Wek pêvajoyek dîrokî ya berdewam jin û şîn

În 11 Îlon 2026 - 17:00

  • Teşhîrkirina bedena Ekîn Wan, bedena Taybet Înan a li kolanê hat hiştin û cenazeyê Cemîle Çagirga yê di cemedankê de hat hiştin, wek rûyên hevdem ên berdewamkirinê jin ne tenê windahiyên xwe rejîma tundiyê ya li ser beden hatiye avakirin jî îfşa dikin.

 

Ji ber vê têkoşîna jinan ji Antîngone heta Kerbelayê û îro wek îradeya avakirina berxwedaneke kolektîf dertê holê. Jin wek jiyanê li wateya mirinê jî digere û datîne holê. Ji ber modernîte mirin û miriyan ji rêzê dibîne. Mînak di şer de bi mîlyonan kes bi çekan tên qetilkirin. Gor tên bombebarankirin. Texrîbkirin. Zindî çiqas bê nirx in, mirî jî wisa ne. Yên di şer de dimirin ne mirov hejmar in. Ji ber vê jî jinên tên krîmînalîzekirin û êşa wan rewa tê dîtin, li dijî êrîşan her tim têkoşîn dane. Ji ber şîna polîtîk, berxwedan di nav hev de ye. Windahiyên di encama zext, şer, qirkirin û tundiya mêr dewletê de tên jiyîn bibîr dixe, hafizeyekê diafirînin û xeta têkoşînê dihûne. Bersiva pirsa ‘şîna kê tê girtin?’ ya ku her tim netew dewlet ji civakê dipirse, tevgera jinan dide. Jinên di dema şînê de bêdeng tên hiştin û reş li xwe dikin, êdî rêxistibûnê tercih dikin û bîra kolektîf diafirînin. Ji ber vê jî ji bo bidawîbûna şer ên gotina xwe dibêjin, wek mertalên zindî diçin qadên pevçûnan û cenazeyan digirin jin in. Têkoşîna jinê di vê nokteyê de şînê vediguhere pratîka berxwedanê. Jin şînê kolektîf dikin, windahiyên xwe didin xuyakirin, êşê ji travmaya şexsî derdixin û vediguherin bîra civakî, çarçoveyên pergala serdest a mêr û nekropolîtîk dişkîne. Dayikên  Plaza de Mayo, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Srebrenîtsa, Dayikên Şîliyê, bi çalakiyên xwe rastiya di navbera şîn û edaletê de bi cîhanê dane bihîstin.

Ferzbûna rûhevhatinê

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê bi bêçekbûn an jî reforman nikare bê destgirtin. Heta ku veguherîna têkiliya bi mirinê re nehewîne wê pêvajo qels bimîne. Heta bi êrîşên li dijî bedenên mirî re neyên rû hev, mafê şînê neyê nasîn û tundiya polîtîka der barê mirina jinan de neyê dîtin axaftina aştiyê jî wê qels bimîne. Ji ber mirin û jiyan têgehên hev temam dikin. Bi taybet jî mirinên polîtîk, hestek xurt a wateya der barê jiyanê de derdixe derve ye. Dewlet her tim li dijî vê hestê di pozîsyona red de cih girtin. Ji ber vê di jiyana ji vir de miriyên me her yek stûnek e. Miriyên me ne alava propagandayê ne, rastiya dîroka me ne. Hêjayî wan şîn danîn, definkirin parçeyeke rastiya têkoşînê ye. Ji ber vê xebatên hafizeyê gelek girîng in. Bi taybet dema mirina Kurdan dibe mijara gotinê ev wateyek cuda qezenc dike. Mirinên Kurdan pir caran bi gotina ewlehiyê tê rewakirin û ji derveyê qada şîna cemawerî tê hiştin. Parçeyekî pêvajoya aştiyê raste rast rûhevhatina bi van rastiyan re derdikeve pêş.

Êrîşên li hember bîra gelê Kurd, şewitandina goristanan, şikestina kevirên goran, mudaxaleyên merasîmên cenazeyan, sînorkirina tevlibûna cenazeyan, bi pêkanînên kêfî nedayîna destûrên fermî, kar û barên definkirin û şînê ya malbat û civakan zehmet kiriye. Bi pakêtê kargoyan teslîmikrina cenazeyan; vê rewşê  peywira dawî ya malbatan hîn bêtir travmatî kiriye û mafên wan ji dest hatine girtin. Bi kurtasî li Tirkiyeyê di pêvajoya bêpevçûnê de jî krîmînalîzekirina cenazeyan carek din nîşan daye ku nekropolîtîka didome. Di alî nekropolîtîk de ya hedef tê girtin ne tenê beden e, potansyela kolektîf a şînê ye. Dewlet hewl dide rîtuelên cenazeyan bike bin kontrola xwe û polîtîkbûna hafizeyê asteng bike.

Aştî bi bidawîkirina rêveberiya siyasî ya mirinê dikare bê avakirin. Abdullah Ocalan di manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de civaka demokratîk tîne ziman. Ev jiyanê dike navenda xwe, navendîbûna siyaset û desthilatdariyê red dike û ji ber vê jî ye jî çarçoveyek radîkal pêşkêş dike. Manîfesto îdiaya tasarufa mayînde a zîhniyeta dewletê ya li ser jiyan û mirinê red dike aştiyê ji nû ve li ser îradeya jiyanê pênase dike. Bi vê perspektîfê aştî bi destxistina nirxa siyasî ya jiyanê dikare pêkan be. 

Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosyaya  ‘Jin û Aştî’ ya Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.

 JINNEWS / GULAN ÇAGIN KALELÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.