Avahiyên ji serdema Ûrisan mane

Pêncşem 12 Mijdar 2026 - 17:15

  • Avahiyên dirokî yên ji Ûrisan mane bi avahîsaziya xwe ya balkêş Qersê dixemilînin. Gelek kes bi taybetî ji bo dîtina xaniyên bi avahîsaziya Baltiqê hatine çekirin, berê xwedidin xaniyên dîrokî.

 

Li navenda Qersê avahiyên ji aliyê Ûrisan ve hatine çekirin hene û ev avahî xemleke cudadidin bajêr. Gelek kes taybetî ji bo van avahiyan bibînin tên bajêr. Di navbera salên 1877-1978'an de Qers dikeve destê Ûrisan û 40 salan di destê Ûrisan de dimîne. Ûris di van salan de li Qersê dest bi avahîsaziyeke nû dikin û li taxên Yusufpaşa, Ortakapi û Cumhuriyetê yênQersê bi avahîsaziya Baltiqê ya bakurê Rûsyayê dixin meriyetê. Di vê demê de Urisavahîsazên ku ji Holandeyê tînin, di avahîsaziya bajêr de dibin pêşeng.

Mîmariya avahiyên Qersê

Li gor agahiyên Gerînêndetiya Çand û Tûrîzmê ya Qersê hatine bidestxistin, Ûrisan ev avahîsazî bi plansaziya grîd çêkiriye û kolanên wê fireh in. Li gor mîmariya Baltiqê avahî bikevirên bazaltê ku bi avayeke çargoşe hatine birîn, hatine çêkirin. Avahî gelemperî yek an jîdu qat hatine çêkirin, lê weke îstisna sê qat jî hene. Eniyên van avahiyan stûnên destçêkirîlêkirine û bi kevirên neqişandi ve hatine xemilandin. Hundirê van avahiyan jî ji korîdorêndirêj pêk tê û di van korîdoran de ode û eywan hene. Wekî din tiştê ku di nav van avahiyan de balê dikşîne pergala germkirinê ye. Ev avahî bi argûnên bi navê PEÇ ên di nava malê de têngermkirin û ev argûn xweşikbûna xaniyan zêdetir dikin.

Bi qasî 190 avahî hatine tescîlkirin û di bin parastina Wezareta Çandî û Turizmê de ne. Piraniya van avahiyan di bin milkiyeta kesayetan de ne û gelek ji van avahiyan jî ji aliyêsaziyên dewletê ve tên bikaranîn. Tiştekî bal dikşîne jî ev e ku piraniya van avahiyan kirine kargehên bazirganiyê û ev avahî kirine cafe û firoşgehên tiştên cur bi cur. Ji van avahiyan yênherî xweşik jî ji bo saziyên dewletê tên bikaranîn. Ev avahî di kolanên fireh de hatine çêkirinû derdorê van xaniyan darên hatine danîn, taybetî di dema payîzê de dîmenên bêhempaderdixin holê. Gelek kes jî ji bo van avahiyan bibînin ji bo geştê tên Qersê. Ev avahî bi hemûxweşikbûna xwe ve li hemberî hev rêz dibin. Ji ber ku di wext de li van avahiyan baş nenêrîne, gelek ji van avahiyan zirar dîtine. Gelê Qersê jî dibêje ku “Ûrisan ev avahî çêkirin, lê kes xwedî li van derneketin û di bajêr de tiştek lê nehate zêdekirin”.

Çend mînakên xaniyên dîrokî yên li Qersê wiha ne:

* Avahiya Defterdariyê (Qesra Hikûmetê ya Kevn) ji 3 qatan pêk tê, bi xemlandinên kartûşê û şaneşînên xwe yên li quncikan balkêş e.

* Mizgefta Fethiyeyê (Dêra Alexander Nevskî ya Kevin), ji aliyê Ûrisan ve wekî dêr hatiyeavakirin, lê piştre hatiye veguherandin û dêr kirine mizgeft.

* Mala Hekîm a Kevin, Avahiyeke dîrokî ye ku xwediyê xemlandinên Barokê ye û îro wekîoteleke butîk tê bikaranîn.

* Qesra Walîtiyê ya 2'yemîn (1883), bi plana şêweyê L hatiye çêkirin û di pêvajoya PeymanaQersê ya 1921'ê de ku di navbera Hikûmeta TBMM'ê û Komarên Kafkasyayê hatiyeîmzekirin de roleke girîng lîstiye.

* Avahiya Midûriyeta Tenduristiyê (1907), di serdema xwe de wekî nexweşxane hatiyeavakirin.

* Mala Topçiyan, yek ji avahiyên kevirî yên serdema Çar ê ku bi taybetmendiyên xwe yênbalkêş ên enî û planê derdikeve pêş.

* Dêra Ûrisan a Kevin, dêreke dîrokî ye ku ji serdema Çar maye. SERHAT TOPTAŞ/SEMA GEZÎCÎ / AW

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.