Sembola têkoşîn û azadiyê: Doga Şîn

Nûçeyên Jin —

Sêşem 13 Cotmeh 2026 - 16:00

  • Doga Şîn a di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest da bi salan li dû heqîqetê meşiya û dev ji têkoşîna xwe berneda. Ew bi têkoşîna xwe bû sembola azadiyê.

 

Kurdistan dema ji aliyê hêzên emperyalîst ve bû çar parçe bi gelek cureyên zext, înkar, tundûtûjî û binpêkirinên mafên mirovan rû bi rû ma. Şerê li dijî DAIŞ'ê yê li Rojava ku di sala 2012'an de dest pê kir, bandorek kûr li ser jiyana mirovan kir. Ev şer di têkoşîna Kurdên li Rojava de ji bo rêxistinkirin û parastina qadên jiyana xwe serdemeke nû nîşan da. Berxwedana bi pêşengiya jinan a di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê hate pêşxistin, bû sedema têkoşîna jiyana gelê Kurd û pêşeroja têkoşînê bi teşe kir. Di vê pêvajoyê de, gelek jin di nav şer û pevçûnan de bûn beşek ji pêvajoya biryardanê.

Doga Şîn (Binevş Altay) ku di 22'yê Îlona 1995'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, ku li ser sînorê Kobanî ye, ji dayik bû, ji ber şerê li Rojava pir bandor bû û li wir tevlî berxwedanê bû. Doga Şîn ku di şer de birîndar bû, ji bo dermankirinê vegeriya cem malbata xwe. Piştî başbûna xwe, careke din bi rê ket, vê carê ber bi çiyayên Kurdistanê ve çû. Doga Şîn, ku tevlî têkoşîna rizgariya her çar perçeyên Kurdistanê bû, di 11'ê Çileya 2025'an de li Garê jiyana xwe ji dest da.

Dayika Doga Şîn, Uveyş Altay, got, "Dema keça min çêbû, bavê wê di girtîgehê de bû. Dema bavê wê ji girtîgehê derket, ew dimeşiya. Dema ku ew hîn pitik bû, me ew dipêçand û dibir girtîgehê. Hemû hevalên li girtîgehê jê pir hez dikirin. Li vê taxê kes tunebû ku jê hez nekira. Piştî çûn û hatina dibistanê, wê yekser cilên xwe derdixist û alîkariya min dikir. Wê qet peyvek jî nedigot da ku min aciz neke."

Ew çû Rojava

Uveyş Altay, da zanîn wê têkoşîna azadiya gelê Kurd bi nîqaşkirina bi mamosteyên xwe re, dema ku ew di pola 10an de bû dest pê kir û got, "Di pola 10'an a dibistana amadehiyê de, mamosteyê wê ji ber nîqaşên li ser Kurdan û zimanê Kurdî li dibistanê ew şand malê. Bavê wê jî ji ber vê sedemê ew ji dibistanê derxist. Bavê wê dixwest ku ew perwerdehiya xwe bi rêya perwerdehiya ji dûr ve bidomîne. Wê demê, li Rojava şer hebû. Rojekê, dema me xwarin çêdikir, wê televîzyon vekir, pêşketinên li Rojava temaşe kir û di heman demê de xwarin çêdikir. Piştre xwarinek çêkir û hemî xizmên xwe vexwendin. Me bi hev re xwar. Piştî demekê, mamosteyên wê telefon kirin û gotin ku Binevş nehatiye dibistanê. Min di dilê xwe de hîs kir ku ew çûye. Dema ku bavê wê hat malê, min got, 'Binevş çûye.' Bavê wê got, 'Li wê negerin, bila rêya wê zelal be.' Piştî ku ew derbasî Rojava bû, wê telefonek dît û li me geriya. Wê ji me lêborîn xwest."

Şehîd qet namirin

Uveyş Altay, da zanîn ew bi hemû gerîlayên ku di têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane serbilind e û got, "Ez bi keça xwe serbilind im. Ez bi têkoşîna ku wê daye serbilind im. Em 35 sal in di vê têkoşînê de ne. Bavê wê her roj dihat girtin û îşkencekirin, lê me qet dev ji têkoşîna xwe berneda. Em bi têkoşîna xwe serbilind û bi rûmet in. Û ji niha û pê ve, divê her kes ji bo aştiyê têkoşînê bike. Darên li Rojava hemû bi xwînê hatine çandin. Divê her kes erk û berpirsiyariya xwe bizanibe. Em bi hemû şehîdên xwe serbilind in. Şehîd qet namirin."

JINNEWS/RIHA/EVÎN ÇÎFTÇÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.