Mafên zarok û ajalan
Pêncşem 22 Cotmeh 2026 - 15:30

- Parastina mafên zarok û ajalan bingeheke xurt a pêşketin û esasgirtina exlaq a civakekê ye. Di nava civakekê de mafên zarok û ajalan neyên parastin em nikarin li wî welatî behsa edaleteke rasteqîn jî bikin.
Zarok ji ber ku dema ji dayik dibin, nikarin xwe biparêzin loma jî pêdiviya wan ji parastinê heye. Temenê di navbera 0-18 salî jixwe hîn wekî zarok tê hesibandin. Di heman demê de jî ji ber zarok siberoja civakê ne divê bi taybet werin parastin. Çimkî siberoja civakekê zarok diyar dikin. Li welatekî dema zarok bên parastin li wî welatî asta şaristanî, çandî, hunerî û mirovahiyê jî elbet hîn bilindtir e. Her wiha parastina ajalan jî di welatekî de gelekî girîng e. Ev ji bo pêşketina hestên mirovahiyê jî girîng e. Her wiha ajal jî hevsengiyeke vê xwezayê û eko sîstemê ne. Dema ku cureyekî ajalan jî ji holê rabe wê demê ev hevsengî xera dibe. Parastina mafên zarok û ajalan peywireke exlaqî û wijdanî ye.
Mafên zarok û ajalan çi ne em li jêr rêz bikin:
*Divê li her welatî her zarok di bin şertên wekhev de bên parastin. Mafên her zarokî yên wekî tendirustî, starbûn, perwerde û jiyanê divê hebin û bên parastin. Divê her welat li gor peymanên parastina mafên zarokan ên navneteweyî yên ku îmze kirine, tev bigerin. Her zarok divê ji ber ziman, nîjad, ol, çand û hunera xwe neyên darizandin. Divê mafên wan ên wekî ziman, çand, hunerê bên parastin. Her zarok mafên wan ên bi awayekî azad xweîfadekirinê heye. Divê ev jî bê parastin. Divê zarok ji her cureyê tundiyê bê parastin û azad bin. Evjî mafek e. Bi taybet zarok divê ji şer bên parastin. Her wiha zarokên astengdar jî divê em ji bîr nekin. Divê ew bi awayekî taybet bên parastin û mafên wan li ber çavan bên girtin.
*Mafên ajalan ên wekî xwarin, vexwarin, starbûn û azadiyê hene. Divê em wekî koleyan li ajalan nenihêrin. Parastina ajalan a ji tundî û zilmê jî mafekî rewa ye. Ceribandinên bêsînor ên li ser ajalan jî dijberiya li hember mafên wan e. Divê ajal li sîrkan neyên bikaranîn. Divê zagonên mafên ajalan diparêzin hebin. Pêşxitina hişmendiya parastina ajalan jî parastineke rewa ya mafên ajalan e. Mafê ajalan ê tendirustiyê jî heye. Divê ajal tenê wekî amûreke berjewendiyê neyê dîtin û ajalên bêxwedî divê mirov li wan xwedî derkeve. Divê ajalên cureyên wan li ber tunebûnê ne bên parastin û ajalên kovî ji xwezaya xwe neyên qutkirin. Divê ajal ji êrişên zayendî jî bên parastin. Divê hezkirin û dilovaniya li hember ajalan bê pêşketin.
NAVENDA NÛÇEYAN







