15’ê Tebaxê pêşî li helandinê girt

Şemî 17 Tebax 2024 - 02:32

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 40ˊemîn a Pêngava 15ˊê Tebaxê şahî hatin lidarxistin. Di şahiyên li Reqa, Hesekê, Amûdê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan,Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrik, Girkê Legê, Kobanê, Şehbayê û Şamê bi hezaran kes beşdar bûn hate gotin:’’Şehîd Egîd gulleya yekem li dijî dagirkeriyê teqand, rê li ber mirovahiyê vekir û pêşî li helandina netewe û pêkhateyan girt.’’ Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi teqandina fîşekên hewayî û gerandina govendê ya li ber stranên hunermendan, coşa pîrozbahiyên cejna vejînê heta derengiya şevê dewam kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.