Entegrasyonek çawa?

Nûçeyên Forum —

Çarşem 30 Îlon 2026 - 06:30

  • Rewşek nû… Belkî jî ne dûrî me! Lê ka em jê çi fêhm bikin. Niha bi rewşa lihevhatinê yanî bi çareseriya pirsgirêka sedsalan ku em Kurd û dewleta Tirk-Civaka Tirk divê em entegreyî hev bibin, hev qebûl bikin, li hev bên. Li Rojava bi Sûrî- Ereban, li Rojhilat bi Fars-Îranê re rewşa têkildarî hev. Em ê li ser Bakurê Kurdistanê-Tirkî çend peyvên xwe parve bikin.

FERATÊ DENGIZΠ                                  

Jixwe bi zordariyê û ji ber polîtikayên mêtingeriyê be jî, ev bi salan e, bi kotek, tehde û lêferzkirina rewşa fermî em bidil/bêdil entegreyî dewleta-civaka Tirk bûne; rewşa leşkeriyê, mejbûrbûna her karên li Qonaxa Hikûmatê û perwerdehiya bi darê zorê yan jî mejbûrîkirin (divê em bixwînin bibin tiştekî; mamoste, bijîşk, parêzer…) li ber çavan e. Herwiha serhildan û têkoşîna me jî berdewam e. Me şoreşek jinî- zihnî- civakî pêk aniye. Lê divê em tiştina zelal raxin ber çavên hev. Dîwarê hişkberê nabe, divê em dîwarekî zexm ê civaka xwe bihûnin. Dîsa em nebêjin “ez/em xapandim..!” em ne rebenê tu gel, netewe û civakan in. Em nebin parsekê wan ku bibêjin “tu dibê qey min nanek xwariye, parçeyek dayiyê…” Em ne stûxwarê tu kesî ne. Wek hevalê min î têkoşerê demokrat Remzî Azizoglu bi devlikenî dibêje, “Em entegre bûne, bila ew Tirk entegre bibin, dora wan e, ev pêvajo bêhtir kar dixe ser milê wan, ser milê pergalê…”

Îca va tiştên ku rikberê me, ên li hemberî me, dewlet-civaka Tirk qebûl bikin ev in, bila xwe ji boni entegreyê perwerde bikin, li gorî zanîna xwe ya dilê xwe raxim, bi baldarî;

Demokratbûn; Divê Civak û Dewleta Tirk bibe demokrat, di serî de hebûna Kurdan û gelên din û baweriyên din qebûl bike. Yanî divê lêborînê ji me bixwaze, bibêje: Min di meseleya Şêx Seîd de, di ya Dersim û Zîlan de, di şewata çar hezar gund, avêtina bîra asîdan-faîlên meçhûl û nelirêtiyên vî şerê çil-pêncî salê dawîn de xeta kir. Lêborînê dixwazim… Lêborînê bixwaze di serî de ji gelê Kurd û yên din, Elewî û Çepgir û herwekîdinê… Divê ew cenawirê ku afirand û ku her digotin-dibêjin; Tirkek berdêlî dinyayê ye, Tirk xwe bipesinîne, bixebite û ewlekar be, her kes Tirk e, li vî welatî netewek bi tenê heye, ew jî Tirk e, Xwezil bi wî/ê ku dibêje ez Tirk im, kedî bike. Bila keder û xemgîniya me parve bike, lewra civakek talan kiriye û dike. Em xistine derûniyeke ku dibêje di her keder û xemgîniyê de ez heme. Şertê pêşîn ên demokratbûnê qebûlkirina yê li hemberî xwe ye ne ku wî/ê mejbûrî guhertinê bike, çi be wek dîrok, hebûn û çanda wî/ê, bi xwezayiya wî/ê û mafê mirovbûnê bîne cîh; bila mejbûrî guhertinê neke, çi be, wek çand û hebûna wî/ê, zimanê wî/ê…

Parastina Ekolojiyê; Divê derdorê ji bonî kara zêde, ji bonî hêrsa xwedîmalbûnê ya kes, şîrket û biyaniyan neke armanca xwe. Civak û xwezayê û herwiha kes biparêze, xwezayê talan neke. Daristan, robar û hewa paqij nema, sikran(barajan) jiyan herimand. Santralê enerjiya nûkleer nefesê nade mirovan, bajarvanî bûye talanvanbûnî û gund jî dane ber xwe. Divê perwerdehiyek li ser vî esasî bibe armanc.

Azadiya Jinê; Divê destên xwe ji bestik û sitkûra jinan berde. Jiyan li jinan herimiye her roj tên kuştin, kuştinên cure bi cure. Divê azadiya jinan bibe armanca perwerdehiya civakî û netewî… Bila jin bi dilên xwe bizewicin, ne bi zora civakî-aborî-çandî… ka ez mînakek rojane bidim. Çend roj berê li gundekî Mêrdîne, du ciwanan dil dan hev. Lê keç kirin dergistiya yekî bê dilê wê; xort xwe kuşt, keçikê ji xwe da ber kuştinê, niha di lênerîna siftê de ye. Ev trajedî û xemgînî dê çawa biqede. Bersûc perwerdehiya netewî-civakî ya pergalê ye. Lêborîn, qebûl û xwerastkirin lazim e ku civaka me jî, rêxistinên me jî berpirsiyar in. Bila ji rêgeza “Jin-Jiyan-Azadî” sûdê werbigire.

Ev bendewariyên me ne, hilbet ev rewş dem û perwerdehiyê dixwaze, lê hewldana jidil  divê vê baweriyê bide me, bide gelan û civakê…

Wek Kurdekî çalakvanê nivîsê; Pêşî divê nasnameya min bê naskirin û erêkirin, Ez Kurd im. Dudo bila welatê min, axa min î zêrin bê naskirin û qebûlkirin, welatê min Kurdistan e, “lê- belê lê” qet ne li ser bala min e. Sisê ez statûyekê dixwazim ku îradeya min bila bi dilê min be; qeyûman naxwazim, bi hilbijartinek azad ku xwecîhî yan jî statûyeke din ket destê min divê tu kes têkildar nebe, Zagon li gorî vê bê guhertin. Zimanê min, perwerdehiya bi zimanê min ne bexşa kesî ye, ev mafê min î herî xwezayî ye. Mirov dikare hê jî zêde bike. Lê bes e, armanc tê fêhmkirin. Bila Civak-Dewleta Tirk bêhtir xwe entegreyî Civaka Aştî û Demokrasiyê bikin. Em bendewar in û baweriya me bi guhertinê heye. Rewşek nû mafê me gelan tevan e. Me têra xwe hev qir kir, dor dora aştiyê ye.

Vê jî nebêjim nabe. Bi qetilkirina me Kurdan bila me netirsînin, hewce nake, sal û berxwedan rewşê zelal dike û ez cangorî Sîpan Hiznî ji dil bibîrtînim, bejna xwe li ber ditewînim. Wehşet me natisîne kujer û fêhmkoran rezîl û ruswayê mirovahiyê dike.

Bi hêviya jiyanek nû; ya demokratî, azadî, aştî û têr evînî..!

Ne zor e, hebikî ûjdan û dilhebînî..! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.