Feqiyê Teyran û cîhada li dij nefsê

Nûçeyên Forum

În 4 Îlon 2026 - 10:00

  • Nêzîkatiya Feqiyê Teyran a li hemberî Xwedê û xwezayê, li ser bingeheke felsefîk, evîna kûr ya afirîneriya xweda hatiye avakirin. Ew xwezayê wekî ayîneya (neynika) bedewiya Xwedê dibîne. Di hêmanên sereke yên nêrîna wî de, Xweza hebûneke pîroz e.

EDNAN DOGAN

Feqî ji xweza û ajalan re evînek bêdawî hîs kiriye. Di helbestên wî de dar, gul, çem û çûk ne tenê wek objeyên fizîkî, lê wek zindiyên ku pesnê Xweda didin, tên pênasekirin.  Evîna Wesfî (Mecazî) ya ber bi Heqîqetê ve jî, di berhemên wî de (wek Destana Zembilfiroş û Şêxê Senanî), evîna ji bo xwezayê an jî bedewiyên dinyayî, pira gihiştina evîna Xwedê ya mutleq e.

Têkiliya rasterast bi xweza û afirîneriyê re jî, ew yek ji helbestvanên pêşîn e ku zimanekî gelêrî, sade û siruştî bikar aniye da ku têgihiştina olî û felsefî ji her kesî re fêmbar bike. Helbestên wî yên wekî "Ey Av û Av" diyar dikin ku ew bi hêmanên xwezayî re di diyalogeke kûr û mistîk de ye

Aliyekî din jî ya girîng ev e ku di xwegihandina xwîneran de peyamên xwe bi zimanekî felsefîk lê bi awayekî ku her kes bikaribe jê fam bike aniye zimên. 

Pênasekirina Feqiyê Teyran ya evînê:  Heke em li dastana Zembîlfiroş  û Şêxê Senan  bimeyzênin em ê hîn baştir tê bigihin.  Çîroka Zembîlfiroş û Xatûnê: Di gelek çavkaniyan de heye, lê Feqî reng û şêwazeke taybet daye vê dastanê. Di versiyona Feqî de, felsefeya parastina rûmet û paqijiya giyanî hatiye hûnandin? Li vir divê em cihê edebî û tasawufî ji hev cuda bibînin. Amanca Zembîlfiroş  tenê vegotina çîrokeke evînî nîne. Sê mijarên bingehîn di vê dastanê de hene:

 

Beşek ji helbestê:

Ey dil were dîsa bi coş

Carek ji cama mey firoş

Bikin qisseta zembilfiroş

Da seh bikin hîkayetê

 

Zembilfiroş lawek rewal bû

Bi kulfet û ehl û Eyal bû

Husneke Yusif î li bal bû

Heqqe rezzaqê qismetê

Xatûn cariya xwe rê dike û dixwaze zembîlfiroş bîne jor, ango qesrê. Pişti ku Zembîlfiroş tê jor û Xatûnê dibîne fam dike ku ev xefkek e û ketiyê.

Law bi wî lêpê nizanî

Bê fikir ew çûye banî

Derge dada dergevanî

Ev çi bela bû law ketê

 

Ew Cariya pir lêp û bend

Law bi bal miran vexwend

Dît Şepalek lep ji qend

Kes nikare bid wesfetê

 

Diyaloga di navbera Xatûn û Zembîlfiroş de:

Xatûn

Lawko wer çare tunîne

Şerm meke were nivîne

Min bi te daye evîne

Da bibînim hedretê

 

Xatûn ditirsim j’cebbarî

Kî heram bîne diyarî

Agir bi wan de dibarî

Nar bi cayê turbe tê

 

Gul dibe lawê biyanî

Ez dibêm da tu bizanî

Min ji bona dil ti ani

Tu nizanê muhbetê

 

Law ji Xatûn re dibêje

Tu mexaz ya dil divête

Da ji heq nebin fihête

Rûsipî bin qiyametê

 

Lawko bavêje xiyalan

Were nêv doşek û balan

Bîn bike zulfan û xalan

Dur e roja axretê

 

Şepalê zulfêt herîre

Ma pîroz be ew li mîre

Çi Heddê lawê feqîre

Dest bidet suhbetê

 

Lawo lawikê firîvan

Were nav reyhan û sêvan

Şekir bimije bi lêvan

Şubhê cama d şerbetê

 

Xatûnê qenca temamî

Her wekî şekir di camî

Ser û pê li min heramî

D’fikirim ber ayatê

 

Gul dibe lawê rewal e.

Ger te hêcat zêr û mal e

Te çi xwest min kir helal e

Bes bike vê hicetê

 

Xatûnê ez neyê têr im

Tişt û mal çi xwe nedêrim

Ez ji tirsa heq newêrim

Ne beîdim j rehmetê

 

Lawo lawikê rast ne

Mîr li kurmancan qiyas ne

Te ji deste min xilas ne

Hew li te dim muhletê

 

Law huccet girtî wê gavê

Çim teharet kim bi avê

Keç nizanî dê xwe bavê

Dûr bit ji qebahetê

 

Di vê çarînê de li jêr jî mirov dibîne ku qayilkirina Zembîlfiroş bi mal û milk fêde nake;

Gul dibe lawê rewal e

Ger te hêcat zêr û mal e

Te çi xwest min kir helal e

Bes bike vê hicetê

 

Vê carê Xatûn gefan jî lê dixwe, lê ev jî fêde nake;

Lawo lawikê rast ne

Mîr li kurmancan qiyas ne

Te ji destê min xilas ne

Hew li te dim muhletê

 

Pênasekirina  Feqiyê Teyran ya evînê û di rastiyê de mijara evîn û jiyanê mirov dikare li ser sê bingehên esasî bisekine.

1.Rûmet

Zembîlfiroş, zembîlan difiroşe, lê rûmeta xwe nafiroşe. Ev peyam girîng e: qîmeta mirov bi mal û milk nayê pîvan , lê bi exlaq û îradeya wî tê pîvan.

2. Paqijiya giyanî ye

Di destanê de Xatûn bedew î, dewlemend î û hêzê temsîl dike. Lê Zembîlfiroş şertên derveyî baweriya xwe qebûl nake. Ev tenê berxwedana li dijî evîna jinê jî nîne; di tasawufê de ew berxwedana nefsê ye.

Yanî, ceribandin xuya dike, lê şerê rast di hundirê mirov de ye.

3.Evîn û berpirsiyarî

Feqî evînê wek hestekî xwezayî red nake. Lê dibêje ku evîn heke rûmet, peyman û exlaqê mirov hilweşîne, ew ê tenê bibe ceribandinek, ne kamilbûnek. Ji ber vê yekê, Zembîlfiroş ne bi nefretê li Xatûnê dinêre û ne jî bi serbilindî. Ew tenê dixwaze xwe ji tiştê ku baweriya wî têk bibe biparêze.

Felsefeya destanê

Feqiyê Teyran li ser yekê zêde radiweste: qehremanî ne ew e ku mirov kesên din têk bibe; qehremanî ew e ku mirov nefsa xwe têk bibe.Ev nêrîn nêzîkî gelek gotinên mutasawifan e ku “cihada mezin” şerê li dijî nefsê ye.Dastan bixwe cih didê exlaq û bi vê ve girêdayî dastaneke tesewifî ye, ji ber ku bi sembolan hatiye avakirin tenê bi wateya zahirî nayê qedandin.

Hêza berhema Feqî ne di dawiya çîrokê de ye, belkî di vê pirsê de ye ku ji xwendevan dipirse: “Heke tu di cihê Zembîlfiroş de bûya, ma tu dikarî rûmet, peyman û paqijiya xwe li hember ceribandineke mezin biparêzî?” Ev pirs, heta îro jî, nû maye û zindî maye.

Li ser dastana şêxê Senan jî gerek mirov hin tiştan bibêje.Li welatekî, ew bi keçeke xiristiyan a ciwan û gelek bedew (di hin versiyonan de keça keşîş) re dikeve evînek kûr.

Ceribandina ilahî ya li dinyayê:Di vê ceribandina dinyewî de ji bo bidestxistina vê evînê, Şêx dev ji hemû rêgezên xwe yên olî berdide. Ew şerabê vedixwe, berazên wê keçê diçêrîne û li hember pîroziyên olê derdikeve, ku ev yek di nav sofî û civakê dibe sedema şokekê.

Vegera  Şêx ya li heqîqetê: Piştî ceribandinên dijwar û poşmaniyê, şêx bi alîkariya dilsoziya şagirtên xwe vedigere ser riya rast. Keçika bedew jî di dawiyê de bandor dibe, rastiya Şêx dibîne û bi dilxwazî beşdarî rêbaza wî dibe.

Destana Şêxê Senan ya Feqiyê Teyran, tenê çîrokek evîndariyê nîne. Di helbesta tasawufî ya kurdî de, ew gelek caran wekî sembola rêwîtiya mirov ji evîna dinyayî ber bi evîna Xwedayî ve birin tê şîrovekirin.

Şêx Senan di destpêkê de mirov dibîne kesekî olzan û rêber e. Lê dema ku dikeve derya evînê, hemû qeyd,bend û baweriyên xwe di ceribandinê de dibîne. Ev nîşan dide ku mirov, her çend zana be û îman jî hebe, dibe ku di ceribandinên jiyanê de bikeve.

Keça xaçparest ne tenê kesayetek e. Di şîroveya tasawufî de ew sembola bedewî, ceribandin, an jî “evîna ku mirov ji qalib û cewherê xwe derdixe” ye. Armanc ne ev e ku çîrokek olî li dijî oleke  din were gotin. Mijar ew e ku ceribandina evînê were nîşandan.

Di dastanê de gelek tiştên ku li derve wekî şermezarî xuya dikin mesele (bi hetanî xizmeta berazan) di şîroveyê de sembol in. Ew tê wateya ku divê kes egoya xwe bişkîne û serbilindiya xwe bihêle.

Dawiya çîrokê jî gelek caran wekî vegera ji evîna mecazî bo evîna heqîqî tê şîrovekirin. Ev mijar di gelek berhemên tasawufî yên Rojhilata Navîn de jî heye.

Ji aliyê edebiyatê ve, destan bi wê yekê girîng e ku: Evîn û îman li hember hev nayên danîn; belkî tê pirsîn ka mirov çawa rastiya xwe dibîne. Sembol û mecaz gelek zêde ne, ji ber vê yekê tenê bi wateya zahirî nayê xwendin. Bandora tasawufê di hemû avakirina çîrokê de xuya ye.

Ji ber vê yekê jî, Şêxê Senan ne tenê destana evînê ye; ew destana ceribandina îman, şikandina nefse û lêgerîna rastiya hundirîn e. Ev jî sedemek e ku heta îro di nav xwendevanên edebiyata klasîk ya kurdî de hêj jî nirxek xwe yê mezin heye. Belkî jî mirov dikare bêje ku hîna di wî wextî de tesewifa îro ku bi şêx û mirîdiyê hatiye pêşberî me rexneyeke ango paqijiya rih û bedenê encex di navbera kes û xweda de ye?

Mijara ku Feqîyê Teyran  bi "zimanê balandeyan" axivîye û herwiha wî rasterast gazî avê kiriye.

Ev yek ji taybetmendiyên herî balkêş ên Feqiyê Teyran e. Her wiha paşnavê wî bi vê yekê tê pênasekirin “Teyran”  yani (balinde), gelek kes vê tenê wek efsaneyekê dixwînin. Lê di helbestên wî de ev motîf xwedî wateyên piralî ne.

Li gorî xwendina edebî û tasawufî, “zimanê balindeyan” nikare tenê bi wateya zahirî were pênasekirin. Ew sembola çend tiştan e:

1-Zimanê sirrê:

Di tasawufê de tê gotin ku rastiyên herî kûr bi peyvên rojane nayên vegotin. Kesên ku dilê xwe paqij kirine, têdigihîjin. Ji ber vê yekê balinde ne tenê firinde ne; ew dengê sirrên afirînêr in.

2-Yekbûna afirandinê:

Feqî xweza ne wek tiştekî bêcan dîtiye. Çiya, av, dar, balinde û mirov hemû beşên yek nîzamê ne. Kesê ku bi Xwedê re bûye yek, tenê mirovan nabihîze; ew dengê hemû xwezayê dibihîze.

3-Azadî:

Balinde di gelek helbestên tasawufî de sembola azadiya ruh e. Wek ku balinde ji erdê radibe, ruh jî dixwaze ji girêdanên nefsê derkeve.

Di helbestên Feqî de  “zimanê balindeyan”  bi zêdebûn guhdarîkirina xwezayê ye.

Yanî: ne ku balinde dibe mirov û diaxive. Feqî dixwaze xwîner bigihîjînê astekê ku nîşaneyên Xwedê di hemû afirandina vê dinyayê de bibîne.

Di vê çarçoveyê de, “fêrbûna zimanê balindeyan” dikare wekî şêwazekî helbestî bê xwendin ku dibêje: “Gava dil paqij bibe, hemû cîhan dibe fêrkera te.” Lê divê em hay ji cûdahiyekê hebin: ji aliyê dîrokî ve, delîlek nînin ku Feqiyê Teyran bi wateya rastî bawer dikir ku bi heywanan re diaxive. Ev zêdetir di nav kevneşopiya çîrokên derbarê wî de hatiye vegotin. Ji aliyê edebî û tasawufî ve, lêkolîneran bi gelemperî vê wekî mecazek ji bo zanîna batinî, hestyariya ruhî û yekbûna mirov bi xwezayê dixwînin. Ev xwendin bi metnên wî jî gelek li hev tê.

Di helbestên Feqiyê Teyran de gazîkirina avê, bayî, çiya, balindeyan an jî gulan gelek caran tê dîtin. Ev şêwaz di edebiyata klasîk ya kurdî û tasawufî de “teşxîs” e, bîranîna taybetmendiyên mirovan ji xwezayê re ye.

Di helbesta ku gazî avê dike de jî armanc: Av sembola jiyanê ye. Her tişt ji avê zindî dibe. Ji ber vê yekê, gazî avê kirin mîna gazîkirina bingeha jiyanê ye. Av sembola paqijbûnê ye. Di tasawufê de av tenê laş paqij nake; ew paqijkirina dil û rih jî tîne bîra mirov. Ji ber vê yekê Feqî bi avê re mîna hevalekî axivîye. Av sembola herikînê ye, li cihê xwe namîne. Ev ji bo tasawufê peyamek e: mirov divê li mal, milk û serbilindiyê negerê; ew divê her tim di rêya pêşveçûnê de be.

Av sembola nefsbiçûkiyê ye. Av her dem ber bi cihê nizm ve diçe. Mutasawifan jî gelek caran vê wek nîşana nefsbiçûkbûnê şîrove kirine.

Ji aliyê helbestî ve jî, dema Feqî bi avê re diaxive, ew di rastiyê de bi xwe re diaxive. Ev şêwaz di edebiyata klasîk de gelek tê bikaranîn: helbestvan bi xwezayê re diaxive, lê armanca vê guftûgoyê bi qalbê xwe an jî bi Xweda re ye.

Di vê çarçoveyê de, gazîkirina avê ne tenê pesnê xwezayê ye. Ew lêpirsîna mirov ya ji xwe bixwe re ye: Tu çawa dikarî mîna avê paqij bibî, nefsbiçûk bibî û bê rawestan ber bi çavkaniya xwe ve biherikî? Ev jî sedem e ku di helbestên Feqiyê Teyran de xweza tenê dekorek ji bo bedewiyê nîne; xweza nîşaneya  mucîzeyê ye. Her tiştê di afirandinê de gerek ji mirov re bibe fêrbûn û gerek nîşaneyek be.

Weke her car ez ê nivîsa xwe bi du rêzikên ji helbesteke xwe biqedînim.

Qal û qîl in li hawîrdor va dixwînin mîna kewa...

Xuda efû nake 'ebdên bêxîret û ar û wefa...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.