
- Bi rêka demokrasiya çandê re gihîştina pergala ku teşe dide fikr û ramanê civakan pir hêja û girîng e. Loma jî ger ku pergal demokratîk be ew civak jî bi hişmendiya xwe bi demokrasiyê bi pêş dikeve û wisa jî teşe digire.
SEHER YILDIRIM
Çand tenê ne ji govendê û cil û bergan pêk tê. Sînema, şano, wêje, Newroz a herî girîng jî zimanê çandê, bi zimanê dayikê re bi pêş dikeve. Ger zimanê civakekê nebe zimanê perwerdeyê, zimanê pirtûkan, zimanê wêjeyê, zimanê bazirganiyê û hwd. wê kêm bimîne. Ne ziman ne jî çand xurt nabe û bi pêş nakeve. Mirov çawa ku her dem xwe nûh dike diguherîne wisa jî pê re çand û ziman bi pêş dikeve û xwe nû dike. Civakek bi qasî ku bi zimanê xwe diaxife, difikire, dixwîne û di derbarê parastina dahatûya xwe de xwedî biryar be ew mejî û aqilê xwe bikaribe bi kar bîne ewqas jî siberoja civaka demokratîk û polîtîk diparêze. Bi vê teşeyê têkiliya demokratîk a di nava civakê û dewletê de jî pir girîng e.
Lazim e dewlet têkeve xizmeta gel ne li ser gel zordestî û zordarîyê bike û aloziyan çêke. Ji bo ku çanda Kurdî bikaribe di nava pergala heyî de xwe bi pêş bixe û biparêze, xwe bixe nava teşeya pergalal demokratîk û zindî bike, bijî hewldaneke hevpar lazim e û ev hêviyeke cuda ye. Di vê qonaxê de pirsgirêka herî girîng ne ku civak bibe yek teşe yek ziman yek çand bi asta demokrasiyê ve girêdayî pirçandî, pirzimanî pewist e. Gava ku bi fikr û ramanê xwe bi fereseta azad karibe bi gelêl cuda re bijî ewqas demokratîk û polîtîk dibe. Wê demê hewce bi amûrê şer û pevçûnan jî namîne.
Nasîna civakên cuda nayê wateya biçûkxistina civakên dinê, azadiya zimanê cuda, zimanên dinê kêm naxe û biçûk nake. Wekheviya piralî dewlemendiya tevan jî ziman û çandên cuda ne. Loma jî pirsgirêka çanda Kurdî pirsgirêka demokratîkbûn û polîtîkbûna Tirkiyeyê bixwe radixe ber çavan. Di dawî de di nava pergala heyî de zindîkirina çanda Kurdî ji bo siberoja çanda Kurdî pir girîng e. Loma jî di modernîteya demokratîk de pêdevî bi çarçoveya dewletê nîne. Çimkî çand çavkaniya xwe ji gel digire ku lazim e bê xeterî bijî û li gorî nirxê pergala demokratîk xwe bi pêş dixe. Berdewamkirina hebûna gelekî bi hejmarê nîne. Bi hişmendiya dîroka xwe dikare nirxê çanda xwe qelewtir, xurtir bike.
Lazim e civak bikaribe ji nû ve xwe ava bike û xwe bigihîne pêşerojê. Loma jî bi vê mebestê ji bo jiyîna çandekê tenê pêdevî bi kevneşopiya çandê tuneye. Ji bo civak karibe bi çanda xwe bi hiş û bîra xwe ya dîrokê azad bijî, divê bi serkeftî vê çandê têxe nava jiyana xwe. Ji bo civak bigihêje çanda azad û bikaribe çanda xwe di hêla siyasî, aborî û bi mejiyê dîrokê ve bijî lazim e ji her hêlê ve azad be. Jixwe bingeha çandê ziman e. Ziman hiş û bîra dîrokê bi sed salan digihîjîne tevahî nifşên siberojê. Loma ziman wê demê digihîje azadiya xwe.
Hewce ye ziman ji hêla siyasî, aborî, wêje û bazirganiyê ve bê bikaranîn. Wê demê ew ziman jî bi ser dikeve û azad dijî. Loma jî azadiya ziman azadiya çand huner û derûniya civakê bixwe ye. Çanda Kurdî di vê wateyê de bê xuyakirin girîng e. Wek Newroz, dengbêjî, govend, wêje û hwd. vana giş bîra dîrokê ne. Lê çand tenê ji kevneşopiya rabirdûyê pêk nayê. Çand rabirdûyê diparêze lê ji bo pêşerojê jî teşeyê jiyanê bi rêk û pêk bi cîh bîne lazim e zimanê çandê azad be. Ji bo vê yekê jî lazim e berî her tiştî pergal demokratîk be, da ku çanda Kurdî bikaribe xwe di nava jiyana hemdemî de bide jiyîn. Parastina çanda Kurdî ya bi zimanê dayikê, rê li ber têkoşîna çareseriya siberoja hemdem jî vedike . Çiqas civak bikaribe çanda xwe bi zimanê xwe bi pêş bixe û bide jiyîn, ew civak ewqas jî azad e.







