Şoreşa bêdeng a hevxemiyê

Nûçeyên Forum

Sêşem 28 Tîrmeh 2026 - 07:00

  • Mirov, ji kêliya sereke ya hebûnê û vir ve xwe wekî navenda her tiştî hesibandiye. Pitikeke ku nû diwelide, birçîbûnê wekî qeyraneke gerdûnê hîs dike; dema ku digirî, dike ku cîhan raweste. Ev qonaxeke xwezayî ya geşepêdanê ye.

ADAR JIYAN

Belê heke ev têgihiştina ku mirov xwe di navendê de digire -ev nihêrîna ku her tiştî bi xwe ve gire dide- pêşve neçe, dê di têkiliyên mirov ên hem bi xwe re û hem jî bi kesên din re, astengiyeke nedîtbar ava bike. Di vê qonaxê de hevxemî wekî taybetmendiyeke herî narîn û veguherîner a giyanê mirovî dikeve dewreyê.

Hevxemî (empati) tenê ne têgihiştina kesekî/e din e; her wiha derbaskirina sînorên "ez"ê, berfirehkirina sînorên kesatiya teng û têgihiştina hebûnê ya hişmendiyeke berfirehtir e. Egosentrîzm (xwenavendî), ew meyl e ku takekesek, hest, raman û nihêrîna xwe wekî navenda mutleq dibîne. Ev rewş dibe sedem ku mirov cîhana mirovên din a hundirîn nebîne. Kesê/a xwenavendperest (egosentrîk) cîhanê wekî bertevkirina têgihiştina xwe dibîne; cudahiyan an wekî gefekê dinirxîne an jî bi hêsanî paşguh dike. Lê belê, tu mirov ne giraveke bi serê xwe ye; her kes bi awayekî nedîtbar ve bi kesên din ve girêdayî ye. Agahdarbûna têkildarî vê girêdayiyê, ew e ku egosentrîzm dixwaze li wir hêlînekê ava bike.

Hevxemî kilîda vê vekirin û têgihiştinê ye. Hevxemî tenê ne hewldana têgihiştina hestên kesekî din e; ew hewldana mirov e ku cîhanê bi çavên serê xwe bibîne. Ev hewldan karekî exlaqî ye ku ji rahênaneke hizrî ya xwerû wêdetir diçe. Çimkî di çarçoveya rastiya taybet de pêdivî, bi sistkirina sînorên "xwe" û pejirandina "kesên din" heye. Pejirandineke wiha,  mirov ji navenda xwe ya kesane bi dûr dike. Û ev çalakiya dûrketinê, di rastiyê de, ne windahiyek e; deriyek e ku mirov ber bi qadeke berfirehtir a hebûnê ve dike.

Yek ji mezintirîn netebayiyên (paradoksên) cîhana nûjen ev e ku, tevî zêdebûna amûrên ragihandina rastîn kêm bûye. Mirov dikarin zûtir bigihîjin hev, lê kêmtir ji hev fam dikin. Sedemeke sereke ya vê yekê, xurtbûna nêrîneke xwenavendî di qada dîjîtal de ye. Her kes ramana xwe di navendê de datîne û dengê xwe bilind dike, lê guh nade dengên kesên din. Hevxemî mîna dengekî nerm (pêşîv) e ku di nav vê deng-tevlîheviyê de winda bûye; belê pêdiviya mirovahiyê ji her demê zêdetir bi wî dengê nerm heye.

Hevxemî tenê ne di têkiliyên takekesî de, di asta civakî de jî hêzeke veguherîner e. Civak bi qasî ku dikarin cudahiyan bi hev re bijîn, geş dibin û pêşve diçin. Lê, bi saya hevxemiyê ye ku ev cudahî li şûna nakokiyê, li ahengê dadigerin. Hevxemî wijdanê civakê ye; bêyî wê, heta sazgêrên dadmendiyê jî kêm dimînin. Çimkî dadmendî tenê ne sepandina rêzikan e; her wiha derbirîna wê berpirsiyariyê ye ku mirov wê di dil û mejiyê xwe de hildigirin.

Li aliyê din, xwe-navendî (egosentrîzm) vê berpirsiyariyê lawaz dike. Kesê ku berjewendiyên xwe dixe navendê, dibe ku êşa kesên din paşguh bike -an jî carinan, wê êşê bi awayekî maqûl nîşan bide. Di dîroka mirovahiyê de trajediyên bêhejmar ên ku ji ber tunebûna hevxemiyê çêbûne, hene. Ji ber ku mirov di wê kêliyê de, êdî kesên wekî mirov nabîne, ew dikare her cureyê hovîtiyê pêk bîne. Lewma, hevxemî tenê ne dilpakiyek e; ji bo berdewamiya hebûna mirovahiyê pêdiviyek e.

Pêşxistina hevxemiyê ne pêvajoyeke hêsan e. Pirsîna li ser rastiyên xwe, ji nû ve nirxandina hestên xwe û bi cidîgirtina ezmûna kesekî/e din, pirî caran dibe sedema nerehetiyê. Belê, ev nerehetî nîşana veguherînê ye. Hevxemî mirov dilerizîne, belê ew lerizandin deriyê têgihiştineke kûrtir vedike. Lewre hevxemî, ne hisandina êşa kesên din e; dûrneketin û parvekirin êşa kesên din e.

Yek ji aliyên herî girîng ên hevxemiyê huner û behreya guhdarîkirinê ye. Hevxemî, aşbûna hundirîn a sixletiya “ezitî” yê ye. Guhdarîkirina rast tenê ne bihîstina peyvan e; ew hîskirina hestan a li pişt wan peyvan e. Kesekî/e ku navenda cîhana wî "ez" e, dema guhdarî dike jî, di mejiyê xwe de tiştê ku dixwaze derbibîre amade dike. Berevajî vê, kesê/a ku hevxemiyê di dil û mejiyê xwe de dihîsîne, dema guhdarî dike, "ez"a  xwe dide aliyekî. Ev helwest, cureyekî bêdengiya hundirîn e.  Belê ev bêdengî jî ji bo ku mirov bi rastî hebûna kesekî/e din bibihîse, şertê bingehîn e.

Hevxemî cureyekî wêrekiyê ye. Nêzîkbûna êşa kesekî/e din, tê wateya hîskirina wê êşê bi xwe. Gelek caran, mirov ji ber vê yekê naxwazin bi hestên hevxemiyê tevbigerin. Ji bo parastina derûniya xwe, xwe ji êşa kesên din dûr digirin û hevxemiyê nahisînin. Ev dûrbûnî bi demê re, li biyanibûnê dadgere. Lê hevxemî, wê biyanibûnê ji holê radike. Gava ku mirov destê xwe têkilî êşa kesekî/e din dibe, mirovahiya xwe bi awayekî kûrtir hîs dike.

Hevxemî, wekî jehrkujja xwe-navendîtiyê, di derbaskirina sînorên "ez"ê de gava herî girîng a mirovbûnê ye.  Herçendî ku ev rêwîtî wekî tevgereke ber bi derve ve xuya bike jî, di rastiyê de kûrbûneke ber bi hundir ve ye; çimkî mirov gava kesekî/e din fam dike, sînorên xwe jî diyar dike. Hevxemî deriyek e ku hem ber bi "ez"ê ve û hem jî ber bi "yê din" ve vedibe. Li pişt vî deriyî, dibetiya cîhaneke dadperwertir, têgihiştîtir û mirovahîtir heye. Lêbelê, ev dibetî bi tena serê xwe pêk nayê. Hevxemî hewcedarê hewldaneke bihişmend e; ew pirek e ku divê her roj, di her hevdîtin û di her têkiliyê de ji nû ve were avakirin. Ev pira, riya yekane ye ji bo derbaskirina dîwarên bilind ên "ezîtî"yê ye.

Wekî encam, mirov bi qasî ku ji xwe bi dûr dikeve, nêzîkî mirovên din dibe.  Hevxemî ew zanyariya nexuya ye ku sînorên xwebûna mirov ji holê radike.  Xwe-navendîbûn meyleke mirovî ya xwerû ye, lê ne çarenûsa mirov e. Hişmendiya xwenavendîbûnê serweriyê divê, belê dilê ku ji bo hevxemiyê lê dide, famkirinê hildibijêre. Kesên ku xwe wekîi navend dibînin, cîhanê teng dikin; kesên ku kesên din jî hildidin nav navendê, gerdûnê berfirehtir dikin. Belê, hestên hevxemiyê amûra herî xurt e ku dikare vê meylê biguherîne. Bi riya hestên hevxemiyê, mirov ji navenda xwe dûr dikeve û dibe bergeha hebûneke berfirehtir. Îcar têgihîştina rastîn jî li vir dest pê dike; di şiyana derbaskirina xwenavendîbûnê de cih ji kesên din re jî heye. Ev jî tê wateya qencî û dilsoziya herî resen û dilpakiya herî mezin a mirovbûnê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.