• Sê xwişk, sê jinên têkoşer, serhildêr, wêrek û bi hêz. Sê jinên ti carî di dil û wijdanê xwe de zilm û bêmafî nepejirandin. Her tim di xewn û xeyalên van sê jinên azadîxwaz de civakek azad, wekhev û jiyanek xweş û aram hebû. Ji bo pêkanîna wan xewn û xeyalan, ti carî bêdengî ji bo xwe qebûl nekirin.

EVÎN EHMED

Her sê xwişkên berxwedêr di kesayeta xwe de heqîqeta jina pêşeng û bi wijdan a pênc hezar sal berê raxistin ber çavên dîktatorê serdema xwe. Ji bo rê li pêşiya rewabûna çanda şîdet û zilmê bigirin hewldanên wan yên hişyarkirin û perwerdekirina civakê gelekî mezin bû. Di nava wê civaka di destê pergala dîktator de diperpitî de serê xwe rakirin û dengê xwe bilind kirin. Her sê xwişkên qehreman bi têkoşîn û heybeta xwe bûn tirsa dilê her kujerekî dîktator. Ew her sê jin, xwişkên Mîrabal ên bi navê Patriya, Mînerva û Mariya bûn.

Her sê xwişkên mijara gotinê, bi awayekî bêbext bi destê Serokkomarê Domînîkê yê bi navê Trujîllo hatin qetilkirin. Gunehê wan her sê xwişkên têkoşer û leheng çi bû? Ya yekem ji ber ew jin bûn; ya duyem têkoşîna wan li hember neheqî û zilma pergalê bû. Tirsa wê pergala kujer ew bû ku li hember hêza wan xwişkan têk biçe, desthilatdariya xwe winda bike, kursiyên wan di bin wan de bişemitin û piştpiştkî li erdê bikevin, ew têkoşer qetil kirin. Di heman demê de pergal ditirsiya ku rêxistinbûn û têkoşîna Mîrabalan bandorê li civakê bike û civakê serwext bike. Lewma biryara kuştina wan dan. Di encamê de 25’ê Mijdara 1960’î bi rêbazên derveyî mirovan bi îşkenceyek gelek giran, her sê xwişk têne xeniqandinê û qetilkirin.

Ev bûyera bi êş a 66 sal di ser re derbas bûye, hîn jî di dil û mejiyê her jinekê de zindî ye. Bi vê boneyê êdî 25’ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê ya Navneteweyî, mohra xwe li serdemeke dîktatoriyê xist. Êdî ev roj li tevahî cîhanê bû roja biryardayîna têkoşîna li dijî şîdet û kolekirina jinê.

Dema behsa şîdeta li ser jinê tê kirin, pêwîst e tenê şîdeta bedenî û fizîkî, neyê fikirîn. Şîdeta herî giran a şûna birînên wê zû bi zû nayên kewandin şîdeta derûnî ye. Rast e îro pergala kujer destdirêjiya li ser bedena jinê, lêdan û kuştina wê heta dawî rewa kiriye. Ji ber hatiye rewakirin êdî ew bûye mîna çandeke ku ji rêzê bê dîtin. Lê mixabin kes zêde behsa şîdeta derûnî û bandora wê ya li ser jinê nake.

Di rastiyê de şîdeta herî zêde îro li ser jinê tê meşandin û ji nedîtî ve tê hesibandin, şîdeta derûnî ye. Şîdeta herî bi felaket e û di heman demê de ya herî zêde bi xwe re pirsgirêkan tîne, jiyanê ji wateya wê derdixe ye. Yek ji sedemên zêdebûna bûyerên xwekujiyê, bi taybet di milê jinan de, şîdeta derûnî ye. Şîdeta derûnî ji zaroktiyê de li ser jinê tê meşandin. Jina ciwan heta li mala bavê ye 24 seatan di bin fişara bav û birayan de ye. Dema ew dizewice jî dikeve bin fişara hevserê xwe. Di encamê de heta sax e li ser serê wê zordarî û deshilatdariyek tund tê meşandin. Ji cil û bergên wê, heya rabûn û rûniştina wê, ji ken û giriyê wê û heta xwarin û vexwarina wê rastî mudaxeleyan tê. Ev destwerdana bêsînor ya li ser jiyana jinê, eger ew ne bê mafî be, naxwe çi ye? Bêguman ew bê mafî ye. Bêmafî jî şîdeta herî giran e.

Tundiya li ser jinê bi ferzkirina koletiyê re dest pê kiriye. Lê çima koletî li ser jinê hatiye ferzkirin? Ji ber pêdiviya zilamê dixwaze bibe serwer bi huner, afirîneriyên jinê hene. Bi vî awayî cara yekem koletî û şîdet pêş dikeve. Bi şîdetê, ew jina di dîrokê de ziman û hemû nirxên ji bo mirovatiyê afirandiye, anîn asta bê zimaniyê, koletî layîqî wê hat dîtin. Ya hîn bi şewat jî ew e bi şîdetê hiştin jin bi xwe jî vê rewşa kolebûna di nav de ye ji rêzê û layiqî xwe bibîne, wekî qedereke ji bo xwe bigire dest.

Ev şîdeta ku bi hostatî û şêwazekî pergalî li ser jinê hatiye sepandin, di bin navên cuda de hatiye rewakirin û jin di nav tarîtiyeke kûr de hiştiye. Civak hemû jî bi wê re ketiye nav tarîtiyê. Ji ber rewşa civakê girêdayî rewşa jinê ye. Felsefa, ‘jin jiyan azadî’ û ‘bê jin jiyan nabe’ rastiyeke ku nayê înkarkirin e. Eger jin di tarîtiyê de bê hiştin û bê kuştin tê wateya jiyan tê kuştin. Eger jin di nav çar dîwaran de hatiye zindanîkirin û ji jiyanê hatiye qutkirin, tê wateya ku jiyan hatiye zindanîkirin û pêşiya xweşî, xweşikî û herikîna jiyanê hatiye girtin, jiyan hatiye fetisandin û sekinandin. Jiyana sekinî jî tê wateya jiyana mirî. Ji lewra di têkoşîna li hember tundûtujiya li ser jinê tê meşandin de, ne tenê jin, hemû beşên civakê berpirs in û erka her kesî ye ku serê xwe li hember vê pergala ziwa û hişk rakin.

Tekana rêya çareseriyê û dawîanîna serdema kujerê kastîk, wê bi xwerêxistinkirina jin û civakê be. Hişmendiya aştî û civaka demokratîk garantiya çareserkirina hemû pirsgirêkên jin û civakê ye. Rêxistinbûn û yekîtiya jinan, wê bersiva herî dijwar be ji bo kujerê hemdem. Ew kujerekî welê ye ku her tim jê re hatiye gotin ku ‘dest lê nayê dayîn’, pêwîst e her kes di bin emir û fermana wî de tevbigere û li gora daxwaza wî reng bide jiyana xwe.

Pêwîst e jin bi tundî li hember kiryar û hişmendiya vîna jinê diçewisîne, li pêşiya daxwaz û hunerên wê astengiyan çêdike raweste. Ev roja wekî Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê ya Navneteweyî hatiye her sal weke nûkirina soza têkoşîna jinan bi nav dikin. Lê pêwîst e têkoşîna jinan sal bi sal xurttir û bilindtir bibe, heta divê li şûna wan hemû birînên bi êşê yên sedê salan bibin serkeftin û rojên azad. Her sê xwişkên Mîrabal li şûna xwe mîrasek mezin ji bo hemû jinan hiştin. Hewce ye her jin îro bi biryar xwedî li vê mîrasê derkeve. Em ê jî bi têkoşîna xwe, berdewamiya têkoşîna her sê xwişkên Mîrabal bin. Em ê bi yekîtî û rêxistinbûna xwe nehêlin kujerên serdemê di şexsê jinê de civakê qetil bikin û jiyanê bitevizînin.