‘Çeka me firçeya me ye’

Nûçeyên Jin —

Duşem 19 Cotmeh 2026 - 17:30

  • Festîvala Şehîd Bêrîtan li Mexmûrê bîranîn û berxwedanê tîne cem hev. Wênesaza Atolyeya Şehîd Delîla Mercan Kara, ku bi tabloyên xaltîk û xwişka xwe beşdar dibe, diyar kir ku ew bi riya hunerê mîrasa Bêrîtanan radestî nifşên nû dikin.

 

Şehîd Bêrîtan ango Gulnaz Karataş ji bo gelê Kurd ne tenê navê lehengeke dîrokî ye, ew sembola îradeya pênasekirina azadiyê, sekna serbilind a li dijî teslîmiyetê û xeta têkoşîna jinê ye. Sekna wê ne tenê di warê leşkerî de, di warê îdeolojîk, çandî û hunerî de jî çandeke nû afirand ji bo gelê Kurd, taybet jî jinan. Ew xeta ku wê bi sekna xwe afirand, ewqasî kûr li ser civakê bandor kir ku di nav gel de çanda “Bêrîtan” çêbû. Dema malbatek navê Bêrîtan li keça xwe dike, di heman demê de daxwaza jiyaneke azad, serbilind û xwedî îrade ji bo wê zarokê dike.

Ev sekna berxwedêr di nava xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) de jî bûye çanda jiyanê û mîrasa kûr a civakî. Festîvala ku her du salan carekê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan tê lidarxistin jî encama vê girêdan û sekna dîrokî ye. Îsal jî ew sekna berxwedêr di festîvalê de bi reng, çand û hunerê radibe ser piyan. Bi taybet xebata atolyeya şehîd Delîla ya çêkirina 30 tabloyên şehîdên bi navê Bêrîtan, vî rihî tîne nav qada festîvalê.

Di amadekariyên Festîvala Şehîd Bêrîtan de, beşa herî balkêş a Atolyeya Şehîd Delîla xebata Mercan Kara ye. Mercan ji bo festîvalê tabloyên xaltî û xwişka xwe yên ku navê “Bêrîtan” hildigirtine xêz dike. Mercan di her derba firçeyê de ne tenê bîranîna malbata xwe, di heman demê de mîrasa berxwedanê ya ku li wargeha Mexmûrê bûye çandeke civakî zindî dike û tîne qada festîvalê.

Mercan Kara ku ji bo festîvalê tabloyên xaltî û xwişka xwe yên şehîd ku navê her duyan jî Bêrîtan e xêz dike, behsa girîngiya festîvalê kir.

Cûdahî û rengîniyeke mezin heye

Mercan Kara bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Wekî salên din, îsal jî festîvala me bi tevlîbûn û amadekariyên berfireh tê lidarxistin. Di festîvala îsal de cûdahî û rengîniyeke mezin heye, ji werzîşê heta xwarinên gelêrî û pêşandana kelûpelên çandî yên Kurdî gelek beş hatine amedekirin. Lê beşekî girîng ê festîvalê jî xebata me ya wêneyê ye. Em tabloyên 30 şehîdên ku bi navê Bêrîtan hatine naskirin û li ser riya Şehîd Bêrîtan meşiyan, amede dikin. Li wargeha me girêdaneke pir mezin bi navê Bêrîtan re heye, malbat zarokên xwe bi Bêrîtan nav dikin û ev yek ji malbatekê derbasî malbata din dibe.”

Ji sekna şehîd Bêrîtan hêz digrin

Mercan, dinava axaftinên xwe de bal kişand ser têkoşîn û berxwedana şehîd Bêrîtan û ev tişt anî ziman: “Şehîd Bêrîtan xwedî kesayetek wisa mezin e ku îro bi hezaran kes li ser şopa wê dimeşin. Bêyî ku dudilî bibe, xwe fedayî gelê xwe kir û heta dawiyê çeka xwe teslîm nekir. Her kes nikare fedakariyeke wisa mezin bike. Giştî mirovahî û bi taybetî jî jin ji vê sekna wê ya dîrokî hêzê digirin. Wekî jinên ciwan ên Atolyeya Şehîd Delîla, zindîhiştina vê mîrasê ji bo me xwedî wateyeke pir taybet e.”

Têkoşîna serhildêran nadin jibîrkirin

Mercan Kara diyar kir ku ew ê bi riya hunerê xwedî li mîrasa şehîdan derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez jî wekî jineke ciwan ku di Atolyeya Şehîd Delîla de cîh digirim, bi tabloyên xaltî û xuşka xwe yên şehîd beşdarî vê festîvalê dibim. Em bi vî rengî hebûna xwe diyar dikin ku em ê rê û têkoşîna wan bidomînin. Dibe ku em rasterast dest nedin çekê, lê çeka me jî firçeya me ye. Em hem dixwazin têkoşîna wan bidin naskirin hem jî keda ku wan dayî nedin ji bîr kirin. Em hêvîdar in ku em bibin bersiveke layîqî vê mîrasê.”

BERJÎN KARA-JÎNHA/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.