Mirinê fedî kir ji wan

Nûçeyên Forum —

În 2 Cotmeh 2026 - 09:30

  • Demsal payîz e. Pelên daran zer e. Ev demsal wek xwe nehat di ser me de. Ewil xwe adiz kir. Pişt re pela xwe da ser pişta xwe û kolan bi kolan geriya; digot mêvanên di xewnan de rastî jî hatine. Dengê wan ji şûna zarokatiya wan tê. Salek berê dema ez zer bûm, kolan ne ewqas sêwî bû.

MÎNA ACER

Ez hatim û xwêlî bariya ser pelên min. Deng ji kolanan dihat û digot: “Dewsa lingên zarokên vê axê hîn me di paxila xwe de veşartî ye.” Gelek bahoz rabû lê ew dews li ser dilê kolanên me ma. Dilê me konê şînê daniye vê carê. Û dibêje: Ne sûrên me, ne jî kelehên me wê dewsa şopên van zarokên xweşik ji bîr neke. Rast e, xweşik-xweşik hatin mêvandariyê, pir em newestandin. Ewqas sal di pişt kevirekî de veşartî man, lê di çend rojan de dengê xwe hiştin li dû xwe û firîyan. Bûn kevok li asîmanên welêt. Baskên xwe hine kirin da ku dilê dayikên xwe nehêlin.

Tirsek ketibû dilê wan, loma mizgînê gotibû: “netirsin, ew ê neyên.” Ew ê nemînin li bajarên zarokatiya xwe. Wê dengê wan di guhê me de olan bide. Em ê her tim serê xwe li ber keda wan bitewînin û em ê bibêjin: Hûn çiqas xweşik hatin mala xwe zarokên vê axê! Hûn çi xweşik bûn lema mirinê jî ji we fedî kir!

Demsal payîz e...

Te dî xemgîniyekê bi xwe re tîne. Mirov newqî valahîya hundirîn dike. Lê ev xemgînî bi wan re bû hêvî. Hînî me kir ku mirov çawa xweşik dimire…Demsal destê xwe di nav porê we re dike û dibêje: Bêyî guliyên we bihûnim, ez ê nehêlim darbestên we rabe. Bêyî ku destên xortên çeleng hine bikim û bêyî ku ji kezeba şewitî re bibêjim "Kî bûk e û kî zava ye..." Û ez ê ewqas xweş govendê bigerînim û bireqisim, bila hemû pelên demsala payîzê biweşin di ser we de. Bila ji pezkoviyan re bibe doşek... Kê dîtîye pezkovîyên xweşik bê govend bi rê ketine…

...bila bibe doşek û di bin de stûxwar bisekine ev keder. Loma niha, bila şev nebe asteng li ber kofiya van bûkan û zavayên axa xwe bêyî şabaş nemînin di nava vê xweliyê de. Me dît ku mirinê jî nikaribû çavên we yên ku tijî ken bûn bigire; em tenê man li dû wan çavan, li dû wan guliyên ku bûn kilam di qirika dayikan de. Ev payîz ne payîza mirinê ye, payîza ku em ê bi tiliyên xwe tevn bi tevn bîranîna we bihûnin e. Ku sibê ba rabû û pelên zer ketin ser goristanan, zanibin ku ew ne pel in; ew hemû helbestên nîvco ne ku li ser bedenên we yên pîroz tên raxistin...

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.