- Çawa ku em di her payîzê de pelên berketî dibînin û dizanin sibeyek din bihar dê şîn bibe, wisa jî em ji şehadeta Nagihanê re dibêjin: "Pênûsa te di destê me de ye, pirtûkxaneya te di dilê me de ye, û doza te pênaseya jiyana me ye."
NURHAQ GULBAHAR
Gelo payîz tenê werzek e ji demên salê, yan jî zeriya pelan e ku ber bi xakê ve dadewerin? Li Kurdistanê payîz, ne tenê xatirxwestina pelan ji darê ye; ew dîdara xakê ye di her şaneyekê de bîranînên me yên kûr tê de veşartîne. Werza ku rêwiyên heqîqetê di nav xwebûneke xwerû de didin ser rê ye. Xwestin di demsala payîzê de rêwiya ku bi helbestî rêya xwe dirêsa Nagihan Akarsel-Zîlan Konya ji guliyê dara xwe biqurêfin.
Nagihan, ew jina ku riya xwebûnê li çiyayên azad û kolanên heqîqetê geriya, ne tenê rojnamevanek, lêkolînerek yan xebatkarek xaka zanyariyê bû. Ew bixwe ew pênûs bû ku dîroka jina serhildêr dinivîsî. Ew xebatkareke bêwestan a ku her tim di hewildana afirandina zimanekî, pênaseyekê û navendeke ji bo xwebûna jinê de bû. Navenda Pirtûkxane û Belgegeha Berhemên Jinan ku li Silêmaniyê ava dikir, tenê cihê pirtûkan nebû; ew wargehek bû ji bo komkirina bîreweriya rawestana jinê ya beramberî tarîtiya hezar salan. Di hişê Nagihan de ew der, perestgeha bîranînên wan jinan bû ku di nav çerxa dîroka mêr-dewletê de dihatin windakirin.
Lê pirsa ku divê em ji hişê xwe û dîrokê bipirsin ev e: Çima bi taybetî Nagihan Akarsel? Neyar ne tenê ew kesên ku çekê hildigirin, lê belê beriya her tiştî wan kesên ku hişmendiyê diafirînin hedef digire. Nagihan hat hedefgirtin, ji ber ku ew ne tenê şahida dîrokê bû, ew afirîner û rewşenbîra feraseta "Jin, Jiyan, Azadî" bû. Ew hêza fikrî û zanistî ya Jineolojiyê bû; xwesteka wê ew bû ku zanist û zanîna jinê ji destlatdariya mêr rizgar bike û vegerîne ser rehên wê yên resen. Di vê rêgehê de bi coş û bêrawestan bû.
Ew hat hedefgirtin ji ber ku xebata wê ya li ser "Bîreweriya jinê", pergala serdest û serwer a mêr ku li ser jibîrkirin û tunekirina nasnameya jinê hatiye avakirin, dihejand. Avakirina Pirtûkxane û Belgegeha Berhemên Jinan projeyeke pûçkirina siyaseta tunekirinê bû. Aqlê tarî jê tirsiya, ji ber dizanibû ku pênûs û lêkolînên Nagihanê zenga hişyariyê û çekên hişmendiyê dida destên jinan ku ti gule nedikarîn wê bişkînin.
Dest û aqlê reş û tarî, her tim ji zanîn û hişyariya jinê tirsiyan e. Payîzê, ew xwestin bi guleyan bêdeng bikin; xwestin pênûsa ku azadiyê dinivîse bişkînin, xwestin awazên zanebûna jinê di qirika jiyanê de bifetisînin. Lê nizanin ku şehîd ne pelên zexel in ku bi ba re bifirin; şehîd tova ku di kûrahiya xakê de şîn dibin û dibin şaxên azadiyê.
Nagihan bi şehadeta xwe, nîşanî me da ku xebata jinê ne tenê kar e, lê belê şerê hebûn û xwebûnê ye. Pirtûkxaneya ku wê bi dil û giyanê xwe hîmên wê danîn, îro bi ked, bawerî û soza bi hezaran jinên Kurdistanê û cîhanê re geş dibe. Cihê ku gule lê hatin barandin, bû wargeha hişyariyê û jiyandariya Jineolojiyê.
Rêwîtiya Zîlan Konya ji Konyayê heta çiyayên Kurdistanê û heta Silêmaniyê, rêwîtiya zivirîna ber bi jiyana rastîn ve bû. Ew bû bihara werza payîzê û çi payîzek wê Nagihanê ji bihara dilê me nikaribe dûr bixîne. Bîranîna wê di nav bîreweriya her jineka ku ji bo azadiyê têkoşînê dike de her tim zindî ye. Çawa ku em di her payîzê de pelên berketî dibînin û dizanin sibeyek din bihar dê şîn bibe, wisa jî em ji şehadeta Nagihanê re dibêjin: "Pênûsa te di destê me de ye, pirtûkxaneya te di dilê me de ye, û doza te pênaseya jiyana me ye."
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Berpirsiyarî û pêkanîn
28 îlonê
Hişmendiya li derdora sê peyvan
21 îlonê
Şehîd; Qewlê azadiyê
31 tebaxê
Şervana heqîqetê
24 tebaxê
Guhdarîkirin, rûbirûbûn û têgihiştin
17 tebaxê
Dîdara Rêber bi zarokan re
10 tebaxê







