Tiştên li Hesekê rû didin

Pêncşem 15 Cotmeh 2026 - 16:00

  • Ji bo beşdarî provokasyonên li Hesekê bibin ji herêmên di bin kontrola Şamê de bi dehan kes anîn. Divê gel li dijî provokasyonan girêdayî xweparastinê xeteke berxwedanê ava bikin.

 

 

Li Hesekê Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û gelên cuda bi hev re dijîn. Kurd bi giranî li taxên Muftî û Salihiyeyê ne Ereb jî li taxên Xiwêran, Neşva û Tel Hacerê dimînin. Li taxa Azîziyeyê û hin qadên cuda yên li navenda bajêr jî civakên cudatir dijîn.

Di rastiyê de rêveberiya bajêr bi awayekî rasterast girêdayî vê avaniya pirgelî ye ku wê nûnertiya wê çawa were kirin. Modela Rêveberiya Xweser a li Rojava bingeha wê hate avakirin û ji hemû cîhanê re bû mînak, rêveberiyeke hevpar a mafê gotinê yê civakên cuda esas digire lê belê Hikûmeta Demkî ya Şamê ya roja îroyîn, berê xwe dide jinûvesepandina zîhniyeta rejîma BAAS’ê. Her çend li gel Peymana 29’ê Çileyê di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de pêvajoya entegrasyonê hatibe destpêkirin jî hikûmeta heyî naskirina mafên Kurdan ên weke îradeya siyasî, nasname û çandî red dike. Bi taybetî cînayetên li Hesekê yên di demên dawîn de, êrîşên li ser sembola, hewldanên dagirkirina taxên Kurdan û bûyerên çekdarî nîşaneyên vê zîhniyetê yê li vî bajarî ne.

Yek ji pêngaveke şênber a pêvajoya entegrasyonê, tayînkirina Nûreddîn Îsa Ahmed a ji Walîtiya Hesekê ye. Rêveberıya Şamê, ji bo şopandina sepandina lihevkirinê Tuxgeneral Ziyad el-Ayiş weke Nûnerê Taybet ê Serokkomariyê wezîfedar kir.

Biryar hate girtin ku sê lîwayên ku ji şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêk tên beşdarî 60’emîn Tûmena artêşa Sûriyeyê bibin. Di meha Gulanê de di bin tûmenên 60’emîn û 72’yemîn de avaniyê lîwayan ên entegre hatin avakirin; li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê sererastkirinên nû hatin kirin. Ji bo ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) bigirin bin siya Wezareta Karên Hundirîn a Sûriyeyê kiryar hatin destpêkirin.

Yek ji mînaka giran a êrîşên li ser Kurdan di 10’ê Îlonê de pêk hat. Şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî hate revandin û qetilkirin. Cînayet bû sedem ku metirsiyên têkildarî ewlehiyê yên şervanên ku entegreyî artêşê bûne û Kurdên li bajêr zêde bibin.

Di 20’ê Îlonê de li hemberî dewriyeya Asayîşê ya li nêzîkî Zanîngeha Qurtuba a li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encama gulebarandina du kesên li ser motorsiklêtê de Abdulazîz Faysal Hasan jiyana xwe ji dest da û du xebatkarên şîrketa petrolê birîndar bûn. Tiştên ku di hefteya ewil a meha Cotmehê de rû dan jî, mînaka herî eşkere ye ku Şam bi awayekî rasterast provokasyonan birêxistin dike.

Li ser kanalên TV’yê û medyaya dijîtal li hemû Ereben li Hesêkê bang hate kirin ku 2’yê Cotmehê piştî nimêja Înê li dijî Kurdan meş were lidarxistin. Piştre li taxên Xiwêran û Nişvayê piştî nimêjê meşek hate lidarxistin. Li navenda bajêr alên aîdî Kurdan hatin şewitandin. Sembolên Kurdan, tabela û kamerayên ewlehiyê hatin hedefgirtin. Bi vî awayî êrîş gihîştin asteke ku nasnameya Kurdan û hebûna wan a di qada civakî de hedef digirin. Piştre li Reqa û Serêkaniyê meşên tê de bangên ku Şam ‘’tevahiya kontrola Hesekê bi dest bixe’’ hate kirin, hatin lidarxistin.

Provokasyonên ku li ser alan hatin kirin, beriya Hesekê li Kobanê û Efrînê jî hatibûn plankirin. Di dema pîrozbahiya Newroza Kobanê de dîmenên têkildarî xistina ala Sûriyeyê hatin belavkirin. Asayîşê da zanîn ku kesên gumanbar hatine binçavkirin û ji meqamên edlî re hatine sewqkirin. Hate diyarkirin ku dîmen li herêmên cuda bi armanca zêdekirina rageşiyê hatine bikaranîn. Di heman rojan de li Efrînê Kurdên ku ji pîrozbahiyên Newrozê vedigeriyan bi êrîşan re rû bi rû man.

Taxa Xiwêranê, di pêvajoya 15 salên dawîn de weke taxeke ku bi awayekî aktîf piştgirî daye DAÎŞ’ê derdive pêş. Li vê taxê bi giranî Ereb dijîn. Ji ber ku lê şaneyên DAÎŞ’ê hene, lê gelek çete hatine girtin û beriya niha nêzîkî 3 hezar çete li girtîgehê hatine girtin, di rojeva ewlehiya Hesekê de xwedî cihekî girîng e.  Ji ber wê yekê plankirina bûyeran a li vê taxê jî taybet balê dikşîne.

Komên cîhadîst ên di 8’ê Cotmehê de dubare daketin Qada Aşitiyê ya li navenda bajêr, zirar dan sembolên Kurdan, tabelaya qadê û kamerayên ewlehiyê. Di dema provokasyonên ku li Xiwêranê dest pê kirin de zirar dan mal û milkên kesab û raya giştî. Asayîş, ji bo ku provakosyon belav nebin bakurê Hesekê û taxên Kurdan mudaxele kir.

Di 9’ê Cotmehê de jî hema bibêjin bajêr bi zîhniyeta DAÎŞ’ê re rû bi rû ma. Amadekariyên meşa cîhadîst, nîşan didin ku bûyer bes ji bangeke ku wê rojê hate kirin, pêk nayên. Piştî ku hefteyekê beriya wê (2’yê Cotmehê) ji bo meşa hate lidarxistin beşdariya ku dihat payîn pêk nehat, amadekariyên ji bo xwepêşandaneke nû hatin destpêkirin. Li gel Hesekê Erebên li Şeddadê, Serêkaniyê, Dêrazor, Çiyayê Kizwan, Reqa, Til Temir û Til Birakê dan Hesekê. Bi taybetî ji bo beşdarî meşê bibin serî li gef û zextê dan.

Şam jî bi awayekî rasterast plankerê provokasyoneke bi vî rengî bû. Ji Serêkaniyê, Hums, Hema û Reqayê di navbera hezar û 2 hezar leşker di bin navê ‘’parastina bajêr’’ de anîn Hesekê. Dema ku êrîşan dest pê kirin jî xwe paşve kişand û li bendê ma ku şerê Kurd-Ereban dest pê bike.

Ev demeke dirêj e dewleta Tirk û hikûmeta Şamê li dijî birêvebirina Hesekê ya ji aliyê saziyên ku pêşengtiya Kurdan hatine avakirin ve derdikevin û plan dikin ku li tevahiya Rojava rêveberiya navendî kontrolê bi dest bixe. Ev zîhniyeta yekperest û nedemokratîk, nîşan dide ku li şûna ku di nava avaniyeke siyasî de destkeftiyên Kurdan nas bike, tunekirina wan hedef dike.

Her wiha êrîş bi xwepêşandanan re sînordar neman. Li nêzî Xaçerêya Pîşesaziyê, sê birayên di wesayîteke ku li ser ala Kurdan hebû, li rastî êrîşeke çekdarî hatin. Talûkeya jiyanî ya DiyarMuhammed Sirac ê 16 salî û birayê wî Nezîr Muhammed Sirac ê 20 salî berdewam dike ku her du bira bi giranî birîndar bûbûn.

Di 10’ê Cotmehê de jî li hemberî ekîba Rojava FM a li Taxa Salihiyeyê êrîşek hate kirin. Kedkarekî radyoyê birîndar bû; erîşkaran dest danîn ser wesayîta ekîbê û ji cihê bûyerê dûr ketin. Asayîşê bi armanca eşkerekirina sedema bûyerê û girtina failan lêpirsînek da destpêkirin.

Bi taybetî gefên li sertaxên Kurdan, hedefgirtina sembolan û bûyerên çekdarî li bajêr fikarên têkildarî ewlehiyê zêdetir kirin. Tê diyarkirin ku tevî van yekan jî gel li dijî provokasyonan hesas tev geriyaye.

Êrîşên li Hesekê, dewama polîtîkayên înkarê ne ku Kurd beriya niha rû bi rû mabûn. Li Sûriyeyê gelê Kurd salên dirêj bi astengkirina mafên hemwelatîbûnê, înkarkirina nasnameyê û astengkirina bikaranîna Kurdî re rû bi rû man. Sepanên ku bikaranîna Kurdî ya di perwerde û qada giştî de qedexe dikirin, perçeyên girîng ên vê polîtîkayê bûn. Roja îroyîn hedefgirtina sembolên Kurdan û gefên têkildarî dagirkirina taxan vê bîra dîrokî dubare tîne rojevê.

Di piştperdeya dîrokî ya bûyerên li Hesekê de êrîşên li ser Kurdan ên di sala 2004’an de cih digirin. Bûyerên ku di 12’ê Adara 2004’an de dema pêşbirkeke futbolê dest pê kirin, di nava demeke kurt de veguherîn xwepêaşandanên daxwazên Kurdan ên têkildarî mafên siyasî û çandî.

Wê serdemê li Hesekê xanî û kargehên aîdî Kurdan hatin hedefgirtin. Li taxên Xiwêran û Nişvayê xanî û kargehên Kurdan  hatin talankirin, gelek Kurd neçar man ku berê xwe bidin taxên cudatir.

Cînayet, bûyerên çekdarî, êrîşên li sersembolan û gefên li ser taxan ên li Hesekê  dubare girîngiya xweparastinê anîn rojevê. Mafê parastina jiyana Kurdan, nasnameya wan û destkeftiyên siyasî di şert û mercên ewlehiya bajêr ya heyî de veguherî serenavekî sereke.

Xweparastin, ji bilî parastina jîngehan a ji aliyê gel ve piştevaniya civakî û parastina jiyana hevpar jî di nava xwe de dihewîne. Pêşxistina berxwedana demokratîk û rewa ya li dijî zîhniyeta Hikûmeta Şamê ya îradeya gelan nas nake û daxwazên rewa red dike, yek ji serenavên girîng ên têkoşîna siyasî ya li Rojava ye. Bi kurtasî pêşeroja Hesekê, wê li gel bersivên pirsên weke îradeya gelan çawa were naskirin û destkeftiyên siyasî yên li Rojava çawa werin nirxandin, diyar bibin. Nîqaşên têkildarî xweparastin û piştevaniyê jî weke perçeyekî vê têkoşîna siyasî bi girîngiya xwe derdikeve pêş.

ANF/ GÛRBET SARYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.