
- Weke ku em dizanin, mamosteyê gorbuhuşt Celadet Elî Bedirxan, parastina li hember neyaran bi 2 çekan (ol-ziman) rave kiribû. Vêca em ê jî hewl bidin bê ka gelo em çeka (ziman) xwe ya herî mezin û giranbuha çiqasî dinasin.
ARYEN MENDÎ
Her ku çiqasî têkoşîna li hember pişaftin û helandinê piralî be jî, sê xalên bingehîn ên jêneger hene. Ango têkoşîna ji bo ziman, di 3 waran de dikare bê meşandin û ew her sê jêneger jî, parastina ziman, hîndekarî û perwerdeya bi zimanê zikmakî ye. Pêşvebirina ziman û têkûzkirina ziman jî mirov dikare bi van jênegeran ve girêbide.
Jiber ku dê mijara me zimanê kurdî be, divêtî bi ravekirina çend xalan heye. Ya yekemîn, zimanê kurdî zimanekî Hînd-Ewrûpî ye û di nava zimanên Îranî de cih digre. Belê ger ku em weke dîroknûsên gunehkar xwe ji xwedê nekin û rastiyê bînin ser ziman, divê têgeha rasteqîn ne Hînd-Ewrûpî jî û ne Îranî jî be. Her ku çiqasî pênasekirina Îranî ji Aryenî hatibe jî, ji bona rastiya heqîqetê kêm dimîne û teng dimîne.
Ji ber ku di van serdemên dawî de, çiqas erdkolanên (Arkeolojîk) bi awayekî zanistî pêkhatine de, hemû rê û dirb derdikevin Kevaneka Zêrîn (Mezopotamya) û di nava Kevaneka Zêrîn de jî, navnîşana kakilê van zimanên ku weke zimanên Hînd-Ewrûpî têne pênasekirin, derdikeve Zagrosan.
Loma jî divê pênasekirin ne weke zimanên Hînd-Ewrûpî, lê weke Zimanê Kurdî an jî weke Zimanên Zagrosî bûna. Lê mixabin heta ku çîroka li ser şêran keftar û rovî binivîsin, dê rastî di tariyê de bimîne. Vêca jiber niştecihîbûn û cîrantiya erdnîgarî, zimanê Farisî, zimanê Peştûnî û zimanê Belûcî zêdetirîn dişibin zimanê Kurdî.
Weke tê zanîn, elfabeya kurdî ji 31 tîp (harf) û 1 pevdengê pêk tê. Ji tîpan 8 jê dengdêr û 23 jî dengdar in. Tîpên dengdêr= (a,e,ê,i,î,o,u,û.) Tîpên dengdar= (b,c,ç,d,f,g,h,j,k.l,m,n,p,q,r,s,ş,t,v,w,x,y,z) pevdenga kudî jî= (xw) ye. Ji van 8 tîpên dengdêr, xwendina (a-ê-î-o-û) dirêj in û ya (e-i-u) kurt in.
Vêca di nava van 23 tîpên dengdar de jî, çend tîp hene ku rengdar in ango du reng in. Xwendina wan di nava hevokan de him nerm dibin û him jî hişk dibin. Ew jî mirov dikare weke ( Ç-K-P-T-L-R.) destnîşan bike. Di kurdiya qedîm de, nexşeya zaravayên kurdî jî, bi 4 şaxan derdikeve pêşberî me.
1=Kurdiya jorîn(kurmancî)
2=Kurdiya navîn(soranî-gelhorî)
3=Kurdiya jêrîn(lekî-goranî-lorî-bextiyarî)
4=Dimilî - Hewramanî.
Lê di Şerefnameya Şerefxanê Bîdlîsî de, rêjeya zaravayên kurdî bi vî rengî têne destnîşankirin.
1=Kurmancî
2=Lorî
3=Kelhorî
4=Goranî
Belê di roja me ya îroyîn de, bi gelemperî weke Kurmancî-Soranî-Kirmanckî(dimilî-zazakî)-Hewramî, Lorî tê zanîn. Di nava demê de, di nava zaravayên kurdî bi xwe de jî guhertin derketine holê. Weke mînak; Di zaravayê Soranî de zayend rabûye, lê di zaravayê kurmancî de, di cînavk û navdêran de, zayend maye. Û di zaravayê dimilî de jî, di cînavk, navdêr û lêkeran de jî zayend hene. Di serî de me gotibû; ji bona ziman pêwistî bi parastin, hîndekarî ango hînkirin û perwerdeyê heye. Lewre ziman bixwe jî dişibin zeviyekê, gulekê, darekê, fêkiyekî an jî karxaneyekê. Ji bona van hemûyan jî, avdav, paqijî, lênerîn, firotin û hwd. pêvist in.Lewre ji bona ziman jî, xwendin, nivîsandin û axaftin şert e.
Mirov dikare li hemberî pişaftina dijwar, zimanê xwe yî zikmakî, di axaftina nava malê de û li gel axaftinê bi xwendin û nivîsandinê têr û sertêr biparêze.Lewre nasnameya kesan, bi zimanê wan ve girêdayîye. Ger ku ziman here, sed mixabin nasname jî û kesayet jî diçe av û av. Çawa ku dar bê av nabe, mirov jî bêyî ziman nabe ! Çawa ku her dar li ser axa xwe û bi rehên xwe mezin dibe, mirov jî nola darê li ser axa xwe û bi zimanê xwe mezin dibe û bi pêşve diçe.
Di heman demê de, wêje, huner, çand û dîroka mirov jî bi zimanê mirov zindî dimîne, gewre dibe û bi pêşve diçe. Ya herî balkêş jî ew e, yên ku bixwazin bibin hakim, ango zal û serwerên derdor û civakê, teqez, divê di serî de hakimê zimanê xwe be. Îcar têgihîştin û fêrbûn jî, encex bi perwerdeyê pêkan be ! Ji ber wê ye ku em dibêjin, divê perwerde bi zimanê civakê, ango bi zimanê zikmakî be. Yanê perwerdeya bi zimanê dayikê, ya herî giring çak û pak e. Armanca perwerdeyê ya sereke serdestbûna ziman e. Serdestiya ziman jî, kesan qehîm dike, ji xwe bawer û bixwe bawer dike, bi vîn dike û tijî dikemilîne. Di heman katê de, hêza kesan ya gotin û vegotinê jî pir zêde dike. Ango bi kurt û kurmancî, bi ziman kesayet teşe digre û tentêla xwe jî dîsa bi ziman dixemilîne.
Vêca hezaran caran mixabin, perwerdeya bi zimanekî nenas û cûda, an jî bi zimanekî serdestan jî, neyînî, gengeşî, nakokî û derûniyên xeter bi xwe re tîne.Di kesên ku bi zimanekî biyanî perwerdeyê dibînin de, di têgihîştin, xwe ravekirin û fêmkirinê de tengasiyan dikşînin û derûniya wan jî serobino dibe.Fêm nakin, nadin fêmkirin û nikarin azad biramin. Lewre bi wan kesan re dudilî, qelsî û jixwe ne bawerî dertê holê. Loma jî, ew kesên bi zimanekî biyan perwerde dîtibe, nikare bi hêsanî hestên quncika dilê xwe bîne ser ziman û dîsa nikare tirs, xof û dudiliyên xwe jî bi hêsanî rave bike. Vêca kesên bi vî rengî bin, dê bi çi awayî serdestiyê li civak û derdorê bike! Dê çewa xweza, civak û derdorê binase û rêvebertiyê li wan bike!
Dema ku em vegerin ser mijara zimanê kurdî, sed mixabin ev tiştên ku me anîn ser ziman, hemûyan hetanî kakilê ruhê me jî rehên xwe berdane. Bi boneya olê, bandora zimanê Erebî û bi bandora dagirkeriyê jî, dîsa Zimanê Erebî, Zimanê Farisî û Zimanê Tirkî em sergêj û matmayî hiştine. Û kurdên ku ji Tirkiyê, Iraq,Îran û Sûriyeyê mişext bûne an jî derketine derveyî van welatên dagirker jî, vêcarê jî bi pişaftina metropolan re rû bi rû mane. Û weke em dizanin, pişaftin (asîmilasyon) jî belayeke mezin û zahf dijwar e!
Pişaftin nola deryayan kûr e û loma jî, bi tenê yên ku baş bi avjenî zanibin dikarin xwe jê rizgar bikin. Yên ku nizanibin jî sed mixabin dê binav bibin û bixeniqin. Ya herî malkambax jî, mixabin di dema îroyîn de , zarokên Kurdistanê li Ewrûpa û li metropolên dagirkeran binav dibin û li pêşberî çavên me binav dibin û dixeniqin.
Lê dîsa sed caran mixabin, di siyasetê de jî heman tişt li dare û zimanê serdestan li ser kar e. Îcar tiştê di dest de maye, ew e ku em bibêjin kurdino!
Em bigorî we bin...
Em heyrana çavên we bin..
Em daxilî rûmet û nirxên we bin...
Bi kurdî biaxivin,
Bi kurdî bixwînin,
Bi kurdî binivîsin,
Û xwe fêrî avjenî (kurdî) bikin.
Nexwe bi xwedê emê tev de bixeniqin û herin av bi av!!!







