‘Evîna ji bo Kurdî ne bê berdel bû!’

Nûçeyên Çand/Huner —

Pêncşem 8 Cotmeh 2026 - 17:30

 

Nivîskar Feratê Dengizî pirtûka xwe ya nû ya bi navê "Nivîsên Girtîgehan" weşand. Di vê pirtûkê de, wî bîranînên xwe yên deh salên girtîgehê û her wiha nivîs û serpêhatiyên hevalên xwe yên girtî bi zimanê Kurdî kom kiriye. Pirtûk hemû aliyên jiyana girtîgehê vedibêje; ji îşkenceyên hatine kirin bigire heta gera li hewadariyê û cih dide kêliyên xemgîn û her wiha diyalogên tijî henek û ken. Dengizî her wiha rêzê li hemû girtiyên ku di heyama deh salên girtîbûna xwe de nas kirine digire û bi rêya nivîsên ku di qawîşan de hatine nivîsandin, serpêhatiyên berê yên girtîgehê bibîr dixe.

Dengizî ku di zaroktiya xwe de dest bi nivîsandina bi Kurdî kiriye, di dema girtîbûna xwe de jî bi rêya pirtûkên xwe yên resen ên Kurdî û wergeran ev kar berdewam kir. Dengizî bilêv kir ku pêwîst e perwerdeya bi zimanê dayikê di destûrê de were garantîkirin, bi awayekî fermî wekî zimanê hîndekariyê were naskirin û statuyeke fermî jê re were dayîn. Dengizî bal kişand ser bandora zilm û zextê ya li ser zimanê Kurdî û got: "Li Bakur, evîna ji bo Kurdiyê bê berdêl pêk nehat; barekî giran û zilm bi xwe re anî. Dema em diçûn dibistana seretayî, eger me bi Kurmancî biaxiviya, em dihatin cezakirin û lêdan. Di encamê de, daxwaz û pêdiviyeke pir xurt derket holê."

‘Kurdî nêzîkî rastiya jiyanê ye’

Feratê Dengizî diyar kir ku ew mamosteyê matematîkê bûye, lê ji ber sedemên siyasî ji karê xwe yê mamostetiyê hatiye dûrxistin û girtin. Wî da zanîn ku piştî serbestberdana xwe, li saziyên wekî Enstîtuya Kurdî û Komeleya Nivîskarên Kurd li ser zimanê kurdî xebitiye. Dengizî bilêv kir ku zimanê Kurdî rasterast bi xwezayê û jiyanê ve girêdayî ye û destnîşan kir ku avahiya ziman rê dide analîzkirina jiyan û hebûniyê. Dengizî, têkiliya ziman bi xwezayê re di çarçoveya perspektîfên nêr û mêtiyê yên di zimanê Kurdî de nirxand û got: "Zimanê Kurdî gelekî nêzîkî rastiya jiyanê ye; rasterast jiyanê şîrove dike. Heta di warê zanînê de jî, dayik e ku zimanekî diafirîne, pêş dixe û hînî zarokê xwe dike. Dayik bixwe jiyan e û divê ew jiyana zimanê Kurdî bide zarokê xwe."

‘Em xwe radestî bêhêvîtiyê nekin’

Feratê Dengizî bilêv kir ku ne şe rû pevçûn, divê dîplomasî, zanist û siyaset bibin bingeha çareserkirina pirsgirêka Kurd û wiha got: "Bi rastî di nava Kurdan û civakên Rojhilata Navînê de gelek xwîn hatiye rijandin û gelek kes jiyana xwe ji dest dane. Kuştin çareseriya tiştekî nîn e." Dengizî bal kişand ser wê yekê ku divê Kurd daxwazên xwe yên demokratîk bi awayekî zelal bînin ziman û wiha lê zêde kir: "Divê em li zimên xwe û statuya xwe xwedî derkevin û wan misoger bikin. Ev derfeteke mezin e; her çend bar giran be jî, divê em xwe radestî bêhêvîtiyê nekin, lê belê bi rêya rêxistinbûnê daxwazên xwe yên siyasî û zimanî xurt bikin."

Feratê Dengizî kî ye?

Feratê Dengizî li gundê Dengiza yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di navbera salên 1989-1995'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Di navbera salên 2005-2012’an de berdevkiya Enstîtuya Kurdî ya Amedê kiriye û di Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê de endamtî û rêveberî kiriye. Her wiha li Kurdî-Der’ê wekî aktivîstê tevgera ziman û mamostetiya zimanê Kurdî xebitiye. Di sala 2014'an de ji bo Hevşaredarê Stewrê ya Mêrdînê hat hilbijartin, lê di sala 2017'an de li şûna wî qeymeqam hat tayînkirin. Feratê Dengizî di 24'ê Sibata 2017'an de hat girtin, piştî demekê di girtîgehê de ma hat berdan. Di doza ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kiriye" de 10 sal û meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Feratê Dengizî nivîskarê berhemên bi navê "Xemşadî", "Wêrane", "Metelokên Kurdî", "Bi Heft Dengan Gazî Dikim", "Qêrîna Dilê Min" û "Nivîsên Girtîgehan" e.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.