Hûn çi dixwazin, an jî em çi dixwazin?

Nûçeyên Forum

Şemî 12 Îlon 2026 - 07:30

  • Nivîkarê Swêdî Kjell Espmark dibêje “Gava ku zimanek dimire, mirî cara duyemîn dimirin.”  Bi rastî jî ji bo miletek zindî bimîne zindîbûna zimanê wî ewqasî girîng e. Hebûn û tunebûna gelan bi hebûna zimanê wan ve girêdayî ye. Ziman hebûna gelan e.

AHMET ÇELÎK

Evêya ne peyvek belasebe ye, bi qasî ku em pê dizanin di dîrokê de bi sedan, bi hezaran netew ji ber ku zimanê wan ji holê rabûne ew jî tune bûne. Wek mînak: Gelek qebîleyên Efrîkî, xwecîhiyên Emerîkî, hin medeniyetên Evrûpî û Misirî. Mirov dikare bi kurtasî bibêje ku warê netewekî yê esasî zimanê wî ye.

Nivîskarê Îskoçî James Kelman dibêje, “Gava ku fikra zimanê min ji hêla tu kesî din nayê axivandin dikeve serê min, ji mirina xwe jî zêdetir ez diricifim tayeke sar min zeft dike, ji ber ku ev tê wateya mirina temamê ziriyeta min.” Di vir de James Kelman dixwaze balê bikişîne ser bê çawa neaxaftina, bikarneanîna zimên ew ê çawa di paşerojan de gelan jî tune bike.

Berpirsiyariya her nivîskarekî û rewşenbirekî ew e ku li zimanê xwe xwedî derkeve û ji bo wê hestiyariya bi gel re çêbibe jî di her qadê de çi yên wêjeyî çi yên jiyanî de balê bikişîne ser ziman. Ji bilî girîngiya ziman di heman demê de çanda gelan, erdnîgariya wan û qebûlkirina hebûna wan jî tiştekî ewqas tênebihur e.      

Ji 27’ ê Sibata 2025’ an û vir de ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe, şer raweste û aştiyek ava bibe li Tirkiyeyê pêvajoyekê destpê kiriye. Ji destpêkê û hetanî roja îro gelek gav hatine avêtin. Rêvebirên PKK’ê kongreya xwe lidar xistin, biryara sekinandina şer û çekan û fesixkirina xwe sitendin. Bi awayekî temsîlî çekên xwe şewitandin, şervanên xwe ji qada şer vekişandin. Di meclîsa Tirkiyeyê de jî komîsyonek bi vê mebestê hate avakirin, li gelek kesan û rêvebirên gelek saziyan hate guhdarîkirin, gelek hevûdîtin çêbûn. Di pey evan hewildanan de zagonek demkî ji bo bi awayekî fermî danîna çekan û vegera şervanan çêbibe hate qebûlkirin.

Hevdîtin û nîqaş ji bo pêvajoya ku tête meşandin bi awayekî aştiyane bi dawî bibe û demokrasiyek civakî ava bibe hêjî didomin. Çi hatiye xwestin, çi hatiye dayin, çi hatiye qebûlkirin û çi hatiye redkirin em bi awayekî zelal pê nizanin. Tiştê ku em pê dizanin tevlî heman kêmasiyên xwe pêvajo, nîqaş û hevdîtin didomin.

Daxwaza dilê me hemûyan ev e ku pêvajo bi awayekî serfîraz bi ser bikeve û aştiyek mayînde û bi rûmet ava bibe. Ji bo ku ev pêvajo têk neçe û encamek baş jê bête wergirtin bar dikeve ser milê me hemûyan. Gelê me, partiyên me, komeleyên me, hemû saziyên me ên sivîl û demokratîk û bi taybet jî rewşenbîr û nivîskar ên Kurd berpirsiyar in.

Gelo rewşenbîr û nivîskarên Kurd di vê pêvajoyê de tiştên ku dikeve ser milê wan bi cih tînin an na. Ew, rol û misyona xwe dilîzin an na. Divê ku em xwe wek rewşenbîr û nivîskar ên Kurd xwe di çavre derbas bikin bê hetanî a niha di vî warî de me çi kiriye? An jî bi awayekî vekirî me ji bo raya giştî gotiye ku em çi dixwazin? Em baş dizanin ku em di kîjan bernameyên televîzyonan an jî kîjan civînan de cî bigirin pirsa yekem ku ji me tê pirsîn ev e.

-Gelo Kurd çi dixwazin? An jî hûn çi dixwazin?

Ez li vir dixwazim bangekê bi taybet li rewşenbîr û nivîskarên Kurdan bikim. Em bicivin li gel hev, bi rojan nîqaşan bikin û ji bo raya giştî ragihînin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd em çi dixwazin û pêwîstî bi çi he ye?

Ez weke nivîskarekî Kurd dixwazim di çend xalan de daxwazên gelê Kurd ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe bînim ziman. Evan daxwazan yê min in, ên li ser navê gelê Kurd ji pêvajoyê serbixwe (xwediyê pêvajoyê hene û bi awayekî fermî bi rê ve dibin) ku ez tînim ziman.

Tiştên ku gelê me ji dewletê dixwazin  

Divê di zagon û makezagona Tirkiyeyê de hebûna Kurdan û statuya Kurdan bête qebûlkirin. Gelê Kurd bila di makezagonê da weke Tirk neyê qebûlkirin.

Bila erdnîgariya Kurdîstanê were naskirin. Bajar, gund, deşt û çiya bi navên xwe ên Kurdî bête binavkirin, were nasîn.

Şertên Xweseriya Heremî ya Ewropayê were bicihanîn, bi fermî bête qebûlkirin û têkeve merîyetê da ku gel bi awayekî serbixwe şaredarên xwe û waliyên xwe hilbijêrin.

Zimanê Kurdî li Tirkiyeyê di makezagonê de bibe zimanê fermî yê duyemîn û ji pêşdibistanan hetanî zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê.

Zagonên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dibin asteng, werin guhertin an jî betalkirin. Wek mînak; zagona têkoşîna li dij terorê, zagona qeyûman, berdana dîlgirtiyên di zîndanan de, vegera karker û karmendên bi KHK’ê ji karê xwe hatine avêtin û hwd.

Kurt û Kurmancî em dibêjin madem gel xwişk û birayê hev in wê çaxê divê di heman demê de gel wekhev bin jî. Çi mafê Tirkan hebe divê ên Kurdan jî hebe. Ne kêm ne zêde.   

Di sala 2008’an da dema ku Recep Tayyîb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê bû, li Elmanya ji bo ku zarokên Tirkan bi zimanê xwe perwerde bibin gotibû “Bişavtin sûcê mirovahiyê ye”. Ez wek nivîskarekî Kurd wê axaftina wî ji sedîsed rast û di cî de dibînim û dibêjim belê ger ku bişavtin sûcê mirovahiyê be wê çaxê zarokên Kurdan jî di bişavtinê ra derbas nekin û mafê perwerdehiya zimanî ji bo wan jî bi cih bînin, qebûl bikin.

 Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe daxwazên gelê Kurd li ser navê Kurdan bi rayedarên dewletê ra raste rast û bi awayekî zelal bînin ziman, ji bo ku zagonên çareseriyê derkevin.

Rêvebir û rayedarên partî, sazî û komeleyên me teqez di civînên xwe, qongreyên xwe, daxuyaniyên xwe û axaftinên xwe de ji bilî zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) tu zimanê din bi kar nînin.

Partiyên me bila ji bo berendamtiya wekîlî, şaredarî û encumeniye di serlêdanan de biryar bigirin, şertê yekem zanebûna zimanê dayikê qebûlbikin be. Ew kesên bi Kurmancî an Zazakî nizanibe wek endam neyê qebûlkirin, dosya lê bê vegerandin (kî dibe bila bibe).

Li şaredariyên me kar û xebat bi awayekî defakto (ne bi fermî be jî) bi zimanê Kurdî bête kirin. Ger karker û karmendên şaredariyê bi Kurdî nizanibin ji bo wan fêrî zimanê Kurdî bikin kursên zimên vekin. Kesên ku nû ji bo kar bête girtin şertê yekem divê bi zimanê Kurdî zanibe, ew ên bi zimanê xwe nizanibe divê neyên girtin.

Li hemû şaredariyan ji bo zarokên xebatkaran kreşên zarokan bi zimanê Kurdî bête vekirin.

Malperên înternetê yên hemû şaredriyan divê bi zimanê Kurdî be.

Tiştên ku dikeve ser milê gelê me jî an ên ku em ji wan jî dixwazin bi kurtasî evin; Dayik û bav bi taybet jî dayik ji bilî zimanê Kurdî bi tu zimanî bi zarokên xwe re neaxivin.

Li malê, li sûkê, li bazarê, li kolanan, li dibistanan, li nexweşxaneyan teqez ji bilî zimanê Kurdî tu zimanê dinê neyê bikaranîn.

Bê hûn çawa li zarokên xwe xwedî derdikevin û ji wan hez dikin, wan ji talûkeyan diparêzin wisa li zimanê xwe jî xwedî derkevin, jê hez bikin û biparêzin.

Wextê ku mirov li ziman xwedî dernekeve û zimanê serdestên xwe xurt bike bê guman wê zimanê serdestên mirov, zimanê mirov daqurtîne.                           

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.