
- Ji Xwişkên Mîrabal a ji Domînîkê heta Phoolan Devî ya ji Hindistanê, ji berxweana jinên Polonî heta Arjantînê, ji serîrakirina Berîtanê heta jinên Şengalê… Jin li dijî her cureyên tundiyê ji bo paşerojeke azadtir bê guman canê xwe feda kirine û serî netewandine
Tundiya li ser jinan îro yek ji pirsgirêkên herî mezin ên mirovahiyê ye. Bingeha vê çanda tundiyê bi qasî dîroka mirvahiyê kevn e. Ji Xwişkên Mîrabal a ji Domînîkê heta Phoolan Devî ya ji Hindistanê, ji berxweana jinên Polonî heta Arjantînê, ji serîrakirina Berîtanê heta jinên Şengalê…. Jin li dijî her cureyên tundiyê ji bo paşerojeke azadtir bê guman canê xwe feda kirine û serî netewandine.
Yek ji wan jinên ku li dijî pergala bişaftina vîna jinê serî netewand Sojourner Truth e.
Soujourner di sala 1797’an de li New Yorkê, di koletiyê de hate dinê. Ji ber ku Soujourner koleya malbateke Holendî bû, zimanê wê yê zikmakî flamanî bû. Hîn di zaroktiya xwe de malbata Holendî wê firotin malbateke Îngilîz. Ji ber ku Soujurner zimanê Îngilîzî fêhm nedikir malbatê dest bi tundî û lêdanê kir. Di heman demê de îstismara zayendî jî bibû rastiyeke jiyana rojane.
Ji bilî ku jiyana wê ya koletiyê bi êşên giran re dagirtî bû, her wiha bi awayekî sîstematîk ji aliyê xwediyê xwe yê sipî ve tecawiz lê hat kirin. Di sala 1815’an de bi koleyekî din re bi zorê hate zewicandin û ji wê zewacê 5 zarok anî dinê.
Soujourner tevî hemû dijwariya jiyan û koletiya ku lê hatibû ferzkirin, jinek xwedî rûmet û bi hêz bû. Di sala 1827’an de, salek beriya ku qanûna hilweşandina kolatiyê bikeve meriyetê, bi keça xwe ya 9 salî re ji koletiyê direve û xwe dispêre malbateke têkoşer. Malbat Sojourner û keça wê bi 20 dolaran ji koletiya wan dikirin û bi wî awayê wan rizgar dikin. Soujurner ji neçariyê çar zarokên xwe yên din li cem malbata ku ji wan reviyabû hişt. Piştî demekê agahî stend ku xwediyê wê yê berê kurê wê, Peter, bi awayekî neqanûnî firotiye malbateke din. Ji ber ku li gor zagonên koledariyê ya wê demê, zarokên ku kole bên, pêwist bû ku heta 20 saliya xwe li cem malbata sipî bixebitin. Bi alîkariya malbata ku wê rizgar kirin û xwedî lê derketin, Sojourner li dijî xwediyê xwe yê berê doz vekir. Di heman demê de qanûna hilweşandina sîstema koletiyê jî ketibû meriyetê û doza ku Sojourner li hemberî zilamekî sipî vekiribû deng da. Sojourner di doza xwe de bi ser ket û bu yekem jina ku li hemberî pergala koledariya demê bi ser ket û welayeta zarokê xwe stend.
Sala 1843’an ji bo Soujurner Truth rûpeleke nû vekir.. Tevî ku wê tu perwerde nedîtibû jî, xwedî hêzeke mezin a axaftinê bû. Soujurner bi axaftinên xwe yên bibandor dikarîbû bala girseyên mezin bikişîne û wan li dora xwe kom bike. Di sala 1844’an de, tevlî rêxistina li dijî koledariyê ya bi navê Komeleya Perwerde û Pîşesaziyê ya Northamptonê bû. Soujurner bi hêzgirtina ji tevgera rizgariya ji koletiyê bi biryardariyeke xurt xebat meşand. Êdî ew veguherîbû çalakvaneke ku ji bo mafên wekhev ên mirovan û jinan têdikoşiya.
Sojourner di tevahiya jiyana xwe ya piştî koletiyê ji bo mafê reşikan ê jinên reşîk têkoşîya. Di civînan de serpêhatiyên xwe vedigot, derbarê koledariyê û kiryarên pergala koledariyê de nivîsên bibandor nivîsand. Ji bo koleyên ku azad bûn ji mafê erd û milk bêpar nemînin di sala 1860’an de bi deh hezaran îmze kom kir û pêşkeşî Kongreyê kir. Lê Kongreya Netewî ev daxwaza reşîkan red kir. Sojourner heta dawiya jiyana xwe ji bo mafên wekhevîyê dev ji têkoşîna xwe berneda. Soujorner Truth li ser sepêhatiyên xwe her wiha pirtûkek jî nivîsand ku heya îro jî wek mînaka têkoşîna jinên reşik tê pênasîn.
NEWAYA JIN / SEBELAN KILIÇ







