
- “Bêje, tu ji ku yî?..” Pirs heman pirs bû, lê bersiv tune bû. Gava Xalo ev gotin bilêv kirin, hêrs û kîna hezar salan di dengê wî de olan dida. Bi destên xwe û bi birûyên xwe yên qermiçandî, keser û kovanên xwe diyar dikirin. Rêza gotinên xwe bi ser û ber anî ba hev. Bi hêrs gotinên xwe li guhên girtî yên ku nedixwestin bibihîzin, xistin.
HOGIR BERBIR
Kesê li hemberî wî şaş û metel mabû, nikaribû bersivekê bide; di bin giraniya vê pirsê de têkçûna xwe dît û serê xwe xwar kir. Li hemberî wan koçberên dagirker ku mîna kalikên xwe li ser pişta hespan hatibûn, xaka me talan kiribûn; erdnîgarî, dewlemendiya sererd û binerd, çand û zimanê me, her tiştê me dizîbûn, Xalo bi kînekê dikişiya. Bi çavên tûj li wan nêrî, destê xwe ber bi eniya yekî ve dirêj kir, mîna mistekê lê xist û got:
“Te enî qermiçandiye. Xetên kûr li ser rûyê te ne. Çavên te zîz bûne, bêhn li te çikandiye. Sedema vê derûniya te çi ye?”
Deng tune bû. Ne ji tirsê bû, ne jî ji westanê; ew bi xwe jî ne di wê baweriyê de bûn ku bersivekê bidin. Li dû xwe nenêrîn û meşiyan.
Xalo li hemberî van veguhêstên dizek, yên ku di rêzê de derbasî hundur dibûn, rawestiya. Gavek bi pêş de avêt, destên min girtin, tiliya xwe li wan hejand û bi zimanê wan qîriya. Lê bêdengiya wan mîna aramiya berî bahozê giran bû.
Xalo berê xwe da min û heman pirs ji min kir. Ez mat û metel mam, li ber gotinan sekinîm. Rêziman û qewlê gotinan ji bîr kir û li cihê xwe mam. Xalo derûniya min fêm kir, bi aramî destê min girt û bêhnek da min. Bi wê bêhnvedanê re, peyv hatin ser zimanê min. Pirsên “Ez kî me, ji ku me, çi me?” di hişê min de geriyan. Xalo got:
“Veguhêstên dizek vîna me dixin bin destê xwe, lê ruhê me sirûda têkoşînê dixwîne.”
Bê bertek radest bûm, ji ber ku ruhê min jî bi wî re dihejiya. Li qiraxa dîwarekî rûniştim. Xalo berê xwe da wan û got:
“Ez ê paşê vegerim ser we. Karê min bi we re neqediyaye. Em hev nas dikin, daw û doza me zû bi zû bi dawî nabe.”
Paşê berê xwe da min û wiha domand:
“Em ji serî de dest pê bikin. Ev çîrok her tim dubare dibe. Em xwediyê heman xak, ziman û qewmî ne, lê toximê dubendiyê di navbera me de kûr e. Ez ê bi Xwedê re xwe biqelînim di vê jiyanê de, da ku dawî li emrê xwe yê bi poşmanî bînim. Gava erd û ezman keliyan, tav û hewa bi xak û avê re bûn yek, Adem ne poşman bû bi destavêtina guliyên xerdelî û bi gezkirina sêvên Hewayê. Gava gindirî binê newalê û ji bihişta baqî dûr ket, min zanî ku ez jiyan im. Ez bûm kitêba Xwedê ya Mizgefta Reş bi Zerdûşt Pêxember re û bûm pirtûkên pîroz ên piştî wî hatin. Ez bûm tebat û lebata vê erdnîgariyê. Her pirtûkê aştî xwest, lê her yekê çînek, nijadek, olek û zimanek bi xwe re anî û di nava mirovahiyê de nakokî çandin.
Bi qeyd û bendên mirovî û xwezayî, ji dewra dayiksalariyê heta serkêşiya jinan a li qada şer, ez şêr im ji bo aştî, azadî û jiyaneke wekhev. Ez dîrokek im, baweriyek im, erdnîgariyek im. Cewherê mirovahiyê me ku dergûşî ji şaristaniyê re û dayiktî ji vê xakê re kiriye. Ez Mezopotamya me; dayika Med, Merwan û Mehabadê me. Çakûçê di destê Kawayê Hesinkar, Newroz û roja nû me. Ez cejn im bi pênûsa Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran.
Her serdemê, mirovahiyê dest bi windakirinê kir. Çîn ji hev qetandin, ziman ji hev dûr xistin û bi jehra nijadperestiyê em wendakirî hiştin. Çîrok heman çîrok e, tenê xemilandin û navên di pirtûkan de têne guhertin.
Gava Feqiyê Teyran kirin Nebiyê Xweda-Silêman Pêxember, min dev ji axaftina bi teyr û tilûran berda. Teyrê Sîmurg bû teyrê Silêmanê dinûkil û ji hingê ve Teyr li Kûndan geriyan, kûndan jî li çêlikên xwe, heta ku hat lanetkirin. Tofana Nûh dawî li nijadan anî li ser çiyayê Cûdiya miradan; ew çiyayê ku kevir û latên wê bi xwîna lehengên me tîbûna xwe dişkînin û gulan dibişkivînin.
Belê, ev çîrokek e ji devê dengbêjê nemir Evdalê Zeynikê; ku bi çavên kor bangî Qulingan dike û dilorîne. Di dîwanan de tê gotin, lê nehatiye nivîsandin. Gava hat nivîsîn, sed hezar rûpel li xwe qelibandin, lê dîsa jî têra vegotina serpêhatiya me nekir. Ev çîrok mîna qelîştekên li ser axa bi xwînê avdayî, bi helbestî diherike.
Mûsa Pêxember ji bo heqîqetê ket çol û çeperan, xwest qewmê xwe ji bin destê Fîrewûn derxe. Lê dilê wî li zozanên Sînayê bi keçikeke qereçî re bû yek. Dewrêşê Evdî xwest fîncana qahweya bi jehr ji destê Edûlê bigire; li deşta Qerejdaxê, di bin konê heftstûnî de li ser pişta hespê kihêl bi çargavî beziya. Bekoyê Ewan bi şerha dîwana Ehmedê Xanî di navbera tirba Mem û Zînê de bû diriyê ku şitil da. Pêşî du perçe, paşê çar perçe û di hişmendiya xwe de bûn hezar perçe. Ez bûm serkêşê serhildanên li Koçgirî, Agirî, Dêrsim û Mehabadê; bi Elîşêr, Zerîfe, Şêx Seîd, Simko, Mele Mistefa û Qazî Mihemed re çûm ser sêdar û nav goristanên nemiran.
Dibe ku ez welatekî çar perçe bim, ku her parçeyek bi têlên mayinkirî hatibe hûnandin. Em mîna nokên li kevir ketî bela wela kirin. Lê kela dilê me li Newala Qesaba, Paxir Madenê, Helebçe û Enfalê bi gorên komî şînahiyê direşîne. Ew kela ku di zindanan de ji rûyê Mazlûm, Kemal û Xeyrî pekiya, xwe da rûyê xortaniya min û bû guleya yekem a Egîd li Erûhê. Bi milyonan ken li ser rûyê Zekiye, Rehşan, Zîlan, Bêrîtan û Arînan şîn bûn; bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ber bi asimên ve firiyan û nexşeya welatê min hona.
Ez ê kenê ciwanekî li deryaya Wanê bikim pêl û li peravan bixim; azadiyê li welat ba bikim û li ber vê serdema nû bi rûmet rawestim. Her çiqas niha stûxwar û tengezar bim, her çiqas kurmên ku goştê min dixwin û di bîreke kûr de bifetisînin jî, ez ê bi sebra Eyûbî û qûdreta Yûsifî li ber xwe bidim. Ez ê li girava azad a Îmraliyê hilêm û angaşta bêwate têk bibim. Bedêlê vê çi dibe bila bibe, ew min nêzî azadiyê dike.
Hinekî din li ber xwe bidin, bi hilatina rojê re wê şaristaniya heqîqî were. Dinya, xweza û mirov guherîn, lê em nayên guhertin. Em ev in, hîn jî em ji xwe re nabêjin em kî ne û ji ku ne?”
Min axînek ji kûrahiya dil kişand, berê xwe da wî û got:
“Belê, ez ji gihayê vê hewşê me; di devê serdema xwe de tal im, bi zimanê xwe bêken im, lê hîn jî bi zimanên biyanî têm cûtin!”






