Em li hember keda şehîdan serî ditewînin

Nûçeyên Forum

În 28 Tebax 2026 - 07:30

  • Em li hember ked, bîranîna wan kesên ku bi xewna azadiyê li çiya, deşt û bajarên Kurdistanê meşiyan, yên ku baweriya wan bi aştî, edalet û jiyaneke bi rûmet hebû, bi rêzdarî serî û bejna xwe ditewînin. Ew ne tenê nav bûn; ew hêviya azadiya gelekî bûn, bîranîna berxwedana nifşekî bûn, mîrateke wijdan û têkoşînê bûn ku ji bo pêşerojê hatibû hiştin.

 

MEHMET ALÎ ALÇINKAYA

Hinan ciwaniya xwe li van axan hiştin, hinan evînek neqediyayî hiştin,hinan malbat, heval û xeyalên xwe hiştin…Lê hemû meşiyan, hêviya jiyaneke azad û demokratîk di dilê xwe de geş kirin. Îro, em ne tenê şîna wan digirin. Em her wiha berpirsiyariya hilgirtina mîrata wan a ji bo bo pêşerojê, avakirina aştî û civateke demokratîk digirin ser xwe. Ji ber ku em dizanin ku têkoşîna gel ji bo azadiyê ne tenê ji êşên rabirdûyê, lê di heman demê de ji hêviya pêşerojê jî wate digire.

Rêya zindîhiştina bîranîna şehîdên me ne zêdekirina şer û êşê ya hetahetayê ye; avakirina pêşerojek demokratîk e ku tê de mirin tune be û azadî, wekhevî û xwişk û biratî bingeha jiyana civakî bin. Em ê xewnên wan ên neqediyayî bi zimanê aştiyê temam bikin. Em ê azadiyê di îradeya hevpar a gel de, demokrasiyê di her aliyê jiyanê de, edaletê di wekheviyê de û xwişk û biratiyê di pêşeroja xwe ya hevpar de zindî bihêlin. Em hemû kesên ku di têkoşîna azadî û şoreşgerî ya Kurdan de wek şehîd ketine bi rêz, spasdarî û hesretê bi bîr tînin. Navên wan dê di bîra me de, xewnên wan di dilê me de û têkoşîna wan di pêşeroja me de bijîn.

Girêdana me ya ji dil a bi bîranîna wan re ev e: pêşvebirina aştiyê, avakirina civatek demokratîk û zêdekirina azadiyê. Em li hember ked, bîranîna şehîdên xwe bi rêzdarî serî ditewînin.Têkoşîna me ji bo azadî, aştî û jiyaneke demokratîk dê berdewam bike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.