Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

Çarşem 11 Mijdar 2026 - 17:15

  • Piştî ku gerîla Zinar şehîd dikeve gundiyên heremê navê kaniyê dikin ‘Kaniya ŞehîdZinar’. Ji bo ku ked û fedekariya gerîla Zinar tu carî neyê jibîrkirin navê wî li kaniyê têkirin. Wek ava vê kaniyê Zinar jî diherike dilê hemû rêheval û dostên xwe.

 

Çiyayên Kurdistanê bi dewlemendiya xwe ve di Rojhilata Navîn de xwedî bedewiyek bêdawîye. Her çiyayekî Kurdîstanê bi tena serê xwe xwedî efsaneyekê ye. Her çiqas bên bilêvkirin jîmirov jê têr nabe. Mirov dizane ku xweşikiyên li ser rûyê erdê di bilindahiyan de veşartiye. Di milekî de şikeftên xwezayî, di milekî de zinarên bilind û tûj ku rê nadin û heta dawiyê asêne, di milê din de jî kaniyên kû mirov ji vexwarina ava wan têr nabe.

Av heta cihê ku lê diherike li derdora xwe jiyanê ava dike, şînkahiyê geş dike yanî ji bozindiyan dibe sitargeh. Em dikarin bibêjin ku têgîna jiyan bi avê re ava dibe. Ji bo rêwiyan jîdibe qurtek ava cemidî ku henaseya wan hênik dike.

Kaniya gerîla Zinar yek ji wan kaniyan e ku li derdora xwe jiyanek hevpar ava kiriye, liderdora kaniyê hemû cure nebat şîn bûne, geş bûne û belavî hemû dolê bûne. Ev dol jî ji borêwiyan dibe cihê bêhnvedanê û kêliyên herî bi qîmet.

Ev kanî li Pirîzê di quntarên çiyayan de ye. Tevî hemû zor û zehmetiyên xwezayê û erîşênhewayî jî dev ji xwedîkirina ewladên xwe bernedaye, hêj bi îhtîşamek mezin diherike û mirovdibêje qey sond xwariye ku wê ewladên xwe her tim têr av bike.

Gundiyên li herêmê jî ji vê kaniyê avê werdigirin û pêdîviyên xwe pêk tînin. Kaniya ŞehîdZinar li qadê xwedî rolek mezin e. Ji bo vê jî herkes qedrê vê kaniyê digire. Dem bi dem têpaqijkirin û derdora wê tê çêkirin. Gelek kes di ber kaniyê de kedê didin û xwêdanê dirijînin.

Yek ji wan jî gerîla Zinar ê ciwan e ku bi baldariyek mezin kaniyê diparêze. Dema kugundiyên herêmê kaniyê paqij dikin tim bi wan re dibe alîkar, di çêkirina dîwarê kaniyê de kedeke mezin dide. Ev dihêle ku di navbera gerîla Zinar û gundiyên heremê de dostaniyekmezin pêş bikeve.

Gerîla Zinar di nava lêgerinan de ye. Ji bo wî jiyana azad bi ked û têkoşînek hevpar ve gengaze. Piştî ku gerîla Zinar şehîd dikeve gundiyên herêmê navê kaniyê dikin ‘Kaniya Şehîd Zinar’. Ji bo ku ked û fedekariya gerîla Zinar tu carî neyê jibîrkirin navê wî li kaniyê tê kirin. Wekava vê kaniyê Zinar jî diherike dilê hemû rêheval û dostên xwe.

ZARÎN AMED/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.