Germa vejînê

Nûçeyên Forum

Duşem 24 Tebax 2026 - 07:00

  • ”Di gotin û hey digotin. Gurî, ma li benda êvarî, ku bû êvar dê li wan bigeriyana, bê ka ew kî ne û çi dixwazin. Ji xwe re got: “Îro panzdehê Tebaxê ye, bi rastî roj jî, şev jî germ bû. Lê Vejîn çi bû?”

OSMAN KAPAN

Bi beyaniya rojê re,celebek kew li quntara çiyê belav bûbû û li qismetê xwe digeriya.Ji xwe bi piranî ajalên çol û çiyan bi şev û berê sibê nijdevanbûn,bi rojê nişte çî bûn! Ji bona wê hêlîn û kunên wan tim di deverên bi ewle û asê de bûn.birek pezkovî xwe ji devera rast ber bi hevraz ve hildikişiya.Kevokan hî di wê beyanî yê de baskên xwe li nava avê dixistin û nukilê xwe li laşê xwe belav dikirin.Roviyekî bi çarlepkî û hêdî hêdî ber bi kewan ve çerx dibû.Hêdî diçû,hindik di çû,lê pirr bi baldarî di çû.Çiqasî nêz dibû,ewqasî bi baldar bû.

Serşivan Mihê û duvikajo Gurî jî,li pala  ku li hember pezê xwe rakiribûnê çêrê. Wan jî pala xwe dabûne latê û hawîrdor raçav dikirin.Serşivan  Mihê, zîq û bi çavên beloq li ajalên hemberî xwe dinerî.Bi işareta dest û çavan kir ku Gurî jî li wan bi nere.Rovî nêzîk dibû, car carî disekinî, hawîrdor raçav dikir û dîsa qevzek dido diavêtin. Êdî gihiştibû ber hinek kew. Ji nişkave da xwe û hicum da wan,heya kewan baskên xwe vekirin rovî yek ji wan girt.

Serşivan Mihê, destê xwe li milê Gurî da û go: “ Te dît, bê bi çi pîlan û sebrê nêçîra xwe kir.” Gurî serê xwe hejand. Mihê li bendê bû ku Gurî pirsina jê bike. Lê hişê Gurî,li devereke din bû.Lewre ew zilamên berî niha bi du rojan hatî gel wan ji hişê wî dernediketin.Ew kes kî bûn,li van çiyayên xir û xalî çi dikirin? Pirs di nava mêjiyê wî de li bin pele guha hev diketin.Mahkum dîtibûn, yên qaçaxî dikirin dîtibûn. Lê ew ê ku dîtin ne di şibiyan wan. Hem wan behsa tiştine din dikirin…

Serşivan Mihê got: “ Te baş dît na bê rovî çawa bi sebir û bi baldarî xwe giande wan. Pezkiviyan çawa lez dikirin,lewra wan dizanî ku êdî yên ji bona wan xetere hene. Ango nêçîrvan. Lê ya balkêş çi bû û te çi dît di nava wan ajalan de?”

Gurî milê xwe xwe hilda û got: “ Nizanim.” Serşivan Mihê tim dixwest û azmûnên xwe yî bi salan bi Gurî re parve bike.Gurî, hem bi vê keyfxweş dibû, hem bexwtewar. Lewra ew endamê serşivaniyê bû.Mihê dît ku axaftina wî,bala Gurî nakişîne, gotina xwe dubare kir û nema li benda Gurî, axaftina xwe domand: “ Te dît wan kevokan, çawa baskên xwe li nava avê dixistin û li laşê xwe belav dikirin? Lewra ew dizanin bê Îro dê çiqasî germ bê.Ji bona wê avê di bin baskê xwe de di hêlin û berîya ku biçin dê xwe baş li nava avê bidin û ji çuçikên xwe re jî bibin,da heya hînkahîya êvarî debara wan bibe…” hîn gotina xwe temam nekirî,wan kevokan xwe li nava avê dan û bi beriyê ve firdan

“Germ! Erê germ. Erê wî zilamê simbêl reş û tim diaxivî jî, heme behsa germê dikir.Lê wî digot: Rojên germ li pêşiya me ne.Hinek wê di vê germê de bi şewitin, hinek dê zindî bibin! Dê ji hinekan re bibe Vejîn, ji hinekan re bibe tune bûn…”Gurî, yek bi yek gotinên wî zilamî di anîîne bîra xwe û di dilê xwe de dubara dikirin.

Gurî serê xwe rakir û got: “ apê Mihê, ewên wê êvarî hatî gel me kî bûn û çi kes bûn?” Mihê got: “ Wele nizanim, lê digotin, Kurdistan û emê van deveran rizgar bikin û tiştine din digotin.Nizanim lê wekî telebeyan bûn.”

Gurî bersiva xwe ne girtibû, lê hişê serşivan Mihê tevlî hev kiribû. Wî jî,di dilê xwe de digot: “Ma ew kî bûn?” lê tu bersiva pirsa xwe nedida. Heya danepezan pez çêrandin û piştre birin mexel. Heya esra dereng  pez li mexel ma. Wan jî bêhna xwe vekiribû.Bi esra dereng re, pezên xwe rakirin çêrîyê.

Demekî şevê dengê çekan bi ser Dihê ket. Mihê got: “Disa ew bêaqil şer dikin.” Lê çiqasî çu dengê çekên cuda dihat.Gurî got: “ Na apo, ev dengê çekan cuda ye.” Bi gotina wî re agir gur bû û dengek bilind dibû ji nava bajêr,lê fam nedikirin.

Roja din bêrîvanan gote wan: “Dibêjin şervanên Kurdistanê girtine ser qereqolê, esker kuştine, çekên wan birine û agir berdane qereqolê. Yekî simbêl reş bangî milet kiriye ku ji bona Kurdistanê her kes şer bike… ”Di gotin û hey digotin. Gurî, ma li benda êvarî, ku bû êvar dê li wan bigeriyana, bê ka ew kî ne û çi dixwazin. Ji xwe re got: “ Îro panzdehê Tebaxê ye, bi rastî roj jî, şev jî germ bû. Lê Vejîn çi bû?”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.