
- Destaneke ku serdemeke beştî digire nava xwe, ne tenê helbestek e; ew rêwîtiyeke kûr û bangek e ku di nava bîranînên zarokatiya min û erdnîgariyeke bi êş û elem lê bi qehremanî re derbas dibe. Ev helbest, bîra civakî wekî hunermendekî hostayî vehonandiye û her bihosta xaka Eyaleta Gapê hem bi xwînê daye avdan hem jî bi dilopên hibrê nexişandiye.
HOGIR BERBIR
Helbestvanê me Asurxan Ozçelîk-bi navê ku em bang lê dikin: Îbê-bi zimanekî zelal, tijî hest û birîn xwîner digire dest û li seranserê deşt û çiyayên Kurdistanê, bi taybetî li herêma Mêrdînê-Eyaleta Gapê digerîne. Ew me dike mêvanê rabidûyekê, êşên hevpar, berxwedaneke bêdawî û dibe mazûvan. Her rêz û her navê ku di vê helbestê de derbas dibe, li quncikek di nav dil de bi cih digire; wekî stêrkeke geş tarîtiya jibîrkirinê diçûrisîne, li qorziyên tenha û kûr ên dil radiweste.
Helbest bi wêneyekî dilşewat dest pê dike:
“Di wan şevên tarî de / Stêrk dixuricîn / Ji jiyana me, / Di nava xapinokên zaroktiya me de…”
Ev rêz, şikestina xewn û hêviyên zarokatiyê yên salên 1990’î heta 1995’an radixe ber çavan û wêneyê wê demê nîşan dide. Êşên ku ji ber windahiyan di kûrahiya dilê mirovan de cîhekî taybet û mezin digirin, tîne ziman. Wêneyê stêrkên ku navika asîmên diqelêşin/dadiwerivin, nîşaneya windabûna jiyanên biqedr in ku her yek ji wan xwedî çîrok û hebûneke dijwar ya bêhempa ye. Lê asîmên bi ewran xwe vedişart, bûbû bûkek li pişt perdeyê ku kes nikaribû bigihîjê; dibû metafora ji bo azadiyê windabûn û neketina nav destên aramiyê.
Bi banga li zarokan re helbest didome:
“Werin zarokno / Li dora min rûnin û bêdeng bin / Zaroktiya xwe bikin ciwanî an ji kalî / Û guhdar bikin / Li berxwedana efrîtan.”
Ev çarîn, ji bo parastina bîranînan û guhdarîkirina çîrokên lehengiyê yên ku divê ji nifşekî derbasî nifşekî din bên kirin, banga me dike. Çiyayê Mazî wekî şahidekî bêdeng nîşan dide; bi stûxwarî, melûlî, girî û fedakariyê dixwaze em guh bidin wan dîmenan. Êş û hêrsa ku çiyayan kişandiye, girêdana kûr a bi xakê re nîşan dide û tîne bîra me ku çiya şahidê hemû êş û berxwedanan e.
Rêwitiya bîranînan a di helbestê de, xwîneran ji qadekê dibe qadeke din. Di vê rêya dijwar de pirs tê kirin: Gelo Kemal û Selmanê Pîranî hatine jibîrkirin? Nav, cih û bîranînên kevnar ên qaliknegirtî vedibêjin û tînin bîra mirov ku dîrokê bi ked û xwêdanê navên wan nivîsandiye. Pê re, Yasîn û Emerê Êzidî bi bîr tîne ku ew jî bûne nîşaneya vê serhildanê ya li dijî komkujiyên li ser Êzidiyan radiwestiyabûn. Mehmet Emînê General, bi xwîna ku herikand, çavên jiyanê kil kir; bi vî wêneyî êş û fedakariya bêdawî ya li Eyaleta Gapê dirêse. Bi berdewamî gundê Şêxşopan û Erwendiyê tên bîranîn û daxwaz tê kirin ku behsa Jiyan, Rewşen û Rojînê bê kirin; keçên bavan ên ku çawa li ber xwe didan. Ev yek, girîngiya jinên têkoşer û rola wan a dîrokî bi zelalî radigihîne. Di dawiyê de, ew qadên îxanetê didarizîne; bang dike ku îxanet dê di gola xwînê de bixeniqe û hesab ji kiryarên li dijî Emer, birayê Xebat û Cengo hatine kirin, bê pirsîn. Helbest vê yekê dispêre edaleta dîrokê ya ji bo kêliyên jiyanê yên bi êş ên sibê ku nayên jibîrkirin. Di vê herikîna bi wate de, hem berxwedana tolhildanek rûmetê û hem jî êşa îxanetê bi hev re di nava xwe de dihewîne.
Di vê rêwitiyê de her navê cîh û kesan wekî rawestgeheke pîroz di nava bîranînan de cih digire. Kura Qelawûza, Olaka, Wargeha Xensê, Tirba Besê, Zeytûnên Dêrikê, Agirê 13 Salî, Xebatê Çinarî, Qosera Rengîn, gundê Kilebînê, Tilterîk, Hundillah, Selmê, Emrûd, Biloka, Şemrex û gelek cihên din... Her yek bi çîroka xwe, bi leheng û şehîdên xwe ve tên bibîranîn.
Helbestvan Îbê bi hostatî, navên lehengên dîrokî ku heryek li Eyaleta Gapê bi serê xwe xwediyê nivîsandina destaneke bêhempa ne tîne ziman. Ev nav, ne tenê navên asayî ne; ew her yek xwediyê çîroka berxwedanekê, fedakariyekê û evîndarên vî welatî ne.
Helbest bi bangek xurt ji bo Rustemê Zal jî dibe qîr û didomîne:
“Bêjin şûr û mertalê xwe girêde / Çiyayê Mazî li benda te ye / Ka rabe dîsa were...”
Û bi pirsa dawîn a ku tê kirin:
“Ka gelo evîna wan ji dilê te derket / Piştî ewqas sal / Bi Çiçekekê re şehîd bûn / Qey qedera te bû…”
Hem xemgîniyeke kûr û hem jî hestên pak ên tijî heskirin û fedakariyê derdixin pêş; ew evîna ku heta hetayê didome û bi şehadetên wiha re pîroz dibe.
Bi kurtasî, ev helbesta Îbê berhemeke hunerî û wêjeyî ya girîng e ku bîr, dîrok, erdnîgarî, êş û berxwedana gelê Kurd bi awayekî herî bi bandor tîne ziman. Ew ne tenê bîranînan diparêze, lê di heman demê de bangek e ji bo nifşên nû ku çîroka rûmetê ya lehengiyê nas bikin û xwedî li nirxan derkevin.
Helbestvanê me diyar kiriye ku nivisînandina helbesta “Destana Eyaleta Gapê” bihost bi bihost li ser xaka li Mêrdînê wê bigere û bidomîne. Berî ku bi dawî bikim, we û helbesta “Destan Eyaleta Gapê” bi hev re dihêlim:
“Destana Eyaleta Gap a Şoreşger
Di wan şevên tarî de
Stêrk dixuricîn
Ji jiyana me,
Di nava xapinokên zaroktiya me de.
Kulên mezin vedikirin
Di dilê me de,
Her ku yek diherikî
Ji ezmanên bê sînor.
Her kesek xwedî sterkek e
Û naxwaze zû biçe
Ezman xwe bi ewran dixemilîne
Û xwe dike bûkek e paş perdê
Ku kes nikaribe bigêhêjê
Xwe delalî dike
Werin zarokno
Li dora min rûnin û bêdeng bin
Zaroktiya xwe bikin ciwanî an ji kalî
û gohdar bikin
Li berxedana efrîtan
Bila şahidê me be îşev
Çiyayê Mazî
Bi stûxwar
Û melûlî
Bi girî û fedîkar
Bila guhdar bike
şikeştûn bi kula Selman
Turcel careke din
Dixwaze xwe bihejîne
Bi dengê Mahmud
Û bi xwîna wan xwe hine bike
Ji wir herin Heramiyayê
û bipirsin
Gelo Kemal û Selmanê pîranî
ji bîr kirine
Li Keleka Şêbê bila
Yasîn û Emerê Ezîdî bê bîra we
Li Girê Sor Mehmet Emîn
Waye dest ji wan re kil dike
Û xwîn ji hinavê wî tê
Bi qûre-qûr
Li Quntarê Qerejdax
Herin bibin mêvanên
Şexşopan û Erwendiyan
Bila ji we re
Behsa Jiyan, Rewşen û Rojîn bikin
Bê çawa şer dikirin
Keçên bavan
Li Dêşanê herin îxanetê
Bifetisînin di golê de
Destê xwe di pêxîla wan xin
Û bipirsin
Bê çawa destê we li
Emer geriya, birayê Xebat
Û Cengo
Berê xwe bidin
Kura Qelawûza
Bila ji were behsa
Şêran bikin
Bê gedê bavna çawa çavsorî dikirin
Li himber dijmin.
Werin li Olaka û Warga Xensê
Avekê vexwin û bipirsin
Bê çawa şer kirin
Medya û Berçem
Ji wir silavekê
Bi dengekî bilind
Û kelogirî
bişînin
ji Rûbarê li Amedê ket
Herin ser tirba Besê
Bila ji we re behsa rêhevaltiya
Haşim bike
Bi girî
Ku çawa ew tenê berneda
Heqî bînin bîra xwe
Zeytûnên Dêrikê
Bê çawa bi xwîna xwe av da
Agirê 13 salî bigirin hemêza xwe
Û wî tenê nehêlin
Bila dayika wî nizanibe
Wî veşêrin di nava dilên xwe de
Xebatê Çinarî
Bi wê bedewiya xwe
Bila tim di bîra we de be
Û wî jî li quntara Qerejdaxê
Bigihînin hevalên wî
Li Qosera rengîn
Li gundê Kilebînê berê xwe bidin Dahşik
Bila Seyda, Remzî û Bêrîvan
Bên ber çavên we
Welat bila bi bavê xwe re
Lehengên netewî
Evdê Çavlihewa serbilind be
Û wan li kêleka hev veşêrin.
Qara Zekiyê Omerî
Hiznî û Bedranê Şêbî
Bila bi mêraniya xwe
Di nava dilê we de
Cih bigire
Û hêzê ji wan bistînin
Li Xirarê
Seydê Melê
Zarokên xwe kir qurban
Jibo me,
Sinan, Ferhat û Zekî
Şer kirin li himber xiyanetê
Reşo û Remzî
Bila xwe ji we nexeyidînin
Ji dêvla wan herin
Li wê xweşikayiya Sadan binêrin
Merwan, Botan û Nûrî
Nespêrin xiyanetê
Û bi sê dengan bang li heftan bikin
Li Lêfê
Çiyayê Mazî
Di tavehîvekê de
Berê xwe bidin Dirbêsiyê
Û kevokekê
Ji Elîşêr re bişînin
Li ser riya Meşkîna
Bisekinin û duayekê
Ji Gozluklu Şexmûs, Bager
Û Eşref re bixwînin,
Li Tilterîk
Derkevin ser gir
Û berê xwe bidin
Mala Şêx Casim
Û Sîracê Pîranî
Bila bi qêrîn û girî
Behsa Nasir û hevalên wî
Bikin
Wê li Hundillah
Gebar û Kemal
Bi laşên xwe yî
Perçe perçe bûyî
Silava we hilgirin
Li Selmê
Gundî wê ji we re
Behsa Sebrî û Felat bikin
Şerê bav û law
Delîlê Erbetî
Ji Qerejdax wê silavekê
Li Deştê bike
Bila Selman
Bi dengê xwe yê zelal
Û nermik
Ji we re
Helbesta Amedê bixwîne
Ku kurê wî Argêş
Bila qet Mîlanê nebîne.
Li Emrûd û Biloka
Bibin Mevanên
Nûman u Çîcek
Dr.Kemal, Reşo û Emer
Û bipirsin
Ka gelo kula wan ji dil derket
Herin seriyakî li Şemrexa rengîn xin
Bila Kemalê Çiyayî we bibîne
û Mizgîniyê bidin
Zavayê deh rokî
Şêx Resûl
Ne hewce ye ez bêjim
Ji xwe diyar e û li ber çavan e
Bê dayikan çi şêr
Welidandiye
Berê xwe bidin Çiyayê Qerejdaxê
Û here lingê xwe li tirba Çiyayê Porî bixe
Ka gelo Ozan Îhsan li cem wî ye
Û klama jê re dibêje.
Beşîr û Delîl Sawcî
Li deşta Sêwregê
Ew ê ji we re behsa bavtiyê bike
Bê çawa ye bavtiya Welatê Rojê
Şoreşê ji we re rêbertiyê bike.
Li Roşatê
Fewzî ji bîr nekin
Silavekê bidinê
Destê Remo hene bikin
Û bikin zavayê welatê wî.
Bila li kêleka hev bin
Û berê wan bi Tûrcelê ve be.
Egît û Sînan
Merwan û Zîndan
Li quntara Fitnê
Wê bibe rêberê we
Û we bibin bêdawîtiyê
Hesîna Hecî
Wê bi nigê xwas
Xwe li Çiyayê Mazî bixe
Û li ser kaniya Erban
Wê du hêsiran ji çavên xwe bibarîne
Û bi ser axa Çiyayê Mazî de dawerivîne
Yek ji bo Egît û yek jî ji bo lawê xwe Selîm
Ebasê Golikî û Şêxmûsê Olaka
Wê bimirin ji bo we
Û dîn bibin
Herî dawî herin Xakûrkê
Cem Rustem
Neviyê Zal
Bêjin şûr û mertalê xwe girêde
Çiyayê Mazî li benda te ye
Ka rabe dîsa were
Bila deşta Dêrikê û Wêranşarê
Dîsa bi tîlîliyan bixemile
Bêjin rabe Rustemê min
Waye li pê te
Xwîn dibare ji çavên
Tûrcelê û bi sê dengan
Diqîrîne li pê te
Herî dawî jê re behsa Emrûd û Biloka bikin
Û bipirsin
Ka gelo evîna wê ji dilê te derket
Piştî ewqas sal
Bi Çiçekekê re şehîd bûn
Qey qedera te bû…”














