
- Xweza û nirxên jinan heta îro dihiqûqa serdest a mêr de kêm bûye an jî teng bûye. Lê ev nirxên civakî nehatin tunekirin û jibîrkirin. Hêz û rola naskirina civakî, riyeke nû ya rizgariyê dikaribû biafiranda. Bêstatuhiştina jinan, nenaskirina azadiya jinê bingehên şoreş û berxwedanê ava kir. Bi berxwedan û şoreşê re fikra nasnameya civakîbûnê kirdebûnê bingeha aştiyê bixwe re anî.
Desthilatdariyan rewşa krîzê ya şer bi zanîna jinê, nirxên dîrokî û şîroveya wê lêpirsîn kir û dewlet û hiqûq wek organîzasyonên neçarî hatin xwestin. Bi navendîbûna vê re herêm bi jin, kes û çandê hatin dagirkirin. Jiyana kolektîf û hêz bê nirx hatin hiştin û îhtîmala çareseriya pirsgirêkan bi navê dewletê li navenda têkiliyan hat bicihkirin. Motîvasyon li şûna curebûn û herêman, teoriya dewlet û xwediyên dewletê xist bin garantiyê. Dewleta hiqûqê bi fikara ku wê têkiliyên bazirganî çawa bên parastin û pergal çawa bê mayîndekirin, hatiye avakirin. (Abdullah Ocalan, Çareseriya Şaristaniya Demokratîk). Pergala heyî zîhniyeta xwe bi rêgazên bê sînor û rêbazên bê kontrol li hember civakê pêk anîn. Exlaq wek çand bi pergalên dewletî re guherîn jiya û veguherî hiqûqê. Parastin, qebûlkirin û watedarekirina nav civakê de nexistin hesab.
Xweza û nirxên jinan heta îro dihiqûqa serdest a mêr de kêm bûye an jî teng bûye. Lê ev nirxên civakî nehatin tunekirin û jibîrkirin. Hêz û rola naskirina civakî, riyeke nû ya rizgariyê dikaribû biafiranda. Bêstatuhiştina jinan, nenaskirina azadiya jinê bingehên şoreş û berxwedanê ava kir. Bi berxwedan û şoreşê re fikra nasnameya civakîbûnê kirdebûnê bingeha aştiyê bixwe re anî.
Ji ber ku jinan li dijî pergala ku ew nas nedikirin, tenê têkoşîn nemeşandin. Berxwedan rêxistin kirin, parastin kirin, komunala aboriya civakî afirandin. Li dijî mêrê tundî dikir, pergala xwe ava kirin û di vê pergalê de polîtîka ava kirin û kirin jiyanê. Ji sosyalîst, ekolojîk, tevgerên li dijî newekheviyê û nîjadprestiyê re bûn îlham. Ji orkestrayên jinan heta Jinwar, Şifaxane; bi kooperatîf, akademiyan û jineolojiyê nirxên xwe zindî hiştin.
Tevgera Azadiya Jinê jî bi van hemû destkeftiyan pêvajoya avakirina jiyana nû dihûne. Zîhniyeta dewletî, derveyê dewletê di hiqûqê de parast û nêzîkatiya hiqûqê jî wek formula bicihbûnê dibîne. Bi hiqûqa giştî naskirin, cihê jina azad a di herêmî, enterasyonalîstbûnê de, garantiya mekanîzmayên civakî-jiyanê ava dike. Ev jî tê weteya dîroka tunehesibandina jinan hatiye girtin, mezinkirina rûpela azadiya jinan hatiye vekirinê.
Foruma hiqûqa giştî xwe teslîmê hiqûqa pozîtîf nake. Pergala serdest a mêr û kapîtalîst tu car dest ji hêza xwe bernade. Ji ber vê jî divê deskeftî her tim di parastiya rêxistinbûna jinê de bê parastin. Ji ber vê nasname û nirxa jinê di alî vê nîqaşê de çavkani û pêkanîna hiqûqê ye. Hiqûqa netew dewetê bi zanîn û çalakiya jinê hat deşîfrekirin. Me ev dît ku nav çiqas diguherin bila biguherin encam naguherin.
Tişta ku fêrkirina wê didome jî stratejiya azadiya jinê, naskirina nasnameya jina azad, Peyman Civakî ya Jinê veguheriye peymana civakî. Girîngiyeke mezin heye ku mirov bi wê têgihiştinê tevbigere ku pêvajoya diyalogê ya ji bo aştiyê û civakeke demokratîk wekî qonaxeke ku bi saya bi dehan salan têkoşînê hatiye bidestxistin dikare bi pêkanîna vê stratejiyê li qada siyasî û şopandina rêyeke ku xwe dispêre serweriya yasayê, bi serkeftî were pêkanîn; di heman demê de jî, pêwîst e hewldanên rêxistinî li ser vê bingehê bên xurtkirin û berfirehkirin.
Wek Abdullah Ocalan jî di manîfestiya Aştî û Civaka Demokratîk de gotiye, têgeha hiqûqa giştî di gelek aliyan de ne nîqaşeke ku nû hatiye destpêkirinê ye. Parêzname wî bi nîqaşan tije ye. Ya esas civakên demokratîk bûne bihêza xwe ya xweser di pergala avakirine de bi peyamên xwe yên civakî jiyane.
Dema lihevkirinan di destûrên bingehîn yên netew dewletan de li ser rêbaza du alî ya teşeyên rêveberiya xwser û nasname, ziman û çandê tê sekinandin. Welatibûna Kurd-Azad ku înkar bi têkoşînek mezin vala derxistiye, pergala xwe li ser jiyana ekolojîk, azadiya jinê û civaka demokratîk ava dike. Di pergalek demokratîk de jiyîn jî di nav rêbazên çareseriya demokratîk de cih digire. Ev pêşniyara ku netew dewletê li ber çavan digire ku tê de ew kom tê naskirin û di çarçoveyeke destûrî ya li ser bingeha hizreke hevpar de yekbûyî ye û di heman demê de xwediyê wê potansiyelê ye ku bi rêya prensîb, nirx û hêza ji jiyana xwe ya civakî derdixe holê bandorê li wê dewletê bike bi awayekî zelal pêdiviya wê bi bingehekê heye ku tê de exlaqê ji bo jiyana bi hev re tê hêvîkirin, li ser bingeha prensîba bersivdanê bi awayekî hevpar tê parvekirin.(Abdullah Ocalan, Çareseriya Şaristaniya Demokratîk -V)
Abdullah Ocalan bi gotin bi têketina wek "Di roja me ya îro de hewce bi peyamenek civakî ya bi nêrîna jinê tê destgirtinê heye" (Peymana Civakî ya Jinê) Manîfstoya Aştî û Civaka Demokratîk encam dike û wiha dibêje: “Em statuyê wek saziya civaka demorkatîk dibînin ku riya vê jî qanûnî, destûra bingehîn û hiqûq e. Ev hiqûq wê çand û nasnameya gelê kurd bike ewlehiyê. Formulasyonên çarseriyê yên rejîma netew dewletê dij serdemê ye. Ya esas ewlehiya nasname û civaka demokratîk e.”
Bi van nîqaşan re carek din tê fêmkirin ku têkoşîn azadia tevgerê civakî yên li dijî desthilatdariyan ferz e. Divê manîfesto, ji bo xwendinek nûvekirî, nemaze di derbarê têgehên qanûn û sazûmankirinên potansiyel de, were dîtin. Ji ber ku em bi metnekê re mijûl dibin ku wekî vexwendinek ji bo fikirîn û rêxistinbûnê xizmetê dike, ne tenê jinên Kurd, gelê Kurd û Kurdistanê, lê di heman demê de Tirkiye, Rojhilata Navîn û qada navneteweyî bi wateya herî fireh jî di berjewendiya avakirina civatek demokratîk de vedibêje. Di demekê de ku hema hema kesek din pêşniyarek sîstemîk pêşkêş nake, ev metin hewcedariya bi hev re girêdana komeleyên rizgarkerên jinan, demokratîk û komunal ji bo cîhanek demokratîk a nû û rizgariya civakî ya navneteweyî îdia dike.
JINNEWS / RÛŞEN SEYDAOGLU















