
- Rûpelên dîrokê, bi serenavên ku bi xwînê hatine nivîsandin lêmişt û tije ne. Di biryarên ku ji hêla qeran, stemkar, şahînşah, dûgel û bi navê nû yê hemdem hêzên dagirger ve têne wergirtin; di sînorên ku li ser nexşeyan tên xêzkirin û di bazarên li ser maseyan tên kirin de tu caran gel nîn in.
ADAR JIYAN
Belê piştî ku ji ser maseyan radibin, yên ku bedêla şer didin hertim gel in. Ji do heya îro rastyeke ku qet naguhere heye: Pirî caran ên ku şer dikin jî sedema şer nizanin. Gotarên fermî qala serketin, lehengî û armamcên pîroz dikin. Heçku çîroka rastîn, li cihê ku bombe aş dibin; piştî solên zarokan ên ku di bin xaniyên kavil de winda dibin û cendekên ku di bin xirban de dimînin dest pê dike. Û barê herî giran jin hildigirin. Jin, di şer de tenê hevjîn, bira û zarokên xwe winda nakin. Heman demê neçar in ku li ser piyan bimînin. Ji aliyekî ve şînê dikişînin, ji aliyê din ve jî ji nû ve jiyanê ava dikin. Ji bo peydakirina nanê zarokên mayî, ji bo dermankirina laşên ku ji tirsa re dilerizin û ji bo fikirandina jiyana dahatûyê hemû wekî bar dikevin ser milê wan.
Ciwanên ku ber bi eniya şer ve tên rakêşkirin û çekên ku di destên wan de ne bêyî ku fam bikin ka kîjan bîrdozê, kîjan berjewendiyê û kijan kerbê diparêzin, dikujin û tên kuştin. Ji bo wan şer, ne têgihek e; şevek sar, çeperekî biçirav û tirseke bêdawî ye. Belê şer li gor hişê dagirkeran, tenê ji jimareyan pêk tê. Erda ku tê zevtkirin, çavkaniyên ku tên desteserkirin û qadên desthlatdariyê ne. Di vê nîgarê de mirov, hêmana ku ku herî erzan tê xerckirin e. Dengê zimanê şer bilind e belê kirinên şer bêdeng in.
Ên ku şer derdixin mêr in; belê yên ku kavilên şer didin ser hev jin in. Rewşa bêgunehiyê ya herî zelal û xwerû zarok in. Zarok nizanin şer çi ye; belê şer ji zarokan bêtir dizane zarokatî çi ye. Li şûna pêlîstokan dengê.çekan, li şûna çîrvanokan dengê sîrenan dibihîsin. Berî peyvan hîn bibin tirsê, berî xewn û xeyalan têkçûnê hîn dibin. Qurbaniyên herî bêdeng ên hesabê dagirlikeriyê zarok in; lewre qîrîna wan hevsengiya hêzê xira nake. Mirina zarokekê/î ne encameke neçar a tu şeran e. Mirina her zarokekê/î sûcê tevê mirovahiyê yê hevpar e.
Şer, tenê ne li eniyê tê jiyîn. Şer li kampên penaberan; bi xizaniyê, bi rûxanên derûnî, bi aşbûnê berdewam dike. Şerên wekî ku rawestiyane xuya dikin, di derûniya mirovan de kavilên ku bi salan didomin li pey xwe dihêlin. Dema ku hêzên dagirker planên nû çêdikin, yên ku piştî şer dimînin, ji bo ku di bin barê rabirdûyê de rabin dijîn. Malwêraniya herî mezin ev e: Ligel ku mirovahî baş dizane ku şer rê li ber çi karesatan vedike jî, dîsa dubare dubare wê şaşiyê dike. Lewre şer, di suxreya kesên xurt de ye; kesên qels tenê jiyana xwe ji dest didin. Lewre dagirkerî, ne mirov, destketinê navend dibîne. Û lewre dema ku wijdan nikaribe bi xurtiyê re bikeve pêşbaziyê, herî zêde kesên bêguneh dimirin. Ji ber vê yekê dijberiya şer ne bîrdozek e, divê wekî bertekeke mirovahiyê ye. Her gotarên ku rondikên çavên jinan/dayikan, kenê zarokan ê nîvcomayî, asayîkirina mirinên ku sedemên wan nayên zanîn, hemû hevparên sûc ên şer in. Aştiya rastîn, ne bi aşbûna çekan; bi daxwaza devjêberdana desthilatdariya mirov a li ser mirovên din pêkan dibe. Serketiyên şer nîn in. Belê têkçûyiyên şer heman in. Û heya ku cîhan vê rastiyê bipejirîne, dîrok dê tenê ji êşên ku navên wan ji hev cuda ne pêk were.
Her serdem, şerê xwe wekî "bêgavî "mafdarî" an jî "çarenîn"iyê nîşan dide. Heçku rastî vê yekê destnîşan dike: Her tiştê ku wekî bêgaviyekê tê nîşandan, pirî caran berhema vegotina desthiltdariyê ye ku nehatiye pirsiyarkirin. Pirsgirêka ku hêzên dagirker ên ku gelan bi hev didin qirkirin, tenê ne pirsgirêkeke leşkerî an jî ramyarî ye; heman demê pirsgirêkeke exlaqî û wijdanî ye. Lewre xirabî hertim bi bêperdaqî nayê kirin; hin caran dibe karekî jirêzê. Yên ku şer derdixin, di eniya şer de kêm caran dimirin; ên ku dimirin jî nizanin ji bo çi dimirin. Takekesê/a ku fermanê werdigire, difikire ku ew berpirsiyariya xwe vedguhêze hêza jor. Ji mirov heye ku ew bi vî awayî xwe ji ber barê berpirsiyaria xwe dide alî. Heçku ji hêla êxlaqî ve berpirsiyarî tu car nayê veguhastin. Tiliya ku pê li tilîkêşê dike, ji hincetê wêdetir, kiryareke mirovî pêk tîne. Rêgeza ku "divê mirov wekî amûrekê neyê dîtin" di rastiya şer de parçe parçe dibe.
Ji bo hişê dagirkeriyê mirov ne armanc e; alav e. Leşker, misogeriya berfirehkirina sînoran e; jin, misogeriya berdewamkirina pergalê ya piştî şer e; zarok misogeriya bêdeng a hesabê dahatûyê ye. Mirov, ji nirxê xwe yê hebûnê bi dûr dikeve û li parçeyekî stratejiyekê dadigere. Îcar ev dagerîn li vir dibe sûcê şer ê herî giran ê felsefî. Biyanîbûna ku şer diafirîne tenê li eniyê pêk nayê. Civak jî, her ku hînî şer dibin tundiyê asayî dibînin. Li vir dijbêjiya efendîtî û koletiyê ji nû ve derdikeve pêş: Hêz, hebûna xwe tenê li ser ên ku jê re rajêriyê dikin, didomîne. Şer ji bo hêzên dagirker amûreke berdewamiya desthilatdariyê ye. Gel jî di vê çerxê de, hem li koleyên ku di suxreya efendiyê xwe de dixebitin û hem jî li xwişk û birayên ku ji hev re dibin dijmin dadigerin. Jin şahidên herî berbiçav ên vê biyanîbûnê ne. Lewre jin di hemû qonaxên dîrokê de wekî "yên din" hatine pênasekirin. Di şer de ev pênasekirin hê kûrtir dibe. Jin hem şîna têkçûnê dikişînin û hem jî ji bo jî nû ve jiyanê hilberînin binbar têne dîtin.
Cîhana ku ji hêla mêran ve tê rûxandin, tê hêvîkirin ku ji jinan ve were avakirin. Ev yek nayê dîtin, belê ev kedeke domdar divê. Û ev ked, tu car di vegotina dîroka fermî de bi heqî cih nagire. Zarok jî li vir pirsa herî bêdeng a heqîqetê ne. Mirina zarokekê/î bi sincê kîjan pergalê dikare were ravekirin? Kîjan bîrdoz, dikare bibe hinceta ewlekariyê, kîjan "berjewendiyên neteweyî" dikare tunekirina jiyana zarokekê/ê rewa bibîne?
Rûyê mirov ê sincî li vir wateya xwe dibîne: Rûyê pêşberî me, ji me re dibêje "divê tu nekujî". Rûyê zarokatiyê jî fermana vê rewşê ya herî xwerû ye.










