
- "Ew keç û xortên wêrek, çeleng û leheng, ên ku dilê wan ji bo gelekî xwedî nirxên neteweyî, welatekî azad û jiyaneke bi rûmet lêdida, bi daxwaz, dilsozî, hezkirin û hîşmendiya parastina van nirxan meşa azadiyê li dar xistin, di vê oxirê de beziyan û têkoşiyan. Hin ji wan li lûtkeyên, çiyayan, hin ji wan jî, li peravên çeman, li deşt û zozanan bûn şehîdên welatê xwe."
RIFAT RONÎ
Gelê Kurd di herikîna dîrokê de di oxira nirxên xwe yên neteweyî de têkoşîneke bêhempa meşandiye, berdêlên giran daye û hîn jî dide. Tenê dîroka ku ji aliyê her kurdekî ve tê zanîn, ji serhildana Babanzadeyan a 1806'an heta Şêx Seîdê, Kal, Seyîd Riza, Elîşêr û Zarîfe Xanim, Têlî Xanim û Rindîxanê, ji Simkoyê Şikakî, Qazî Muhemed û heta dehezaran têkoşerên ku 50 salên dawî di pêşengiya rêberê gelê kurd Abdullah de têkoşîn meşandin, ev 220 sal in Gelê Kurd xwestiye nirx û rûmetên xwe yên neteweyî biparêze û di oxira parastina van nirx û rûmetan de têkoşîneke bêhempa ya domdar û demdirêj meşandiye.
Di vê dîroka demdirêj de hemû têkoşîna ku hatiye meşandin, êşên ku hatine kişandin, berdêlên mezin ên ku hatine dayîn, di oxira, çand, ziman, nasname û jiyana azad, bi rûmet û parastina nîşaneya netewebûnê, zimanê bav û bapîr, dayik û dapîran de hatine dayîn.
Baş tê bîra me. Dema ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd a nîv sedsala dawî ya ku weke serhildana 29'emîn tê zanîn û binavkirin dest pê kir, di encama polîtika û pêla bişaftinê de, tu nîşaneyeke ji çand, ziman û nasnameya Gelê Kurd nemabû, gelê kurd ji ber zext û zorên li ser çand û zimanê kurdî, ewqas ji rastiya xwe hatibû dûrxistin ku, hem ji axaftina zimanê zimanê xwe ditirsiya hem jî, ji zimanê şerm dikir.
Ew şehîdên welatê xwe, ku parastina nirxên xwe yên neteweyî ji xwe re weke peywir û berpirsiyariya sereke didîtin, ji bo ku polîtikayên pêla bişaftinê bişkînin û rastiya vegera ser cewhera xwe bi gel û civakê bidin zanîn û hîşmendiya hebûna neteweyî li nava gelê kurd belav bikin, bi awayekî şêrane şerê hebûnê meşandin, bedênên xwe yên ciwan kirin mertal, dara jiyana azad û bi rûmet bi xwîna xwe av dan û di bihara temenê xwe de beşdarî karwanê şehîdan bûn.
Ew keç û xortên wêrek, çeleng û leheng, ên ku dilê wan ji bo gelekî xwedî nirxên neteweyî, welatekî azad û jiyaneke bi rûmet lêdida, bi daxwaz, dilsozî, hezkirin û hîşmendiya parastina van nirxan meşa azadiyê li dar xistin, di vê oxirê de beziyan û têkoşiyan. Hin ji wan li lûtkeyên, çiyayan, hin ji wan jî, li peravên çeman, li deşt û zozanan bûn şehîdên welatê xwe.
Bi dehsalan di nava şer û cenga dijwar de hejmara van şehîdan gihîşt dehezaran. Di nava şerekî ewqas dijwar û destanî de, ragihandina şehadetên wan pêkan nebû. Dayik û bav, xuşk û bira, heval û hogir jî, ji wan bê xeber man.
Îro ew cangorî û leheng in ku di têkoşîna azadiyê de dîroka egîdî û fêrisiyê nivîsîn, rûmet û serbilindiyê diyariyê dê û bavan, dildar, dilxwaz û dilsozên doza azadiyê û ji heft heta heftê salî û tevahiya Gelê Kurd ê bi xîret kirin.
Ew canfedayên welatê xwe, bi salan e, bêyî ku çîrokên wan ên lehegengiyê bên zanîn û nivîsîn, bi sebir û sebateke mezin li bendê bûn ku tevgera azadiyê derfetê ragihandina şehadeta wan bibîne, peywira xwe bi cih bîne û bi minetdariyeke mezin ew hevrêyên xwe yên ku bi salan mil bi mil têkoşiyane û şerê rûmetê meşandine bibîr bîne.
Ji ber vê qedir, qîmet û rûmeta bilind a şehîdan e, ku Gelê Kurd, ji Amedê heta Wan û Stenbolê, ji Nisêbîn û Cizîrê, heta her gund û bajarekî Kurdistanê li şehîdên xwe yên ku weke nirxên neteweyî dibîne xwedî derket, derdikeve û bi dehezaran, bi awayekî girseyî şehîdên azadiyê bibîr tîne û soz dide ku, heta xewn û xeyalên wan ên welatekî azad û jiyaneke bi nirx û rûmetên neteweyî pêk bîne, dê têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê gurtir, geştir û mezintir bike.






