe civak azad nabe.”
Nîşe: Ev çîrokek rasteqîn e, li herêma Qerejdaxê rû daye û stran jî li ser hatiye nivîsandin.







