Derûniya me

Nûçeyên Forum

Sêşem 21 Tîrmeh 2026 - 07:00

  • Jiyan û têkoşîn, dîrok û felsefe, serhildan û bindestî. Mirov dikare li gasîna hişmendiyê hespê xwe bi gelek têgih û bûyerên wisa bibezîne. Hilbet her kes giriyê wî/ê li miriyê/a wî/ê tê. Ku tu li ser xwe nefikirî, encaman dernexî, çi kes çi civak, tê hema wisa jiyana xwe bidomînî û berpirsiyariya ûjdan û derûniyê av û av diçe, dibe ku tu bibêjî, çû ji min, çû ji te, bila here. Lê ne wisa ye.

 

FERATÊ DENGIZÎ

Em Kurd ev zêdeyî du sedsalan e li pey azadiya xwe û statûyeke serbixwe ne, têdikoşin, şer dikin, li ber xwe didin. Lê encam ne bi dilê me ne. Kesayetatiya me bêyî me û bê dilî me bûye parçe parçe, li du perçe bûne şîq di serê me de û her li çareyê / li çareyan digerin.

Yek; Ev zêdeyî du sed salî ye, her serhildanên me têk diçin. Sedema bingehîn jî hundirîn e û serdestên me vê bi kar tînîn; qaşo “Kurd nabin tiştekî…” va kujerê navnetewî El Şara jî dibêje… way li minê…. Qet hesabê me nake  segbav. Wek kêra kalanî xwe li hestiyê me tûj dike, lê vê carê di serî de jinên Kurd em ê dersek dîrokî bidin wî û aqilmendên wî / hevkarên wî… lê belê derûniya me ji vê hêlê, ji kêra li piştê ya navxweyî birîndar e, hê jî bi me dilîzin; em berê xwe nadin neyarê xwe raste rast lê li ser tiştekî biçûk em dibin kujerê bira û xwişkên xwe. Ev malwêranî ye. Ma dê diya me her havika spî ya şînê bide serê xwe, ji berberî û neyartiya navxweyî. Malava ji bonî rewşenbîran civatek li Cizîra Botan li darket ji hêla Însiyatifa Yekîtiya Demokratîk li ser vê mijarê û dê yek jî li Qoserê li dar bikeve, hêvîdar im ku em bên ser hişê xwe û li xwe şiyar bin. Va rêxistin û rêberên me hene, em ne bêçare ne. Yekîtiyek xurt dê derê me derman bike. Em xwe nedin alî û bi xwe bawer bin, em dikarin xwe bi rêve bibin û Kurd dikarin bibin her tişt. Va dinya êdî me ji xwe re mînak digire, ji ber polîtîkbûn û xwerêxistinkirina me. Bila neyar bi pey qayûman kevin lê em ê li çareya serê xwe binêrin. Em êdî ne mecbûrê binketinê ne. Em dikarin bi ser kevin! Bila neyar û hevkarên wan bizanibin, êdî em ê bizarî wan bikin, henekên xwe li rêbeniya wan bikin. Çareya me dermankirina vê birînê û yekîtî ye!

Dudo; Em kirine parçe, lê ne parçebûnek xwezayî ya çêkirî ye û bandora wê li ser me heye. Li Rojhilat fermî Farisî û jiyana civakî Kurdî, li Başûr û Rojava Erebî fermî û jiyana civakî Kurdî (bextewar im ku van çend deh salên dawîn ev rewş guheriye lê hê bandorek derûnî heye!) li Bakur fermî Tirkî û jiyana civakî-malbatî Kurdî, lê mixabin bandora bişaftin û xwebişaftinê zêde ye. Îca jiyan û kesayet li hemberî vê rewşê dibe du parçe. Aliyek serdestî aliyek bindestî û bi hev re. Ev parçebûnî bi her awayî; derûnî, civakî, têkilî, bixwebawerî, têkoşîn….hwd me ji reng û çanda me, xwebûna me, hebûna me bi dûr dixe. Her parçeyîn. Ev jî birînek xencera kalanî ye û ev birîn nacebire. Em hevudu nexapînin. Lê helbet ne bêçare ye, çare heye û ev zêdeyî pêncî salî keç û xortên Kurdan bi rohnayiya Rêber Apo bi ruh canê xwe rê şanî me didin û birînê derman dikin. Lê hê jî divê…

Îja vê derûniya parçebûyîn noşiyê, çêbûnê dixwaze. Em kumên xwe deynin ber xwe; ji xwe, ji kes, malbat, tax, civak, bajarok, bajar, gel, netew destpê bikin û bifikirin. Em çîqas xwe ne. Em xerîbên xwe ne yan xasxwebûnên xwe, lewra ku em nebin Kurd û Kurdewar em nikarin bi kesî re hevaltiyê jî bikin û nikarin tevlî entenasyonalîzmê, entegreyî şaristanî, gerdûnî û miroviyê, mirovatiyê jî bibin. Divê em bi serbilindiya kesayeta xwe tevlî jiyana hemdem bibin, ne siya xelkê! Em ne xwelîserê cafe, bar û qaşo moderniyê xwarina zikwerimîn; hamburger, pîza û niza’m çi ne. Em dikarin ligel çand, dîrok, exlaq, polîtîk û civakbûna xwe ya resen tevlî jiyanê bibin.

Belê, derûnî şêweyê dide mirov, lê ku mirov lê hay bû pê ve êdî dikare hişê xwe bide serê xwe û xwebixwe xwe derman bike. Em dikarin vê derûniya xwe vegerînin derûniya kesayeta azad. Ceribîn, mînak û hewldanên me zêde ne. Bi tenê divê em bikaribin herin ber neynikekê, ber eyneyekê li xwe binêrin, qisûra xwe bibînin û xwe ji nû de ava bikin. Temam qisûr, kêmanî û genîtiyên me, ezeziyên me hene lê em dikarin vana çareser bikin. Em ne mecbûr in bibin teriyên xelkê. Va qîz û xurtan riya me vekirine, rohnî kirine, êdî bext ê me ye….

Dem ne dereng e, bi qasî ku em bi hev re şer bikin, edoqewmiyê, fesadiyê bikin em li ser azadiya xwe bifikirin û berê xwe bidin neyarê xwe; xwe ji heyraniya xelkê ya serdestan xelas bikin, derî li tîryak, faîz, perepersetî, menfeetperestî û mirinê bigirin, berê xwe bidin azadiyê. Destên xwe ji bestika hev berdin, bi qirika neyar bigirin. Bi zêdeyî xerîb ne dermanê me ne, dost ne tê de. Em nebin xwedî kesayeta “bi tenêtiya sedsalîn!”

Bila ev rist diyariyên evîn û azadiyê bin:

Min li ber derî

Kulîlik çandin, kulîrik…

belkî tu werî

lê tu nehatî, dê tu neyê

Lê ez bihêvî me

Hêvî nayê qutkirin ev sedema hebûnê…

Azadî ne dûr e!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.